zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
04 Hezîrane 2017 Yewşeme 14:56

Hacî Qadirê Koyî

Aso Zagrosî

Min ev nivîsara hêja ji bloga birêz Aso Zagrosî wergirt:

http://aso-zagrosi.over-blog.com/article-30477328.html

Lê ji alîyê rastnivîsînê ve min redakte kir hîn veguhazt bo vê derê. Ez hêvîdar im xwendevan bi hurbînî bixwînin û jê sûd wergrin. (r.l.

* * *

Hacî Qadirê Koyî helbestvanê şoreşger û welatperêz li başûrê Kurdistanê, li gundê Goreqerec[1] ku dikeve başûrê rojavayê bajarê Koye ji dayîk bûye. Derheqê sala jidayîkbûn û mirina Hacî Qadirî de remanên cur bi cur di navbera rewşenbîrên kurdan de hene. Ebdelrehman Saîd[2], Mihemed Emîn Zekî[3], Refîq Hîlmî[4] hemû sala 1232 ya hîcrî (1816-1817 mîladî) ji bo jidayîkbûna Hacî Qadirî datînin. Eladîn Secadî[5], Gîw Mukrîyanî[6], Mihemedê Mella Kerîm[7] jî sala 1815 ji bo jidayîkbûna Hacî qebûl dikin. Mesud Mihemed[8] jî sala 1824 wekî tarîxa jidayîkbûna Hacî datîne. Reşîd Findî[9] salên 1815-1816, Sadiq Borakayî jî wekî Mesud Mihemed sala 1824 ji bo jidayîkbûna Hacî tîne zimên. Bi kurtî sala jidayîkbuna Hacî heta niha cîyê gengeşe ye di navbera dîroknasên wêjeya kurdî de.

Li ser sala mirina Hacî Qadirê Koyî heta sala 1972 li başûrê Kurdistanê bîr û rayên cewaz di nevbera rewşenbîran de hebûn. Lê bi gel komkirin û çapkirina rojnameya Kurdistanê ji alîyê Dr. Kemal Fuad[10] ve ew gîr û girift jî hatin çareserkirin. Ji ber ku di hejmara sisêyan a rojnameya Kurdistanê ya sala 1898an de hatibû xuyakirin ku Hacî Qadirê Koyî sala dî wefat kir[11]. Ango Hacî Qadirî di sala 1897an de koça dawîyê kirîye. Bi saya rojnameya Kurdistanê sala koça dawî ya Hacî û helbesta wî ya bi navê "Zemane resmî caranî nemawe" gêhiştîye heta roja me.

Em dîsa bizivirin ser jîyana Hacî Qadirî. Navê bavê wî Ehmed bû, navê dîya wî jî Fatê. Her du jî gundî bûn. Û jîyana xwe li gundê xwe bihûrîbûn. Em ji vê yeka hanê di saya helbestek Hacî pêdihesin:

Bawkim Ehmed bû nawî bîrîm dê

Xelqî ladê bû daykî min Fatê[12]

Wê dema bavê Hacî dimire hêj ew piçûk bû. Di gel dayîka xwe ji gundê xwe dihêlin û tên li bajêrê Koye niştecî dibin. Dayîka wî wî dide ber xwendinê û dişîne ji bo mizgeftên Koye ji bo perwerdbûnê. Ji bo xwendina feqayetîyê û zanistên îslamê. Hacî diçe mizgefta Miftî, ya Hacî Bekir axa û ya Hacî Mela Eshdî li Koye[13]. Piştî mirina dayîka Hacî Qadir, mirovekî wan bi navê Mela Umer Gunbedî li Hacî xwedan derdikeve û xwandin û perwerdekirina Hacî dide ser milê xwe. Hacî di zaroktîya xwe de jî jîr û jêhatî bû. Hertim amade bû ji dû zanistê bigere û biçe bajêr û welatên din ji bo xwendinê. Lewra jî ji bo xwendinê cara yekemîn Hacî û hevalê wî Ebdulah Celîzade[14] bi rê ketin û çûn Balek. Li wê derê mamostayê wan Mehmûdê Îbnû Adem[15] bû.

Adem bi xwe ji xelkê Balekê bû wê demê di devera Soran de zanayên wekî wî yan tune bûn yan jî gelek kêm bûn[16]. Navê Adem ji devera wî der çûbû heta gihiştibû welatên din yên dewr û dora Kurdistanê.

Di helbesteka xwe de Hacî Qadir basa çûyîna xwe û Ebdulah Celîzade ji bo Balekê dike ku dîyar dibe Hacî însanekî hejar, destkurt û belengaz bû. Di helbesta xwe de wê rewşa xwe bi awayekî zelal û dîyar tîne berçavan:

We bîrt dê zemanê çûyîne Balek

Be pêxawsî ne kewşim bû ne kalek[17]

Dîyar dibe ku wê demê Hacî bê sol, bê kalik û pêxas diçe bo Balekê. Hacî Qadir di helbestekî din de jî tê li ser wê geşta xwe bi gel Ebdulah Celîzade ji bo Balekê, nîşan dide ku Ebdulah Celîzade siyar bû ew jî peya bi gel diçû. Lê bi awayekî hunerî û ciwan wê rewşê tîne berçavan:

To xoş debezî espî bezînit pêye

Min nageme to espî bezînim pêye[18]

Hacî Qadir ji Mela Ebdulah re dibêje ku tu xweş diçî, te hespekî zînkirî heye, ez nagehîjim te hespê min yê zînkirî pîyên min in. Ev helbest jî rewşa aborî ya helbestvanê bi nav û deng Hacî Qadir tîne holê û nîşan dide ku heta kîjan radê Hacî Qadir jar û destkurt bû. Warîdata wî tune bû ji bo xwe hespekê bikire û bi gel hevalê xwe bi siwarî biçin Balekê ji bo xwandinê.

Piştî pênc sal li Balekê Hacî Qadir dîsan bi rê dikeve ber bi Kurdistana rojhelatê diçe û li dû zanîn û xweperwerdebûnê digere. Hevalê wî jî ango Mela Abdulah vedigere bo Koye. Bi rastî jî Hacî Qadir ne tenê hejar bû, kesekî wî jî tune bû. Wê dema em civata kurdî ya wê demê tînin ber çav ku kur û kiç di darguşê de dizewicandin. Mirovên jin nedanîn yên hejar bûn yan jî yên ku nedikarîn next (qelin) bidin.

Em îro nikarin vê rewşa taybetî ya Hacî seda sed usa şîrove bikin. Lê ev rastîya civata me bû û heta niha jî gelek deveran her berdewam e. Lê Hacî ji bo çi vegere? Kesî wî jî li Koye nîne. Hacî bi xwe di helbesteka xwe de vê rewsa xwe ya taybetî tînê zimên û dibêje:

Her minim êsta warisî Îsa

Bê jin û mal û bê kur û mewa

Hacîyê bêkes diçe ji bo rojhelata Kurdistanê û nêzîkî çar salan li bajarên mîna Serdeşt, Mehabad û hinek bajarên din dimîne. Piştî qedandina xwendina xwe, Hacî vedigere bo bajêrê xwe, Koye.

Derheqê nasnavê Hacî de jî gelek niqaş di navbera rewşenbîrên Başûr de hatine kirin û hêj cih bi cih berdewam dikin. Gelek rewşenbîrên wêjenas û dîroknas ji xwe dipirsin, gelo Hacî Qadirê Koyî çûbû Hec, ji bo vê yekê navê Hacî bikar dianî? Yan jî di zaroktîya wî de ev nav ji alîyê dê û bavê wî ve hatîye lêkirin? Piraniya rewşenbîrên kurd li ser wê rayê ne ku Hacî Qadir meha hecîyan yan jî di cejna hecîyan de ji dayîk bûye û ji bo vê yeka hanê jî ev nav hatiye lêkirin. Hacî bi xwe jî di helbesteka xwe de dide xuyakirin ku neçûye hecê:

Menzîlî meymen nemawe êsteke eyameke

Rahetî mumkîn nîye neçîye Medîne ya Mekke[19]

Li Koye di navbera Hacî û şêxan de gîr û girift durist dibin û nakokî kûr dibin. Çekek Hacî Qadir hebû ew jî helbestên wî bûn. Bi gel helbestên xwe ve Hacî dijî şêxên Koye dest bi şer kiribû. Berxwedan û serî neçemandina Hacî, desthelatê Şêx Nebî xistibû li nav metirsîyek mezin. Şêx Nebî û murîdên wî bi gel sofîyên Koye helwesteka gelek tuj û sext beramberî Hacî wergirtin û heta xwastin Hacî bikujin. Hacî helbestên xwe yên wê demê ve bibû dengê çînên bindest, diji axa, şêx û derebegan. Di wê civata derebegayetîyê de Hacî Qadir têdikoşîya dijî çînên serdest û dixwast bingehê civata Kurdî ya wê serdemê biguherine. Hacî Qadir jî wekî mela û helbestvanekî bi nav û deng dikaribû bi çînên serdest û zordar re rêk biketa û dû berjewendîyên xwe yên kesayetîyê bimeşîya. Lê Hacî Qadir hemû jîyana xwe ji bo azadkirina welêt û çînên bindestên Kurdistanê terxan kiribû. Qet çarek jî nexwest bi gel nokerên dagirkeran yên li Koye rêk bikeve.

