zazaki.net
26 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
02 Temmuze 2014 Çarşeme 14:38

Portreyek ji Dîroka Me: Mela Selîm Efendî

Îsmaîl Heqî Şaweys

Wergerandina ji Soranî: Roşan Lezgîn

Mela Selîm Efendî yek ji şêxên mezin ên Hîzanê bû. Ji ber ku li gor wexta xwe gelek têgihiştî û zana bû lewma jî bûbû cihnişînê şêxê Hîzanê Şêx Sebgetullah Hîzanî. Mela Selîm Efendî doza kurdayetiyê jî dikir û bo serxwebûna Kurdistanê hewl dida xwe, lewma jî bi fermanek ku ji aliyê Siltan Evdilhemîd ve derçûbû, ew û Hecî Mûsa Begê Xoytî û Seyîd Evdilqadir Efendiyê Şemzînanî di sala 1894 de surgunê bajarê Medîneya Munewere bûbûn. Dîsa, di heman salê de Siltan Evdilhemîdî fitnetî û tevliheviyek xistibû nav ermenan, ew li dijî gelê kurd sor dikirin da ku di navbera gelê kurd û ermenan de şer derbikeve û dijberî têkeve nava her du gelan. Bi vî awayî pevçûnê ji aliyê ermenan ve dest pê kir, ku di vê dolabgerandinê de destê emperyalîzma îngilîzan û qeyserê Rusyayê Çar Nîkolay jî hebû. Ji rûyê vê tevliheviyê di heman salê de Hecî Mûsa Begê Hîzanê ji aliyê komelaya TAŞNAQ a ermenan ve hat kuştin. Di netîceya van rûdanên ku me bi kurtahî behsa wan kir, gelek peyayên mezin ên gelê kurd ku xwedî nufûz û şîyan û hêzdar bûn surgunê Hîcazê bûbûn.

Li Hîcazê, li bajarê Medîneya Munewere Mela Selîm Efendî û Hecî Mûsa Begê Xoytî û Seyîd Evdilqadir Efendiyê Şemzînanî bi wan giregirên kurd ên surgunbûyî re civînekê li dar dixînin. Dîsa, gelek ji wan kurdên ku ji bo hecê çûbûn Hîcazê jî di wê civînê de amade dibin. Rojeva civîna wan jî bi tevayî li ser meseleya kurdayetiyê û herwiha zordarî û serdestiya hukumeta Osmanî dibe. Di dawiya civînê de li bajarê Medîneya Munewere ya pîroz, li Merqeda Pêxember (silavên Xwedê li ser bin) tev ji hev re sond dixwînin ku ji dewleta Osmanî cihê bibin û ew bi xwe Kurdistaneka azad ava bikin. Heman li wir peymana xwe girê didin, ku vegerin Kurdistanê û her kesek di şûna xwe de têbikoşe da ku gelê kurd ê hejar û bindest ji bin nîrê dagîrkerî û zordariya dewleta Osmanî rizgar bibe.

Di sala 1896 de Siltan Evdilhemîd, Mela Selîm Efendî û Hecî Mûsa Begê Xoytî û Seyîd Evdilqadir Efendiyê Şemzînanî dibexşîne û ligel surgunbûyîyên din ên kurd ve ji Hîcazê di riya Edremîtê re vedigerin Kurdistanê. Bi vî awayî Mela Selîm Efendî çawa ku vedigere Kurdistanê dest bi propaganda û tevgera rêxistinbûnê dike; li nav kurdên Başqele, Wan, Mûş, Bedlîs û Diyarbekir digere û di vî warî de bîrûbaweriya xwe belav dike. Eşîrên van deveran jî guh didin pend û şîretên Mela Selîm Efendî û baweriya xwe pê tînin, her wiha tesdîq dikin ku pêwîst e ew ji bo rizgarbûna xwe bikevin nava xebatê. Ji bilî hin şêxên Qadirî ku çend tiştên sivik ên wek quretî û xweperestiya şêxîtiyê dikirin bahane ku qaşo Mela Selîm Neqşî ye, ango ne ji terîqeta wan e, lewma jî nabe ku ew li dû Xelîfe Mela Selîm Efendî bimeşin, lê yên din tevde ji bo serhildana li dijî hukumeta Osmanî xwe amade dikin. Ji van şêxên qadirî, bi taybetî li Kopê (Bulanık) û Mûşê, Şêx Evdirehîm Taqî alikarîya Mela Selîm Efendî nake lê berevajî, alîkarîya selteneta Hemîdîye dike.

