zazaki.net
28 Adare 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
05 Sibate 2019 Sêşeme 16:10

ZILAMEK Û ZIMANEK

Herekol Ezîzan (Celadet Bedirxan)

Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû zilamek dikare zimanekî jihevdeketî saz bike û carîna zimanekî mirî vejîne. Herwekî emê niho bibêjin ew zilam peyda bûye û zimanekî mirî vejandiye û ew xistiye nav zimanên zindî, nav wan zimanên ko mirov pê diaxêvin û mexsedên xwe pê eşkere dikin.

Me got zimanê mirî û zimanên zindî. Bêdiro, ji awirên jiyanbariyê ve ziman jî wek mirovan û wek her heybera rihber dizên, dijîn û dimirin.

Ji zimanê mirî hin hene warkor û kordûnde diçin, di pey xwe re tu tiştî nahêlin; ne kêl ne kitêb. Hinên din di pey xwe re eserine mezin, kitêbine hêja dihêlin û ew kitêb hetanî îro jî tên xwendin. Lê ew ziman bi xwe mirî ne, ji ber ko êdî ew ne zimanê devkî ne û tu kes bi wan napeyive.

Li Ewropayê latînî, li rojhelatê nîzîng îbranî zimanine mirî bûn. Latînî îro jî zimanekî mirî ye. Lê herçî îbranî êdî ne zimanekî mirî, lêbelê zimanekî zindî ye.

Belê ew mirovê bivên di nav cihûyan de derket û zimanê îbranî vejend. Îbranî zimanekî samî, zimanekî kevnare, hevalê erebiyê ye. Tewrat yek ji çar kitêbên mezin pê hatiye gotin û nivîsandin. Bi tenê zanayên pê dizanin û di kiniştan de Tewrat bi vî zimanî dihate xwendin.

Herçî cihî bi zimanine din, bi zimanên welatên ko tê de rûdiniştin xeber didan. Yanî cihiyan zimanekî mîlî, zimanekî xweser nîn bû û ji lewre wan bi zimanên xelkê xeber didan.

Di sala 1877an de di şerê ûris û tirkî de zora tirkan çû bû û herçî miletên Belqanê hene ji bindestiya tirkan xelas bû bûn. Xelaskarên dewletên Belqanê nemaze bi destê çarê ûris çû bû serî û miletê ûris bi xwe bi vî îşî bendewar û rojnameyên rûsî gelek qala dewletên Belqanê ên nû dikir.

Di welatê ûris de xortekî cihî bi navê Elyêzar bîn Yehûda hebî. Kurê Yehûda wek herkesî bi vî şerî bendewar dibû û didît ko miletên bindest wek Sirbîstan û Birxarîstanê û ên mayîn ji nîrê zorkerên xwe xelas dibûn û digihaştin îstîqlalên xwe. Yehûda bi van bûyeran li mîliyeta xwe hişyar dibû û li ber halê miletê xwe diket. Yehûda didît ko halê miletê wî ji halê her miletê din xirabtir e. Cihû ne bi tenê bê welat û bê hikûmat in; lê zimanê wan jî nîne û bi zimanên xelkê xeber didin.

Xortê cihî qerara xwe da û di dilê xwe de got: divê cihî vegerin welatê pêşiyên xwe, welatê kurên Îsraîl, û dîsan divêt ko cihiyan jî weke xelkê zimanek hebe û têk de pê baxêvin. Ew ziman jî zimanê pêşiyan, zimanê îbranî ye.

Yehûda hînî zimanê xwe bû û di sala 1878an de qesta Parîsê, qesta wî bajarê mêvanhewîn kir.

Li Parîsê, Elyêzar bîn Yehûda têkilî cihûyên Parîsê bû. Elyêzar ji alîkî zimanê xwe pêş ve dibir û ji aliyê din fikrên xwe ên mîlî belav dikirin. Lê welatiyên wî bi xwe lê radibûn û heye ko digotin ev mirov dîn e. Lê Yehûda guh ne dida wan û ji esera xwe a mezin re bi vêneke xurt û mezin û bi serê xwe dixebitî. Yehûda kiri bû serê xwe ji miletê xwe ê bêziman miletekî biziman bîne pê.

