zazaki.net
27 Temmuze 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
19 Sibate 2013 Sêşeme 00:05

Konferansa Roja Zimanê Zikmakî

Xebere: Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRA ya Amedê

Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRA ya Amedê, bi mebesta pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê konferansek lidarxist. Konferans, di 17 Sibat 2013 de li  Salona Resepsiyonê ya Sumer Parkê, bi tevlêbûna Birêvebirê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artukluyê Prof. Dr. Qedrî Yildirim û edîtorê rojnameya Newepelî nivîskar Roşan Lezgîn û bi moderatoriya Umît Tektaş pêk hat.

Nêzikî 300 kes ku di nav de gelek birêvebirên partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl jî hebûn, beşdarî konferansê bûn.

Konferans, bi axaftina birêvebirên Komeleya ÇIRA ya Amedê Şîrvan Daş dest pêkir. Piştî axaftina Daş, moderator Umît Tektaş bal kişand ku dê mijara konferansê ya birêz Prof. Dr. Qedrî Yildirim di derheqê “Dîrokçeya Daxwazên Perwerdehiya bi Zimanê Zikmakî ya di Nav Pêşiyên Kurdan de” û ya nivîskar û edîtorê rojnameya Newepelî birêz Roşan Lezgîn jî di derbarê,  “Duh, Îro û Paşeroja Kirdkî (Zazakî)” de be û mafê axaftinê da Roşan Lezgîn.

Roşan Lezgîn di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku tiştên dê qal bike, di nav kurdan de pir zêde nehatine nîqaşkirin. Lezgîn got ku dema meriv li dîroka modern a têkoşîna kurdan dinihêre, dibîne ku berê têkoşînê her tim ber bi derve bûye. Kurdan her tim li himberî zilma berbiçav a li ser xwe têkoşiyane, ji neteweyên serdest xwestine ku ev zilm biqede. Bi gotineke din têkoşîna kurdan bi giştî, li ser esas û şîara ‘rizgarî’yê hatiye danîn. Lê li gorî min, tiştê ku neteweyekî digihîne kemalê ji ‘rizgarî’yê bêtir ‘sazkirin’ e û ev aliyê kurdan jî her dem qels bûye.

Lezgîn, di xaleke din a mijara xwe de destnîşan kir ku eqlê siyasî yê kurdan; li çar perçeyên Kurdistanê, ji destpêkê heta niha xwe terîf nekirine. Her çiqas gotibin ‘gelê kurd’ an ‘miletê kurd’ jî, wan eşkere nekiriye ku gelo kurd kî ne û naveroka peyva 'kurd' çi ye. Dema meriv li kurdan dinihêre, ew miletekî heterojen in, ne yekpare ne. Ji alîyê dînî û zimanî ve kom bi kom in. Dema peyva kurd, li gor vê taybetiya xwe neyê terîfkirin dê meriv nikaribe hiqûqa nav van koman jî tanzîm bike.

Di berdewamiya axaftina xwe de Roşan Lezgînî bal kişand ku di dîroka kurdan de komên civakî yên kurdan xwe li hemberî miletên derve wekî ‘kurd’ nîşan dane lê hundir tu komekê lihemberî komeke din xwe bi tenê wek ‘kurd’ terîf nekirîye. Lê van bîst-sîh salên dawiyê meriv dinihêre termînolojiyeke wisa derket holê ku kurmancek bi rihetî dikare bibêje ez bi kurdî diaxivim tu bi zazakî diaxivî yan jî soranek bibêje ez kurdî diaxivim tu badînî diaxivî. Lezgînî di axaftina xwe de qala mînakên balkêş ên di derheqê vê termînolojiyê de kir û got, kesên ferhenga kurmancî û zimanekî dinê amade dikin, mesela, navê berhema xwe kurdî-tirkî datînin û tenê zaravayê kurmancî dixin şûna zimanê kurdî. Ev termînolojî bi xwe re di nav gel de  bandoreke neyênî çêdike ku zaravayê pir tê axaftin kurdî ye û zaraveyên kêm têne axaftin jî zimanekî cûda ne. Lê ev termînolojî ne rast e, ji ber ku tu zaraveyek nikare bi tena serê xwe bibe zimanê fermî yên hemî kurdan.

Lezgînî di axaftina xwe de qala kirdan (zaza), herêmên Kurdistanê yên lê kirdkî (zazakî) tê axaftin, gelhe ya wan jî kir û got ku meriv vê termînolojiyê bidomîne wê di warê hişmendiyê de bibe sedemê jihevbûnê û kurmanc dê xwe kurd bihesibîne û kirdan jî wek miletekî dinê. Bi vî awayî kirdkî di bi sîya kurmancî de bimîne. Dîsa di vî warî de mînakek balkêş da û got ku di van salên dawîn de ev termînolojî li gel hin hewldanên dinê bûye sedem û di nav kirdan de jî hin kes derketine û xwestine ku kirdkî wek zimanekî xweser, kirdan jî wek neteweyekî ji kurdan cûda nîşan bidin.

