zazaki.net
29 Adare 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
21 Hezîrane 2011 Sêşeme 10:10

Hejmara Hezîranê ya Le Monde diplomatique kurdî derket

Xebere: Zazakî.Net

Hejmara Le Monde diplomatique kurdî ya hezîranê bi naverokeke dewlemend derket û di firoşgehên çapameniyê de cihê xwe girt. Hejmara 19an ya Le Monde diplomatique kurdî bi mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistan û cîhanê ve dagirtî derket pêşberî xwendevanên xwe.

Di vê hejmarê de dosyayeke fireh li ser nifûs û demografîyê hatiye amedekirin. Di vî çarçoveyê de redeksiyona kurdî cih daye gotara nivîskar û lêkolînerê kurd Osman Aydin ku bi sernavê “Li Kurdistana Bakûr struktura demografik” hatîye nivîsandin.

Nivîsa duyemîn a redeksîyona kurdî ya nivîskar û lêkolîner Aras Sober e. Aras Sober di nivîsara xwe ya bi sernavê “Paşxaneya Xwepêşandanên Başûrê Kurdîstanê” bi awayekî kûr û fireh xwepêşandanên li bajarê Silemanîyê dest pê kirin û li gelek bajarên Kurdîstana Başûr deng vedan dinirxîne. Nivîs li ser sedemên bingehîn û çawabûna pirsgirêkê înformasyonên kûr û fireh dide.

“Arşîva Bîra Kurdan” ya vê mehê de, nîvîsa Elizabeth Picard a bi sernavê “Li kevîya şer, kurd asta daxwazên xwe bilind dikin” ku di tîrmeha 1985an de, di Le monde diplomatique de derketiye, cih digire. Elisabeth Picard, di vê nivîsa xwe de bi taybetî têkoşîna hêzên kurd ên li dijî rejîma Sedam Huseyn şer dikin û dixwazin wê biguherînin tîne ziman.

Di rûpela “Çand û Hûner” de jî Salihê Kevirbirî nivîsekê li ser şanoyeke kurd nivisandîye. Kevirbirî şanoya DestAr-Theatra bi xwendevanên LMd-kurdî dide nasandin. Di heman rûpelê de rojnamevan Ali Guler jî yekemîn filmê kurdan “Zerê” ku beriya 85 salan hatiye kişandin dinirxîne. Vê mehê rûpelên rojnameyê bi wêneyên wênesaza kurd Ayşe Kazci hatine xemilandin. Di rûpela dawî de ligel wêneyên ferhengên kurdî nîvîsa Jan Bada ya li ser ferhengên kurdî cih digire.

Nivîsên dosyaya mehî ya “nifûs û demografîk” û hin nivîsên bijarte yên vê mehê jî ev in:

- Gerard François Dumont, Derbarê nifûsa cîhanê de tesbîtên xapînok.

- Issabelle Attené, Dema ku porê çinê spî bû.

- Georges Minois, Gerstêrkeke serjimara wê zêde

- Youssef Courbage, Dema cîvanên ereb

- Brian Currin Li welatên Baskan aştî mimkun e.

- Bernard Umbrecht, Faust û sîmyaya kapîtalist.

- Jean-Luc Racîne, Piştî mirina same Bîn Ladîn Pakistan.

- Xavier Monhéard, Dewletên yekbûyî vedigere Vietnamê ûhwd….

Le monde diplomatique kurdî bixwînin û bidin xwendin!...

www.lemonde-kurdi.com

Facebook:
http://www.facebook.com/le.monde.diplomatique.kurdi

Twitter:
http://twitter.com/lemonde_kurdi

Na xebere 3476 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.