zazaki.net
06 Kanûne 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
16 Adare 2011 Çarşeme 20:48

Hejmara adarê ya Le Monde diplomatique kurdî derket!

Le Monde diplomatique kurdî, di vê hejmarê de jî dîsa cih dide hin nivîsên li ser pêşveçûnên civakî yên li welatên ereb û rola Amerîka.

Hejmara Le Monde diplomatique kurdî ya adara 2011an bi naverokeke dewlemend derket û li firoşgehên navendî yên Ewrûpayê cîhê xwe girt. Rojnameya mehane ku bi mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistan û cîhanê ve dagirtiye, derket pêşberî xwendevanên kurdî.

Di vê hejmarê, di nav redaksiyona kurdî de nivîseke Prof. Dr. Ferhad Îbrahîm a bi navê ‘’Wikileaks, DYA û Kurd’’ cîh digre. Îbrahîm, di gotara xwe de li ser dokumentên Wikileaksê, yên der barê siyaseta Amerîkayê ya hemdemî, ya nexasim li ser kurdan disekine û pirs dike ka gelo çima, di van dokumentan de pirsa kurd di siyaseta amerîkî ya Rojhilata Navîn de cihekî mezin nagire.

Nivîseke din ji redaksiyona kurdî jî ew e ku bi navê «Li Kurdistanê Setrenca Nabuccoyê» ye û ji aliyê rojnamevanê kurd Perwer Yaş ve hatiye nivîsandin. Yaş, qala zehmetiyên têkiliya di Rojhilata Navîn de ji dîrokê ve li ser xetên petrolê dike û balê dikişine ser lîstikên dewletên herêmî ku çawa dixwazin para kurdan bi tu awayî di vê yekê de tunebe. Projeya Nabuccoyê wek mînak hildigire dest û li ser hûr dibe ka her pirsgirêkeke li Rojhilata Navîn cîhanê çiqas elaqeder dike û dest datîne ser girîngiya rola Kurdistanê di vê herêmê de. Daketina kurdan ya serzemînê dîplomasî û siyaseta cihanê bi taybetî welatên rojava û welatên cîran dide xuyakirin ku êdî kî bixwaze li wê herêmê gavek biavêje, divê kurdan jî bihesibîne.

Di beşê «Arşîva Bîra Kurdan» ya Le Monde diplomatique kurdî de, nivîsa Chris Kucthera ya bi navê «Berûdistana Kurd - Lawaziya berxwedaneke parçebûyî» heye ku pirsgirêka kurd li seranserê Kurdistanê digire dest û analîzan li ser rêxistinên kurd yên ku piştî salên heftê derketine holê dike.

Kucthera, balê dikşîne ser tevgerên nû, xetereyên nû, rêxistin û kesên di wan de rol girtine û rola wan yek bi yek destnîşan dike. Dûr û dirêj li ser şerê birakujî radiweste û bûyerên hatine holê yek bi yek şirove dike, têkiliyên di navbera her du partiyên kurd yên mezin de radixe ber çavan.

Hikumetên navendî yên Kurdistan dagir kirine vê rewşê baş bi kar anîne û lê qet guh jî nedane daxwazên rêxistinên kurd, peyman pircaran bi awayeke yek alî ve faşil bûne. Neteweyeke qedîm û têkoşêr ku hertim ji bo mafê xwe li ber xwe daye, pir caran ne ji ber xurtbûna dijmin, lê lihevnekirina hêzên navxweyî winda kiriye, lê dîsa jî bêrawestan xwedî li têkoşîna xwe derketiye û hîn jî di nav şerekî dijwar de hebûna xwe diparêze.

Sernivîsa Serge Halimi jî berê xwe daye Îranê û dibêje gelo ka kengê dor tê îranê. Li ser tevlîheviya li Îranê û rewşa muhalefetê û kirinên bi ser kesên muhalîf de tên radiweste û bi boçûnên xwe serdestiya Îranê, ji ber ku ew guh nadin gelê xwe û cihanê, di nav xetereyê de dibîne.

Beşê Kultur-Polîtîk yê Le Monde diplomatique kurdî, dîsa ji aliyê Kejo Bajar ve hatiye amadekirin û pirtûka Ferhad Pîrbal ya bi navê «Çolistan» tê nasandin. Ev pirtûka çîrokan e û ji zaraveyê soranî ji aliyê Şikriya Salih û Firat Kelehkî ve hatiye wergerandin.

Le Monde diplomatique kurdî, di vê hejmarê de jî dîsa cih dide hin nivîsên li ser pêşveçûnên civakî yên li welatên ereb û rola Amerîka. Herweha rûpelên hejmara adarê bi tabloyên wênesazê kurd Gökhan Aslan ve hatine xemilandin. Ji bilî vê yekê, di vê hejmarê de dosyayek di derbarê rewşa dawîn ya welatên ereb de jî cîh digre. Hin nivîsên ku di hejmara nû ya Le Monde diplomatique kurdî de cîh digrin tevî nivîskarên xwe weha ne:

Meksîkayê weha dev ji serxwebûna xwe berda Jean-François Boyer
Peymana demokratîk li nav hêzên başûr François Danglin
Hevkarîya ji hemû rexan ve François Danglin
Tenduristî, çandinî û projeyên hevbeş Folasha dé A. Soulé-Kohndou
Baregehên amerîkî yên bê sînor William Pfaff
Perwerde, ji bo berfirehkirina bîmeya civakî hêmaneke serekî Thierry Weisha upt
"Şerê qirêj" ê UCKyê li Kosovayê Jean-Arnault Dérens
Artêş, gel û otokrasî Salam Kawak ibi & Bass ma Kodmani
Li Misirê şoreşa piştî şoreşê Rapha ël Kempf
Birayên Misilman û "hatina nav nîzamê" Gilbert Achcar
Li Lîbyayê rola eşîran Ali Chibani
Hişyarbûna erebî dê çi biguherîne? Alain Gresh
Payînên civakî û tirsa kaosê li Tûnisê Akram Belkaïd
Dema ku Fransayê piştgirî dida zordarîya li Tûnisê girseyê Michèle Alliot-Marie bi xwe re bir Laurent Bonelli & Elwis Potier
Sîber-êriş li dijî Tehranê Philipp e Riviére
Êdî lêkolîner newêrin li tiştekî bikolin Howard S. Becker

Na xebere 3779 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.