zazaki.net
26 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
03 Temmuze 2016 Yewşeme 09:39

Kolonî jî Nebûn… Bin-Kolonî

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Li salên 1920î, di çarçeweya Cemîyeta Miletan de eger Kurdistaneka manda (kolonî) bihata danîn dê bo Kurdistanê bigotana "kolonî". Dê Kurdistan wekî kolonîyeka bi ser Înglîstan yan jî Fransayê ve bihata zanîn. Lê em bi dabeşkirin, parçekirin û parvekirinekê re, herwisa em bi rewşek ku tunekirina sînoran û helandinê bo xwe kiriye armanc re rû bi rû ne. Vê yekê kurdan û Kurdistanê bêstatu hiştiye. Welatek wisa derketiye meydanê ku miletek wisa ku nakevin kategorîya kolonîyê yan jî nakevin kategorîya bin-kolonîyê. Ger di radeyeka gelek nizim de be jî statuyeka bin-kolonîyê heye. Jê re dibêjin "welatê kolonî…" yan jî "welatê bin-kolonî…" Lê ji ber ku sînorên kurdan hatine parçekirin, bi înkar û îmhayê re rû bi rû ne, lewre ne tu tiştek in, bêstatu ne. Polîtîkaya kolonyalîstîya klasîk "dabeş bike û îdare bike" di kurdan de werdigere dibe "dabeş bike, îdare bike û tune bike". Tunekirin û helandina sînoran, herwisa înkarkirin û îmhakirin dîmeneka vekirî ya vî halî ye. Ferqa herî girîng ya di navbera kolonî û bin-kolonîyê de ev e ku, kolonî xwedîyê sînoran e û wekî welatekî qebûl dibe.

Miletê ku bo polîtîkaya "dabeş bike, îdare bike û tune bike" bûye armanc bêguman di nav kêmasîyeka gelek mezin û giran de ye. Hêzên emperyalîst û hevkarên wan yên li Rojhelata Navîn ji zeafîyeteka wisa îstîfade kirine û polîtîkayeka wisa anîne rojevê, tetbîq kirine. Hingê divê zeafîyetên kurdan jî ji layê antropolojîyê ve bêne vekolandin. Kêmasîya kurdên ku bo polîtîkayeka wisa bûne armanc çi ye?

Ev hemî nîşan didin ku Nîzama Nuh ya Cîhanê ku di Konferansa Aştîyê ya Parîsê û dewra Cemîyeta Miletan de hate danîn nîzameka wisa ye ku bêhed di eleyhê kurdan de ye. Bi vê nîzama nuh ya cîhanê re ku li dijî xwestekên kurdan e, her ku çûye neheqîyê xwe kiriye wekî sazîyekê. Ev derbeka gelek mezin e ku meriv li komelgeyekê, li miletekê bixîne. Vê yekê, wekî ku îskeleta merivekî bihê parçekirin, mejîyê wî bihê belavkirin, encameka wisa derxistiye meydanê. Di wî dewrî de, di wê prosesa ku ji bo miletan mafê dîyarkirina çarenusê gelek bi coş û heyecan dihate pêşwazîkirin de divê meriv li ser vê dîyardeyê bisekine û li ser bihizire, kurd çawa bi felaketeka wisa giran re rû bi rû man. Sedemên vê dîyardeyê, vê prosesê çi ne? Ev proje çawa hatiye fikirîn, çawa tesewur bûye, çawa hatiye tetbîqkirin, netîceyên wê çi ne? Herwisa meriv li ser mijarên wekî li hemberî vê ruxandina komelayetî reaksîyona kurdan çi ye jî bisekine û vekole.

