zazaki.net
19 Teşrîne 2017 Yewşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
15 Tebaxe 2017 Sêşeme 18:05

Ji Misirê Derketina Îsraîlîyan û Referanduma Kurdan

Roşan Lezgîn

Miletê îsraîlê ji Yaqûb pêxamberî dest pê dike. "Îsraîl" navê din yê Yaqûb pêxamberî ye. Li welatê Ken'anê kurên Yaqûbî bi hîsên hesedê birayê xwu Yusûfî diavêjin bîrê, dû re wî difroşin karwanek ku diçe Misirê. Wê demê Misir dewleteka ava û serwer e. Fîre'wnên ke nîvî îlah hesab dibin Misirê îdare dikin.

Kurê Yaqûbî Yusûf dibe ezîzê Misirê. Yanî li dû fîre'wnî kesê duyem yê xwedan selahîyet e ku Misirê îdare dikin. Xela radibe. Welatên derûdora Misirê perîşan dibin lê bi saya tedbîrên Yûsufî halê Misirê nîsbeten baş e. Yûsuf ji welatê Ken'anê bavê xwe û yanzdeh birayên xwe bi kom û kulfet ve dide anîn. Li Misirê li herêma Goşenê wan bi cih û war dike.

Li Misirê, bi demê re, nesla Yaqûbî zêde dibe, dibin milet. Li Tewratê di beşa 1. a kitêba Ji Misirê Derketin de wisa behs dibe:

"1.6. Bi demê re Yûsuf, birayên wî û ew nesil hemî mirin.

1.7. Lê cisnê wan zêde bû; zarokên wan çêbûn, her ku çû, bûn zêde, welat bi wan tijî bû.

1.8. Dû re, melîkekî nû ku derheqê Yûsufî de tiştek nizane li Misirê çû ser textî.

1.9. Ji gelê xwe re got 'Binêrin, îsraîlî bûne ji me zêdetir,

1.10. werin em li hemberî wan aqilê xwe bişuxilînin, nexwe hîn zêdetir dibin; eger herbek derkeve, ew dê herin bikevin nav dijminên me, welat terk bikin.'

1.11. Bi vî awayî misrîyan meriv danîn ser îsraîlîyan ku bi wan karê giran bidin kirin. Îsraîlîyan ji bo fîr'ewnî bi navê Pîtom û Ramses du bajarên ku embarên wan hene çêkirin.

1.12. Lê misrîyan çerndî tehda kirin, îsraîlî jî ewçend zêde bûn û li herêmê belav bûn. Misirî tirsîyan,

1.13. hîn zêdetir îsraîlî xebitandin.

1.14. Di her awa karê mişagîye, xerc û çêkirina kerpîçan de ew xebitandin, heyat li wan kirin jehr. Di hemî karan de zalimane ew xebitandin."

Bi vî awayî qewmê benî-îsraîl li Misirê dibe kole. Bi qasî me kurdan nebe jî gelek ezîyet û tehda dibînin.

Dû re Mûsa pêxamber tê dinyayê. Li qesra melîkê Misrê mezin dibe. Rojekê dema yekî misrî û yekî benî-îsraîlî li hev dixin, Mûsa xîret dike, lê dide, ewê misrî dikuje. Li ser vê rûdanê direve diçe welatê Mîdyanê. Li wê derê dizewice. Paşê, bi emirê Xwedê vedigere bo Misirê, dixwaze qewmê xwe ji koletîyê xilas bike.

Mûsa kekê xwe Harûn pêxamberî jî digire cem xwe, diçin ji fîre'wnî re dibêjin "Destûr bide, em qewmê xwe ji Misirê dibin." Lê pêwîstîya Misirê bi koleyan heye. Benî-îsraîlî ji xwe re kirine kole, di her awa karên giran de wan bi tundî didin xebitandin. Qet dixwazin koleyên xwe serbest berdin! Fîre'wn destûrê nade. Di navbera Mûsayî û fîre'wnî de têkoşîneka gelek sext dest pê dike.

