zazaki.net
25 Nîsane 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
28 Teşrîne 2014 Îne 09:56

JI XUTBEYÊN KURMANCÎ – 1

Amadekar: Seyda Hemîd Hozan

 

عَبَسَ وَتَوَلَّى أَن جَاءهُ الْأَعْمَى وَمَا يُدْرِيكَ لَعَلَّهُ يَزَّكَّى

 

BERPIRSIYARIYA ME YA LI HEMBER ASTENGDARAN

Cemaeta Hêja!

Li ser rûyê erdê mexlûq yanî aferîdeyê herî hêja, birûmet û bişeref meriv e. Ji aliyê xulqiyet û heqan ve di navbera merivan de tu cudatiyek tune ye. Qîmet û nirxandina mirovan ne li gora serwet, cinsîyet, neseb, sihet û astengdarîyê ye. Berovajî, başbûn yan xirabbûna merivan li gora bawerî, exlaq û kiryaran e.

Xweda di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike: E ku hemû tiştên rind û xweş xuliqandiye û cara pêşîn meriv ji herriyê çêkiriye Ew e. Paşê sûret û şekil daye, ji ruhê xwe pif kiriye û ji we re guh, çav û dil çêkirine.[1] “Bêguman me mirov di sûretekî herî rind de xuliqand.”[2] “Bêguman li cem Xweda birûmet û hêjayên we, mutteqîtirînê we ne (yanî yên ku xwe ji xirabîyê diparêzin û qenciyê dikin).[3]

Birayên Delal!

Di dînê me de, ji bo astengdaran, yanî xwedî uzr û naqisan, di mesûliyetê de cudahiyeka pozîtîf û hêsaniyek li gora hêz û qabîliyeta wan heye. Xweda wiha ferman dike: “Xwedê, ji hêz û taqeta tu kesî zêdetir barekî lê bar nake.”[4] “Xweda ji bo we rehetiyê dixwaze, zehmetiyê naxwaze.[5] “Li ser kor û seqet û nexweşan mesûliyet û zorî tune ye.[6]

Muslumanên Birûmet!

Lazim e em jî di jiyana civakî, perwerdeyî, îdarî û debarê de ji xwişk û birayên xwe yên astengdar re bibin alîkar û ji wan re hêsaniyê çêkin. Pêxamberê me (s.e.w) sehabeyê xwe Muaz binî Cebelê ku astengdarekî ortopedîk bûye, kiriye waliyê Yemenê. Ebdullah Îbnî Ummî Mektûmê ku hafiz bû, yanî çavên wî nedidît, di şûna xwe de sêzdeh caran wekaleta serokatiya dewletê daye destê wî.

Pêxamberê me (s.e.w) tewsiye kiriye ku em bibin guhê bêguhan, çavê bêçavan, zimanê bêzimanan û destê bêdestan[7].

Lazim e ku em xwişk û birayên xwe yên xwedîuzr, yanî nuqsan wek xwe bibînin, ji xwe kêmtir nebînin û bi gotin û tevgera xwe em wan rencîde nekin.

Xweda wiha ferman dike: “Gelî en ku bawer kirine! Bila qewmek (zilam) tinazê xwe bi qewmekî (zilamekî) din neke, dibe ku ew ji wan çêtir bin. Bila jin jî tinazê xwe bi hin jinên din nekin, dibe ku ew ji wan çêtir bin. Li qusûr û kêmaniyên hev megerin. Bi nav û leqen nexweş gazî hev mekin. Piştî baweriyê fasiqî çi navekî xerab e! Kî tobe neke (poşman nebe û venegere) êdî sitemkar (zalim) her e han e.”[8]. Pêxemberê me (s.e.w) wiha ferman dike: “Kî birayê xwe yê bawermend (ji ber kêmaniyeka fizîkî) piçûk bibîne, ev guneh tenê besê wî ye.[9]

Bawermendên Ezîz!

Carekê Pêxamber (s.e.w), ji bo ku bi serok û mezinên Mekkeyê re mijûl bûye, pê re negihaye ku cewaba yekê astengdar bide û eleqeder bibe. Li ser viya Xwedê pêxamberê xwe hişyar kiriye. Em ê xutbeya xwe bi van ayetan temam bikin: “Mirûzê xwe kir (yanî rûyê xwe tehl û tirş kir) û zivirand. Ji bo ku yê kor hatiye balê. Ma tu çi zanî? Dibe ku ew xwe paqij bike, yan jî şîret bigre û ew şîret bi kêrî wî were. Lê e ku xwe bêhewce dibîne (Ebû Cehîl) Tu berê xwe didî wî. Çi ji te re ye ku ew xwe paqij nake? Naxêr! (wusa meke) Bêguman ew (Qur’an) şîret û bîrxistin e, vêca kî bixwaze wê şîret bigre, di bîr bîne.”[10]


[1] Secde, 32/7,9.

[2] Tîn, 95/4.

[3] Hucurat, 49/13.

[4] Beqere, 2/286.

[5] Beqere, 2/185.

[6] Feth, 48/17.

[7] Ehmed B. Henbel, I, 317.

[8] Hucurat, 49/11

[9] Mislim, Bîrr, 32.

[10] ‘Ebese, 80/1-12.

 

Na xebere 4516 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.