Di dîroka kurdan û Kurdistanê de du dewletên girîng hene: Înglîstan û Fransa. Eger meriv bala xwe bide çaryeka pêşîn ya sedsala bîstan, hêzên wê dewrê yên emperyal ev her du ne. Hêza yek numare ya emperyalîst Înglîstan e. Herçiqas Fransa gelek li dû Înglîstanê were jî hêza bi numre dudu ya emperyalîst jî ew e. Di dîroka kurdan û Kurdistanê de mudaxeleya emperyalîst esas di vî dewrî de bûye, statuko di vî dewrî de hatiye danîn. Demên piştî wê êdî dema lebata parastina statuko ye. Ev her du dewlet hertim li dijî kurdan bûne. Di van her du dewletan de, te divê muhafezekar yan çepgîr, te divê lîberal û hwd. li îqtîdarê bin, hertim polîtîkayeka li dijî kurdan teqîb kirine. Li dijî kurdan bûne û bi dewletên ku kurdan di bin fişarê de digrin re di nav peywendîyên baş de bûne… Ev peywendîyên baş nîşan didin ku li Rojhelata Navîn hemkarên van her du dewletan hebûne, wan ev karên hanê bi hev re plan kirine û bi rê ve dibin.

Divê meriv dewleteka din jî li van dewletan zêde bike: Yekîtîya Sovyetan. Ji layê li dijî kurdan û Kurdistanê bûyînê ve, di warê pelixandina daxwazên kurdan ve Moskowa, London û Parîs rêyên ji hev cihê teqîb nakin. Ev jî helbet mijareka wisa ye ku divê başebaş bihê vekolandin. Rêvebirên Sovyetan ku zêdetir wan ji bo neteweyan mafê tayînkirina çarenûsê bi lêv dikir, divê meriv vê ji bala xwe dûr negire ku li hemberî dabeşkirin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê ew jî bêdeng man û li hemberî pelixandina kurdan û Kurdistanê bi qasî London û Parîsê çalak bûn. Divê rewayîya (meşrûîyeta) têkoşîna kurdan di tefekur û hisîyata li dijî van neheqîyan de bête dîtin. Gotina wekî "Ehd û peyman û biryar û hewd. yên navneteweyî vî mafî didin me…" û di vê çarçeweyê de telebkirina mafan helbet rast e. Lêbelê ev jî rast e ku di tebîqkirinê de bi şîroveyên cihê ev maf ji bo kurdan bêhukim hatine kirin. Hingê divê prosesên van şîroveyan jî daxilê mijara rexnekirinê bibin. Herwisa ev prosesa rexnekirin û berxwedanê rewayîyê (meşrûîyetê) dide fealîyetan.

Tirk dabeşkirin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê gelek asayî dibînin. Di vê mijarê de tu rexneyekê bo hêzên emperyalîst, herwisa bo hevkarên wan yên li Rojhelata Navîn nagrin.

 

"Bihurîna ji Netewedewletîyê"

Eger mensûbekî neteweya serdest bibêje "ez ji netewedewletîyê bihurîm, ez hewl didim ku jê feraxet bikim" hingê dê manayeka xwe hebe. Dê ev bête fêmkirin ku ev kesê hanê bi vê gotina xwe, bi vê lebata xwe xwedîtîyê li mafên neteweyî yên miletên bin hukmê neteweya serdest a ku ew mensûbê wê ye dike û ji bo mafên miletê bindest têdikoşe. Wekî nimûne, fransizek bi vê helwêsta xwe bibêje ez li dijî wê me ku Fransa yanî dewleta min Cezayîrê û cezaîrîyan îdare bike, helwêsteka rast e.

Di dewra kolonyalîzmê de eger kesekî fransiz piştgirîya cezayîrîyên ku ji bo mafên xwe yên neteweyî têdikoşin bike, li nik wan cih bigre û polîtîkayên kolonyalîyê yên dewleta xwe rexne bike dê ev karekî gelek bimana be.

Lê mensûbekî neteweya bindest ku ji hemî mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bêpar hatiye hiştin rabe bibêje "ez ji netewedewletîyê bihurîm (ulus devleti aştım)" hingê dê ev bibe beyanatekî bi problem. Çimkî ev kes hîn ne xwedîyê tu mafekî ye ku ji layê neteweya serdest ji layê dewletê ve hatibe naskirin. Zimanê wî qedexe ye, welatê wî dagirkirî û di bin zulmê de ye. Bûye armancê polîtîkayeka gelek tund a asîmîlasyonê. Asîmîlasyon dewam dike. Têkoşîna wî ya ku ji bo bibe xwe rastî astengîyên gelek mezin dibe. Di rewşeka wisa de eger ew kes rabe bibêje "ez ji dewleta xwe ya neteweyî bihurîm" hingê ev helwêst nîşan dide ku ev ne girîng in, yan jî tê vê manayê ku ji têkoşîna ji bo van mafan direve, xwe dide alî.

