zazaki.net
28 Adare 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
27 Oktobre 2009 Sêşeme 14:34

Tirk dixwazin riyeka nuh bibînin

Rojev

Tirk dixwazin riyeka nuh ji bo serwerîya xwe bibînin

Edîtorê malpera NETKURDê birêz Murad Ciwan derbarê rojeva sîyasî de ji edîtorê malpera Zazakî.NET pirsekê kiribû. Pirs û bersiv li malpera NETKURDê weşîyane (http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=2433). Bi destûra NETKURDê em bo xwendevanên Zazakî.NET jî pêşkêş dikin.

*

Murad Ciwan: Birêz Roşan Lezgîn,

Hukmata Ak Partîyê niha li ser ”Vebûna kurd” a ku pişt re wekî “Vebûna demokratîk” bi nav kir, dixebite. Hukmat diyar dike ku ev ne pakêtek e, prosesek e. Dê di sê qonaxan de, yanî di qonaxa dema nêz, qonaxa dema navîn û ya demdirej de bihê cîbicîkirin.

Wezîrê karûbarê hundirîn yê Tirkîyeyê Beşîr Atalay wekî koordînator di vê qonaxê de hatiye nîşandan û ew bi derûdorên cuda re rûdinê, fikr û daxwazên wan yên li ser vê “Vebûnê” dipirse. Eger wezîr Beşîr Atalay ji we bipirse ku “gelo di her yek ji van her sê qonaxên nêzîk, navîn û demdirêj de divê kîjan daxwazên kurdan bêne bicîhanîn?” tu dê made bi made kîjan daxwazan pêşkêş bikî?

Roşan Lezgîn: Berîya pêşkêşkirina madeyan divê ez hin tiştan bibêjim. Te divê hukmata Ak Partîyê yan te divê bi giştî dewleta Tirkîyeyê dibe, derheqê pirsa kurd de, nîyeta wan a bingehîn wekî xwe ye. Yanî, nîyeta wan a berê neguherîye, îşaretên guhertinê jî ne xwuya ne. Lê ji ber ku gelek tişt êdî wekî dema berê nayêne birêvebirin, herwisa, ji ber selametîya rê yan xetên enerjîyê, fişardineka navneteweyî jî li ser Tirkîyeyê heye, ku dixwazin êdî li vê herêmê pevçûn nîn be, hingê neçar mane ku hinek tiştan biguherin. Tirk dixwazin formuleka nuh bo serwerîya tirk peyda bikin. Niha di nav lêgerîna viya de ne. Mesele, esas ev e. Di vê derbareyê de tiştekî gelek muhîm jî ev e ku, hêza senteza tirk-îslamî kontrola dewleta Tirkîyeyê êdî nîvenîv girtîye destê xwe, dixwaze di îqtîdarê de bibe hevparê kemalîstan yan jî kemalîstan bêtesîr bike. Lê kemalîst ewçend zû nayên bêtesîrkirin. Du dezgeyên gelek girîng, yanî artêş û dadgeh hîn jî di destê wan de ne. Herwisa, piştgirên kemalîstan sermayedarên cihû yên li Tirkîyeyê jî qewî li ser lingên xwe ne. Kemalîst, esas, berdawama îttîhad-teraqqîyê ne. Tirkîstên Îttîhad-teraqqîperest, jixwe, ji destpêkê de bi cihûyan re dişuxulin. Şêweya rêvebirina koalîsyona cihû-îttîhadîyan û şêweya rêvebirina hêza senteza tirk-îslamîstan ji hev cihê ye. Dê li gorî şêweya rêvebirina senteza tirk-îslamî (polîtîkaya qedîfeyî) hinek tiştên sivik biguherin lê polîtîkaya bingehîn ya tirkan derheqê kurdan de eynî wekî berê ye. Ji vê çendê, zêde hêvîyeka min ji hukmata Ak Partî yan ji dewleta Tirkîyeyê nîn e.

Em ferz bikin ku nîyeta wan guherîye, ger wezîrê tirk pirseka wisa ji min bike, hingê ez ê kêmtir van daxwazan bikim:

1.Di qonaxa pêşîn de divê bi nihêrîna dewletê ya fermî bersiva “kurd çi ne, meseleya kurd çi ye, çima mesele ye?” bihê dayîn. Dema ku kurd dibêjin “pirsa kurd”, tiştekî dibêjin, gelo dema ku ew dibêjin “pirsa kurd” tarîfa wan çi ye? Divê ew çarçeweya pirsa kurd dîyar bikin. Yanî, Ak Partî yan dewleta Tirkîyeyê, divê bi awayekî resmî bibêje ku, “kurd” wekî kategorîyeka civakî, çi ne? Netewe ne, eqalîyet in, eşîr in? Mafên vê kategorîya ku hate tarîfkirin, hingê li gorî normên navnetweyî divê çi bin? Ger mafên wan hebin, ev maf heta niha çawa hatine xesbkirin? Ji ber van mafan çiqas mexdûrîyet çêbûye? Faîlên vê mexdûrîyetê kî ne? Ger faîl hatin nîşandan, hingê divê li ser navê dewletê lêborîn bihê xwestin û soza tazmînkirina mexdûrîyetê bihê dayîn.  