Ne ku tenê fîre'wn nahêle îsraîlî ji koletîyê derkevin, esas benî-îsraîlîyên ku hînê koletîyê bûne, êdî ew bi xwe jî naxwazin ji koletîyê derkevin. Lewre Mûsa li hemberî îsraîlîyan jî mucadele dike. Têkoşîneka gelek sext, gelek zehmet, gelek pêt dike. Mûsa dike nake neşê qewmê xwe îqna bike, wan ji Misrirê, ji koletîyê, ji zehmetîyê derxîne û bibe "welatê ku hingivîn û şîr têde diherike û Xweda bo wan wehd kiriye".

Bi emrê Xwedê gelek bela bi ser xelkê Misirê de tên, êdî misrî bi xwe dixwazin îsraîlîyan ji welatê xwe derxin, wan biqewirînin. Lê îsraîlî ewçend hînê koletîyê bûne ku êdî naxwazin herin. Mûsa ji wan ra lava dike, lê ew serhişkîyê dikin. Ewqas înad dikin ku Mûsa pêxamber bi xwe jî dixwaze dev ji azadkirina wan berde. Lê Xweda tim cesaret dide Mûsayî.

Axir di dawîyê de neçar dimînin, şevekê dikevin dû Mûsa û Harûn pêxamberî ji Misirê derdikevin. Lê fîre'wn jî ji înada xwe dikeve dû wan, li qeraxa Behra Sor wan diqefêle.

Di beşa 14. ya kitêba Ji Misirê Derketin de du ayet wisa ne:

"14.11 Wan ji Mûsayî re got 'Qey li Misirê cihê mezelan tune bû te em anîn ku em li çolê bimrin? Binihêre te em ji Misirê derxistin, çi bi serê me de anî!

14.12. Wextê em li Misirê bûn, me ji te re negot 'Dev ji me berde, em ji xwe re ji misrîyan re koletîyê dikin? Heta ku em li çolistanê dimirin, me ji xwe re koletî bikira ji me re hîn çêtir bû."

Mûsa gopala xwe li ava behrê dide, Behra Sor ji hev vedibe. Îsraîlî ne ku bi xwestin lê ji tirsa artêşa fîre'wnî derbasê vî alîyê avê dibin. Dema ku fîre'wn û artêşa xwe jî li dû wan tên, av bi ser wan de tê hev, hemî di behrê de dixeniqin.

Bi vî awayî îsraîlî ji Misirê derdikevin. Ji bin hukmê fîre'wnî, ji koletîya misrîyan azad dibin. Bêyî ku di bin hukmê miletekî din yan qiralekî de bin, ew ji xwe ra bi tena serê xwe, êdî azad in. Mûsa û Harûn sermîyanê wan in. Lê heta çil salî piştî ku ji koletîyê derdikevin jî çavê wan her li dû wan e. Xwezîya xwe bi koletîyê tînin. Ji Mûsayî re dibêjin  "Qet nebe em li wir li ser sîtila goştî rûdiniştin, me bi têra xwe dixwar." Ji wan re goşt xweştir e ji azadîyê! Li hemberî piçûktirîn zehmetîyê ji Mûsayî hêrs dibin, sil dibin, lome dikin, digirîn, dizûrin dibêjin "Bo çi te em ji Misirê derxistin?" Yanî dibêjin te çima em ji koletîyê deranîn?

Îro rewşa me kurdan ji alîyekê ve dişibe halê wî wextî yê îsraîlîyan. Çimkî beşek kurdên me jî naxwazin ji bin destê farsan, tirkan û ereban derkevin, ji koletîyê azad bibin, qet nebe li parçeyekî, ji xwe re dewletê daynin. Naxwazin!