Eger mensûbekî neteweya serdest ji netewedewletbûnê bibihure di hebûna dewleta ku ew mensûbê wê ye de tiştek naguhere. Ew dewlet her wekî berê bi dezgeyên xwe dê jîyana xwe dewam bike. Lê ew kes jî dê li hemberî dewleta xwe têkoşîna xwe dewam bike. Mensûbê neteweya ku hemî mafên wê yên neteweyî û demokratîk hatine xesbkirin bihurîna wî ya ji netewedewletbûnê tu zulm û tehdayek ji ser miletê wî jî kêm nake. Lê êdî ew kes bi van kêşeyan re eleqedar nabe. Di eslê xwe de tenê ew ji kêşeyan direve. Di van şertan de bihurîna ji netewedewletîyê ketina bîra bêbinî ye ku dewleta serdestjê re amade kiriye.

Serokê PKKê Abdulah Öcalan hertim îfade dike ku PKK/Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) dewleteka serbixwe naxwazin, tu problemeka wan bi sînoran, bi welat, bi alayê re tune ye. Dibêjin "Em dewleteka cihê naxwazin, problemeka me bi sînoran re nîne. Bi alaya tirkan re problemeka me nîne…" Fehma "Welatê hevpar" dûpate dikin.

Serokwezîr Receb Teyîb Erdoğan hemîşe fehma "Tek dewlet, tek welat, tek ala, tek milet û tek zimanî" îfade dike. Abdulah Öcalan û PKK/BDP jî vê fehma hanê, vê tekbûnê bi îfadeyên wekî "dewleta demokratîk, welatê demokratîk, neteweya demokratîk" li meydanê datînin. Fehma tekbûnê ku serokwezîr wekî "tek…, tek…, tek…" îfade dike, Öcalan û PKK/DTP jî bi gotina "demokratîk…, demokratîk…, demokratîk…" îfade dikin.

Li Îstanbulê di roja 13 çile 2013 de sempozyumek ji alîyê "Platforma  ji bo Aştîyê ji Öcalanî re Azadî" amade kiribû hebû. Parlamentera BDPê Emîne Ayna û avûkat Eren Keskînê ev sempozyuma bi sernavê "Di Prosesên Çareserî û Aştîyê de Rola Lîderan" amade kiribûn. Di vê sempozyumê de, min di qisekirina xwe ya di daniştina bi sernavê "Ji Bêçareserîyê Bihurîn: Têkoşîna Kurdan a ji bo Azadîyê" de hewl da ku ez rexne li vê fehma Öcalanî û PKK/BDPê bigrim.

Hêzên ewlekarîyê bi panzerên ku alaya tirkan li ser e diçin gundan, yek bi yek xanîyan diruxînin. Xanîyên ku hatine ruxandin paşê têne şewitandin. Gund dibe xirbeyeka wêran. Çi kesê ku xuya bike tê girtin. Bi zordarîyê, bi lêdanê, bi dijûnan wan dibin qereqolê. Kesên ku hatine girtin îşkenceyên xedar li wan dibin. Hinek ji kesên ku hatine girtin û birine qereqolê di bin îşkenceyê de dimirin. Hinek jê têne revandin, êdî tu xeberek ji wan nayê girtin. Eger di rewşeka wisa de hîn jî tu dewleteka serbixwe naxwazî hingê di te de seqetîyek heye.

Kesên ku ji emnîy xas (özel tim) in, di pêçîyên wan de engulîskên bi amblemên ku ala li ser e hene. Li ser kemberên wan, li ser kumên wan amblemên alayê hene. Eger di rewşeka wisa de jî problemeka te bi alayê re tune be, hingê di te de seqetîyek heye.

