zazaki.net
20 Nîsane 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
05 Adare 2011 Şeme 10:00

Em Dixwazin bi Şewçila Sînerjiyekê Ava Bikin

Roportaj: Maşalah Dekak

Gerînendeyê Giştî yê Kovara Şewçila ku xwerû bi kirmanckî (zazakî) ye Roşan Lezgîn, bal kişand ku her diçe hejmara kesên ku bi kirmanckî re eleqedar dibin zêde dibe û pêdivî bi derxistina kovar û xebatên nû hene. Lezgîn, da zanîn ku ew dixwazin bi kovara Şewçilayê di nava kurdên zaza de sînerjiyek ava bikin û potansiyela heyî pêşdetir bibin.

Gerînendeyê Giştî yê Kovara Şewçila Roşan Lezgîn ku hêj nû hejmara yekemîn a kovarê derxist, derbarê armanc û xebata kovarê de ji AKnewsê re axivî.

Te çawa biryar da ku kovara Şewçilayê derxî?

Niha hêdî hêdî kirmanckî eleqeyeke baş dibîne. Xwendevanên wê zêdetir dibin. Heta niha kovareke ku xwerû tenê bi kirmanckî, (kirdikî, zazakî, dimilkî) derketiye tenê Vate ye. Di kovarên kurmancan de zazakî derketiye lê weke rûpelek, nivîsek derketiye. Vate jî kovareke kulturî ye. Edebiyat jî xeber jî, tiştên berhevkirinê, nivîsên derheqê ziman, kombûnên ziman jî tê de hene. Her ku lîteratur bi pêş dikeve û nivîskar zêde dibin, mirov hez dike wisa êdî bi branşî bixebite. Divê êdî tenê kovara edebî, tenê kovara folklorî, tenê kovareke li ser helbestê û hwd hebin. Min jî hez kir ku tenê kovareke di çarçoveya edebiyatê de derkeve. Kovara me ji şiîr, çîrok, teoriya edebiyatê, krîtîkên hunerê pêk tê. Jixwe ev kovareke edebî û hunerî ye. Hunerên modern ên estetîkî yên weke şano, muzîk û hunerên plastîkî, peykerî, resim û wêne jî tê de hene. Ev hemû tişt babeta vê kovarê ne.

Çima Şewçila?

Melayê Cizîrî dibêje “Gula baxê îremê Bohtan im / Şevçiraxê şevê Kurdistan im”. Îcar min ev misre ji kurmancî tercumeyê kirdkî kir. Ev nav ji wir derket. Şevçira di kirmanckî de şewçila ye.

Ekîba we ji çend kesî pêk tê?

Wekî gerînende, amadekar, redaktor ez im. Lê belê di aliyê madî de hevalê ku sponsorî dike heye. Em hezar heban çap dikin. Bi awayeke otomatîk pênc sed heb didim wî, pênc sed heb ji xwe re digrim. Yanî ew sermayeya xwe dixê, ez jî keda mêjiyê xwe, hunera xwe diximê. Nîvê kovarê ji min re, nîvê wê jî ji wî re. Ez ê ji para xwe hinekî bidim kesên ku kar û barên teknîkî dikin. Lê di eslê xwe de hedefa min ev e; em çawa kirmanckî di pêş de bibin, em çawa edebiyata wê gaveke dîtir bi pêş ve bibin?

Gelo tenê bi kesekî meşandina kovarê ne zehmet e?

Mimkun e piştre alîkar jî çêbibin. Jixwe tecrubeyên min çêbûne. Bû nêzikî du salan ez malpera Zazakî.Net îdare dikim. Di vê malperê de hema bêje rojê xeberek lê bar dikim. Dinyayek roportaj, çîrok tê de hene. Jixwe ez rojane vî karî dikim. Êdî çavê min ji min dibire ku ez ê vî karî bikim. Îcar ji ber ku estetîkî ye, hunerî ye, jixwe ev warê min e jî. Ez di eslê xwe de bi edebiyatê re eleqedar im. Ez xwe weke edîb dibînim. Xwe weke zimanzan û redaktor jî dibînim. Ev bîst sal in tecrûbeyeke min heye.

Kovarên profesyonel piranî ji aliyê ekîban ve tên derxistin. Hûn ê hewl bidin ekîbek ava bikin?

Jixwe em wek ekîb in. Yek pereyê xwe dixê, yek karê teknîkî dike, yek mîzanpaj û karê çapkirinê dike. Karê çapkirin û mîzanpajê min sipartiye xwediyê weşanxaneya Vateyê hevalê me Deniz Gündüz.  Ev dîsa dibe ekîb. Lê karê naverokê, dîzaynkirina nivîsan, peydakirina wan, redaktekirin aydê min e.

Ji ber ku tu bi tenê bi kovarê re eleqedar dibî, ev bi xwe re talûkeyek nayne. Sibê ku tu dev ji vî karî bedrî, dê ev kovar çawa derkeve?

Garantiya tu tiştekî tune ye. Axir ev karê hanê jî meriv nikare bêje ku dê pênc sal, deh sal dewam bike. Lê nimûneyên wisa di nava kurdan de hene. Mînaka Celadet Alî Bedirxan heye. Her çend di kovara Hawarê de gelek kesan dinivîsî jî yê ku amade dikir ê ku bi rê ve dibir ew Celadet bû û wî bi gelek navan dinivîsî. Mînaka Nûdemê jî heye. Deh salan derket. Firat Cewerî bi tena serê xwe bû. Xizmeteke baş kir. Kadro di nava du rojan de çênabin. Divê tu wisa bi awayekî senkronîk, bêyî ku navber bidiyê, tim tu wî karî, wî branşî teqîp bikî.