Piştî axaftina Roşan Lezgînî, Prof. Dr. Qedrî Yildirimî dest bi mijara xwe kir. Qedrî Yildirim got ku di dîroka kurdan û zimanê wan de tiştekî balkêş e ku kurdan xwestekên xwe yên neteweyî û zimanî wek helwest li himberî miletên dinê derxistine holê. Ango hinekan xwestine ku nasnameya kurdan înkar bikin û li himberî vê hewldanê  kurdan helwest nîşan daye. Ev hewldan bi qasî tê zanîn, ji dema Selahedînê Eyubî ku dibe wezîrê Xelîfeyê dawîn Adîdê Fatimiyan dest pê dike. Fermandarên tirk ên ku çûbûn Misrê û dê li himberî xaçparêzan şer bikirana, nexwestine bikevin bin fermandariya wezîrekî kurd û vegeriyane Şamê.

Yildirim, di berdewamiya axaftina xwe de îfade kir ku divê di serî de meriv xwe û nasnameya xwe nas bike û paşê vegere ser zimanê xwe. Em dibînin ku Ehmedê Xanî, li hemberî kesên ku dixwazin kurdan bêkêr nîşan bidin, di Mem û Zînê de pesnê kurdan û zimanê wan dide.

Her wisa, Qedrî Yildirim bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û got ku bi awayekî zanistî jî ev hatiye destnîşankirin ku kesek zimanê xwe yê zikmakî bi awayekî zanistî hîn nebe, nikare zimanekî din ê biyanî baş hîn bibe. Wek mînak dema rewşenbîrekî kurd bi tirkî diaxive meriv ji şîweya wî derdixe ku ew ne zimanê wî yê zikmakî ye.

Qedrî Yildirimî di axaftina xwe de qala xweparastina bi zimanê zikmakî jî kir û got, ev maf di dema Hz. Mihemed de hebûye. Di dadgehên wê demê de kesên ku bi zimanê îbranî zanibûne wek wergêr kar kirine. Mafê xwe parastina bi zimanê zikmakî di hiqûqa îslamê de jî hatiye nîqaşkirin. Lê tiştekî bêsiûdî ev e ku 70-80 sal e, li Tirkiyeyê ji sedî nod û nehên desthilatdaran bala xwe nedane vê meseleya ku di hiqûqa îslamê de hatiye munaqeşekirin û mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî.   

Yildirim vegeriya ser dîroka daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî û got, berî her kesî navê Eliyê Teremaxî tê bîra meriv. Eliyê Teremaxî ji bo feqiyên kurd ku ji erebî dereng fêhm dikin û bi hêsanî ji erebî fêhm nakin, di 1591an de pirtûkeke bi navê Serfa Kurmancî dinivîse. Teremaxî di vê pirtûka ku bi kurmancî nivîsiye de rêçik û qeîdeyên kurmancî, bi gramerên erebî û farisî muqayese dike. Di dîroka perwerdehiya bi zimanê kurdî  de ev pirtûka yekemîn e.

Yek ji pêşiyên kurdan ku xwedî projeyeke mezin e, Ehmedê Xanî ye. Xanî, di dema xwe de dinihêre ku di medreseyên Usmaniyan de ji bo ku tirk û faris xwedî ferhengê bi zimanê xwe ne, biryar dide ku ew jî ferhengoka bi kurdî erebî ya bi navê Nûbihara Biçûkan binivîse da ku zarokên kurdan zimanê xwe yê zikmakî, bi awayekî zanistî hîn bibin. Xanî, dem ji xwendina ferhengê re tayîn kiriye ku zarok piştî Kûran xelas kirin vê ferhengê bixwînin. Di ferhenga Ehmedê Xanî de termînolojiyekî pir xurt heye. Bêjeyên bi kar aniye xwerû bi kurdî ne. Ehmedê Xanî di çarçoveya projeya xwe de ji bo zarokan pirtûkekî olî ya bi navê Eqîda Îmanê, bi zimanê zikmakî nivîsiye.

Qedrî Yildirimî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên Selîm Silêman û Xarisê Bedlîsî yên di derbarê perwerdehiya bi zimanê kurdî. Di dawiya axftina xwe de Yildirimî qala xebatên xwe yên derbarê ziman û wêjeya kurdî yên li zanîngehê kir û got ku wan destûr nedaye kes wan ji bo projeyên xwe bibin û bînin.

Konferans, piştî pirs û bersivan bi dawî bû.

 

Na xebere 3185 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.