Ev nêzîkî du salan e ji ber bûyerên ku li Sûrîyeyê diqewimin di medayayê de navê sê dewletan gelek derbas dibe. Û navê van sê dewletan ligel hev derbas dibe. Tirkîye, Erebistana Seûdî û Qeter. Ev her sê dewlet ji bo ku rêvebiriya Beşar el-Esedî biruxînin her îmkanî bikar tînin. Çek û cebilxane didin Artêşa Azad a Sûrîyeyê û Îxwetul Muslîmîn û el-Qaydeyê. Rwşeka din jî heye ku ev her sê dewlet dixwazin pêkbînin, ew jî ev e, dixwazin ew otonomîya ku kurdan li bakurê Sûrîyeyê, yanî li ser axa ku ew li ser dijîn, li Kurdistana wir çêkirine nasnekin, hewl didin xwe ku vê herêma azad, vê otonomîya kurdan biruxînin. Ev rewş bi me nîşan dide ku ev her sê dewlet dixwazin li ser çarenûsa kurdan xwedîyê rolekê bin, karîger bin.

Li Rojhelata Navîn nufûsa kurdan ji 40 mîlyonî zêdetir e. Bi qasî mehek berê nûçeyek di çapemenîyê de hate ragihandin ku Abdulah Öcalan dixwaze "ji bo 50 mîlyon kurdî nexşerêyek amade bike". Li gorî qenaeta min jî li Rojhelata Navîn kurd ji 50 mîlyonî zêdetir in. Lê di peywendîyên navnetweyî de ne xwedîyê tu statuyeka piçûçik ya naskirî ne. Divê em Hukumeta Herêma Kurdistanê ya li başûrê Kurdistanê ji viya cihê binirxînin.

Qeter dewleteka ereban a, xwedîyê 600 hezar nufûsî ye. Qeter yek ji 22 endamên Yekîtîya Ereban (El-Camîet el-Erebîye) e, yek ji 55 endamên Konferansa Îslamê (El-Mu'temir el-Îslamîye) ye, yek ji 193 endamên Yekîtîya Neteweyan e. Lê di peywendîyên navneteweyî de tenê dema ku behsa "teror"ê dibe navê kurdan derbas dibe. Dema ku dibêjin "Em ê terorê tune bikin, em ê wê bipelêxin. Em li dijî terora kurdan e" û hwd.

Ev Qetera ku xwedîyê nufûseka bi qasî 600 hezarî ye radibe li ser çarenûsa kurdên ku nufûsa wan bi qasî 50 mîlyonî ye dibe xwedîyê gotinê, hewl dide ku çarenûsa wan dîyar bike. Ev yek bi me nîşan dide ku bê hela ev nîzama navneteweyî çawa nîzameka wekî antî-kurd (li dijî kurdan) hatiye danîn. Ev yek nîşan dide ku nîzama navneteweyî li dijî kurdan nîzameka gelek neheq e. Eger tu bibêjî "ez ji netewedewletê bihurîm", eger tu bibêhî "Ez neteweperwerîya kurdî nakim" hingê tu dê fêm nekî ku di salên 1920î de ew kirasê lanetî çawa li beşna kurdan hatiye kirin. Tu rabî van bûyeran bêehemîyet bibînî hingê tu dê neheqîyan jî ferq nekî. Tu dê van neheqîyan hêjayî vekolînê nebînî.

Lêbelê ev operasyona ku li salên 1920î di dewra Cemîyeta Miletan de çêbûye operasyona herî mayende, herî berfireh û herî kûr e ku hêzên emperyal li Rojhelata Navîn kirine. Ev eşkera ye ku operasyoneka gelek serketî ye jî.

Xwe veşartiye. Çimkî heta bi roja me çi dema ku li dereka Kurdistanê kurd dest bi têkoşîna ji bo mafên xwe yên neteweyî bikin, hingê çepgîr, muhafezekar, lîberal û hwd. her kesî digot "Rûn medin ser nanê emperyalîzmê, mifaya vê hewldana we ji emperyalîzmê re heye, ev karê we cîyakarî ye". Lêbelê di eslê xwe de hêzên emperyal mezintirîn cîyakarîyê li navenda Rojhelata Navîn li ser kurdan û Kurdistanê pêkanîne. Di serdemekê de ku herî zêde ji bo miletan mafê çarenusa neteweyî dihat qisekirin û munaqeşekirin de kurd û Kurdistan hatine dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Her du hêzên emperyal yên mezin yên wê demê Brîtanyaya Mezin û Fransa û du dewletên mezin yên Rojhelata Navîn bi hev re bi awayekî organîze hefilîbûn ser kurdan û Kurdistanê. Îro di nav endamên Konseya Ewropayê ku xwedîyê 47 endaman e, di nav Konferansa Îslamê ku xwedîyê 55 endamane, li nav endamên Yekîtîya Ereban ku xwedîyê 22 endaman e, di nav endamên Yekîtîya Miletan de ku xwedîyê 55 endaman e de hinek dewlet hene ku nufûsa wan 10-15 hezar e, hinek dewlet hene ku nufûsa wan ji 50 hezarî jî kêmtir e. Ev dewlet di warê dîyarkirna çarenusa kurdan de xwedîyê rolekê ne, karîger in. Ev gelek balkêş e, kurdên ku xwedîyê nufûseka bi qasî 50 mîlyonî ne di van peywendîyan de xwedîyê tu statuyeka sîyasî jî nînin.

