zazaki.net
28 Adare 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
11 Sibate 2011 Îne 10:56

Kurdên Kirmanc (Zaza) Dê Bi ‘Şewçila’ Ronî Bibin

Xeber: Maşalah Dekak

Bi pêşengiya nivîskar û helbestvan Roşan Lezgîn kovareke hunerî-wêjeyî ya xwerû bi kurdiya zazakî derdikeve. Navê kovarê “Şewçila” ye.

Kovara hunerî-wêjeyî ya bi kurdiya zazakî “Şewçila” hefteya pêşiya me dê li Diyarbekirê ji hêla nivîskar û helbestvan Roşan Lezgîn ve bê derxistin. Kovara ku li dora ji 80-90 rûpelan pêk tê, dê ji du mehan carekê derkeve û di serî de li Amedê, navçeyên wê û bajarên kurdan yên mîna Çewlîg, Xerpêt û Dêrsimê, her wisa li gelek navçe û bajarên ku kurdên zaza lê dijîn bê belavkirin.

Redaksiyon û edîtorîya kovarê dê ji hêla Lezgîn ve bên kirin û rûpelsaziya kovarê jî dê ji aliyê berpirsyarê Weşanxaneya Vateyî Denîz Gunduzî ve bê kirin.

Gerînendeyê kovara Şewçilayê Roşan Lezgîn ku ji AKnewsê re axivî, diyar kir ku dê di kovarê de mijarên edebî yên wekî helbest, çîrok, roman, rexne û teoriya wêjeyê, nivîsên derbarê hunera estetîkî yên mîna tiyatro, sînema, resm û hunera fotografê de cih bigrin û ev tişt gotin: “Niha kirmanckî (zazakî) eleqeyeke baş dibîne, hêdî-hêdî xwendevanên wê zêdetir dibin. Heta niha kovareke xwerû bi (kirmanckî) zazakî derketiye tenê kovara Vateyî ye. Di kovar û rojnameyên kurmancî de tenê çend rûpel ji zazakî re veqetandine. Ji xeynî Vateyî, kovarek ku xwerû bi kirmanckî derketibe tune ye. Her ku lîteratur bi pêş dikeve û nivîskar zêde dibin, êdî meriv hez dike bi branşî bixebite. Di vê kovarê de dê helbest, hîkaye û mijarên romanê, teoriya edebiyatê bên weşandin. Rexneya edebiyatê dê bê kirin.”

Lezgîn, destnîşan kir ku dê girîngiyeke mezin bidin ciwanan û ew ê hewl bidin bi vê kovarê kirmanckî (zazakî) pêşdetir bibin, kalîteya nivîsên bi kirmanckî zêde bikin. Lezgîn, xwest ciwan zêdetir xwedî li kovarê derkevin û ji ciwanên ku bi kirmanckî re eleqedar dibin jî berhemên xwe ji kovarê re bişînin.

Lezgîn, derbarê neqandina navê “Şewçila” de jî agahî dan û sedema vê yekê wiha vegot: “Min navê kovarê ji du rêzikên Melayê Cizîrî peyda kir. Mela dibêje, ‘Gula baxê îremê Bohtan im / Şebçeraxê şebê Kurdistan im’. Min ev rêzik bi kirmanckî weke ‘Ez gula baxê îremê Bohtanî ya / Şewçilaya şewa Kurdîstanî ya’ ji kurdiya kurmancî bo kurdiya zazakî wergerand. Di dema wergerê de min ev nav dît û ji bo kovarê neqand.”

Lezgîn diyar kir ku niha ew bi serê xwe vê kovarê derdixe lê hin heval û hogirên wî yên ku dê vê kovarê fînanse bikin hene û ew ê her hejmarek hezar heb çap bikin.

_______

Çavkanî: AKnews

Na xebere 4032 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.