Di tarîxê de belkî tu car kurd evçend nêzîkê serbixweyîyê nebûne, firsenda ber bi dewletbûnê bi vî awayî neketîyê destê wan. Di tarîxê de ji bo kurdan belkî ev cara pêşîn e ku beşeka muhîm ya dinyayê û dewletên hêzdar piştgîrîya wan dikin, lîderên kurdan muxatab dibînin. Lê hinde bizavên sîyasî yên kurdan bi israr, bi rik û înad, ji can û dil dibêjin "Naaaa!" Diqîrin, diborin, hêrs dibin, xwe parçe dikin dibêjin "Nabe!" Dibêjin "a-dewlet!"

Elemeşkera, rasterast, bêdudilî, naxwazin kurd ber bi dewletbûnê ve herin. Ne ku tenê naxwazin, belkî bi hemî hêza xwe pêşî li proseya çûyina ber bi dewletbûnê ve digrin. Çi ji wan tê texsîr nakin. Fetwaya wan jî ev e, dibêjin "Dewlet amûra şîdetê ye, lewre baş nîne!" Dibêjin "Em demokrasîyê dixwazin…"

Îro li cîhanê 208 dewlet hene. Îtiraza wan li van dewletan nîne. Nabêjin çima dewleta farsan heye, çima dewleta tirkan heye, çima dewletên ereban hene. Erebên ku kurd enfal kirin, xwedîyê 22 dewletan e. Eger Filîstîn jî bibe dewlet, dibin 23 dewlet. Mesela, ev bizavên me yên sîyasî tu car nabêjin "Filîstînî jî bila dewleta xwe îlan nekin." Lêbelê îro li parçeyekî welatê kurdan hinde hêzên sîyasî dixwazin referandumê bikin, meyla gelê xwe hîn bibin -referandum bi xwe çalakîyeka demokratîk e- dîsa jî nahêlin.

Tu car behsa faydeyên dewletê nakin. Lê di rastîyê de ji bo miletekî dewlet çavîya eslî ya jîyanê ye. Garantîya jîyana neteweyî ya miletî ye, garantîya jîyandina ziman, kultur û nasnameya neteweyî ya miletî ye. Garantîya xwedîlêderketina sînorên welatî, hatina sererd û binerdî ye. Hîç miletek neşê bê dewlet bimîne yan bijî, miletê bêdewlet ji nav diçe, winda dibe. Ev e, eşkera ye, eger kurd jî nebin xwedanê dewleta xwe, ne zêde dûr, dibe ku pêncî sal paşê kesê ku kurdî bizane nemîne.

Ev rêxistin û bizavên sîyasî dema ku li dijî dewletbûnê derdikevin, du tiştan pêş ve dihînin. Yê pêşîn ev e, bêyî ku tu delîl û çavkanîyekê nîşan bidin, li ser serdema neolîtîk dûr û dirêj teorîyan çêdikin û ji nişkê ve digihên îro, dibêjin, hêzên çekdar yên dewletê hene, lewre "dewlet wasitaya tund û tûjîyê ye." Herwisa perdeyekî 'hûmanîter' dikêşin bi ser rûyê gotinên xwe ve û dibêjin "tund û tûjî baş nîne" lewre bila kurd jî xwe ji fikrê damezrandina dewletê dûr bigrin, bila "a-dewlet" bimînin.

Ewên ku vê dibêjin, di destê wan de jî çek hene û ew bi xwe jî tund û tûjîyê bikar tînin. Şîdeta ku ew dikin, ji şîdeta gelek dewletan zêdetir e. Lêbelê nabêjin di destê rêxistinan de jî çek hene, lewre "rêxistin û bizavên sîyasî wasitayên tund û tûjîyê" ne, ji wan dûr bin. Madem hêzên çekdarî û şîdet baş nînin, madem hûmanîstî, demokrasî û azadî baş e, çima di destê rêxistinan de çek hene? Têkoşina hûmanîzmîyê, têkoşîna ji bo demokrasîyê bi metodên hûmanîter û demokratîk tê kirin. Ne wisa?