Li vir tiştekî muhîm jî ev e ku divê em behsa wê bikin, dema ku Mela Selîm Efendî mijûlî belavkirina bîrûbawerîya kurdayetîyê û rizgarîya Kurdistanê bûbû, Şêx Sebgetullah Hîzanî ku şêxê Hîzanê û serokê hemû neqşîbendiyên Kurdistana Tirkiyê bû, îcar dema ku çûbû ser dilovaniya Xwedê, Mela Selîm Efendî xelîfeyê wî bû. Lêbelê piştî wefata Şêx Sebgetullah, li şûna ku Xelîfe Mela Selîm Efendî bi xwe di cihê wî de rûne, Xwedê jê razî be, li cihê şêx rûnenişt. Kurekî Şêx Sebgetullah ê bi navê Şabedîn hebû ku hîn dehsalî bû. Xelîfe Mela Selîm Efendî piştî wefata bavê wî rabû ji bo lawik dest bi nîşandana rê û rêzanên serokatîyê kir û wî fêrî zanyarî û sofîtî û îrşada dînî kir. Bi vî awayî xwest ku war û baregeha bavê wî bi Şêx Şabedîn şên bike. Di vê navberê de Xelîfe Mela Selîm Efendî mûrîd û sofiyan jî perwerde dikir ku divêt ew ne bi tenê ji bo xwe bixebitin, belkî zêdetir divêt ew xelkî bihêztir bikin û bi hemû şiyana xwe mezinatîya welatperwerîyê bikin û xizmetê ji bo her du dinyayan jî bikin.

Hemû şêxên Kurdistanê vê hengemeya Mela Selîm Efendî qebûl kirin û pê kêfxweş bûn, di bîrûbawerîya welatperwerîyê de bi dil û can alikariya Mela Selîm Efendî kirin.

Bi vê şêweyê Mela Selîm Efendî di nava piranîya xelkên Kurdistana Tirkiyê de bîrûbaweriya pîroz a kurdayetiyê belav kir û di encama vê xebata wî de bi taybetî di nav kurdên Qaqizman û Qers û Erdehanê de derwêş û murîdên wî zêdetir bûn; gelek mamosta û zana û peyayên têgihiştî yên ji gelê kurd hatin ser bîrûbawerîya Xelîfe Mela Selîm Efendî. Desteya Ulamayan jî fetwayek derxist, ku li gor şerîetê nabe ku zanayên dîndar ên Kurdistanê xizmet û alîkarîya împaratorîya Osmanîyan bikin û bi taybetî ev ne tiştekî rast e ku di bin fermanrewayîya rejîma Osmanî de kurd îmamtî û qazîtî û muftîtîyê bikin, çunke xîlafeta Osmanî di elenîya Îslamê û şerîetê de hukmê xwe dimeşîne, ku li hember elewîyan (Mezheba Caferî) helwesteke dijminane wergirtiye û ji bo feydeya îqtîdara xwe dijminatî û dubendiyê xistiye navbera xelkên musluman.

Di encama vê têkoşîna peyayên zana û têgihiştî yên gelê kurd de û herwiha li ber ronahîya fikrên Mela Selîm Efendî yên bi navê bîrûbawerîya kurdayetiyê, tevger her ku diçû belav dibû. Fikra wan jî ev bû ku xelkê Kurdistana Tirkiyê yên li her şeş wîlayetan (Erzirom, Xarpêt, Elezîz, Diyarbekir, Bedlîs û Wan) rabin serhildanê; xelkê van her şeş herêman bi carekê ve dest bibin xwe û bi vî awayî tevgera kurdayetîyê baskên xwe daweşîne û belavtir bibe. Li ser vî esasî Mela Selîm Efendî bi gelek zana, şêx û serokên navçeyan re gotina xwe kiribû yek û bi hev re peyman girê dabûn. Bi taybetî jî di navçeyên Erzirom, Wan û Bedlîsê de ketibûn nav tevgera xebatê. Xwestina wan ev bû ku divêt Kurdistan wek Îdareyeke Muxtarî (Otonomî) ji tirkan cihê bibe lê dîsa bi ser Dewleta Osmanî ve be û ji alîyê îdarî ve di bin desthilatîya xîlafeta Osmanî de be.

