zazaki.net
25 Teşrîne 2017 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
03 Oktobre 2009 Şeme 19:16

Kurdî tenê kurmancî nîn e!

[Hevpeyvîn]
Evdila Koçer

Evdila Koçer: Tu rewşa zaravayê zazakî ya niha çawa dibînî?

Roşan Lezgîn: Rewşa kirdkî, yanî ya kurdîya zazakî zêde baş naxuye. Axaftvanên wê roj ji rojê kêmtir dibin. Ya herî xirab, êdî li gundan jî zarok û jinên ciwan pê naaxafin.

Evdila Koçer: Heke yek bixwaze ku ji te fêr bibe ka ferqa zaravayê zazakî ji kurmancî û soranî çi ye, tu yê çi bibêjî?

Roşan Lezgîn: Ferqa kurdîya zazakî û kurdîya soranî ew e ku, di kurdîya soranî de nêr û mêkî nîn e. Ferqa di navbera kurdîya kurmancî û kurdîya zazakî de jî ew e ku, di kurmancî de hinek qaydeyên kevnare deforme bûne lê di kurdîya zazakî de hîn orîjînal mane. Wekî mînak, “Amojina Sînem hate ber min.” “Ap Sînan hat ber min”. Herwekî ku dixuye, di kar (fiîl) de mîna zazakî ferqa mêkî û nêrkî heye lê kurmanc di her duyan de jî tenê wekî “hat” dişuxulînin. Di kurdîya zazakî de ev îbare wisa ne: “Nacinîya Sîneme hameye verê mi.” “Ap Sînan hame verê mi”. Êdî tu bi xwe ferqa di navbera lehçeyan de bibîne. Tiştekî din jî lê zêde bikim. Peyvên kurdî yên ku di kurmancî, soranî û zazakî de ne, li dora ji sedî heştêyî koka wan yek e lê form diguhere.

Evdila Koçer: Gelo hê jî rîska zazakî heye ku bimire?

Roşan Lezgîn: Wekî ziman, zazakî namire. Bi sedan kitêb hene. Lê axaftvanên wî bi lez kêm dibin. Mirin ev e!

Evdila Koçer:
Ji bo ku ev zarava nemire divê çi xebat û gavên radîkal bêne avêtin?

Roşan Lezgîn: Gava herî kêrhatî, em bibêjin gava herî radîkal, statuyeka resmî ye. Ger bibe xwedîyê piçûktirîn statuya resmî, dê xwe ji mirinê xelas bike. Lê berîya wê, divê di zihnîyetê de em jîyandina wê ji bo xwe bikin bar.  

Evdila Koçer: Gelo medyaya kurdî ji bo zazakî çi dikare bike û nake? Gilî û gazincên te ji wan çi ne?

Roşan Lezgîn: Mebesta te ji “medyaya kurdî” çapemenîya kurmancî ye! Ez baş dizanim. Çapemenîya kurmancî, kurmancînus, -dibe ku bi nezanî be- bi vê şêweyê tadayeka mezin li kurdîya zazakî dikin. Van deh-panzdeh salên dawîn, navê “kurmancî” kirine “kurdî”. Ferhenga tirkî-kurmancî amade dikin, li ser dinivîsin “ferhenga tirkî-kurdî”. Kitêbeka fêrbûna kurmancî amade dikin, li ser dinivîsin “Ez kurdî hîn dibim”. Lê di esasê xwe de têgeha “kurdî” navê muşterek yê hemî dîyalektên kurdî ye. Ev helwêsta şaş ya kurmancan dike ku li Kurdîstana Bakûr kurdîya zazakî (kirdkî, kirmanckî, dimilkî) li derveyî kurdî bimîne. Wekî ku bi tirkî dibêjin, “öteleme”yek çêdibe. Hinek kurdên zaza jî -ji ber ku navendên serbixwe yên tenê zazakî yan yên zazayan tune ne- bi helwêsteka sosyoreaksîyonel xwe ji kurdîtîyê dûr didin. Bi hezaran dezgeyên çapemenîyê, em bibêjin kovar, rojname, kanalên televîzyonê, radyo yan dezgeyên kulturî-sîyasî yên kurmancan hebin, kes pirsekê ji wan nake ku çima beşeka zazakî têde tune ye. Lê dema kurdên zaza bi xwe kovar yan malpereka zazakî ya serbixwe diweşînin, tavilî hesab ji wan tê pêrsîn! Ji ber ku kurmanc xwe fêrî zazakî nakin, di xebatên muşterek de kurmancî serdest dibe. Ev, di zirara zazakîyê de ye. Ji vê çendê, kurdên zaza, di bin sîwana navê kurdîtîyê de dezgeyên serbixwe ava bikin, dê ji bo jîyîna kurdîya zazakî baştir be. Lê divê kurmanc navê “kurdî” û “kurdbûnê” nekin malê xwe! Bila ji lehçeya xwe re bibêjin kurmancî yan jî bibêjin kurdîya kurmancî.