Helbet dewlet tund û tûjîyê dikin. Lê qet nebe, yê dewletan qanûn heye, heke adil bin, û hêzên xwe yên çekdarî ji bo pêkanîna nîzama civakî bikar bînin, muşkile nîne. Mesela, dewleta farsan, dewleta tirkan û dewletên ereban li hemberî miletê xwe rîayetê qanûnê dikin, ji bo miletê xwe "wasitaya tund û tûjîyê" nînin, ji miletê xwe re çavkanîya jîyanê ne, garantîya jîyandina ziman, çand û nasnameya mîlî ne. Tenê li hemberî me kurdên bindest û kole "wasitaya şîdetê" ne. Tertele, qirkirin, qetlîam, komelkujî, enfal, jenosîd… hemî li ser me kurdan cî bi cî kirine.

Dewlet qanûn çêdikin, qanûnê xwe radigihînin, hemî gelê xwe pê dihesînin ku qanûnê me yê bi vî awayî heye divê hûn rîayetê bikin. Lêbelê yê rêxistin û bizavên sîyasî, qanûn nîne. Yê rêxistinan, îdeolojî û qedexe hene, emir û ferman hene, talîmat hene. Ew jî, wekî qanûnên dewletan îlankirî û dîyarkirî nînin, tim diguherin û cebren têne cîbicî kirin. Mesela, heta bi duh-pêr hinde rêxistinên me digotin "Ewên ku dewletê naxwazin, qîma xwe bi otonomîyê tînin, xayin in." Îro jî dibêjin "Ewên ku dewlet dixwazin xayin in." Bi vî awayî normên bizavên sîyasî bi nakokî ne, keyfî ne. Îro tewirek, sibê bi tewireka din in.

Argumantê din yê ewên ku dibêjin dewlet bo kurdan baş nîne jî ev e. Dibêjin "Partîyên ku dixwazin referandumê bikin, sîyaseten zeîf ketine, dixwazin zeîfîya xwe bi referandumê kamufle bikin, biveşêrin." Bê delîl, bê îsbat dibêjin, tu îstatîstîkekê nîşan nadin. Lê di esasê xwe de, hêzên ku dixwazin referandumê bikin, di dîroka xwe de tu car bi qasî îro hêzdar û xurt nebûne; hem ji layê çekdarîyê ve, hem ji layê ezmûna polîtîk û rêvebirinê ve, hem ji layê kadroyan û dîplomasîyê ve, hem ji layê medyayê ve… Îro ji layê gelek dewletên dinyayê ve di binilindtirîn dereceyê de wekî muxatab qebûl dibin.

Rêxistin û bizavên sîyasî ku îro li dijî referandumê derdikevin, eger bibêjin, bila ew partî dewletê daneynin, em bi xwe dadimezrînin, hingê meriv dişê ta radeyekê wan fêm bike. Çimkî di navbera hêzên sîyasî de tim rikeberî heye, çavnebarî heye. Lêbelê mesele ev nîne. Esla! Esasê meseleyê ev e ku, ew naxwazin kurd bibin xwedandewlet. Dibêjin dewlet ji kurdan re heram e, dibêjin bila kurd tim kole bin, di nav tirk, fars û ereban de bila bihelin, winda bibin. Çima? Çimkî fars û tirk û ereb wisa dixwazin. Polîtîkaya wan a neteweyî wisa ye. Dewletên wan Kurdistanê di nav xwe de par ve kirine, kurd kirine koleyên xwe. Ji vê xweştir çi heye?

Têkoşîna li dijî dewletbûna kurdan li van rojan wekî têkoşîna li dijî referandumê çêdibe. Di vê têkoşînê de meriv dişê ta radeyekê rêvebirên rêxistin û bizavên sîyasî têbigihê. Çawa yanî? Yanî, meriv dişê wekî texmînekê bibêje îhtîmal heye ku wezîfe girtibin; her tişt mumkin e! Lê meriv neşê kurdên ku li dû wan diçin fêm bike. Çimkî gelek kes hene bi qasî rêvebirên rêxistina xwe li dijî dewletbûna kurdan e. Kurd e, lê naxwaze kurd ber bi dewletbûnê ve herin. Helwêsteka bi şuûr nîne helbet, tenê ji ber ku rêxistin yan jî bizav wisa dixwaze lewma ew jî wisa dixwazin. Ger hema sibê serê sibehê, şefeqekê, em ji xew rabin ku rêxistin yan bizavê gotiye em dewlet dixwazin, hingê ew jî dê bixwazin.

