zazaki.net
27 Nîsane 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
11 Tebaxe 2016 Panşeme 14:26

Fikrê Îraqa Federal a Demokratîk û Parlamentoya Kurdan

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Ji layê Partî Demokratî Kurdistan û Yekîtîy Niştimanperweranî Kurdistan ve bi israr û biryardarî berevanîya projeya Îraqa federal û demokratîk tê kirin. Ev, yek ji sê prensîban e ku kurdê dê hîç tawîz nedin, her dem berevanîya wê bikin û bişên di jîyanê de tetbîq bikin. Her du prensîbên din, derbarê pêşmerge û Kekûkê de ne. Çi dema ku kurd li başûrê Kurdistanê vî fikrê xwe, van projeyên xwe bi rêvebirîya Îraqa îroyin bidin qebûlkirin, yanî çi dema ku qanûnê esasî li ser bingeha Îraqa federal û demokratîk bête tenzîmkirin hingê dê qezenca kurdan gelek mezin be. Ev ne ku tenê dê bibe qezenca kurdên Başûr, bi awayekî giştî dê bibe qezenca hemî kurdan. Dewleteka federe ya kurdan ku sînorên wê dîyar in, di dîroka kurdan de merhaleyaka gelek girîng e. Demokratîzebûna Îraqê, li gorî qenaeta min, bi nîsbeteka mezin, bi projeya kurdan ya Îraqa federal ve eleqedar e.

Li Îraqê, di hilbijartinên ku li roja 30.01.2005 çêbûn de, ji bo herêma Kurdistanê jî hilbijartineka din çêbû. Parlamentoya Kurdistanê di roja 4 hezîran 2005 de şîya kom bibe. Di rojên pey re, Parlamentoya Kurdistanê derheqê Serokatîya Herêma Kurdistanê û Hukumeta Federal ya Kurdistanê de qanûn/yasa danîn. Parlamentoya Kurdistanê di roja 12ê hezîranê de serekê Partî Demokratî Kurdistan Mesûd Barzanî wekî serokê Herêma Kurdistanê hilbijart, di roja 14ê hezîranê de Mesûd Barzanî sond xwar û dest bi wezîfe kir. Di merasîma sondxwendinê de serokkomarê Îraqê Celal Talebanî, karbidestên ji parlamentoya Îraqê ya li Bexdadê û ji hukumeta Îraqê jî amade bûn. Di merasîma sondxwendinê de li nik nûnerên Înglîstan û DYA, nûnerên gelek welatên din jî beşdarî kirin. Tê hêvîkirin ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê erka danîna Hukumeta Federe ya Kurdistanê bide Nêçîrvan Barzanî. Îraqa federal û demokratîk êdî dest bi jîyanê dike. Fikrê Îraqa federal û demokratîk ku ji layê rêvebiriya Îraqê ve hatiye nasîn dê ji layê dewletên mîna Îran, Sûrîye û Tirkîyê ve jî bête nasîn. Ev dewletên hanê nexwazin jî, dê bi nasandina hukumeta kurdan ku ji layê Îraqê ve hatiye nasîn re rû bi rû bibin. Di vê têgeha "nasadinê" de ji manaya di Huqûqa Giştî ya Dewletan gelek zêdetir manayeka sosyolojîk heye.

Ew kirasê lanetî ku hêzên emperyal û hemkarên wan ên li Rojhelata Navîn di salên 1920î de li kurdan kirine, êdî diqete, bi dirandin û jixwekirinê re rû bi rû dimîne. Statukoya ku di salên 1920î de hatibû pêkanîn birîneka xedar girtiye. Ev statuko bi têkçûyinê re rû bi rû bûye, di vê xalê de, bi felsefeya dîrokê re peywendîdar pirseka girîng heye. Di salên 1920î de, hêzên emperyalîst û hevkarên wan ên li Rojhelata Navîn ku nîzam didan diyayê, wan kirin ku Kurdistan û kurd bêne jihevdexistin, parçekirin û parvekirin. Ev statukoya ku kurd bêstatu hiştine, ji 80 salî zêdetir e ku tê parastin. Îcar di salên 2000î de, cardin mudaxelekirina bo Îraqê ya hêzeka din ya emperyalîst derizandina vê statukoya pîroz bi xwe re anîye. Bêguman sedemê bingehîn yê mudaxelekirina bo Îraqê ya DYA petrol e, dixwaze kontrolkirina çavkanîyên enerjîyê bigre destê xwe. Vê mudaxeleyê bi awayekî objektîf kiriye ku kurd bişên nefes bigrin. Rûxandina rejîma Sedam Huseynî, belavkirina Partî Beas, belavkirina artêşê, belavkirina servîsa muxaberatê, ji meydanê birina tehdîda çekên kîmyewî… Ev hemî kirin ku bi awayekî objektîf pêşî li kurdan vebe. Van geşedanan azadî bo jîyana kurdan bi xwe re anîne. Helbet ev jî girîng e kurd jî bi helwêsteka biryardar li pey gotina xwe, yanî li pey prensîbên xwe sekinîn û ev hemî geşedan çêbûn.

Salên 1920î, salên 2000an… Peywendîyên du hêzên emperyal bi kurdan re… Ev peywendî prosesên wisa ne ku divê ji layê felsefeya dîrokê ve li ser bête fikirîn. Ev hemî, ne ku tenê kurdan û Kurdistanê, belkî temamê Rojhelata Navîn bi xurtî eleqedar dikin.

15 hezîran 2005

Na xebere 2248 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.