Beşîkçî rexne dikin ku ew pêşveçûnên sîyasî yên dawîn teqîb nake. Diêbjin "Sînor tên hilanîn, lê Beşîkçî hîn jî behsa danînan sînoran dike." Ev nihêrîneka wisa ye ku divê bête rexnekirin.

Di bîst salên dawîn de qasî sîh dewlet hatine damezrandin. Yekîtîya Sovyetan hilweşîya 15 dewlet derketin meydanê. Ev e Estonya, Letonya, Lîtvanya, Belarus, Moldova, Ukrayna, Gurcistan, Ermenîstan, Azerbaycan, Qazaxîstan, Tirkmenîstan, Uzbekîstan, Tacikîstan, Qirxizîstan, Federasyona Rûsyayê.

Yugoslavya belav bû, 7 dewlet derketin meydanê. Ev e Slovenya, Xirvatîstan, Bosna-Hersek, Makedonya, Qosova, Qereradax û Sirbîstan.

Çekoslovakya di nav xwe de bû du beş, Slovakya û Komara Çek derketin meydanê.

Herwisa Komara Tirk ya Bakurê Qibrîsê, Cîbutî, Erître, Kaledonyaya Nuh, Sudana Başûr, Dewleta Ereb a Filîstînê…

Yekîtîya Neteweyan qasî du meh berê, roja 30 mijdar 2012, ji bo Filîstînê statuya "dewleta çavdêr ku ne endam e" da. Li Tirkîyeyê çi muhafezekar, çi çepgîr, çi lîberal her kesî ji bo vê pêşveçûnê li çepikan xist. PKK/BDP jî her wisa. Ev rewşeka gelek balkêş e, yên ku ji bo kurdan dewletê naxwazin, li dijî fikra dewletbûnê derdikevin, radibin silav li damezirîna Dewleta Ereb a Filîstînê dikin. Gelek normal e ku medyaya tirkan, nivîskarên tirk, çepê tirkan berevanîya vê fehma hanê bikin. Lê eger kurd berevanîya vê yekê bikin hingê dê ev bibe helwêsteka seqet.

Fikreka wekî "Sînor radibin, danîna sînoreka nuh bêmana ye" fikreka wisa ye ku ji bo tevlihevkirina hişê kurdan derdixin meydanê. Îcar her kes bi nasnameya xwe ya neteweyî beşdarî bo yekîtîyên serneteweyî (ulusüstü) dike. Kurdên ku hîn xwedîyê tu nasnameyê nînin, bi nebûne xwe dê çawa di van yekîtîyan de cih bigrin?

 

"Em esla milîyetperwer nînin"

Di roja 24 çile 2013 de li Meclisa Miletî ya Mezin a Tirkîyê (TBMM) pêşnumaya qanûna ku "li dadgehan bi zimanê dayîkê xwe parastin" hat gengeşîkirin. Dema ku ev pêşnuma dihate munaqeşekirin di navbera parlamentera Îzmîrê ya CHPê Profesor Birgül Ayman Güler û BDPyîyan de munaqeşeyên tûj çêbûn. Profesor Birgül Ayman Güler di dereka axaftina xwe de got "Hûn nikarin min bixapînin û milîyetperwerîya kurdan ji min re wekî pêşverûtî û serxwebûnparêzîyê nîşan bidin. Hûn nikarin neteweya tirk û milîyeta kurd wekî hev di eynî nirxî de nîşan bidin."