Li vir hizra min ev. Em ferz bikin, merivekî mîna min, kesekî edetî, sade, ji nav xelkê. Eger bixwaze, gelek normal e ku ji xwe re bibe layengîrê rêxistinekê yan jî bizaveka sîyasî; bibe dildar, jê re xizmetê bike, heta ku bibê mîlîtanê wê jî. Lêbelê divê tim xwedanê wê fêm û ferasetê be, divê bizane berjewendîya neteweya xwe û berjewendîya rêxistin yan bizava xwe ya sîyasî ji nav hev derxîne. Divê rêxistin yan bizava xwe ya sîyasî di ser netewe û welatê xwe re negire. Çimkî rêxistin yan bizavên sîyasî muweqet in; îro hene sibê tune ne. Lê milet, welat, dewlet daîmî ne, eslî ne, heta bi hetayê hene. Lewre divê meriv gelek bi hêsanî bişê bipirse bibêje "Bavo, we heta duh-pêr digot ewên ku dewlet naxwazin xayin in, lê îro hûn dibêjin ewên ku dewlet dixwazin xayin in. Ev çi îş e? Ca bêbijên hela…"

Di hizirîn û pirseka wisa de derdekî şexsî nîne, tenê endîşeya neteweyî heye. Çawa ku meriv zarokên xwe, ewladên xwe difikire, divê meriv wisa jî îstîqbala neteweya xwe bifikire. Em ferz bikin, eger yek rabe pirseka wisa bike, hingê berîya her kesî terefdarên rêxistinan bi ser wî de sil dibin. Ewên ku meyla xwe dane ser rêxistin û bizavên sîyasî, dildarên wan êrîşî wî kesî dikin. Berîya her kesî ew dev diavêjin, êrîş dikin, ew çaqukêşîyê dikin…

Hedîsek heye, dibêjin, xortek rojekê diçe meclisa pêxamberî, dibêje "Ya pêxamber, ez wa dihizirim, dibêjim, dibe ku Xweda tune be." Eshabe hêrs dibin, dikin ku kurikî bidin ber xincer û şûran. Lê pêxamber nahêle. Wisa sakîn û bi bişirîn dibêje "Şikir ku merivên wisa jî di nav umeta min de hene." Çimkî pêxamber bi xwe bawer e, ji lawikî re îzeh dike.

Ev bûn nêzikî çil salî ku li bakurê Kurdistanê em hemî têdikoşin. Li bakurê Kurdistanê li ser xwîna me, li ser xwîna zarokên vî gelî bêhtir ji sedî, heta bi 120 şarevanî, 17-18 sal di destê bizava sîyasî ya Bakurê de bûn. Li derdora van şarevanîyan bi sedan dem û dezge û şirket hatin damezrandin, bi sedan komele ava bûn, bi sedan lewhayên qirase û bi fîyaqe yên "demokratîk" û "azad" hatin daliqandin, herwisa dem û dezgehên ragihandinê, radyo û televîzyon, kovar û rojname, navendên çand û hunerê, bi hezaran kadro wekî memûr yan jî di statuyên muxtelif de îstîxdam bûn…

Dawîyê çi bûn?

Dewleta xelkê bi lingan çû ser. Mîna ku ji xwe re qurteka avê vexwe, hemî ji destê wan derxistin. Partî yan jî bizava sîyasî muflis man! Kesî deng ji xwe derxist? Na! Kesî tu deng ji xwe dernexist. Min bi xwe nedîtîye ku kesî gotibe çit jî. Her wekî ku jixwe tune bûn, her wekî ku ew hemî xewn bû. Lê di eslê xwe de sîstemek hatibû danîn, ewqas bi xwe bawer bûn, çi dema ku ji yekê sil dibûn digotin "Gelê me we di tûka xwe de dixeniqîne!" Kanê ew gel?