Roj bi roj navbera wan pêtir xirab dibû û Hacî jî xwe her berdewam dikir. Bi vî awayî Hacî bibû armanca êrîşên kevneperestên Koye.

Em dizanin di wê serdemê de dewreki mezin yê şêxan di nav komên xelkê Kurdistanê de hebû. Şêxekî dikaribû gelek serokên eşîr û axa bi xwe ve girêbida yan jî bê desthelat bihişta û kontrola xwe ya niqaş li ser wan û mirivên wan saz bikira. Wê dema em dewra Melayê Xetê di şikestina bizava Kurdî ya başûrê Kurdistanê de tînin ber çav, wesa jî dewra şêxan xuya dibe. Wekî em dizanin îro jî hinek şêx kontrol li ser dehan hozan çêkirine, kirine murîdên xwe. Serhildan ji alîyê rewşênbîran ve di wê serdemê de dijî şêxan karekî asan nebû. Pêwîst e di nav vê çarçovê de em mezintîya Hacî Qadir û şoreşgertîya wî bi nirxînin.

Hemû nivîsevanên kurd ku li ser Hacî Qadir nivîsîne, basa koçkirina wî ji Koye bo Îstanbulê û nakokîyên di navbera wî û şêxê Mawîllî de dikin. Piranîya rewşenbîrên kurd ku yên li ser jîyana Hacî Qadir nivîsîne, li ser wê bîr û bawerê ne ku sedema serekî ya derçûyîna Hacî ji Koye, şêx Nebî û murîd û sofîyên wî bûn. Hinek nivîsevanên kurd jî hene (pir degmen in)[20] dibêjin Hacî bi dilê xwe Koye hiştîye û çûye Îstanbulê û carekê din venegerîyaye ji bo Koye. Lê ji bo vê yekê jî tu girovan nîşan nadin. Dîsan ew jî dûr û dirêj li ser nakokîyên navbera Hacî û desta şêxan û sofîyan radiwestin. Dîsan Hacî bi xwe jî di helbestên xwe de dijî şêxan rawestîyaye û gelek bi tundî şêx û mele û sofî rexne kirine. Hacî bi xwe jî di helbesta xwe de li ser sedemê çûyîna xwe bo Îstanbulê radiweste û dibêje:

Le Quşxanewe ta demî Îçqela

Le Bayîzaxawe ta Mihelley Qelat

Hemû xizmî xomim dezanim dêlen

Le bêhurmetîman bû Hacî helat[21]

Wê dema em ji nêzîk ve bala xwe didin vê malika Hacî em dibînin ku Hacî gelekî bêrîya Koye kirîye û di helbesta xwe de navê çar taxên Koye, ango Quşxane, Îçqela, Bayîzaxa û Qelatê anîye zimên. Ji ber ku Hacî ev helbesta li Îstanbulê nivîsîye û şandîye bo heval û hogirên xwe yên Koyî. Li ser peyva 'bêhurmetîyê' jî li başûrê Kurdistanê di navbera rewşenbîran de gelek nîqaş hatine kirin. Lê hemû rewşenbîr li ser wê bawerîyê ne ku kesî li Koye "bêhurmetî" bo Hacî nekiribû û Hacî jî însanekî qedirgiran bû, ji alîyê xelkê Koye ve dihat hezkirin. Lê di vê çarînê de pêyva "helat" ji bo mijara me gelek giring e. Ji ber ku Hacî bi xwe dibêje ku ez revîyam, mirovekî qedirgiran, hezkerê gel, bilbilê Koye eger bi devê xwe vê yekê qebul dike û dibêje "helatim". Ev belge bîr û boçûnên duyemîn pûç dike û nîşan dide ku Hacî ji destê şêx û sofî û murîdan ji Koye revîyaye û çûye paytextê dewleta Osmanî. Eger fişara şêx û murîdên wî nebûya ji bo çi Hacî di pêncîsalîya xwe de heval û hogirên xwe bihêle û biçe Îstanbulê?

Hacî Qadir di helbestên xwe de jî li ser şêx Nebî radiweste û wî tawanbar û rixne dike:

Site eşir jiniyetî bi mezhebî hîmarî

Îbnû Adem nemawe serî pan kat wek marî[22]

Li gor hemû nivîskarên ku li ser Hacî nivîsîne yan jî dîwana wî ji bo çapê amade kirine, ev helbest ya Hacî ye. Bi taybetî jî xizmekî Hacî bi navê Mela Ebdulrehman yanzde yan duwanzde sal piştî mirina Hacî li ser jîyana Hacî nivîsîbû. Ew jî vê yeka hanê qebul dike û dibêje ku ev helbest ya Hacî ye û li ser şêx Nebî vehandîye. Derheqê ravekirina vê helbestê de nivîsevanên kurd xwedanê rayek hevbeş nînin. Beşek ji wan dibêjin ku şêxê Mawîlî 16 jin ji bo xwe anîbûn û pêk ve mar kiribûn. Heta hinek ji wan dibêjin ku 16 jinan zêdatir jin anîbûn[23]. Beşek ji rewşenbîrên kurd li ser wê bawerê ne ku şêx Mawîlî jinek ji bo xwe anibû, lê li gor rê û rêçkên civatê qebul dikir, ev yeka hanê nekiribû. Encama bîr û bawerên her du alîyan çi dibe bila bibe lê xwedanên her du bîr û bawerîyan bi gel hevdu ne ku Hacî, di vê derê de li Şêx Mawîlî rexne kirîye û dîsan bi gel hevdu ne ku Şêx Mawîlî mirovekî bê rewşt û fêlbaz bû. Ji bo vê yekê jî Hacî dibejê: "Eger Îbnî Adem mabûya serî wî wekî yê mer pan dikir."

Hacî her di helbestên xwe de êrîş dibir li ser şêxayetîyê û hewil dida rêya zanistê nîşanî xelkê bide û durûyîtîya şêxan nîşan bike:

Şiklî tekeye û xaneqahî şêxekan

Waqiha rengîne, ema bû riyan

Lem hemû şêx û murîdanay riya

Ferdekî naçîte mizgewtî Xwuda[24]

Li gor Hacî, şêx û murîdên wî xelkê dixapînin û zikr û duayên wan ve qet tiştek çareser nabe. Eger çareser bibûya mirtiv wekî Qarun dewlemend dibûn:

Faydey ger bûyaye zikr û du'a

Debû Qarûn gedayî ser rêga[25]

Ev gotinên Hacî wekî biruskê li mêjîyê şêx û sofîyan diketin. Ji bo parastina berjewendîya xwe û desthelatê xwe di nav civata kurdan a wê demê de hemûyan hev girtibûn û dixwastin Hacî ji holê rakin. Ev plana hêzên kevneperest dijî Hacî Qadir bi ser neket. Ji ber ku mela û sofîyên dostê Hacî rê nedan ev kuştin çêbibe. Mela Ebdulah Celîzade û Emîn axa (Hacî di helbesteka xwe de pesna wî dike) dijî vî kiryara şêxî û murîdên wî derdikevın. Paşê jî bi gel Hacî diaxivin û jê daxwaz dikin ku piçekê halwesta xwe beramberî teke û şêxan nerm bike û êrîşên xwe rawestîne û xwe agadar bibe. Hacî daxwaza wan refus dike û naxwaze êrîşên xwe dijî "Ker Nebî"[26] û hevalên wî rawestîne û dibêje: "Heta ku ruhê min di bedena min de be waz jê naynim û ez jî vê derê jî namînim.[27]"

Piştî vê gotinê Hacî Koye dihêle û diçe Hewlêrê û li wê derê bi gel helbestvan Keyfî (Keyfî jî ji ber şêxên Koye revîyabû) dikevin rê ber bi paytextê dewleta Osmanî. Heta niha rewşenbîrên kurd, yên ku li ser jîyana Hacî nivîsîne, tarîxa rastîn ya çûyîna Hacî ji bo Îstanbulê dîyar nekirine. Li gor Mesud Mimemed Hacî di sala 1864[28] de ji Koye derçûye û Gîw Mukrîyanî jî wesa bawer dike ku di navbera salên 1853-1854an[29] de rêket ji bo Îstanbulê. Ev derketina Hacî ji Koye ya dawîyê bû. Hacî qet venegerîya bo bajêrê xwe. Ew jî wekî Nalî li welatê xerîb yanî li Îstanbulê di 1897 de koça dawîyê kir û li goristana "Qerece Ehmed" hate veşartin.