BDPyîyan li hemberî van gotinan bersiva "em esla milîyetperwer nînin, hûn nasyonalîst in. Em ê we ji Enternasyonala Sosyalîst biqewirînin…" dan. Divê meriv li ser vê bersivê, vê helwêstê jî bisekine.

Berîya her tiştî divê meriv bipirse bibêje "gelo hûn çima milîyetperwer nînin?" Zimanê we qedexe ye. Qet behsa perwerdeya bi kurdî nabe. Tu nikarî navê welatê xwe bibêjî. Zarokên kurdan her serê sibehê hin jî berdewam e li dibistanan diqîrin dibêjin "Ez tirk im… Hebûna mi bila bo tirkan bibe dîyarî." Piştî ewqas têkoşînê hîn jî kurd nikarin navên ku pîtên Q, X, W têde hene li zarokên xwe bikin. Ji ber ku "ne li gorî kultur û edetên tirkan e" qedexe ye ku navê mezinên kurdan, navê welatperwerên kurdan li park û baxçeyan bête danîn. Walî û qaymeqam qerarên wisa yên meclisa şaredarîyan tesdîq nakin, ji bo ku van qeraran îbtal bikin li dadgehê doz vedikin. Li cografyaya Kurdîstanê navê ciyan hatiye guhertin, navên tirkî lê kirine… Tu bûyî armanca asîmîlasyoneka pêt… Û asîmîlasyon dewam dike, manaya di zimanê dayîke de qedexekirina perwerdeyê jî ev e… Tu vana mudafea nakî, tu dê vana mudafea nekî? Dema ku tu vana mudafea bikî dê ji te re milîyetperwerê kurd bê gotin. Ji bo kurdan helwêsta herî binirx ev e. Helwêsta ku ji bo kurdan ayendeyeka bi xêr tê de heye jî ev e.

Her kes dizane ku tu derdekî kurdan yê wekî asîmîlekirina gelên cîran yan jî dagîrkirina xaka miletên cîran tune ye. Ji layê her kesî ve tê zanîn ku kurd ji bo rakirina zulma li ser kurdan, ji bo rakirina qedexeya li ser ziman û kultura kurdan, ji bo bi hemî dezgeyên xwe ve ziman û kultura kurdî bidin jîyandin, ji bo ku bi tirkan û farsan û ereban re bibin wekî hev têdikoşin. Ev eşkera ye ku têkoşîna li dijî tehdayê lebateka gerdûnî ye.

Çepgîrîya tirkan çepgîrîyeka neteweperest e. Wekî di mînaka Profesor Birgül Ayman Gülerê de jî dixuye, beşeka mezin ya çepgîrên tirkan bi manayeka tam nîjadperest in, cîyakar in. Divê em baş bînin bîra xwe, dema ku li Bulgarîstanê, li wan operasyonên ku di navbera salên 1985-1988 de navên tirkên wira bi navên bulgarî dihatin guhertin, hingê çepê tirkan, muhafezekarên tirkan çawa reaksîyon nîşan didan.

Divê em cardin vegerin ser gotinên Profesor Birgül Ayman Gülerê. Eger em dîqet bikin Profesor Birgül Ayman Gülerê got kurd bi neteweya tirk re wekî hev nînin, xwest bibêje kurd "milîyet" in yanî şertên netewebûnê di wan de tune ne. Bi vî awayî hatiye qebulkirin ku dixwazin "mîlîyeta kurd" bila bi neteweya tirk re bijî. Ev gotin tê manaya tekrarkirina wê gotina ku di salên 1930î de hatibû gotin: "Yên ku tirk nînin tenê mafekî wan heye; mafê xizmetkarîya bo tirkan."

Çepê tirkan çepeka neteweperest e. Bi beşeka xwe ya zêde nîjadperest e. Serketineka girîng ya vê çepa neteweperest û nîjadperest ev e; ev kurdên ku neşên zimanê xwe biaxifin, neşên navê welatê xwe bibêjin, bi van kurdên wisa îfadeyên mîna "ez milîyetperwer nînim, em esla mîlîyetperwer nînin" didin gotinê.