Heta ku goristan jî bi erdê ve xurdexaş kirin. Li Bakurê mû li ser mûyê nemaye. Sifir! Ne ku sifir, di bin sifirê de ye îro. Ez çawa dizanim? Wekî nimûne, wan rojan çend heb parlementerên ku li derve mane, hatin li Diyarbekirê, di parkê de rûniştin, gotin "Em nobeta wijdan û edaletê digrin."

Ez heta êvarê li wan deran gerîyam, li wan kuçe û kolanan gerîyam. Kes di wê semtê re derbas nebû. Ebed! Barîyerê ku polîsan danîbû, di nav parkê de bû. Lê wan ji mîkrofonên televîzyonan re got "Polîsan barîyer danîne, lewre gelê me nehat." Heyla mîrat!

Ev gotinên hanê ji gelê Diyarbekirê re heqareteka pir mezin bûn. Çimkî her kes baş pê dizane, gelê Diyarbekirê li hemberî tank û panzeran, li hemberî guleyan bi sedan car meydan tijî kirine. Ji wan re barîyereka polîsan çi ye ku!

Gel jixwe nehat wan doran. Niha ez ji çavên serê xwe bawer bikim yan ji rojname û televîzyonên ku tim propaganda dikin? Dîsa, wan got "Bila kes xwe nexapîne, encama referandumê li meydanê ye!" Qesda wan ji referandumê, ew giştpirsîya ku bo erêkirina sîstema serokatîyê ya li Tirkîyê bû. Belê, ji sedî 67.57ê gelê Diyarbekirê di refaranduma erêkirina guhertina qanûnê esasî yê ji bo sîstema serokatîyê de got "nexêr". Lê her kes baş dizane, her kî gotibe "nexêr" ew hemî li dû wan nînin. Êdî gel nema! Ewçend têkoşîn, ewçend xwîn, ewçend ked, ewçend ezîyet, ewçend cefa… We hemî di avê re berdan çûn. We gel hişt?

Eger hûn xwedanê dewletê bûna, kes dikaribû şarevanîyan ji destê we derxista, memûr û kadroyên we ji kar biavêta, goristanên we xurdexaş bikira? Gelek eşkera ye, eger dewleta we tune be, hûn neşên bi rêxistinan, bi îdeolojî û partîyan destkeftîyên xwe di destê xwe de bigirin. Îsbata vê li meydanê ye. Bê şik û şubhe ye. Dewleta we tune be, selteneta we ne ku li ser textî, na, li ser textikan e, li ser darikan e.

Min gava din got, argumanteka yên dibêjin dewlet baş nîne ev e ku, dibêjin, ewên ku referandumê dikin, sîyaseten lawaz ketine, dixwazin lawazîya xwe bi referandumê veşêrin. Di esasê xwe de ev tesbît tam ji bo Bakurê di cih de ye. Lê keçelo navê min navê te kumê min li serê te! Li Bakur pel nalive. Gelê ku dikarîbû dijminî di tûka xwe de bixeniqîne nema! Lêbelê kes hîç behs nake, nabêje, li Bakur çi bû, çi qewimî? Nabêjin kanê Amed, kanê Mêrdîn, kanê Xerzan, kanê Botan, kanê Serhed, kanê Dêrsim? Kanê Farqîn, Cizîre, Sûr, Qoser, Nisêbîn, Varto, Şirnex, Gever? Kanê gund, kanê bajar? Kanê mitîng, kanê xwepêşandan, kanê girtina kepengên dikan û mixazeyan? Here û were Şingal!

Hey gidî dinya hey!...