Hacî Qadir û Peydabûna Hesta Netewî

Hacî Qadirê Koyî di helbestên xwe de ne bi tenê dijî şêx û sofîyan derdiçû, belku zêdetir jî dijî dewletên dagirker derdiket û hewl dida ji bo hişyarkirina gelê kurd. Wê dema ku em behsa jîyana Hacî Qadirî dikin pêwîst e li ser berhemên Hacî, bi taybetî jî li ser helbestên netewî yên Hacî rawestin. Ji ber ku Hacî Qadir jîyana xwe ji bo kurd û Kurdistanê terxan kiribû. Min li jorê jî behs kiribû ku Hacî nezevicîbû û zarokên wî jî tune bûn. Bi rastî jî Hacî evîndarê welêt û bav û rêberê kurdan bû. Ew ji bo Kurdistanê jîya û xebata xwe jî heta roja mirinê ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê terxan kiribû. Hemû rewşenbirên kurd ku li ser Hacî Qadirî nivîsîne her tim bala xwedevanan kişandine ser helbestên wî yên netewî. Lê li ser peydabûna hesta netewî li cem Hacî Qadirê Koyî gelek gengeşe di navbera rewşenbîrên kurd de bûne û hêj jî berdewam e. Ji ber ku Hacî Qadir yekemîn helbestvanê Başûr e ku bi zaravê kurmancîya jêrê helbestên neteweyî nivîsîne. Ji bo agahdarbûn li ser rewşa wê demê ya civata kurd û radeya bilindbûna hesta neteweyî, rewşenbîran gellk girîngî dane û didin vê mijarê. Hemî rewşenbîrên ku li ser Hacî lêkolîn kirine yan jî dîwana Hacî ji bo çapê amade kirine. Li ser peywendîyên Hacî bi gel mala Bedirxanan, Mem û Zîna Ehmedê Xanî û çûyîna wî ji bo Îstanbulê radiwestin. Piranya van rewşenbîran peydabûna hesta netewî li cem Hacî Qadirî di nav van peywendîyan de digerin û basa kargerîya wan li ser Hacî Qadirî dikin. Ji bo vê yeka hanê jî pêwîst e em hinekê li ser van xalên li jorê rawestin. Berîya ku em li ser vê yekê rawestin pêwîst e em bizanin ku rewşenbîrên kurd jî li ser vê mijarê ango li ser peydabûna hesta neteweyî li ba Hacî Qadirê Koyî xwadanê rayek hevbeş nînin. Bi giştî rewşenbîr di nav xwe de bûne du beş: Beşek ji wan wesa difikire ku Hacî piştî çûyîna xwe ji bo Îtanbulê dest bi nivîsandina helbestên neteweyî kiriye. Beşê din jî li ser wê rayê ye ku wê dema Hacî li Koye bû helbestên netewî vehandibû û li Îtanbulê jî her berdewam kiriye.

Hacî Qadirê Koyî evê dema bi gel hevalê xwe Keyfî (ew jî helbestvan e) diçin ji Îtanbulê, Keyfî dest pê dike huqûq dixwîne. Hacî jî ji bo zorakên Bedirxanîyan mamostayetîyê dike. Pêwîst e em bizanîn ku Hacî Qadir di pêvajoyeka dîrokî de jîyabû. Di sedsala 19. de hemû mîrnîşînên kurdan ji alîyê dewleta Usmanî ve yekoyek hatin ruxandin. Hacî jî wekî şahîdekî dîrokî ev karesatên ku li ser kurdan de peyda bibûn yan didît yan jî dibihîst. Di encam de kargerîyek gelek mezin li ser vî zanayê kurdperwer û welatparêz dikir. Wê dema Hacî çûbû ji bo paytextê dewleta Usmanî mîrnîşîna Botan jî hatibû ruxandin. Wek tê zanîn serhildana mezin a mîr Bedirxanî di sala 1846 de şikestin xwar. Ya Yezdan Şêrî jî ji 1853 heta 1864an berdewam kiribû. Piranya rewşênbirên kurd li ser wê bîr û bawerê ne ku Hacî Qadir li salên 1864-1865 de çûbû bo paytextê dewleta Usmanî. Wesa xuya dibe ku binemala Bedirxanîyan li Îstanbulê desteser û di bin çavderîya dewleta Usmanî de bûn.

Li gor Eladîn Sicadî sedema serekî ya guherîna naveroka helbestên Hacî ji helbestên klasîk ve bo helbestên netewî "vexwarina ava bîr û bawerîyên"[30] Bedirxanîyan bû. Gîw Mukrîyanî jî vê guherîna ku di Hacî û helbestên wî de peyda bûye bi "hesta pak" ya binemala Bedirxanîyan ve girê dide. Mîr Celadet Bedirxan jî basa Hacî dike ku dibêje "Ez nikarim bêjim ez Hacî nasdikim, ji ber ku sala ku çûye rehmetê ez hêj nû ketibûm ser lingan"[31] û em dikarin dehan belge û nîşanan bînin ku peywendîyên Hacî bi gel vê mala bi nav û deng ve heye. Dîsan em dikarin dehan nivîserên rewşenbîrên kurd wekî nimûne bînin ku mala Bedirxanîyan tesîr li ser Hacî kirîye di niştimanîbûna wî û helbestên wî de. Lê ez hezdikim di helbestên Hacî de hinek mînakan derxim û nîşan bidim li ser tesîra vê binememala welatparêz li ser Hacî Qadirê Koyî:

Bedirxanî li ser la çê le mew paş

Le her lawe detanharin weku aş[32]

Di vê helbestê de xuya dibe ku hêj Bedirxanîyan li çîyê bawerîyêne û Hacî dibêje "ger Bedirxanîyan qada xebat û şoreşê biçin, dujmin we wekî aşî bihêrin." Helbestvanekî wekî Hacî di wê wextê de xwedanê helwestekî wesa bû û dîsa em peyamê ji bo Hacî bihêlin:

Emîrek mawe paşaye

Gotî kêye? Gotim şêre

Goti lêre? Gotim lêre heta Taran û Hindîstan

Be xoy şêre wekî nawî le şerda dujmin endaze

Temayan her bew mawe tewawî xakî Kurdistan

Heçî cêgay umêd mane û ewey dilxoş deka emro

Kesî dî lew beder nabête xemxurî gelî kurdan[33]

Reşîd Findî jî li ser vê helbesta Hacî Qadirî radiweste û dibêje ev helbest li ser Êzdanşêr hatiye vehandin. Tiştek ji bo me xuya ye ku wê dema serhildana mîr Bedirxan, Êzdanşêr serleşkerê mîrê Botan bû. Di dema şer de peywendî bi gel Usmanîyan çêkir û diji şoreş derçûbû. Piştî ruxandina şoreşa Mîr Bedirxanî dewleta Usmanî soz û peymanên dabûn Êzdanşêrî cih bi cih nekirin û Êzdanşêrî jî serî hilda dijî dagirkerên Usmanî. Şerê Êzdanşêrî ji sala 1853 heta 1864 dewam kir û ew jî hate fetisandin di nava xwînê de. Di vê helbestê de jî xuya dibe ku wê dema Hacî dibêje: "Emîrêk maye, paşa ye (…) bi xwe şêre wekî navê xwe", di vê yekê de qesta wî Êzdanşêr e.[34]