2.Divê kesên ku ji ber doza kurd, yan ji ber sedemên sîyasî niha li girtîgehên Tirkîyeyê ne, yên ku li serê çîyê ne, tev bi carekê de bêne azadkirin. Ger bo wan alîkarî divê, hingê hem ji bo yên ku li zindanan razayî ne, hem ji bo yên ku li çîyê ne, bo gişan îmkan bêne dayîn. Li hemberî kurdan sûcên ku ji alîyê rêxistinên mîlîter yên dewletê ve hatine kirin, divê eşkera bibin. Herwisa, divê têkilîyên rêxistinên veşartî yên mîna Encumenî Daniş û Ergenekonê ku tê îdîakirin bi rêvebirina hereketên sîyasî yên kurdan re hene, divê werin deşîfrekirin, eşkera bibin. Dewleta Tirkîyê divê hemî dezgeyên ku kurdan asîmîle dikin, wekî mînak, xwendegehên mecanî (Yatili Okullar), sinifên berî xwendegehê (Ana sinifi) û bi sedan kiryarên ku niha berdewam in, bide sekinandin. Tavilî di şûna wan de li gorî huqûqa xwezayî ya civakî, bi alikarîya dewletê proseseka nuh bihê destpêkirin. Mesela, divê perwerde, asayîş, dadgeh, berhevkirina bacê, hilbijartina walî û hîn gelek karên îdarî yên din, bo meclisa wîlayetan bêne hiştin. Herwisa, karê vekirina unîversîteyên kurdî jî bo kurdan bihê spartin. Bi taybet di karê perwerdeyê de divê însîyatîf bo kurdan bihê dewrkirin. Lê divê dewlet ji alîyê madî ve, ji alîyê prosesên huqûqî ve wezîfeyên xwe bi xêrxwazî bicih bîne. Tiştekî gelek grîng jî, piştî çekdanîna gerîlayan divê artêşa tirk bi tevayî ji ser rê û dirbên Kurdîstana Bakûr, ji nav gund, navçe û bajaran xwe vekişîne. Çunkî seranserê Kurdîstana Bakûr bûye garnîzoneka leşkerî; hemî gir û gaz, hemî çîya û banî mişt leşker dagirtî ne.     

3.Statuya kurdan teqez divê resmî be. Di serî de divê kurd bi awayekî bêqusûr di resmîyetê de bêne naskirin. Hemî heq û huqûqên civakî yên kurdan bêdudilî, bê hîle û xurde, bê ku bêne derengxistin, divê bi awayekî resmî bêne bicihanîn. Ger di nav kurdan û tirkan de sînor nîn bin jî, divê li her bajarî, her milet, yanî kurd û tirk di meclisa bajaran de bi qasî rayên xwe bihên temsîlkirin. Eynî herwekî ku ji bo bajarê Kerkûkê tê pêşnîyazkirin. Yanî, formula çareserîya pirsa kurd ya li Bakûr divê kêmtir Formula Kerkûkê be. Û helbet divê qanûna bingehîn ya Tirkîyeyê di zûtirîn demê de li gorî van guhertinan, li gorî ruhê demokrasîyeka bêqusûr ji nuh ve bihê çêkirin. Ev her sê qonax, yanî “qonaxa dema nêz, qonaxa dema navîn û ya demdirej” divê ji salekê dirêjtir nebin.

Fikrê min ev e. Lê wekî kurdek, hukmata tirk yan dewleta Tirkîyeyê mafên kurdan yên xesbkirî bidin yan nedin, divê kurd bi ziman û kultura xwe jiyana xwe wekî kurdekî bijîn û tu car xwe layîqê bindestîyê nebînin, herwisa, tu car dev ji têkoşîna desthilatdarîya li ser erdê xwe jî bernedin.

Silav û rêz.