Evdila Koçer: Tu xebatên şaredar û saziyên çandî yên li ser zazakî çawa dibînî?

Roşan Lezgîn: Kîjan xebata li ser zazakî?! Min tiştek nebihîstîye. Ger te bihîstîye, ji kerema xwe re bi mînakên îsbatkirî bibêje, bila milet pê bihese. Hingê, ez ê bala xwe bidim “çawa”yîya “xebatên şaredar û sazîyên çandî”.

Evdila Koçer: Hinek kes zazakî wekî zimanekî serbixwe bi nav dikin, tu ji vê yekê re çi dibêjî?

Roşan Lezgîn: Êy, hinek jî dibêjin “kurd nîn in”. Dibêjin “kurd tirk in, kurd ereb in, kurd fars in…” Dibêjin, “li çiyê di nav berfê de meşîyane, ji ber lingên wan dengê ‘kart-kurt’ derketîye, bûne kurd”. Tu ji viya re çi dibêjî?! Çima ev pirs bala kurmancan, yan bala cenabê te nakşîne?! Çima tu pirseka wisa nakî? Tu baş dizanî ku, ev, propagandaya dişminên kurdan e, ne wisa? Tu ji xwe re bi vê îdîayê dikenî û di rêya xwe re diçî. Madem wisa ye, ez ji te re rastîyê bibêjim. Navê orîjînal yê zazayan “kird” e. Ev forma qedîm ya têgeha “kurd” e. Kird, kurdên xas in. Kirdkî û kirmanckî, navê orîjînal yê kurdîya zazakî ye, “zaza” û “dimbil” navê şexsan e, pişt re bûne navê eşîran. Ji vana, ji ber ku peyva “zaza” melodîk û hêsan e, rehet tê gotin, lewre her ku diçe ev nav derdikeve pêş. Ji derve de bêhtir ev nav tê gotin. Ehmedê Xasî, 1892 de kitêbeka bi kirdkî (zazakî) nivîsîye, 1899 de çap bûye. Têde dibêje, “temam bi Mewludê Kirdî”. Pêncî sal berîya Îsayî, tarîxnusekî romayî li vî welatî qala “kirt”an dike. Ez heta ji Licê nehatibûm Diyarbekirê min peyva “zaza” nebihîstibû. Em xwe kird dizanin, zimanê me jî kirdkî ye. Em ji kurmancan re dibêjin “kirdasî”, yanî, wekî ku kurd be, dixuye. Hûn vê pirsa ku, “hinêk dibêjin zaza ne kurd in” zêde derdixin rojevê. Em ne mecbur in her carê kurdbûna xwe bi we yan bi hinekan bidin îsbatkirin! Kurmancîyê kirine “kurdî”, soranîyê kirine “kurdîy taze” lê kirdan dikin “zaza” û tehn didin derve.

Evdila Koçer: Tu weşana TRT 6 ya li ser zazakî çawa pêşwazî dikî?

Roşan Lezgîn: Kirdkî, yanî kurdîya zazakî li ber nemanê ye. Ji bo jîyandina vê lehçeyê li kîderê rohnîyek hebe, ez bi dilxweşîyê pêşwazî lê dikim. Dibe ku faydeya TRT 6 ji bo kurmancî û zazakî jî hebe. Lê di eslê xwe de TRT 6 dezgeyeka dewleta dagîrker e. Ji bo pêwîstîyên dewleta dagîrker hatîye danîn. Di dezgeya TRT 6 de însîyatîf di destê dewletê de ye. Ger wekî sazîyeka dewletê lê însîyatîf di destê kurdan de bûya, gelek baş dibû.

Evdila Koçer: Te berî niha jî malpereke bi navê "Zazakî.NET" vekir, gelo armanc û hedefên te bi vê yekê çi ne?

Roşan Lezgîn: Armanca bingehîn ew e ku ev lehçeya orîjînal ya kurdî bihê jîyandin, aktuel bibê. Bi vê xebatê dê karîgerîyeka pozîtîf ya baş li ser jîyana kurdîya zazakî çêbibe lê qîm nake.