Yehûda bi xwe hînî zimanê xwe, hînî îbraniyê bû bû. Niho diviya bû îbraniyê di nav civata miletê xwe de belav bike. Ji bo çandina tovê xwe jê re zeviyek diviya bû. Di sala 1881ê de Elyêzar keça mamosteyê xwe ji xwe re anî û berê xwe da Felestînê. Bi vî awayî jinikek, bîmê xanimanekê, keti bû destê wî. Zaro wê bidana pey. Yehûda, bi rê ve, di vaporê de dersa jina xwe got û hetanî ko gihaştin erdê Felestînê jina wî hînî çend pirsên îbranî bû bû.

Gava pê li erdê pêşiyan kirin Yehûda gote jina xwe, ji niho û pê de emê bi tenê bi îbranî xeber bidin. Îbraniya jinikê gelek hindik bû. Jinikê kir ne kir lê mêrê wê ji qerara xwe ne geriya. Ne hewceyî gotinê ye ko zaroyên Yehûda hetanî ko bûne xort ji îbraniyê pê ve bi tu zimanî ne dizanîn û ji lewre di nav xelkê da lal dihatin hesêb. Lê bi vê laliyê miletê cihû wek miletine din bû xwediyê zimanekî, xwediyê zimanekî xweser.

Yehûda û xelkê mala wî di zivariyê de dijîn. Lê çi xem. Ji fikirine mezin re fedekarine mezin divêtin. Ji ber ko xelk bi derbekê bîra fikira mezin nabe. Yehûda nanê tisî dixwar lê gava didît ko xelkê mala wî bi îbranî xeber dida, bawer bikin xwe bextiyartirê mirovên dinyayê dihesiband.

Dawiyê Yehûda rojnamekî bi îbranî belav kir û ji xwe re xwendevan jî peyda kirin. Bi rê va û bi hin dibistanên cihî de dest bi xwendina îbraniyê jî kirin.

Ji milê din Yehûda ferhenga miletê xwe çêdikir û bêjeyên ko di zimanekî mirî de nînin ew jî pêk ve tanîn. Zimanê îbranî jî di nav cihiyan de belav dibû. Di sala 1922an de gava Elyêzer bîn Yehûda mir zimanê îbranî yê ko berî 30-40 salî zimanekî mirî bû, bû bû zimanê miletekî. Ev ziman îro di Felestînê û di rex erebî û îngilîziyê de zimanekî resmî, zimanê dewlet û hikûmetê ye jî.

Kurdino, eve zilamek û zimanek û tiştê ko bi vêna zilamekî tête pê. Di kar û biserhatiya vî zilamî de pend û derseke mezin heye. Herçî miletên bindest û bêziman an bê zimanê nivîskî divêt jê îbretê bigirin. Herçî em kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxêvin û piraniya me jî vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.

Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî lê wezîfeke mîliye jî. Heçî bi wezîfê ranebûne wezîfa xwe a mîlî pêk ve ne anîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ku mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt.

Piştî ko em kurd jî wek miletên din bûne xwediyê elfabeke xweser, xwendin û nivîsandina zimanê me gelek hêsan bûye. Tecribe şanî daye ko li gora jîriya mirov kurd jî heftekê heta çar heftan de dikarin hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.

Belê piraniya kurdan bi tenê bi zimanê xwe ê mader dizanin û ji lewre li mal be ji derve be bi tenê bi kurdî dipeyivin. Lê di nav kurdan de hindikahîke kiçik heye û xelkê vê hindikahiyê an di welatê xerîbiyê de bûne an îro tê de dijîn. Tiştê ko ji vê hindikahiyê re divêt, heke bi zimanê xwe nizanin berî ewilî hînî wî bibin û piştre di nav mala xwe û bi zar û zêçên xwe re herwekî Elyêzer dikir bi tenê bi kurdî xeber bidin.

Belê ji van kurdan re divêt, gava ji derve têne mal, herwekî cilên xwe ji xwe dikin û wan bi cilên malê diguhêrînin, zimanê xwe jî welê biguhêrînin û bi zimanê kuçê di nav malê de naxêvin û zimanê malê, zimanê mader wek tiştekî miqedes hilînin.

________

Çavkanî: Kovara Hawarê, Hejmar 40, Sibat 1942, r. 4-6   

Na xebere 3986 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.