zazaki.net
26 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
03 Sibate 2019 Yewşeme 15:26

Kevirê Mûsayê Ehmed

Rastedar (Celadet Alî Bedirxan)

Li welatê Şêrwan, di bin qesra Şebistanê re, kevirek heye; jê re “Kevirê Mûsayê Ehmed” dibêjin. Qesra Şebistanê, navekî din jî heye keleha Kormasê.

Berîya 80–90 salî gava fermana Şêrwan rabû mîrê wî welatî Seîd beg kurê Salihê lal bû. Seîd beg mêrekî serdeştê bû. Şerê dewletê kir û gelek caran romî şkênandin û bi kumên sor rengê çiyayê xwe ê hêşîn kirîye sorbelek. Lê kurmê darê di nav darê de xwe tev da.

Berdevkekî Seîd begî hebû, bi navê Şêrik. Ew jî mêrekî qenc bû. Lê bêbextî li mîrê xwe kir û derbasî aliyê dijmin bû; û çû heta Stenbolê û bi hafa siltên jî ket.

Bi rêzanîya Şêrik romîyan eskerê Şêrwan şêkestin, Seîd beg ket hêsîriyê. Dewletê ew ajot Rûmeliyê û ew di keleha Vidinê de hebs kir. Sêd beg di wê kelehê de emrê Xwedê kir û tê de hate veşartin.

Şêrik bû Şêr beg û mezinahiya cihê Şêrwan xiste destê xwe.

Keleha Şebistanê qesra mîrekên Şêrwanê bû. Şêrik jî xwest qesreke xwe çêke. Şebistan li serê çiyê, di cihekî asê de bû. Şêrik dixwest qesreke mîna wê, lê li deştê ava bike. Şêr beg dest avête kevirê Şebistanê ên şehkirî. Zibara xwe ji nav evîn û xulamên Seîd begî rakir. Kevir li ser pişta zilaman dibirin deştê.

Yek ji kevirkêşan, bi rê ve, kevirê xwe danî bû erdê û pal da bû ser. Şêrik çav pê ket. Li ser pişta hespê xwe çowek li paş guhê wî danî û got ê:

-Ma tu westiyayî, an dil nakî kevirê xwe bibî?

Kevirkêş, Mûsayê Ehmed, keserek li xwe anî û li Şêrik vegerand û got:

-Na harê, ma ez kengî diwestim. Lê texmîna tiştekî dikim.

Şêrik çowekî dî jî lê danî û pirsî:

-Texmîna çi dikî?

Mûsayê Ehmed bê ern û xeyd, lê bi ken got ê:

- Ez dibînim ko felek li Seîd begî geriyaye û tu kevirên qesra wî li ser pişta peyayên wî dibî deştê. Em berê xwe didin jêr, pêşiya me nişûv e; em diqedînin. Lê heke rojekê felek li te jî geriya, hinên din wê rabin û kevirên Şebistanê bidin pişta çêlî û peyayên te û wan vegerînin cihê wan ê berê, serê çiyê. Didim eqlê xwe û dibêjim şikir ji Xwedê re berê me li jêr e, lê peyayên te ên reben wê çi bikin berê wan wê bikeve kêş…

Mûsayê Ehmed ev gotin û rahişte kevirê xwe. Şêrik li ber xwe keti bû. Destên xwe berdan ber xwe, çavên wî di dûraliya ezman de li ser nuqtekê sekinî bûn. Qey tê de tiştên ko Mûsê jê re goti bûn wek xeyaletên gabûsekê didîtin. Xwedê giravî Şêrik li bêbextiya xwe hişyar bû bû û poşmaniyê ew têşand. Şêr beg kevir ji destên Mûsayê Ehmed xiste erdê û got:

- Keleh bi kevirên wê li min heram be, ez mirovekî kurdmanc im. Ez ne mêrê Qesrê me.

Şêrik da rê û vegeriya xaniyê xwe ê kurdmancî, zibara wî jî belav bû.

Ev kevir hêj li wê derê ye û jê re “Kevirê Mûsayê Ehmed” dibêjin. Di dora wî de dîwarekî hişkeber jî heye.

___________

Çavkanî: Hawar, Hejmar 36, Londin, Kanûna Pêşîn 1941, r. 5-6 


Qesra Şebistanê/Keleha Kormasê

Qesra Şebistanê/Keleha Kormasê

Şêrwan

Na xebere 1385 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.