Li gorî salên berê, hejmara kesên ku bi zazakî dixwînin û dinivîsin zêde bûye ne wisa?

Helbet zêde bûye. Em dixwazin bi vê kovarê di nava kurdên zaza de sînerjiyek ava bikin. Li gorî min êdî kovara Vate qîmê kirmancan nake. Ji ber ku kesên xwende êdî her diçe zêde dibin. Gerek tu vê enerjiyê di derekê de temsîl bikî, bigihînî radeyekê. Kesên ku karên bi qelîte bikin niha pir kêm in. Heta niha di edebiyat û standardkirina kirmanckî de jî pir zêde kaos, tevlihevî tune ye. Em wisa paqij paqij dimeşin. Em dixwazin vê paqijiyê pêleke din bi pêş de bibin.

Gelo derxistina kovara Şewçila tê vê wateyê ku tu ji Vate veqetiyayî?

Na, na! Tiştekî wisa tune ye. Me giş xeber daye, fikra min bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Ev yek berevajî tişta tu dibêjî, pêleke din, xelekeke din li xebata Vate zêde dike. Dewama wê ye lê piçekî din pêşdetir e.

Girseya we ya ku hûn dil dikin kovarê bi wan bidin xwendin, dê ji kîjan beşê pêk bê?

Dilê min dixwaze bêhtir ciwan bin. Xwendevanên universîte, lîse û kesên heta sî salî dixwazim bêhtir eleqedar bibin. Ev kovar dê ji kesên ku dostên edebiyatê, hunerê ne, hezkiriyên vê diyalektê ne, hez dikin ev diyalekt standardîzasyona xwe bi pêş ve bibe jî here. Jixwe herkes bi estetîk û edebiyatê re eleqedar nabe. Bêhtir kesên xwenda, tebeqeya elît bi vî tiştî re eleqedar dibin. Hedefa me jî ev tebeqe ye. Ez hez dikim ku em vê edebiyatê bigihînin kesên wisa ku nivîskarên nû ji nava wan derkevin.

Ji bo ku cih bidin dengê ciwanan, hûn ê di kovarê de guherînek çêbikin?

Ez nafikirim beşeke cihê bê vekirin. Jixwe kovar dixwaze xîtabê ciwanan bike. Bi qasî ku ez dizanim di kovarên edebî de, rûpelên aliyên paş bi giştî ji bo ciwanan tên veqetandin. Bêyî ku tu nav lê bikî, weke edetek cihê wan e. Em naxwazin weke ‘pênûsên ciwan’ kategorîze bikin. Meriv heye ku emrê wî sih, sih û pênc salî ye hêj nenivisandiye. Lê meriv heye ku emrê wî hêj bîst salî ye, dest bi nivîsandinê kiriye, kitêba wî derketiye. Ew êdî ne pênûseke ciwan e. Ji bo kesên nû dinivîsin, em dikarin çend rûpelên dawî ji bo wan veqetînin.

Di navbera kovara Vate û Şewçila de çi cudahî hene?

Naşibin hev. Çimkî Vate kovareke kulturî ye. Vate di eslê xwe de dengê Grûba Xebate ya Vateyî ye. Encamên kombûnên vê grûbê di wir de diweşin. Vate, nûçeyên bi her awayî diweşîne. Dikare nivîseke siyasî jî tarîxî jî biweşîne. Lê di Şewçila de ne wisa ye. Di Şewçila de tenê branşek heye. Tenê xîtaba edebîhezan dike. Tenê kesên ku ji huner û edebiyatê hez dikin, dê jê sûd werbigrin.

Ev kovar ji xeynî Diyarbekirê dê li bajarên din jî bê belavkirin?

Sîstema belavkirina Vateyê dê metoda me be jî. Ew hevalê ku Vate çap dike, belav dike, dê dîsa ew karê teknîkî bike. Kovara me dê li Stenbolê bê belavkirin, li Diyarbekir, Çewlîg û Dêrsimê jî em ê belav bikin. Nifûsa kurdên zaza bi qasî kurmancan belavbûyî nîn e. Di nava sînorê donzde wîlayetan de dijîn. Bi giranî dê kovar li Diyarbekirê belav bibe. Eger xortekî baş ku li kar bigere hebe, em ê pê bidin belavkirin û komîsyon bidinê. Em bikaribin kesekî wisa peyda bikin, dê wê çaxê diyar bibe ka li Diyarbekirê kîjan esnaf, parêzer, doktor û hwd vê kovarê distînin. Her wiha ev kovar dê li navçeyên Diyarbekirê jî bê belavkirin. Ji ber ku yê me kurdan şîrketeke me ya belavkirinê tune ye, em ê bi alîkariya dost û hevalan belav bikin. Ev ne alternatîfeke piştguhkirinê ye. Medyaya kurmancî ev bîst sal in bi vî awayî belavkirin dike.

________

Çavkanî: http://www.aknews.com/ki/aknews/9/221361/

Na xebere 3744 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
dıl şadım
cılemêrgıj
ev kovare bo kırdki pîroz û mınbarek bît. mın hejmara wê kerî û ez dıxwînım. ez kurmancım û dıxwazım hînî kırdkî bıbım. ev xîzmeta we jı bo zazakî xîzmeteke gelek mûhîme. xûdê harîkar bît.
28 Nîsane 2011 Panşeme 14:24