Wê dema em nêzîk ve bala xwe didin dîwana Hacî û lêkolînên li ser vî hatine kirin bi hêsanî tê dîtin ku Bedirxanîyan kargerîyek gelek mezin li ser wî kiribû. Piştî şikestina şoreşa Bedirxanîyan Hacî bi gel kul û kesera dilê xwe bi xem, hêsiran ve ev helbesta hanê bi awayekî gellek ciwan û hunerî nivîsîye:

Cihan bûyite Cizîrey behrî gîryem

Bebê Bohtan e to Zîn emin Mem

Di vê helbestê de peyva "Cizîre tê du wateyan. Yekem wekî di zmanê erebî de mana dûrgeh di nav deryaya giryanê de; wateya duyem jî Cizîra Botan e. Peyva Bohtan jî di du mana de hatiye bikarînan; yek ji wateya Botan cih û warê Zînê ya duyemîn jî di manaya direw de hatiye bikarînan. Hacî ne tenê dibêje hêsrê çavên min bûye derya ew her berdewam dike û pesna mîrên Botan û Baban dike û wan wekî Seyîd û şêxên netewa kurd nîşan dide:

Hakim û mîrekanî Kurdistan

Her li Botanewe heta Baban

Yek be yek hafizî şerîyet bûn

Seyîd û şêxî qewim û milet bûn[35]

Bi kurtî em dikarin gellek nimûneyan bibînin di nav helbestên Hacî de û nîşan bidin ku Hacî di bin tesîra mîrê Botan de maye û wan ji kargerîyek gelek mezin li ser hesta neteweyî ya Hacî de kirîye. Di vê helbestê de xuya dibe ku wê dema Hacî ev helbest dinivîsî, mîrnîşînên kurdan hatibûn ruxandin. Ji bo vê yekê jî Hacî ji bo mîrên kurdan dibêje: "Hafizi şerîyet bûn" yan jî "Seyîd û şêxî qewim û milet bûn". Dîyar dibe ku dema raburdîya vê karê hatiye karînan wekî "bûn".

Piranîya rewşenbîrên kurd derheqê Hacî Qadirê Koyî de nivîsîne yan jî lêkolîn kirine hertim bi awayekî yan jî awayekî din behsa Ehmedê Xanî û kartêkirina wî li ser paydabûn û geşkirina hesta netewî li cem Hacî kirine. Ji bo mînak, em dikarin bêjin Gîw Mukrîyanî wê dema behsa peydabûna hesta netewî li nik Hacî dike "xwendina Mem û Zîn"a[36] Xanî wekî sedemekê nîşan dide. Sadiq Bihaddîn Amêdî jî li ser peywedîyên Hacî û Xanî radiweste û dibêje: "Hacî li ser rêç û şopa Xanî çûye."[37] Dîsan Kerîm Şareza jî li ser vê peywendîyê radiweste û basa "dest dirêjkirina Hacî ji bo yekemîn helbestên netewî yên Ehmedî Xanî"[38] dike. Ji bilî van nivîskarên ku min li jorê navê wan anîye zimên dehan rewşenbîrên din jî li ser kartêkirina "pexemberê helbesta neteweyî"[39] ango ya Ehmedê Xanî li ser Hacî Qadirê Koyî kirine. Lê pêwîst e em gotinên Mîr Celadet Bedirxanî jî derheqê vê mijarê de bînin holê. Ji ber ku Hacî Qadir wê dema ji Koye ve hate ji bo Îtanbulê û bû mamostayê zarokên Bedirxanîyan karîbû "Mem û Zîn" û berhemên din yên Ehmedê Xanî dest bixe û bixwîne. Ji bo vê yekê jî gotinên Mîr Celadet Bedirxan serçavîyeka hêja û binirx e. Celadet Bedirxan wesa dibêje: "Hacî Qadirê Koyî, Xanîyê duduyan e, ew jî wekî Xanî bi derdê miletê xwe de şewîtî, şîîr û qesîdeyên wî tevde li ser milet û welat in (…) Ez îro şîireke Hacî ya naçapbûyî belav bikim, her wekî me gotî Hacî peristkarê Xanî bû, Hacî li ser Mem û Zîna babê min û destnivîs şîîra jêrîn nivîsandîye (Zemane resmî caran nemawe)…"[40]

Di gotinên Mîr Celadetî de jî xuya dibe ku Hacî li ba Bedirxanîyan bû û li ser bergê destnivîs ya Mem û Zînê ev helbesta navbirî nivîsîye. Ji şîrovekirin û ravekirinên hemû ev rewşenbîrên kurd jî derdikeve ku tovên helbesta netewî yên ji alîyê Ehmedê Xanî ve hatibûn çandin bi gel Hacî Qadirê Koyî û helbestên wî ve dubare şîn bûn.

Serçavîya herî giring ji bo peywendîyên Hacî û Xanî helbestên Hacî bi xwe ne. Bi saya helbestên wî em dikarin radeya kartêkirina Xanî li ser Hacî bibînin. Ji bo vê yekê jî pêwîst e em payemê didin Hacî û bibînin ew çi li ser Ehmedê Xanî û berhemên wî difikire:

Zemane resmî caranî nemawe

Çiraxî nazim û munşî kujawe

Li dewrî ême roman û cerîde

Eger çî meqsede zanîn bawe

Eman qedrî bizanin em kitêbe

Le dinya êstekî hemtay nemawe

Le eyamî heyatî Şêxî Xanî

Le ser nusxey xetî ew nusrawe

Le lay erbabî xoy bo qedir û qîmet

Xezîney gewhere û kîsey dirawe

Le mecmûhî duwel Soran û Botan

Le sayey em kitêbe nasrawe

Le kurdan xeyrî Hacî û Şêxî Xanî

Esasî nezmî kurdî danenawe.[41]

Di vê helbestê de Hacî gili û gazindên xwe ji zemanî dike û dibêje, edet û resmên zemên winda bûne, daxwaz ji xwendevanan dike ku ew nirxa vê pirtûkê bizanin. Ji ber ku di dinê de pirtûkêkî wekî wê niha nemaye. Dîsan li gor Hacî, mîrgehên Botan û Baban ji saya bîr û bawerên di vê pirtûkê de hatine xuyakirin, tên naskirin. Ji nêzîk ve wê dema em bala xwe didin vê helbestê wekî Reşîd Findî jî dibêje: "Gotinên Mîr Celadetî rast in"[42] ku "Hacî ev helbesta li ser bergê destnivîsa Mem û Zînê nivîsîye. Ji ber ku Hacî dibêje, 'qedrê vê pirtûkê bizanin'. Ev tê wê manê ku pirtûk di destê Hacî da ye. Pêwîst e bê zanîn ku Hacî jî qebul dike ku bingeha helbesta netewî wî û Ehmedê Xanî avêtine. Lê gelek nivîsevan rixne ji Qadirî girtine ku navê xwe berî Ehmedê Xanî nivîsîye."[43]

Dîsan Hacî Qadir di helbestên xwe de pesna Mem û Zîna Ehmedê Xanî û dîwana Melayê Cizîrî dike û dibêje ev her du pirtûk gelek bi nav û deng in.

Tercumeyên wan gihîştine heta Fransayê û hewil dide ku heval û dostên wî jî wan bixwînin:

Mem û Zîn û Dîwanî Şêxî Cizîrî

Gele çakin be sehlî bênine gîr

Em duwane emêste tercemeyan

Zore hetta le nêw Frengistan.[44]

Pêşgotina Mem û Zîna Ehmedê Xanî gelek bala Hacî dikêşîne û Hacî jî li ser rewşa kurdan û debaca pirtûka navbirî helbestên tijî hesta netewî dinivîsîne. Ji bo Hacî Mem û Zîn pirtûka netewa kurd e[45] û Ehmedê Xanî jî şahbaz e, nizm nafire û ew hertim di nav 'fezayê bilind' de difire:

Ehmedî Xanî sahibî Mem û Zîn

Şahbazî fezayî eylîn.[46]

Piştî van çend gotinên kurt yên derheqê peywendîyên Hacî bi gel Ehmedê Xanî de ez dixwazim bêm ser helwesta Hacî beramberî bajêrvanîyê, bûyerên nav netewî û helbestên wî yên neteweyî. Lê berîya ku li ser vî alîyê Hacî rawestim, ez dixwazim bi kurtî li ser hatina Hacî ji bo Îstanbulê bisekinim.

