zazaki.net
25 Teşrîne 2017 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
30 Teşrîne 2009 Dişeme 20:40

Pirtûkên zazakî ji kurmancî zêdetir têne firotin

[Nûçe]
Îsmet Siverekli

Pirtûkfiroşê kurd yê Berlînê: Pirtûkên zazakî ji kurmancî zêdetir têne firotin

Îsmet Siverekli

Berlîn (Rûdaw) - Li Berlînê dema ku kesek pirtûk û CD’yên kurdî mereq bike yekser Pirtûkxaneya Firat tê bîra wî. Pirtûkxaneya Firat di sala 2002’an de li navenda Berlînê ji bo pirtûkhezên kurd hatiye vekirin. Ji helbest, ferheng û gramerên kurmancî û zazakî bigire heta pirtûkên tirkî û almanî, ji pênûsên ku bi alaya Kurdistanê xemilîne bigire heta Quran û Încîla kurdî jî li wir peyda dibin. Gelek kurd bi xêra pirtûkên kurdî li wir hevûdu nas dikin û li ser çand û zimanê kurdî sohbetên dûvedirêj dikin. Xwediyê Pirtûkxaneya Firatê Ehmed Hekîmoglu di derbarê rewşa pirtûk, CD û xwendevanên kurdî de ji Rûdawê re axivî.

Kurdên rojavayê Kurdistanê pirtûkên kurdî mereq dikin

Ehmed Hekîmoglu da zanîn ku di rêxistinên kurdan de 35 sal şoreşgerî kiriye û piştî ku dev ji siyaseta aktîv berdaye vêca xwestiye ku pirtûkên kurdî bigihîne civaka kurd û bi vî rengî xizmetekê bike, “Ya rastî haya kurdan ji pirtûkan tune, lê ez bawer dikim ku wê kurd rojekê pirtûkan kifş bikin. Dema kurdên Berlînê peyva ‘pirtûkên kurdî’ seh dikin tiştek nayê bîra wan. Başûrî jixwe berê xwe nadin pirtûkan, Bakurî pirtûkên tirkî dixwînin, lê kurdên rojavayê Kurdistanê pirtûkên kurdî mereq dikin, kêm be jî distînin…”

Hekîmoglu, li ser pirsa me dide diyarkirin ku pirtûkên herî zêde tên firotin ferheng û gramer in, “Ev jî îşareteke baş e ku kurd hindik be jî dixwazin zimanê xwe fêr bibin. Lê hinek jî wek forsekê dixwazin tenê ziman fêr bibin, lê dû re qet pirtûkên wêjeyî nastînin… Car caran pirtûkên li ser dîroka Kurdistanê, pirtûkên lêkolînê ji pirtûkên wêjeyî bêtir têne firotan…”

Alman ji kurdan bêtir pirtûkên li ser kurdan mereq dikin

Gazincê xwe ji kurdan kêm nake. Dû re lê zêde dike ku alman ji kurdan bêtir pirtûkên li ser kurdan mereq dikin û distînin, “Kesên alman dema ku navê kurd seh dikin, pêşî dixwazin li ser ziman û çanda kurdan tiştan fêr bibin. Hema yekser berê xwe didin pirtûkxanê. Wekî din jî hebûna kurd di civaka alman de deng vedaye, gelek kes orf û adet û çanda kurdî mereq dikin bi rastî. Lê em nikarin li ziman û çanda xwe xwedî derkevin û li civakên din jî bidine naskirin…”

Fikra xwendinê di nav zazayan de pir pêşketî ye

Em jê dipirsin ka rewşa pirtûkên bi zazakî çawa ye, yekser dibêje ku zazakî ji kurmancî bêtir tê firotin, “Di van her du salên dawî tişteke ecêb e ku pirtûkên bi zazakî pir têne firotin. Ji ferhengê bigire heta CD’yên zazakî tiştek di destê me de nema. CDyên Metîn Kemal Kahraman, Ehmed Aslan, Mikaîl Aslan û Serdar xweş tê firotin. Ez dibêjim qey fikra xwendinê di nav zazayan de pir pêşketî ye…”

Li ser profîla xwendevanan jî diyar dike xwendevan bi xêra pêşniyara nas û dostan tên vira, “Hişê nifşa nû pir vekiriye. Bi taybetî xwendevanên jin ji mêran zêdetir in. Mêr piçekî sist in, hez ji fîlman dikin. Lê keç û jin di derbarê kurdîtiya xwe de pir tiştan dixwînin. Wekî din li ba me ji her fikrî pirtûkên kurdan hene… Heta Quran û Încîl jî heye ku gelek kes ji bo mereq û lêkolînê distînin. Gelek kes ji vê rengîniya me kêfxweş in.”