Sîyaset e; goştê sor û gilor e; duhî digot ezê ku ez im, îro dibêje, neharê, min kengî gotibû? Ez merivî dizanim, ji bo îdeolojîyê hezar hawa heqaretî bi min dikir, dijûnên dinyayê didan, îcar di xizmeta şarevanîya îro de nûçeyan amade dike, propagandaya qeyûmê dewletê dike. Te duhî digot çi? Di bîra te de ye? Ne pîvaz xwar ne dev şewitî!

Dibêjin dema ku Umer bîn Xettab xelîfe bûye, di camîyê de xutbe dide, dibêje "Eger ez ji heqîyê averê bibim hûn ê çi bikin?" Xortekî dest diavêje qevda şûrê xwe dibêje "Em ê te bi şûrê xwe bînin ser rê!"

Divê em jî bikaribin du-sê gotinan bibêjin, qey dê qîyamet rabe? Madem her kes rast e, hingê kî çi dibêje bila bibêje, zerara xwe tune ye. Heke dijûnan nade, heqaret nake, îftîra nake, propagandaya reş nake, bi delîl û îsbat dibêje, bi dîyarde û fenomenan dibêje, ji gotinê tiştek naşehite.

Ji layê din ve, heke hinde meriv ji îdeolojîyê pir hes dikin, dibêjin em bê îdeolojî îdare nakin, xem nake. Ez bi xwe dibêjim îdeolojî dogma ne, tu eleqeya wan bi îlim û zanistê nîne. Lê dîsa jî, de bila îdeolojî jî hebe, ez qebûl im. Îdeolojîya tirkan heye, ya farsan heye, bila îdeolojîya kurdan jî hebe.

Temam.

Îdeolojîya tirkan dewleta xwe, alaya xwe, sînorên welatê xwe, miletê xwe, ziman û çanda xwe, dîrok û nîjada xwe, heta bi piçûktirîn kevira welatê xwe jî wekî tabu diparêze, lê xwedî derdikeve. Gelo ev îdeolojîya we çima hîç nabêje alaya kurdan, welatê kurdan, dewleta kurdan? Dibe ku bibêjin, îdeolojîya tirkan nîjadperest e, îdeolojîya me demokratîk e. Baş e. Madem îdeolojîya we demokratîk e, gelo çima nahêle gel ji xwe re bi awayekî demokratîk referandumê bike? Ev çawa îdeolojî ye ku temamê miletên dinyayê xwedan dewlet in, ji dewleta kesî re tu îtirazekê nake, tenê dibêje dewlet ji kurdan re heram e?

Ez wisa temam bikim. Gelê xwişk û birayan! Eger hinek kesan nîyet kirine bi qedera miletê me re bilîzin, heta bi heta me wekî koleyên sê miletan bihêlin, divê em desturê nedin wan. Heqê me ye, divê em jî bibin xwedanê dewleta xwe. Bila dewleta me hebe dixwazî Hesoyê gavan yan Husoyê şivan damezrîne. Çi pêngav yan hilkeftinek ku me ber bi dewletbûnê ve dibe, rast e, heq e, meşrû ye. Divê em ji heqîyê, ji rastîyê xwe averê nekin, ji rê dernekevin! Heke dewleta me tune be, tu tiştekî me jî tune ye!

Ez hêvîdar im ku miletê me li Başûr, di roja 25 îlon 2017 de, di referanduma ji bo serbixweyîyê de muzafer be. Xweda miletê me nede şermê înşalah.*

_________

*Min ev nivîsar roja 10 tebax 2017 de bi kurdîya zazakî nivîsand û di eynî rojê de li malpera www.zazaki.net weşand. Di demeka kurt de gelek kesî xwend. Çend heval jî li min gerîyan, xwestiin wergerînin ser kurdîya kurmancî ku bila zêdetir kes bixwînin. Hevalekî jî got ez wergerînim ser tirkî. Min got, madem wisa ye, ez ê bi xwe wergerînim ser kurmancî.  

4.20170815180643..jpg

Na xebere 498 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.