Wekî me li jorê jî behs kir, wê dema Hacî hat bo paytextê dewleta Usmanî, wî ne tenê berhemên Ehmedê Xanî xwand û peywendî bi gel binemala welatparêz ya Bedirxanîyan saz kir. Wekî tê zanîn ku paytextê dewleta Usmanî navenda peywendîyên sîyasî û çandî jî bû. Bi gel çûyîna Hacî bo Îstanbulê, asoyê wî jî fireh bû û karîbu bi saya peywendîyên xwe ji nêzîk ve bala xwe bide bûyerên navnetewî û pêşketinên çandî, pîşesazî û sîyasî yên ku li Ewropayê rûdidan, sûd wergire. Dîsan Hacî li Îstanbulê karîbû peywendîyên xwe bi nûnerên bizavên rizgarîxwaz yên dijî dewleta Usmanî durist bike û hevberkirinê di navbera wan û kurdan de bike. Bi vî awayî jî karîbû bi başî rewşa kurdan û Kurdistanê têbigihîje.

Wekî me li jorê jî behs kiribû ku Hacî Qadirê Koyî jîyana xwe ji bo welatê xwe terxan kiribû. Hemû xebata wî ji bo hişyarkirina gelê kurd bû. Di helbestên xwe de Hacî hertim wekî rêberekî bizav kiriye û li ser hemû mijaran helbest vehandîye ji bo pêşxistina civata kurd. Hacî Qadirê Koyî di serdema xwe de nekaribû bîr û bawerîya xwe bi rêya pirtuk, namilke rojname û belavokan belav bike. Ji ber ku wê demê dagirkerên Kurdistanê dujmînê hacetên hişyarîyê bûn. Weşanên hêzên rêkeberîyê hertim qedexe bûn. Loma jî eger em dixwazin bîr û bawerîya Hacî bizanin pêwîst e em di nav helbestên Hacî de li vê yekê bigerin. Ji ber ku Hacî bi gel hemû gir û giriftên civata kurdî ya wê çaxê ve mijûl bû. Hacî bi gel hemû hêza xwe ve xebat dikir, ji bo serxwebûn û yekîtîya Kurdistanê. Hêvîya wî ya pîroz sazkirina dewletekî yekbûyî ya kurdan bû. Ji bo vê yekê ji wê dema Mesud Mihemed dibêje "Yekîtîya kurd û Kurdistanê û pêkhatina dewleteka kurdan di nav çarçova Kurdistaneka mezin de ne her hêvîya pîroz ya Hacî ye'' û bes, belkî mezintirîn, pîroztirîn, ronaktirîn, paktirîn, çêtirîn û asmantirîn armanc û hêvî xewn û xeyala Hacî bû." Ev rastî Hacî tîne ber çavan. Helbestên Hacî dev bi dev, dever bi dever di nav xelkê Kurdistanê de belav dibûn. Wekî avek bê deng dibû rûbar ber bi sazkirina golekê ku dewr û dora wê bîr û bawerîyên neteweyî bi saya av û tava Hacî şîn dibûn. Hacî wê dema dest pêkir bi kurdî li ser kurd û Kurdistanê binivîse, fikra xwe jî li ser vê yekê bi awayekî zelal dida xuyakirin:

Mehlûme boye Hacî medhet deka bi kurdî

Ta kesî nelê bi kurdî nekirawe medhî barî[47]

Hacî Qadirî girîngîyeka gelek mezin dida zmanê kurdî û karanîna wê û wekî şagirtekî dilsoz û xemxwerê Ehmedê Xanî hewil dida ku hemû kurd bi zmanê kurdî bixwînin û binivîsin. Ji bo wî kêmasîya zmanê kurdî tune bû.

Ji bo vê yekê jî gellek rexneyên tund li wan zaneyên kurd ku bi zmanên bigane ve dinivîsîn digirt. Ji bo wan zanayên kurd dibêje ku bigane ne ji tercumeya zmanê xwe, esrara kitêbên xelkê dizanin, yekser ulema ne, gir û hûr wan nexwendine du herfên kurdî. Wê dema em ji nêzîk ve bala xwe didin helbesta Hacî wesa tê xuyakirin ku tê bêjî ji bo dumahîka sedsala 19an nenivîsîye ji bo îro ango dumahîka sedsala bîstan nivîsîye. Ji ber ku îro gelek kurdên ku 'zana' û 'ulema' ne, dehan zimanên bigane dizanin. Lê wek Hacî jî dibêje "du herfên kurdî nizanin". Dîsan Hacî ji bo wan dibêje "Ustadê xet in ji wan her sê zimanan" ango pisporê zimanê erebî, farsî û tirkî ne. Wê dema em bala xwe didin dîroka wêjeya tirkî, erebî û farsî em dibînin di van welatan de gellek kurd hene yan "mîrê helbestê" yan jî "yekemîn romannivîs" in. Lê "du herfên kurdî nizanin".

Dîsan Hacî ew kevneperestên ku nedihiştin yan jî nedixwastin ji bilî zimanê erebî, zimanekî tir bihata bikaranîn, bi navê musulmanetîyê wê dema rêya nivîsandin bi zimanê kurdî digirtin rexne lê dikir. Ew mirov û dewltên wesa hêj hene û halwestê xwe her berdewam dikin. Piştî van hemû rexneyan û gazindên xwe Hacî dibêje ji bilî kurdan miletên 'bê pirtûk û nivîsîn li ser erdê nemane'. Wesa jî bala kurdan dikişîne ser rewşa aloz ya kurdan. Em peyvê bidin û binêrin Hacî çi dibêje:

Her kurde le beynî kulî mîlet

Bê behreye le xwêndin kitabet

Bêganeye le tercemey zimanî

Esrarî kitêbî xelkî dizanî

Yekser ulema dirişt û ûrdî

Ney xwênduwe du herfî kurdî

Ustadî xetin le em sê zimane

Wek dê le zimanî xoy bêgane

Sahib kitêb û peyame her kes

Ême nebê bûne qewmî çerkes

Xo muminîn ne rûsin

Bo çi kufre zimanman binûsîn

Miletî bê kitêb û nûsîn

Xeyrî kurdan nîye le rûyî zemîn[48]

Hacî li ser peywendîyên ziman û dîrokê radiweste û nîşan dide ku eger dîroka Kurdan bi kurdî bihata nivîsandin, mîr û padşahên kurdan heta hetayî dijîyan. Ji ber ku îro jî wê dema em bala xwe didin lêkolînên li ser dîroka kurdan gelek tişt nexuyan e û pêwîstîya lêkolînên kûr dixwaze. Yek ji sedemên van alozîyan nenvîsandina dîroka kevn a Kurdistanê û negêhiştina belgeyên nivîskî heta roja me ye. Li ser vê mijarê Hacî wesa dibêje:

Kitêb û defter û kaxez

Ger bi kurdî benûsraye zemanî

Mela û zana û pîr û padşaman

Heta mehşer dema naw û nîşanî[49]

Hacî Qadirê Koyî di helbestekî xwe de jî zimanê kurdî û yê farsî hevber dike û dibêje zimanê kurdî çi cewazîya wê bi gel zimanê farsî heye? Ji bo çi farsî rast e kurdî kêmîya wê heye? Hacî ji xwe dipirse eyba kurdî çi ye? Her peyvên wê heq in û eyba wê jî nîne. Hacî Qadir bala însanan dikêşîne li ser metirsîya têkçûyîn û windabûyîna zimanê kurdî. Paşê jî ew helbesta xwe di gel vê yekê dumahîk tîne ku zimanê kurdî yê farsî kevntir e û dîsan dibêje: "Di pêtîbûnê de bila kêm jî be, çi qîyamete mîna êrmenî jî nabe". Bi vî awayî nîşan dide ku pêwîst e kurd bi zimanê xwe binivîsin û bixwînin. Eger kêmasî jî hebin pêwîst e jê netirsin û di hemû zimanên din de jî kêmasî hene. Em dora gotinê ji bo Hacî bihêlin ka ew bi xwe çawa vê yekê tîne zimên:

Kurdî axir çîye eyîbî

Her kelamî heqe nîye eyîbî

Lefzî kurdî belaw nebû, girbû

Wa le mabeynî êmeda têçû

Le fesahet bila muherabê

Çi qîyamet be ermenîş nabe

Ya legel farsî çi ferqîy heye

Bo çi ew raste em kêmîye

Ba wicûdî eger bikey dîqet

Têdegey kam le kamîye sîrqet

Çunke ême qedîmtirîn le wan

Be tawarîxî cumleyî edînan[50]

Dîsan di vê helbesta jorê de Hacî wesa dide xuyakirin ku farisan peyvên kurdî dizîne û zimanê kurdî ji yê wan kevntir e. Pêwîst e em vê yekê jî bêjin ku di sala 1968 de li Îranê kongreya rojhilatnasan kom bûbû, têde hate xuyakirin ku regeza kurd ji ya farsan kevntir e.[51]

Gelek helbestên Hacî hene derheqê zimanê kurdî de em nikarin di vê gotarê de behsa hemûyan bikin. Em vê berê jî bi helbestekî Hacî ve dumahîk bînin:

Eger kurdek qisey babî nezanî

Muheqeq daykî hîze ba bizanî[52]

Di vê helbesta jorê de Hacî dide xuyakirin ku eger kurdek qisên bavê xwe ango zimanê bavê xwe nizane muheqek dayîka wî qehpe ye bavê wî jî vê yekê dizane. Yan jî vê yekê bizanin. Ji ber ku "ba bizanî" tê du manayan wekî min li jorê daye xuyakirin.