Evdila Koçer: Li gorî te, rewşenbîrên kurmancîaxêv di derbarê zazakî de çiqas serwext û xwedî agahî ne?

Roşan Lezgîn: Roşinbîrên kurmancîaxêf gelek kêm ji rewşa kurdîya zazakî xwedî agahî ne. Ji sedî nod û nehê wan nizanin di zazakî de çiqas edebîyat heye, çi xebat hene, zazakî çawa ye... Ger hinek pêhesîyane, ew jî, me bi xwe ji wan re gotîye. Li van salan, di prosesa pêşketina kurmancîya nivîskî de, kurmancî û zazakî ji hev dûr ketin, ji hev hatin dûrxistin! Gotineka kurmancî heye, dibêjin “Xwişk ber bi bira, bira ber bi çiya.” Ev jî meseleya me ye. Kurdên zaza di xebatên standardîzekirina zazakî de lehçeyan bi nêzî hev dikin. Lê kurmanc, bi taybet kurmancên Binxet, Mêrdîn û Nisêbînê kurmancîyê ji eslê wê bi dûr dixin. Kurdên soran jî kurdîya soranî, li ser navê zimanî pêtû, ji lehçeyên din ê kurdî bi dûr dixin. Ger prosesa Hawarê li alîyê Serhedê yan li alîyê Botan û Behdînanê pêk bihata, dê kurmancîya nivîskî û zazakî gelek bi nêzî hev bûna, dê kurmanc û zazayan di xebatên nivîskî de bi hêsanî ji hev têbigihîştana.

Evdila Koçer: Wekî din çi xebat û projeyên te hene li ser zazakî?

Roşan Lezgîn: Min heta niha 4120 tene îdyomên kurdîya zazakî berhev kirine. Di çapa yekem ya ferhengê de 2700 tene hebûn. Niha ez amadekarîya çapa duduyan dikim. Sê kitêbên min ên kurteçîrokan bi zazakî weşîyane. Niha ez amadekarîya dosyaya çaran dikim. Gotarên min ên zazakî hene, ez ê zêdetir bikim. Dosyayek jî gotarên min ên kurmancî heye. Ji çapê re amade ye. Ez dixwazim navê gund û bajarên deverên zazakîaxêf, navê çem û robaran berhev bikim. Ya girîng, xebata Zazakî.NET e. Xwedê alîkarê me hemî kurdan be. Barê me giran e.

Evdila Koçer: Heke gotineke we ya din hebe, fermo...

Roşan Lezgîn: Ger xêreka kurmancan ji kurdîya zazakî re nîn be, qet nebe, wekî hinek nivîskarên soran ku Silêmanîyê dikin Kurdistan û soranîyê jî dikin “kurdîy taze”, hûn jî kurmancîyê nekin “kurdî” û bi vî awayî lehçeyên kurdî yên din tehn nedin derve, bes e. Wekî din, ez xweşîya canê we dixwazim. (*)    
25.08.2009