Abdulah Öcalanî heta bi çend sal berê beyanatên mîna "Min Marx derbas kir, Min Hegel derbas kir, min Gandî derbas kir" didan. Divê meriv vê wekî lebateka entelektuelî bihelsengîne. Lê tu xêreka van "derbaskirinan" ji têkoşîna kurdan ya îro re tune ye. Eger mesele têkoşîna îro be, kesê ku divê ji wî bête derbaskirin Mistefa Kemal Atatürk e. Ev jî, bi enjektekirina fikrê kemalîzmîyê li PKKê û li BDPê û li kurdan çênabe.

 

Çend Têbinî Ji bo Nivîsara "Bihurîna Ji Dewleta Neteweyî"

Du hevalan ji bo vê nivîsarên çend têbinî şandin ku ez wan gelek girîng dibînim. Derheqê mijarê de çend têbinîyên kurt yên Receb Maraşlı wisa ne:

"Di destpêka salên 1980yî de roşinbîrên lîberal yên ji çepgîrîyê tên gelek li dijî mijara dewleta neteweyî derdiketin. Wan digot êdî wexta dewletên neteweyî derbas bûye. lê wekî cenabê we jî amaje pê kiriye, ji wê demê heta bi niha 17 dewletên neteweyî derketin meydanê. Niha Welatê Bask, Katalonya û Îskoçya di rê de ne ku derheqê cihêbûna wan de munaqeşeyên gur çêdibin.

Min ev gotin tim wisa fêm kirin ku dixwazin bibêjin, li dinyayê dewletên neteweyî hatin damezrandin, kê girt, kê da, êdî çû. Bila kurd bîlasebeb nekevin nav hewldanan, bi halê xwe razî bin, bila serê xwe neêşînin êdî. Yanî wekî argumaneka li dijî bidestxistina serxwebûna kurdan van argumanan bikar dianîn.

Ez van rexneyên we bi temamî rast dibînim.

Lê ev jî xusûseka girîng e, kurd dema ku dewleta xwe ya netweyî daynin dê rêyeka çawa teqîb bikin, naveroka wê çawa dagirin. Dema ku dewleteka wisa bihê damezrandin, grûbên wekî tirk, ereb, suryanî, çerkez û ermenî ku di nav kurdan de hene, dê ev grûbên wisa di nav dewleta neteweyî ya kurdan de çawa bêne tarîfkirin? Cudahîyên etnîkî yên di nav kurdan bi xwe de, wekî nimûne, ferqên mezin yên dîyalektan, ferqîyetên dînî dê di nav vê dewleta neteweyî de çawa bêne tarîfkirin? Ev pirsên girîng in.

Ev tê zanîn ku li Kurdisatan Başûr tenê soranî wekî kurdî tê temsîlkirin û kurmancî bi awayekî sîstematîk li derve tê hiştin. Ev, di pêşerojê de dê bibe sedema kêşeyên mezin. Li Bakur, di navbera fehma ku Zazakî zimanekî cihê û zazayan jî wekî mileteka din dibîne û yên ku wan parçeyek ji miletê kurd dibînin lê ligel viya asîmlasyonê esas digirin de her ku diçe devê meqesê vedibe. Herwisa grûbên dînî yên wekî Êzidî û Elewî jî hene ne ku ji layê etnîkî lê ji layê dînî ve xwe cihê dibînin lêbelê hebûna wan di bin xetereyê de ye.

Girseyeka mezin ya melez heye. Ev mijareka girîng e ku evên hanê xwe di nav aîdîyeta kîjan neteweyê de dibînin.

Meriv dikare hîn gelek mijarên din bihejmêre.

Ez wisa difikirim ku di dema prosesa rizgarkirin, danîn û damezrandina dewleta neteweyî de divê em li ser van meseleyan jî bisekinin.

Kurd jî dema ku dewleta xwe ya neteweyî damezrînin gelo dê bi tarîfeka tekperest ku cihêtîyên di nava xwe de tune hesab dikin tevbigerin; netewe û grûbên dînî û kulturî ku li derveyî tarîfa neteweya kurd dimîmin lê bi kurdan re di eynî cografyayê de dijîn dê kurd li gel wan di nav têkilîyeka çawa de bin. Wekî nimûne, di nav erdên ku wekî axa kurdan tê qebûlkirin de dê van kom û grûban ji layê etnîkî û kulture ve cihê ne polîtîkaya homojenkirinê tetbîq bikin?