Hacî Qadirê Koyî di helbestên xwe de li ser netewa kurd dûr û dirêj radiweste û pesna kurdan dike ji bo bilindkirina hesta wan ya neteweyî û bilindkirina bawerîya wan bi xwe. Wê dema em vê helbesta Hacî bi gel hinek sîyasetmedarên kurd ku hertim çêran li kurdan dikin hevberî hev dikin, dûrbînî û rastîya helwêsta Hacî jî xuya dibe:

Xo dezanin sulaley ekrad

Lêrewe bigire ta degate Qubat

Hemû zana û hunerwer û mîrin

Zîrek û jîr û ehlî tedbîrin

 

Dan û bexşînyan le la bawe

Xwênî meydanyan le la awe

Le şecawet hemû wekû Rustem

Le sexawet hemû wekû Hatem[53]

Hacî di vê helbestê de pesna kurdan dike li vê derê heta Qubatê hemû sulala kurdan hesab dike. Hemû zana, hunermend, mîr, zîrek û jîr nîşan dide, xwebexşandin li cem kurdan edet e, xwîna xwe di meydanan de wekî avê dirêjînin ji azayetîyê wekî Rustemî, ji mêrantîyê wekî Hatemî, kurdan nîşan dide.

Hacî Qadirê Koyî di helbesteke xwe de jî yekek ji şivan û gavanên kurdan besî sed hezaran leşkerên dujmin dibîne. Canfedaya wan wekî Hatemê Tey, qurbanîya wan wekî Elî Berdek nîşan dide:

Le gawan û şuwanî kurdekan yek

Bese bo leşkerê sed kere dulek

Bi fîday şuwantan Hatemî Tey

Bi qurbanî sepantan Elî Berdek

Mirîşkî ewê seyadî şehene

Le kin enqa firûce hacî leklek

Şuwanî mêgelî êwe le şer da

Wekû qesabe dujminî mêgelî şeg[54]

Hacî Qadirê Koyî wisa nîşan dide ku gelê kurd kevntirîn gelê Kurdistanê ye. Gelek xelk jî ji kurdan peyda bûne û li vê cîhanê belav bûne. Bingeha vê teorîya Hacî li ser keştîya Nuhî hatiye danîn. Hacî dibêje "Wê roja ku bi emrê Xudayê xweştivî ew xelk tev bûn nonan, kesek nema ji du cinsên candaran ji bilî yên ku hatin nav gemîya Nuhî." Hacî her berdewam dike û dibêje "Ew roja ku gihîştîye wextê nîşankirî, sekînî li ser çiyayê Cudî her sê kurên wî ew cîh û warên mîna gulşena ji xwe re kirin mesken. Niha ev Cizîra me ya xweştivî yekem avadanîya dinyayê ye, kurên wan yên rasteqîn jî kurd in li warê bav û kalên xwe ne. Xelkê tevaya rûniştivanên welatan jî ji wan belav bûne. Ol û olza û peyaman ew kirine grup û qebîle. Bi vî awayî Hacî dixwaze nîşan bide ku kurd kevntirîn xelkê deverê ye û xwedanê dîrokeke kevnare ye. Ka em binêrin Hacî çawa vê yekê di helbesta xwe de tîne zimên:

Ew roje be ehrî heybî mennan

Ew aleme pakî bûwe nonan

Taqêkî nema le cînseynî di roh

Xeyrî ewey hate keştîy Nuh

Ew roje gehişte wextî Mehûd

Westawe le ser çîyeyekey Cûd

Her sê kurrî kirdyane mesken

Ew cêy û mekane mîslî gulşen

Êsta ke Cizîre bê muhaba

Mehmûreyî ewwele le dunya

Ewladî sehîbyan be burhan

Kurdin le şwênî ceddî xoyan

Sukkanî bîladî rubhê meskûn

Ser pakî lemane munşehîb bûn

Bê tefreqe bûn munih û hem deng

Hem meşreb û haw libas û hem reng

Ayîn û mezahîb û resaîlî

Wa kirdaye firqe û qebayîlî[55]

Ev bîr û boçûyîna Hacî di nameyên pîroz yên Êzidîyan de jî tête xuyakirin ku yekem car li ser dinyayê Kurdistan peyda bûye li pêş 12 hezar sal ji cara yekemîn "WEHÎ" ji alîyê Xwedê ve ji bo Melekê Tawus bi zimanê kurdî hatiye xwarê.

Hacî hewl dide ji bo yekîtîya welatê kurdan û daxwaz dikir bibin xwedanê perwerde, nivîsîn, kinc û berg, ziman, resîm û ol. Şêwrên wî ji bo yekgirtina axa Kurdistanê wisa ye:

Le Botan ta Baban û Serhedî rey

Le ew latir weha noş bête ser dey

(...)

Bibîne yek le tehlîm le nûsîn

Cil û berg û zuban û resîm û ayîn[56]

Hacî Qadirê Koyî hertim bi gel gir û griftên der û dora xwe, nemaze bi gel yên welatê xwe ve mijûl dibû. Dumahîka sedsala 19an wê dema hizbên "Daşnak" û "Hincak" yên ermenîyan daxwaza Ermenîstaneka serbixwe dikirin, gelek bajêrên kurd yên wekî Amed jî di nav nexşeya xwe de dihîştin. Dewletên Ewropî jî alîkarîya ermenîyên hevalê xwe dikirin yan jî xwe wekî parêzerên wan nîşan didan. Di peymanên navnetewî de ango di peymana Berlînê (1878) û ya Sanstefanoyê de behsa ermenîyan û çarenivîsa wan dihat kirin. Daxwazên ermenîyên nîjadperest jî li ser axa Kurdistanê roj bi rojê zêde dibûn. Rewşenbîrên kurd yên wekî Hacî ditirsîyan ku welatên rojava li ser axa Kurdistanê dewletekê ji bo ermenîyan saz bikin. Ji bo vê yekê jî Hacî di helbesteka xwe de li ser vê mijarê radiweste û usa dibêje:

Xakî Cizîrî û Botan, yanî welatî kurdan

Sed heyf û sed mixabin dekeyn be Ermenîstan

Hîç xîretek nemawe sed car qesem be Quran

Peyda be Ermenîstan namênî yek le Kurdan[57]

Di vê helbestê de jî xuya dibe ku Hacî ditirsîya ku dewleteke Ermenîyan li ser axa Kurdistanê saz bibe, Kurd nikarin li Kurdistanê bimînin. Ji bo vê yekê jî Hacî hewl daye bi rêya helbestên xwe ve serinca xelkê Kurdistanê bikêşîne li ser rewşa aloz ya wê demê.