Em vê carê jî pirseke wiha jê dikin, “Gelo heke pirtûkên Goethe, Schiller, Gunter Gras û hwd. li kurdî bêne wergerandin, wê çi tesîrê li ser xwendevanên kurd ên li Berlînê bike?”, nahêle ku em pirsa xwe biqedînin, Hekîmoglu, hema rasterast dibêje wê qet tu tesîrê neke, “Hişê kurdan bi giştî ji xwendinê re girtiye. Helbet gelek kes bi almanî jî dixwînin, lê xwezî ew pirtûk li kurdî bihatana wergerandin û bi hezaran bihata firotan…”

Înternet pişta karê me şikandiye

Em dixwazin jê fêr bibin ku hebûna înternetê çi tesîrê dike li ser firotina pirtûk û CD’yan, bi gilî û gazinc dibêje ku înternet pişta karê wan şikandiye, “Milet di înternetê de dixwîne. Di înternetê carina pirtûkan jî dixwînin, an jî hinek danasîn li ser pirtûkan dixwînin û dû re hewce nabîne ku were pirtûkan bistîne. Nivîsekî ji pirtûkê di înternetê de dixwîne û dû re ji her kesî re dibêje min pirtûk standiye û xwendiye. Lê hinek pirtûk jî hene xwendevanê xwe dibînin. Her wiha CD jî yekser ji înternetê dadixînin û lê gohdarî dikin, em jî li vir carina beredayî heqê kireya dikanê didin…”

Her wekî din li pirtûkxaneyê alayên Kurdistanê û hinek tiştên wekî dîyarî jî li ser Kurd û Kurdistanê ber çavê me dikeve. Em hema yekser jê dipirsin ka eleqeya kurdan bi alaya Kurdistanê çawa ye, ji me re wisa dibêje, “Me berî du salan kampanyayek dabû destpêkirin ku her malî alayeke Kurdistanê hebe. Gelekî bala kurdan kişand. Bi taybetî ciwan pir hez dikin ku ala û xerîte û tiştên din (heste, cizdan û pênûs…) ên li ser Kurdistanê bistînin… Lê ew jî wek modeyeke zûka derbas dibe, divê her roj tiştên nû hebin. Ê em jî nikarin her roj tiştên wisa ji Başûrê Kurdistanê bînin…”

Dema dev ji siyasetê berdin êdî pirtûkan naxwînin

Ehmed Hekîmoglu li ser pirsa me, dibêje ku tenê tirkên îslamîst car caran têne vira, “Jixwe hin tirk jî dema seh dikin ku pirtûkên kurdî li vir hene, îmana wan ji me diçe. Wekî din hinek tirkên çep jî carina pirtûkên tirkî dixwînin. Lê dema ew jî dev ji siyasetê berdin êdî qet pirtûkan jî naxwînin. Ev nexweşî li ba kurdan jî heye.

Xwediyê Pirtûkxaneya Firatê Ehmed Hekîmoglu gotinên xwe yê dawiyê wisa diqedîne, “Kurd bila bixwînin, bixwînin û bixwînin. Bila ji pirtûkan hez bikin, hez bikin û hez bikin; wekî din çareya me tune. Kurd dikarin mêrantî bikin, kurd dikarin şer bikin, kurd dikarin birçî bimînin… Lê bila kurd serê pêşîn bixwînin. Jixwe konjûktira dinyayê jî ber bi wir ve diçe. Bila kurd di vê pêvajoyê de ziman û çanda xwe pêş ve bibin… Daxwaziya min ya dawî ji xwendevanên Rûdawê jî ev e…”

_____________

NOT: Ev nûçe ji rojnameya hefteyî Rûdaw, çapa Ewropayê, hejmar 21, 01 Kanûn 2009, rûpel 10 hatîye girtin.
Na xebere 2203 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.