Hukumeta Osmanî ji ber vê rewşê şepirze bû û ji bo girtina Mela Selîm Efendî leşker derxist. Axir di Hezîrana sala 1910 de li ser riya Wan-Bedlîsê Mela Selîm Efendî ji alîyê aliyîyeke leşkerên tirk ve hat girtin. Lêbelê dema ku Şêx Şabedîn bi vê xebera girtina Mela Selîm Efendî hesiya, pirr lê giran hat û bi tevî sed siwarî ve êrîş bir bi ser serbazên tirk de û bi şerkirinê Mela Selîm Efendî û yên din ji destê tirkan stend. Di encama vê rûdanê de êdî meseleya Kurdistanê eşkera bû û derkete rû; her wisa di navbera kurd û tirkan de şerî dest pê kir.

Li bajarê Bedlîsê 4 tabûr leşkerên tirk hebûn û di destê wan de ji sîlehên giran 1 batarya topên çiyayî û 12 mîtralyoz hebûn, lêbelê dîsa jî Şêx Şabedîn êrîş bi ser wan de bir û di netîceya vê êrîşê de leşkerên tirk şikiyan. 2 top, 10 mîtralyoz û 300 tifing ketin destê leşkerên kurd û her wiha 320 serbazên tirk jî bi dîlîtîyê hatin girtin. Lê çi heyf ku di wî şerî de 50 şerkerên kurd jî şehîd ketin. Artêşa tirk a şkestî ber bi Diyarbekirê ve vekişiya û waliyê Bedlîsê jî bi xwe re revand. Lêbelê di meha tebaxa heman salê de firqeyek (kolordu) leşker ji bajarê Diyarbekirê ber bi Bedlîsê ve bo êrîşê bi rê ket. Di encama vê pevçûnê de artêşa zordar a Osmanî bajarê Bedlîsê dîsa dagîr kir. Lê di nava vê artêşa Osmanî de gelek şerkerên ermenî jî hebûn û ji ber ku osmaniyan hêza ermenan dabû pêşiya artêşê, lewma jî gelek ji wan hatin kuştin, li beranberî wan jî 20 ji şerkerên kurd hatin şehîdkirin. Belam ev şer bi vî awayî dawî lê nehat, Şêx Şabedîn bi hêza kurd ve li rojhilatê bajarê Bedlîsê cebhe girêda û leşkerê Osmanî vekişand nav şerî, di encamê de careke din artêşa tirk şikand û bajarê Bedlîsê ji destê tirkên dagîrker dubare stend.