_______________

(*) Ev hevpeyvîn bi sernavê “Divê kurmanc navê ‘kurdî’ û ‘kurdbûnê’ nekin malê xwe” li rojnameya Rûdaw, Hejmar 10, r. 7, roja 08.09.2009 weşîyaye. Ev rojname li Kurdistana Başûr û li Ewropayê diweşe.
Na xebere 2548 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
MİLLETE KURD
renas hiwron
slm aleyküm.ilk önce bu siteyi açanlara çok çok tşk ediyorum.ama söylemek istediğim şeyler var.biz zazalar kürd deilmiyiz,ama bazı zazalrımızın aklını yıkamışlar zazalr kürd deil diye,ltfen bu konuda daha kapsamlı bilgiler dağıtalmısı istiyorum.zazalar kürdtür ve kürd kalacaktır,tabi baktılar kürdlerin birlik ve beraberliğini nasıl bozup,pkkye sevgisini azaltabiliriz diye bu yöntemi seçtiler.zazayız kürdüz o kadar.ha bide başkan apo da zaza deil mi?.
24 Teşrîne 2009 Sêşeme 19:25
RAŞTO KURD TEYNA SORAN U KURMANC NİYO
ROJHAT BEHRAM
gava ku li nav kurdande zihniyeta neteweyi peyda bu li nav gel de bi taybeti linav rewsenbiren kurmancu soranan de peyva kurd her ku çu peş ket nave zaravayen wan hedi hedi bu kurdi. le tistek heye ku di ve derbare de rista rewsenbiren kurde ji zehfe. ji berku bi zedehi nave zaravaye xwe re peyva 'kurdi' bikar anin her weha nave zaravayen wan ji weki 'kurdi' hat nasin u gava ku 'kurdi' hat gotin hema sorani kurmanci hat bira mirovan. le ji ber ku lor gor u zazaen me di derbare zimanivisine de gelek pas de man bi teybeti ji di sedsala nozdeh u bisatan de nave zaravayen wan ji wek neve zimanen wan hat nasin ango kurmanc u soran wek'kurd' zaza u goran u lor ji wek zaza lor u gor man le tisteki heye ku ew ji va ye ku 'kurdi' buna kurmanci u sorani de rista rewsenbiren kurmanciaxev u soraniaxevan zehfe le bele ez iro bala xwe didime rewsenbiren me yi zaakiaxev ez dibinim ku zaf cara niviskaraen ve zaravayi gelek caran zaravaye xwe re nabejim kurdi gava ku dibejin kurd ji li nav kevanoke de zazaki kurmanci u kirdki divisinin ez ve tisti hewce nabinin eger kurdek xwe u zaravaye xwe re dibeje kurd u kurdi gereke dema ku bi zaravaye xwe nivisi nabeje zazaki kurmanci sorani lorani u gorani gereke 'kurdi' binivise jixwe ew kurdiye careke din 'kurdi'kirina zaravayi nehewceye ango gava ku yek niviskaraki zaza nivisa xweyi zazaki de qala zimane kurdi bıke ne gereke ku li nav kevoneke de neve zaraveya' ji binivise eger binivise kurd eze de bizanibim ku qeste wi/we ji kurd hemu neteweya kurde eger heman niviskar di nivisa xwe de binivise kurdi an ji mijara nivisa we/wi zimanzani giramari hwd. be binivise eze fehm bikim ku qeste wi/we ji 'kurdi' eger bi zazaki binvise zaakiye bi kurmanci binivise kurmanciye bi sorani binivise sorani bi gorani binivise gorani bi lorani binivise lorani ye .jıber we jı ne gereke ku zazayek dı nıvisa xwe de tım u tım lı nav kevanoke de zazaki kurmancki u dımıli bınıvise jixwe eme fam bıkın ku qesta we/wi jı kurdi çı tışte.ez wıha bawer dkım ku dı ve derbare de rısta nıvıskaren me yi zazakiexev geleke u barek gıran lı ser wan heye ez gazıncen mamoste Roşani fam nakım eger mırovak zaravaye xwe wek kurdi dıbıne elbet ewi beje kurdi ew tışteki asayiye.bıla rewşenbiren kırdkıaxev ji bıkevın pey ve reçe u eger mecburiyet naba bıla nabejın zazakı kırmanckı kırdkı dımılı le gava begavitiya diyarkırına zaraveyan çebu mırov nave zaravayıjı beje u bınıvıse e baş be.le ez fıkra xwemalnekırına peyva 'kurdi' ya soranan u kurmancan jı napejırinım raste kurdi ne tene kurmanci u sorani ye ewna tene bı tene du zaravayen zımane kurdiyen ku jı zazaki lorani u goranı peşketitırın. weki dın ewna bı seri xwe ne 'kurdi' ne.le tıştek heye ku peyva 'kurd u kurdi' dı netewebuna geli me de rısteki gıring dılize u gereke herkes rısta ve peyve bıbine u zaravaye xwe re u jı xwe re beje kurdi u kurd. ew jı bo yekitiya neteweyi gıringe u gereke her u her be bıkaaranin. jı bo hemu kurdan u hamu zaravayen kurdi. ew wek siwaneke ye jı bo me hemu kurdan.
BIMANIN WAR U WEŞİYE DE,SILAM U REZ
17 Oktobre 2009 Şeme 16:53
gotareke balkêşe
azemşêr
mamoste te rast got. ez ji cilemêrgê me, kirdkî nizanim, bibexşîne. ji vê sedemê kurmancî dinivîsim. heke di nava kurdada li ser va lehçeya hişyariyek çênebe ditirsim hin buyerên neqenc biqewimin.
raste, heq nîne kurmanc kurdî tinê bikene malê xwe.
xudê di zane bi vebuna vê malperê ve ez gelek keyfxweş bum û ez di xwazim hînî kirdkî bim. belê sed mixabin derfet kêmin. ji vê sedemê barê te giran dibît. wekî hevali goti ez ez te mîna ehmedê xanî, melayê xasî dibînim geleyî keyfxweşim bi vi karê we ve. bi izneha xudê ez dê hîn bime kirdkî
ji cilemêrgê slav û hirmet
ez te heskeno
16 Oktobre 2009 Îne 22:37