Diyarbekir, 15.10.2009
Na xebere 3487 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
zuvane ma
bewran awan
Bırez editor,

Kusur de mı mewne eger mı şıma şıkna se. Ez nay bol weş zana ke gurveye şıma zoro u niyete mı zi hevese şıma şıknayış niyo. Zuvane ma bol tepiya mendo. Her kam kande zuvane ma hendik çi bıkero se, were qısaya sıfteyin oyo. Cokra ez şıma bol teqtir kena. Ez nezdiya 30 serri welate xora duri menda. Suka ke ez roşenna ne kırdasi, ne dimili nezi merdimi mın este. Ez xobe xo qeyret kena ke zuvane ma xo vira nekera. Computure mı de alfabeya kurdi çiniya cokra tayn herfi raşti neşenna bınusa. Gorey fıkre mıra, meseleye en muhima zazaki, standardayişo. Ez zana şıma nay ser xefteyene va şımara kuvvet bo.

Bımane weşidı

xatire şıma

Notê Edîtorî:
Alfabeya kurdkî de herfa bişewqe senî virazîyena?
Engişta xo tuşê SHIFT ser o vindarne û engişta bîne zî bide tuşê numreyan 3 ro. Şewqe (^) virazîyena la nêasena. Naye dima eke to engişta xo na tuşê herfa Ee, Ii yan Uu ser, wina benê: Êê, Îî, Ûû.
Bi no qayde her hîrê herfê alfabeya kurdkî virazîyenê.

Seba ke hol fehm bibo, ez reyke zî bi tirkî vajî:

MS Word veya herhangi bir MS Office uygulaması içinde şapkalı harf yazmak için öncelikle SHIFT tuşu basılı iken üstteki nümerik karakterlerden 3 tuşuna basın. Arkasından şapkalı yazmak istediğiniz harfi yazın. Örneğin, Sûr yazmak için S tuşuna bastıktan sonra, Shift'i basılı tutup 3'e basın, arkasından u tuşuna basın, daha sonra da r tuşuna basın, Sûr olarak yazılmış olur.

Birêz Bewran,
Klavyeya mi de zî herfê alfabeya kurdkî çin ê. Bi no qayde ez virazena.
SEba eleqeyî zaf sipas. Şîroveyanê xo dewam bike.
Selam û hurmet
27 Oktobre 2009 Sêşeme 23:05
zuwane ma
bewran awan
Sebi bırayane mı? Şima çıhar hefte damiş nebi pelga zuwane zazaki seri? Zuvane ma mıreno. Mara zazaki lazımo. Kırdasİ raya xo akerda. Ez şımara reca kena zuvane zazaki ser ısrar bıkere u va no site tek zazaki bıbo.

Kuvvet bo.

Notê Edîtorî:

Birêz Bewran,
Ti zî zanî ke ma kurdî wayîrê çend lehçeyan ê: Kirmanckî (zazakî), kurmanckî (kirdaskî), sorankî (mukrî), hewramkî (gorankî), lûrkî... Heme lehçeyê kurdkî yê û kurdkî zî ziwanê heme mkurdan o.
Helbet ma no keyepel (pelga zuwane zazaki, ney) bi giranî seba lehçeya kirmanckî (kirdkî, zazakî, dimilkî) akerdo. Ti bi xo zî ha vînenî ke se ra neway nuşteyê ke weşanîyenê kirmanckî yê. Ma kesî de muqawele îmza nêkerdo ke ma do tena kirmanckî weşane bikin.
Rêza corine de kategorîyê Kurmancî, Tirkî û Îngilîzkî estê. No yeno a mana ke do no keyepel bi lehçeya kurmanckî û her di ziwananê bînan zî weşane bikero.
Ewro di xeberî bi kirdaskî weşanîyay. Yew Kurdîstanê Rojhelatî ra seba keyepelê Zazakî.NET şawîyaya. Zaf eyb beno ke merdim nêweşano. Nuşteyo bîn zî, persa yew keyepelê kurdan a. Edîtorê Zazakî.NET derheqê rojeve de fikrê xo vato. Keyepel bi weşananyîşê xeberan teng nêbeno. Yanî merde melun nêbo gorr hîra yo.
Birêz Bewran,
Madem ti vanî "Ez şımara reca kena zuvane zazaki ser ısrar bıkere", ti çira nênusenî? Binuse ma biweşanin. Ez to seba alfabe zî rexne kena. Ti çira alfabeya ma rast nênusenî?
Ti ha vînenî ke ma senî cad kenî. Ma paweyê nuşteyanê to yê. Tena bi hêrsbîyayîş, bi tazîrkerdiş kirmanckî (kirdkî, zazakî) nêxelisêna.

27 Oktobre 2009 Sêşeme 16:19