Lêbelê ev cihê xebînetê ye û şayanî nexoşiyê ye ku tirkan gelek carî hîsên dînî di eleniya gelê kurd de bikar anîbûn û meyla wan vekişandibû bi ser împaratoriya Osmanî ve; ji bo qezenc û menfîeta xwe û herwiha ji bo berdewamiya otorîteya hukumeta xwe cihêtî û dijberîyên dînî, mezhebî û terîqetî xistibû nav xelkî û bi vî awayî gelek ziyan dabû tevgerên kurdayetiyê ku di vî şerî de jî dîsa heman taktîk bikar anî; hukumeta Osmanî çend şêxên ji terîqeta Qadirî bi vî awayî berê wan bada bi aliyê xwe ve; hukumeta Osmanî ji bo faydeya xwe ji şêxên Qadirî yên li qezaya Kufra, Şêx Evdilbaqî û Şêx Huseyn Qadirî bikar anîn û wan jî li ser hesabê tirkan îxanetê bi Şêx Şabedîn re kirin; ligel leşkerên tirk êrîş birin bi ser bajarê Bedlîsê ve. Vêca Şêx Şabedîn ku bajarê Bedlîsê di dest de bû, ji bo ku di nav kurdan de birakujî rû nede; ji bo ku di navbera kurd û kurd de xwîn neyête rêjtin, rabû bajarê Bedlîsê di cih de hişt û vekişiya Muks-Sêrtê û di encamê de tirkan bajarê Bedlîsê bi vî awayî cardin dagîr kirin. Lêbelê Mela Selîm Efendî hetanî bihara sala 1913 jî li mintiqeyê ma ku herçend hukumeta Osmanî di navenda bajêr de bû lê tenê fermanrewayiya wan di nav bajarê Bedlîsê de hebû, hawirdora bajêr bi tevayî di bin hukmê leşkerên kurd de bû. Dîsa herçendî ku di navbera her du hêzên leşkerî (kurd û tirk) de wek ku peymaneke aştiyê hebe jî, car bi car di navbera wan de şer derdiket û helbet her du alî jî ji hev gumandar bûn heta 18ê nîsana sala 1914an ku hukumeta Osmanî ji bajarên Wan, Mûş, Erzirom û Diyarbekir 3 firqe (kolordu) leşker amade kir û êrîş bir bi ser Şêx Şabedîn û Mela Selîm Efendî ve. Ku di encama şerekî xwînî de birayê Şêx Şabedîn Şêx Mehmeşîrîn Efendî û pismamê wan Seyîd Elî Efendî ji aliyê tirkan ve dîl hatin girtin û li Bedlîsê bi tevî 10 kurdên din ve hatin daleqandin ku giyanê wan ê pak bo Kurdistanê bû qurban. Ev yek bi Mela Selîm Efendiyê Zaza gelek giran hat û xwest êrîş bibe bi ser Bedlîsê ve; ji bo pêkanîna vê armanca xwe bi rastî berendametiya xweşmêraniyê hilda û di navenda bajarê Bedlîsê de Şevbixwînek pêk anî ku ev jî wisa çêbû: Mela Selîm Efendî ligel 40 peyayên canfîda bi şev çûn nav bajarê Bedlîsê û şer derxistin. Van 40 qehremanên kurd di pêşengiya Mela Selîm Efendî de li navenda bajarê Bedlîsê li hember leşkerên Osmanî 5 saet şer kirin ku di encama şerê wan de 2 qumandanên alayiyê (albay), 5 efser û 140 leşkerên tirk hatin kuştin. Ji ber ku di nav tarîtiya şevê de şer pêk dihat lewma jî piraniya kuştiyên tirk bi guleyên hevûdin hatibûn kuştin. Lêbelê piştî ku roj hilat û ronahî kete rûyê erdê, hîn nuh wan dikarîbû dor li Mela Selîm Efendî û vî 40 qehremanî bigirtana. Axir di vê dorpêçkirinê de jî pevçûnê her berdewam kir û piştî ku 10 qehremanî jiyana xwe fîda kirin, 20 ji wan çepera dijmin şikandin û derbas bûn çûn. Lê Mela Selîm Efendî û 10 lehengî xwe avêtin qonsolxaneya Rusyayê ya ku li navenda bajarê Bedlîsê bû û heta bi destpêka şerê cîhanê yê yekem her li wir man. Lêbelê dema ku şerê cîhanê yê yekem dest pê kir, hingê Osmaniyan qonsolê Rusyayê dîl kirin û herwiha bi vî awayî Mela Selîm Efendî û ew 10 qehremanên ku pê re bûn jî dîl hatin girtin. Bi tawana kurdayetî û bêdînîtiyê li ber deriyê qonsolxaneyê hatin dardekirin ku 8 roj laşên wan di wî halê daleqandî de hat teşhîrkrin, heta ku laşê Mela Selîm Efendî yê pîroz ji serê wî qetiya û bi vî awayî bû qurbanê rêbaza rizgariya Kurdistanê.

