zazaki.net
25 Nîsane 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
10 Kanûne 2014 Çarşeme 10:42

JI XUTBEYÊN KURMANCÎ – 2

Amadekar: Seyda Hemîd Ozan

 

وَلاَ تَأْكُلُواْ أَمْوَالَكُم بَيْنَكُم بِالْبَاطِلِ وَتُدْلُواْ بِهَا إِلَى الْحُكَّامِ لِتَأْكُلُواْ فَرِيقاً 

مِّنْ أَمْوَالِ النَّاسِ بِالإِثْمِ وَأَنتُمْ تَعْلَمُونَ

 

HEQÊ EVDAN

 

Cemaeta Hêja!

Xwedê teala ji bo bextewarîya dinya û axretê, ji me qûl û evdan re du heq ferman kirine: Yek “Huqûqul-lah” e, yanî “heqê Xwedê” ye; ku hemû emr û nehyên Xwedê ne. Ê din jî “Huqûqul-îbad” e, yanî “heqê evdan” e; ku hemû huqûq û têkilîyên merivan û yên civakê ne.

Xwedê teala (c.c) di Qur’ana Kerîm de wisa ferman dike: “Malê hevûdin di navbera xwe de bi neheqî mexwin. Ji bo ku hûn bi gunehkarî malê merivan bi zanebûn bixwin, hûn qismek ji wî (wek ruşwetê) didin hakiman (wiha mekin!)”[1]

Pêxamberê me (s.e.w) di hedîseka xwe ya şerîf de wisa ferman dike: “Kî bi sebeb tecawuzkirina mal yan jî bi sebeb şikandina heysîyeta yekê, heqekî li ser wî hebe, berê roja hesabê, ku di wê rojê de zêr û zîv pere nakin, bila xwe bide helalkirin. Ger wiha neke, wê li gora neheqiyên wî, ji kirinên wî yên qenc bêne girtin û ji xwedîyê heq re bêne dayin. Ger qenciyên wî tune bin, dê gunehên xwedî heq li wî bêne barkirin.”[2]

Gelî Birayan!

Ev heyata fanî rojekê dê biqede, jiyana axretê dê dest pê bike û her kes ji emelên xwe yên li dinyayê bê pirskirin. Merivê biaqil û zana, hem heqê Xwedê û hem jî heqê evdan tîne cîh. Ji heq û huqûq re dibe hurmetkar û cehd û xebatê dike ku bêdeyn û bêguneh here roja hesabê.

Xwedayê mezin (c.c) wiha ferman dike: “Êdî kî bi qasî mîsqalê zerre xêrek bike, dê wê bibîne û kî jî bi qasî mîsqalê zerre şerrek bike, dê wê bibîne.”[3]

Bawermendên Ezîz!

Çi tiştên ku zirarê didin can, mal, şeref û heysîyeta şexsan, ew hemû îhlala heqê evdan in. Di dînê me de îhlalkirina van heqan, ji gunehên mezin hatiye hejmartin. Em ji bîr nekin ku di Qur’anê de îftîra, buhtan, xeybet, paşgotinî, lêkolîna heyata taybet û ya rewşa veşartî, li însanan danînan nav û leqebên xirab, tinazî, qeşmerî, leke kirina namûs û şerefa însanan hatine heramkirin.[4] Ev gotin û tevgerên xerab, îtîbar û rûmeta merivan dişkînin. Eynî wekî vana, îşkence, çêr/dijûn, lêxistin, birîndarkirin û kuştina canan; herwisa zîna, dizî, xapandin, ruşwet, îxanet, xesb, dîsa di weznandin û pîvandinê de hîlekarî, di wextê de nedayina heqan, xwarina malê sêwîyan, bi dengê bilind; wekî korna û muzîkê acizkirina cîranan û derûdorê… Ev hemî îhlalkirina heqan in û heram in.

Gelî Muslumanan!

Lazim e ku musluman rîayeta heqê evdan bike, bêhemdî yan jî bihemdî, ger heqekî îhlal bike, bila bi dayina wî heqî û bi xwestina helalîyê, xwe ji gunehkariyê bide efûkirin.

Ew medenîyeta ku pêxamberê Xwedê înşa kiribû, rîayetkirina heqê evdan û a civakê kiribû xerca wê. Di tevgerên Resûlê Xweda de ji me re gelek mînak û nimûne hene.

Pêxamberê me (s.e.w) di umrê xwe yê dawîn de, rojekê derdikeve ser mînberê û wiha ferman dike: “Dê rojek were; di wê rojê de, dê û bav wê ji zarûkên xwe birevin, dê mîya bêqiloç heqê xwe ji mîya biqiloç bigre. Hê ku ew roj nehatiye, ger min heqê ji we yekî îhlal kiriye, yan jî min li we yekî xistiye ez va li vir im; bila were heqê xwe ji min bigre. 

Li ser viya Ukkaşe (r.e) radibe û wiha dibêje: “Ey Resûlê Xwedê! Te li seferekê ji bêhemdîyê bi qamçiyê li pişta min xistibû.

Pêxamber (s.e.w) dibêje: “Ey Ukkaşe! Ha ji te re pişta min; ger tu lêdixî were lêxe.

Wexta ku Pêxamber pişta xwe dizivirîne, dengê girînê ji sehabiyan bilind dibe.

Ukkaşe (r.e) dibêje: “Ya Resûlellah! Gava ku te li min xist, pişta min tazî bû.

Li ser viya Pêxamber pişta xwe vedike. Ukkaşe pişta Pêxamber (s.e.w) maçî dike û wiha dibêje: “Dê û bavê min fedayê te bin ey Resûlê Xwedê! Kî curet dike ku li te xe.”[5]

Gelî Bawermendan!

Ewên ku neheqîyê dikin, heqê xwedîyê heqan nadin, dê li axretê poşman bibin û dê musteheqê ezabê bin. Lazim e ku em ji heqê her kesî re hurmetkar bin, em bi heqê evdan neçin huzûra Xwedê û em bizanin; heta ku evd heqê xwe li me helal neke, Xweda heqê evdan efû nake. Bila neyê jibîrkirin, ku şerr û lihevxistin û cînayetên ku li cîhanê diqewimin, piranîya wan ji bêrîayetîya heqan çêdibin.

 

[1] Beqere, 2/188.

[2] Buxarî Tecrîd Terc, c.7, r. 375.

[3] Zîlzal, 99/7,8.

[4] Hucurat, 49/11,12.

[5] El–Îsbahanî, Hîlyet-ul Ewlîya, 4/73.


Na xebere 4864 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.