Dîsan wê demê li ser daxwaza ermenîyan dewletên rojava ji dewleta Usmanî daxwaz dikin ku nehêlin eşîrên koçer biçin bo zozanan. Ji ber ku bi çek ve êriş dibirin ser gundên ermenîyan. Dewleta Usmanî ji di nav xelkê de ev yeka belav dikir û wisa dida xuyakirin ku ji bilî siwarîyên Hemîdî çekên her kesê tên wergirtin. Qedexekirina çek û neçûyîna zozanan ji bo kurdan mirin bû, ji bo vê yekê jî Hacî usa dibêje:

Wa rêgetan debestê êlatî Caf û Bilbas

Ger mirdun li german memnû'e biçine Kwêstan[58]

Di navbera rewşenbîrên Kurdistanê de li ser vê helbesta Hacî (Xakî Cizîrî û Botan) gelek niqaşên tund û tîj hatin kirin, bi taybetî jî di navbera Mihemedê Mela Kerîm û Pîrotî (Celal Talabanî) de. Mihemedê Mela Kerîm, Hacî rexne dike ku bangî xelkê kurd kiriye dijî xebata bizava azadîxwaza ermenîyan rawestin. Pîrot jî rexne li Mihemedê Mela Kerîm digire û dibêje "Emperyalîstan bi taybetî Rûsya û Înglîstanê dixwast dewleteka kevnperest ji bo ermenîyan damêzrênin û beşek ji axa Kurdistanê bixine li ser." Gelek gengeşên din jî hene li ser vê mijarê. Lê pêwîst e em rewşa kurdan ya wê demê helwestê dewleta Usmanî û çalakîyên dewletên emperyalîst bînin ber çav ku bikaribin awayekî rasteqîn vê helbesta Hacî fêm bikin. Lê em nikarin di nav qewara vê gotarê de rewşa wê demê şîrove bikin. Ji ber ku gotar gellek dirêj dibe.

Hacî Qadirê Koyî wê dema li paytextê dewleta Usmanî bû bi hesret û evîna Kurdistanê ve dijîya. Hertim li gel Kurdistanê radibû û rûdinişt. Xema Kurdistanê ya wî bû. Car û bar jî ji bo wê digirîya. Ka em binêrin Hacî di helbesta xwe ya bi navê "Le Roma kewte berçavim" de çawa vê yekê tîne zimên:

Le Roma kewte ber çawim kesekî hayim û heyran

Le renga têgeyîm kurde; be şêwey kurdî, Kurdistan

Ke çûme xizmetî pirsîm "Brader xelkî kam cêgay,

Le kam la hatûy?" Girîya û gotî "Baban." Gotim "Baban!"

Dilim dawe gotim "Bawke hemûman bêkesin lêre

Çi qewmawe gelê heyfe, megîrî her wekû baran[59]

Hacî Qadirê Koyî wekî helbestvanekî welatparêz û şoreşger dijî şerê navxweyî ango şerê xwekujîyê jî rawestîyabû. Gelek helbest jî dijî vê yekê nivîsîne. Hacî hertim bi gel yekîtîya rêzên kurdan û dijî pêywendîyên kurdan bi gel dewletên dagirker yên wê serdemê ango fars û Usmanîyan bû:

Yeke lem lawe rûdekate ecem

Du ew lawe debine dujminî hem

Du hezar jin fesatkira lem la

Bûne qetlî ewanîtir lew la[60]

Çiqas rast in ev gotinên Hacî, tê bêjî wî ne ji bo serdema xwe, ji bo ya me nivîsîye. Rewşa kurdan ji alîyê pêywendîyan bi gel dewletên dagirker her berdewam e. "Yek ji vî alî berê xwe dide Ecem, du jî alîyê dinê dibin dujminê hev" û şerê hevdu dikin û xwîna hezaran kurdan dirijînin. Piştî serhildanê li Kurdistana Başûr gelek destkeftên pîroz hatin destxistin. Lê şerê navxweyî hemû destkeft xistin li nav metirsîyeka mezin hêj jî ev rewş berdewam e. Ev gotinên Hacî yên jorê wê dema bi gel vê rewşa Kurdistanê bi giştî bête berawirdkirin rastîya wê jî derdikeve holê. Bi rastî jî wekî Hacî dibêje em bûne "qatilên hevdu".

Hacî wê demê ji nêzîk ve gir û giriftên di nav Kurdan de hebûn didît. Nakokîyên di navbera eşîran de hevrikên di nav mîrên kurdan de li ber çavê Hacî derbas dibûn. Hacî wekî rêberekî sîyasî û zanayekî dûrbîn hewl dida ku bala kurdan bikêşîne ser vê rastîya civata kurd:

Hemîyan şerî bîşene Hatemî Cûd

Le şer da Kêwî Cudî û Behrî Memdûd

We lêkîn faydey çî herc û mercin

Le dehwada le gel yektir be mercin[61]

Bi vî awayî hem Hacî pesna kurdan dike wekî Hatemên Cudî yan jî çiyayê Cudî wan nîşan dide. Lê li ser duberkên di nav kurdan de jî radiweste û dibêje "di dozê de bi gel hevdu bi mercin".

Hacî diqehirî wê dema ev rewşa kurdan didît. Bi awayekî hunerî û bi zimanekî gelek bi tund û tuj şerê di nav kurdan de dihat holê rexne dikir û bi gel nezanîn û paşketina kurdan ve girê dida. Sed mixabin ku wê dema Hacî dibêje "kurd bi gel hevdu wekî agir, pûş û newtin" ev pêşbînîya Hacî wê demê jî îro jî alîyek rastîya me kurdan tîne zimên:

Kurdî ême nezan û paşkewtin

Pêkewe agir û pûş û newtin[62]

Ne hewceyî jî ev yeka hanê bê şîrovekirin wê dema em bala xwe didin dîroka şerê navxweyî di nav kurdan de. Hacî li Îstanbulê li ser welatên din û bizavên xelkê din jî şareza bû û dikaribû vê rewşa ne li rê û aloz ya kurdan bi gel xelkên din hevberî hev bike. Hacî serinca xelkê Kurdistanê dikişîne li ser xîretkêşîya ermenîyan ji bo hevdu û şerên kurdan di nav xwe de wisa nîşan dide ku ermen hevdu diparêzin, kurd jî gora hevdu dikolin:

Hem heqîyane ermen xîretkêşî yektirîn

Wekî ême nîn le gel yek dehwa biken bi şîran[63]

Dîsan Hacî Qadirê Koyî, sedemê başbûna rewşa Rûm û Cûyan bi îtîfaqa wan ve nîfaqî û bêxîretîya kurdan jî wekî sedemê rewşa xirab ya kurdan nîşan dide, wisa dibêje:

Rûm û Cû çake, îttîfaqî heye

Kurd bêxîretî û nîfaqî heye[64]

Dîsan Hacî di helbestên xwe de navên gelek welatên din tîne zimên û wek nimûna hevgirtin û pêşketinê nîşan dide. Yek jî wan welatan Japonya ye. Hacî wisa peywendîyên Japon û Çînê tîne ber çavan:

Be qisey muxbîr û muerrîxî kon

Miletî Çîne çar sed mîlyon

Ser be ser dewletî hemû Japon

Zor be zehmet degate çil mîlyon

Ehlî Japon be fenin û senhetî çak

Seyrî çon Çînî girt û kirîye xak[65]

Ez naxwazim dagirkirina Çînê ji alîyê Japon ve biparêzim. Lê di vê helbestê da jî Hacî bala gelê kurd dikêşîne li ser pêşketinên fenî û senhetî ku li Japon hatibûn destxistin. Bi saya wan pêşketinane ku Japon karibû li ser Çînê bi ser keve. Ji bo vê yekê jî Hacî dibêje:

To were fennê fêrbe çîte lewe

Gawire, Hînduwe weya xo Cûwe[66]

Dîsan Hacî di helbesteke xwe de bala xelkê kurd dikişîne li ser wan xelkên ku dijî dewleta Usmanî şer kiribûn û azadîya xwe bi dest xistibûn:

Bulgar û sirp û yunan hem ermen û qeretax

Her pênçyan be tehdad nabin be qedî Baban

Her êke musteqîlîn kullêkî dewletêkin

Sahîbî ceyş û rayet erkanî herb û meydan[67]

Xuya ye ku ji bilî ermenîyan xelkên din wê demê mafên xwe yên rewa bi dest xistibûn. Hacî jî li ser bûyerên cîhanê û bi taybetî jî li ser bizavên xelkê bindest agahdar bû û piştgîrî pesna wan dikir. Li ser bizava rizgarîxwaza Sûdanê bi awayekî aşkere vê fikra xwe usa dide xuyakirin:

Her donî ehlî Sûdan hestane pê wek şêr

Estêke musteqîlîn mehsudî kullî edyan[68]

Pêwîste vê yekê jî bibêjim ku Hacî wê dema behsa çêbûna pênc dewletên serbixwe û xwedanê artêşê dike ji bo bilindkirina hesta neteweyî ya kurdan dide xuyakirin ku her pênc nikarin bibin qasî Baban. Gelek helbestên Hacî li ser xelkê din jî hene û dide nîşankirin ku Hacî ji nêzîk ve li ser bûyerên cîhanê agahdar bû.