Mela Selîm Efendî dema ku çû bin sêdarê, bi temenê xwe 65 salî bû. Li ber sêdarê waliyê Bedlîsê jê re dibêje, “Te gotibû dê Xwedê me muzafer bike, çima tu biser neketî?” Hingê Şêx Selîm Efendî di bersiva xwe de wisa ferman dike, “Belê, Xwedê zafer bexşî me kir. Lê ji ber ku di nava me de xayîn hebûn lewma jî Xwedê ji me stend!” Piştî ku viya dibêje, vêca bi hêrs vedigere bi ser walî de û dibêje, “Lê mizgîn li te be!... Ku tu cehennemî yî û dê cihê te jî dojeh be. Çunke, min mafê xwe bi te da zanîn lê te qebûl nekir…” Dû re wisa dewam dike, “Ma ev mirin ne bi tenê ji bo me ye! Lêbelê hûn dê hem li vê dinê û hem jî di qiyametê de rûreş bin! Çunke, hukm û selteneta we durû û hîlebaz û fêlbaz û bêbext e. Hûn dê bi van kirinên xwe heta bi heta neçin serî û helbet dê heq bi ser bikeve.” Mela Selîm Efendî bi vî rengî mezinatiyek ji mezinatiya xweşmêrên gelê kurd dide nîşan û giyanê xwe di riya mafên gelê xwe de di bin sêdarê de dibexşîne.

Mela Selîm Efendî peyayekî mezin û xweşmêr bû. Peyayekî dîndar û welatperwer bû; zana, şaîr û edîb bû. Bi zimanên tirkî û farisî û erebî dizanîbû û her wiha şarezayê hemû lehçeyên zimanê xwe bû. Dîwana navdar a Mesnewîya Bixarî bi kurdiya kurmancî şerh û tefsîr kiribû. Ji bo Îstîqlala Kurdistanê du car çûbû Îstanbolê û çar caran jî çûbû Hîcazê. Bi peyayên mezin ên kurd re ku hatibûn surgunkirin û li wan deran zindanî bûn, hevdîtin û guftugo pêk anîbûn. Ger meriv rastiyê bibêje, Şêx Şabedîn gelek car li ber Mela Selîm Efendî digere û jê tika dike ku ew li şûna xwe danişe û dev jê berde, jê re dibêje, “Em radibin qiyamê lê gundî li dû me nameşin…” Lê Mela Selîm Efendî dev ji dozê bernade û guh nade Şêx Şabedîn. Di nav gelê kurd de her digere û xwe ji xebatê nade alî, ji gefxarin û tehdîtên tirkan jî natirse. Helbet îrşada mîllî û dînî bi hev re dikir û her wext viya digot, “Heta nefesa xwe ya dawîn jî di meseleya dînî û qewmîyetîyê de ez dê ji bo gelê kurd bixebitim û ez dê dev ji doza xwe bernedim.”

Lêbelê, ev jî pêwîst e ku divêt em behsa wê bikin û cihê xebînetê ye, ku hukumeta Hemîdîye di navçeyên rojhilata Tirkiyê de, ku ew dever Kurdistan e, 24 alayî artêş ji xelkê pêk anîbû da ku tevgera gelê kurd dorpêç bike û parçe-parçe bike û her bi vî awayî ew şîrêza yekîtî û biratî û ahenga rêkûpêkiyê di nav gelê kurd de çênebe; li hember selteneta Osmanî hêz û şîyana kurdan saz nebe. Ji bilî viya jî Siltan Evdilhemîd van teşkîlatên leşkerî ku ji xelkê kurd pêk anîbû, li hember Qazaqên Rûsî jî bikar dianî. Jixwe di şerê cîhanê yê yekem de sûdeke mezin ji van kurdan wergirt. Lêbelê ev yek ji bo me gelek cihê şermezarîyê ye û gelek fihêt e ku di hemû tevgerên mîllî yên girîng de, ku ji bo serxwebûna xaka pîroz a Kurdistanê û rizgariya gelê kurd bûn, wan rencxwariya gelê xwe kir; ew 24 alayî leşker qet beşdarî û hevkariya tevgerên kurdayetiyê nebûn, berovajî, ligel tirkan yek bûn, an jî li hember rêxistinên rizgariya netewayetiya kurd bêalî sekinîn.

Şermezarî û rûreşî bo wan kesan e ku xiyanetîyê bi gelê xwe re dikin. Şanazî bo giyanê pak ê Mela Selîm Efendî û hevalên wî ye.*

________________

*Ev nivîs ji kitêba “Jîyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, Dezgay Çap û Belawkirdinî ARAS, Zincîrey Roşinbîrî, Çapî Yekem, Çapxaney Wezaretî Perwerde, Hewlêr-2003” hatiye wergerandin.

Na xebere 5147 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.