Ev tê zanîn, dema ku netewedewlet tê avakirin, li ser navê sehaya cografîk bête homojenkirin polîtîkayên surgunkirinê, qetlîam û qirkirin û aîmîlasyon rewa têne dîtin. Kurd bê ku bikevin nav tawanên wisa gelo dê çawa dewleta xwe ya neteweyî ava bikin?

Min ji devê gelek roşinbîrên kurd îfadeyên mîna "neteweyên din kirin, em jî bikin, rêyeka din ya avakirina dewleta neteweyî tune ye" di nav dehşetê de guhdarî kirine. Dema ku dinivîsin cesaret nakin lê di suhbetên taybet de dişên bi awayekî eşkera van tiştan biparêzin.

Li gorî min mijara "bihurîna ji netewedewletê" divê tam di vê çarçeweyê de bête guftugokirin. Yanî ji danîna dewleta neteweyî heqê kurdan e yan na, bêhtir ji wê, divê ev yek munaqeşe bibe ku ev dewleta neteweyî ku tê danîn divê xwedîyê naverokeka çawa be. Di vê manayê de ez wisa difikirim, dema ku kurd rizgarî û danîna xwe ya neteweyî ava bikin, mecbur nînin ku modelên danîna dewleta neteweyî yên berê tekrar bikin, ew dikarin modelên berê red bikin û modelên demokratîk yên pir-neteweyî, pir-kulturî derxin meydanê.

Ev dê çawa çêbibe? Meriv dikare behsa federasyoneka navxweyî, behsa kantonan bike. Mumkin e ku avakirinek ku otonomîya kulturî esas digre bête danîn. Tarîfa neteweyî ne ku tenê di çarçeweyeka teng a wekî "tenê yên ku kurdî (bitaybetî kurmancî) qise dikin kurd in" de, dişê ev çarçewe firehtir bê girtin. Têkilîya di navbera netewe û grûbên etnîkî yên ku li ser eynî axê dijîn dişê li ser esasê demokrasî û beşdarîkirinê bête tenzîmkirin. Eger meriv wisa binihêre hingê dê ji fehma "netewedewletî" ya klasîk bête bihurîn.

Xulasa dema ku em li dijî munaqeşeyên netewedewletîyê ku ji bo pêşîlêgiritina mafên azadî, serxwebûn û danîna dewleta xwe ya neteweyî ya kurdan derdikevin û bêstatubûyîna kurdan mehkum dikin hingê ji alîyekê ve jî divê em di munaqeşeya avanîya hundirîn de mijara gelo dê modela netewedewletîyê ya heyî yan jî modelên berê yên netewedewletîyê esas bihê girtin jî munaqeşe bikin dê baş be."

Têbinîya Fatîh Ata jî wisa ye:

Fatîh Ata dibêje piştî ku Yekîtîya Sovyetan di sala 1990î de belav bû, Gurcîstan û Azerbaycanê li pey îlankirina serxwebûna xwe nekarîn avanîya xwe ya federal muhafeze bikin. Dibêje Abhazya û Osetyaya Başûr ji Gurcistanê cihê bûn û dewleta xwe ya serbixwe ava kirin. Ev dewlet ji alîyê Federasyona Rûsyayê û ji alîyê 6 dewletên ku endamê Yekîtîya Neteweyan in hatine naskirin.

Piştî şerê di navbera azerîyan û ermenîyan yê sala 1992 de, Qerebaxa li Azerbaycanê jî bi awayekî fîîlî îşaretê dewleteka serbixwe dike.

Fikrên ku di van têbinîyan de îfade dibin girîng in. Receb Maraşlı dibêje ne ku mafê kurdan ji bo danîna dewleta xwe ya neteweyî heye yan tune ye, avanîya dewleta wan a neteweyî, naveroka vê dewletê, têkilîyan wan bi miletên ku di nav wan de dijîn re dide ber pirsan.

Divê meriv Hukumeta Herêma Kurdistanê ku fiîlen wekî dewletê ye jî daxilî dewletên li jor bike.

Sibat 2013

Na xebere 2470 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.