Hacî Qadirê Koyî di çerxa xwe de li ser pirsgirêka jinan jî radiweste û dixwaze jina kurd bixwine û pêş bikeve. Li gor şerîetê li ser vê kêşê radiweste, daxwaz dike ku jin jî wekî mêran li dû zanînê bigerin. Ji bo wî di navbera her du cînsan de qet cewazî nîne û melayê ku vê yekê înkar bike bê dîn e, ji ber ku Hz. Mihemed jî dibêje "Pêy zanînê bigerin eger ew li Çînê be jî." Ev hedîs ji bo her du cînsan e, nek ji bo mêran bi tenê. Hacî li ser vê yekê wisa dibêje:

Bo çi fermûyetî Nebî Emîn

Îtlebwa elhelîm wlufî El-sîn

Nêr û mê lew hedîse ferq nîye

Ger mela nehî fermû dînî nîye[69]

Bi rastî jî ji bo sedsala 19. ev gotinên Hacî eger em rewşa civatên musluman jî bînin ber çav, helwêsteka pêşketîxwaz e. Heta îro jî gelek însanên me naxwazin ku keçên wan biçin dibistanê û sûd ji zanînê wergirin. Wê dema em vê helwêsta Hacî û rewşa sîyasî ya wê serdemê tînin ber çavê xwe radeya nûxwazîya Hacî jî derdikeve holê.

Hacî ji bo pêşketina civata kurdî giringîyek gelek mezin dida zanist û pîşesazîyê. Li gor Hacî xelkê pêşketî "Xwedanê huner, zanist û îrfan in, ne şivan û gavan in". Hacî vê yekê wisa tîne zimên:

Ehlî cennet ne şuwan û gawane

Sahîbî fenin û îlm û îrfanin[70]

Hacî li ser gelek mijaran helbest vehandibû ku pêywendî bi gel kurd û Kurdistanê û azadîya kurdan heye. Ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê bawerîya Hacî ji xebatê û tekoşînê hebû. Ew dujminê tembelîyê bû. Li gor wî bi gel zikr û dua' Kurd qet nikarin tiştekî jî bikin. Dîsan Hacî dibêje "Eger sûd ji zikr û dua' hebûya, parsekçîyên ser riyan dibûn Qarûn." Hacî vê yekê jî wisa dide xuya kirin:

Tembelî karî hîz û bêxêre

Destî mandû le ser zikî têre

(...)

Faydey ger bûwaye zikr û dua'

Debûwe Qarûn gedayî ser rêga[71]

Min li jorê jî behs kiribû ku Hacî jiyana xwe ji bo Kurdistanê terxan kiribû. Hacî hertim hewl dida hesta netewî ya kurdan bilind bike, huner, çand, pîşesazî, bazirganî pêş bikeve, jinên kurd bixwînin ji zanistê sûd wergirin. Dîsan Hacî di helbestên xwe de hertim piştgirî û pesna mîrên kurdan yên ku dijî dewletên dagirker şer kiribûn dikir, bi hemû hêza xwe ve dijî dewletên dagirker derdiket, êrişên wan li ser kurdan tawanbar dikir. Hacî di helbestên xwe de cîyekî giring dida zmanê kurdî û daxwaz dikir ku kurd hemû bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin û binivîsin. Dîsan Hacî di helbestên xwe de gelek pesna helbestvanên kurd yên berî xwe û dema xwe dikir. Wî giringîyek bêhempa dida wan helbestvanên ku bi zimanê kurdî dinivîsin. Hacî dijî sîstema derebegayetîyê bû. Helwêsta wî gelek tund bû beramberî şêx û sofîyan.

Ji bo destxistina van daxwazên ku min bi kurtî li jorê navên van birîye Hacî li ser pêywendîya "şûr û qelemê" radiweste û li ser perwerdebûnê û şerê çekdarî dijî dagirkeran gelek helbest belav kirine. Ji bo nimûne:

Şîr û qelem şerîkin lem esreda dîrrêxa

Şîrîm qelemtiraşe û kalanîye qelemdan

(...)

Be şîr û xame dewlet payedare

Emin xamen heye şîr ne dîyare[72]

Dîsan Hacî gazî kurdan dike ji bo xwe çek peyda bikin:

Coşek biden wekû heng

Tekbîr biken be bêdeng

Esbabî şer peyda ken

Top û hawan û tiveng[73]

Hacî wê demê didît ku gelê kurd ne xwedanê hesta netewî ye û hêj hişyar nebûye. Wî bi xwe kiryarên dagirkeran didît û digot ku eger kurd jî wekî wî vê rastîyê bibînin xwe bê bend dixenîqînin. Hacî wê demê bi texmînî hejmara kurdan 12 mîlyon datîne û dibêje "Xewa min nayê qehra milk û milet". Li ser vê yekê Hacî wisa dibêje:

Eger wek min xeberdarbin le dewlet

Le heyfa xo dexinkênin be bê pet

Duwazde mîlyon kurd nifûsî

Be qisey ehlî texmînî ku nûsî[74]

Di derheqa nizmbûna radeya rewşenbîrîyê û lawazîya hesta neteweyî ya kurdan de ev helbesta Hacî nimûneyek aşkere ye. Ji ber ku Hacî bi xwe devê xwe dibêje "Gotinên pak yên min şik digirin, wehmên şêxan ji dil digirin:

Kê delê kurdekan bê îdrakin

Bese em neqse guê li min naken

Le qisey safî min xelet degirin

Wahîmey şêxkan le dil digirin[75]

Hacî di helbesteka xwe de jî dibêje "Heta roja mirinê ez ê hewl bidim ji bo hişyarkirina kurdan, ez ê qiseyên baş bi destê wan bigirim û waz ji rexneyên xwe nayînim heta dimirim:

Be qisey çake destyan degirim

Terkî nakem heta demirim[76]

Hacî hewlên xwe yên di hişyarkirina kurdan de heta wê qonaxê tê ku dibêje:

Ta le jêr barî Romîyan nemirin

Zehmete qedrî beytî min bigirin[77]

Wê dema em vê helbesta Hacî bi gel rewşa kurdan ya îro hevberî hevdu dikin pêşbînîya Hacî jî bi awayekî rast û zelal derdikeve holê.

Dîsan Hacî di wê bawerîyê de ye ku rojek tê, ew gotinên wî yên ku kurd îro refuz dikin, yê ji bo bimirin û hevdu bipirsin qanûna Hacî çiqas rast e. Hacî wisa dibêje:

Em qisey êsta eybî lê degirin

Ew demeş dê zemanî boy demirin

Em be ew, ew be em dêle kake

Seyrî qanûnî Hacî çend çake

Her çilonî îşaretî fermû

Wek keramet hemûy weha derçû[78]


[1] Goreqerec: Gundekî wêrankirîye. Di derheqa vî gundî de Ebdulsetar Tahîr Şerîf di pirtûka xwe ya bi navê ''Hacî Qadir,şaîrê şoreşger û pêşkewtinxwaz û demokratîy netewê Kurd'' de çapa Bexda 1977,rûpelên 43-47'an de gellek agahdarî dide.

[2] Ebdulrehman Seîd, Komele şîîrî Hacî Qadir Koyî, çapxana dar el-selam, Bexda 1925.

[3] Mihemed Emîn Zekî, Mişaîr El-Kurd, Bexda 1952.

[4] Refîq Hîlmî, Şîîr û Edebîyatî Kurdî, r 99, Bexda, Çapxaneyî Tefeyuz 1941(bergî yekem).

[5] Eladdîn Secadî, Mêjûy Edebî Kurdî, r 308, Çapî yekem, Bexda 1952, çapxaney Maruf.

[6] Gîw Mukrîyanî, Dîwanî Hacî Qadir Koyî, r 3, Çapî sêyemîn , Hewlêr 1969, Çapxaney Hewlêr.

[7] Mihemedî Mella Kerîm, Hacî Qadir Koyî, Şaîrî Qonaxekî Nûye le Jiyanî Netewey Kurd, Bexda 1960.

[8] Mesud Mihemed, Hacî Qadir Koyî, Beşî yekem, Bexda 1972, r 100

[9] Reşît Findî, Xanî û Hacî (vekolîneka edebîye), Duhok, 1996, r 38

[10] Kemal Fuat, rojnama Kurdistan, Yekemîn

Na xebere 4176 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.