zazaki.net
26 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
17 Temmuze 2016 Yewşeme 21:14

Elewî, Kurd, Rapor

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Navenda Lêkolînê ya Merivên Zanyar (BİLGESAM: Bilge Adamlar Araştırma Merkezi) bi sernavê "Analîza Sosyolojîk ya Meseleya Başûrê Rojhelatê" (Güneydoğu Sorununun Sosyolojik Analizi) raportek weşand. Ev raporta ku di tebaxa 2009an de li Anqarayê weşîyaye, 114 rûpel e. (*) Di sernavê raportê de îbareya "Raporta Teknîkî" (Teknik Rapor) jî heye.

Di raportê de agahîyeka balkêş heye. Di bin sernavê "Îstatîstîkên Dîn û Mezheban" (Din ve Mezhep İstatistikleri) de dibêje, yên ku li Başûrê Rojhelatê (Güneydoğu) dijîn % 98.5 îslam in. Ji îslamê jî, bi şeklê % 49 henîfî, % 46.3, şafiî û % 3.5 elewî, li ser beşan cihê dibin. (r. 31)

Ev analîzkirin merivî heyirî dihêle. Dr. Atilla Sandıklı di pêşgotina ku bo raportî nivîsîye de dibêje "Berê jî derheqê herêmê de raport amade bûne lê ji ber ku di wan raportan de metoda zanistîyane nehatiye bikaranîn lewre mesele rast teşxîs nebûye, di rêya tedawîya meseleyê de pêşnîyazên tendurist li meydanê nehatine danîn."

Qizilbaşîtî (elewîtî) di nav îslamê de tê hesibandin. Li gorî qenaeta min, ev yek çawanîya bingehîn û armanca raportê li meydanê datîne. Rapor, wî fîkrê ku ji rastîya îdeolojîya resmî tu gumanekê nake, wê munaqeşe nake, mîna rastîyeka tekane, mîna rastîya nîhaî qebûl dike, ji vê hereket dike û wê ji nuh ve diafirîne. Qizilbaşîtîya (elewîtî) ku tu peywendîyeka xwe bi îslamê re tune ye, di nav îslamê de hesibandina wê, li ser navê metoda zanistîyê helwêsteka xelet e. Tê zanîn ku elewîtî bawerîyeka gelek berîya îslamê ye. Pispor didin zanîn ku elewîtî bawerîyeka wisa ye ku gelek ji berîya Manî û Zerdeştî hebûye, bawerîyeka aîdê Mezopotamyayê ye. Eşkera ye ke bav û bapîrên qizilbaşên (elewîyên) îro îslam nebûne.

Jixwe meriv dişê bibêje hejmara elewîyên di vê nimûnekirinê de gelek kêm e, dibe ku hatine îhmalkirin. Pirs derbarê meseleya nimûnekirinê de nîne, ew zîhnîyeta ku elewîyan di nav musluman de dihesibîne, ew tê rexnekirin.

Projeyeka Îttîhad Teraqqî ya mîna li dora unsîra tirk-îslamê ji nuh ve organîzekirina Dewleta Usmanî û neteweyîkirina, yanî tirkîzekirina ekonomîyê hebû. Neteweyîkirina ekonomîyê dihat vê manayê, dewlemendîya ku di destê rûman û armenîyan de ye, bi awayekî dest bidin ser û bikin bin kontrola yên ku tirk û îslam in. Rûm, armenî, kurd û qizilbaş (elewî) li pêşîya cîbicîkirina vê projeya komelge û dewletê de mîna kelemên gelek girîng dihatin dîtin. Ji bo ji navbirina van keleman plan û projeyên gelek cidî hatin çêkirin. Ji bo ku van plan û projeyan tetbîq bikin li benda demeka musaît sekinîn. Şerê Cîhanî yê Yekemîn vê delîveyê bi dest ve anî. Çawa ku şerî dest pêkir, beşek ji rûmên Deryaya Reş, Anadolu, Ege û Deryaya Sipî hatin surgunkirin. Yên ku mane bi mudaxeleyê hatin şandin. Nufûsa armenîyan bi jenosîdê hate tunekirin. Mal û milkê ku ji rûman û armenîyan mabû, dan bin kontrola eşrafên muslumanên tirk û kurdên tetîkkêş yên rojhelata [Tirkîyê].

Di amadekirin û tetbîqkirina van hemî plan û projeyan de cihûyan bo îtthadîyan aqilmendîtî kir.

Asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîye û asîmîlekirina eleweyîn bo muslumantîye parçeyê vê projeya komelge û dewletê bûn. Ev prosesa ke di dewra Îtîhad we Tereqqî de dest pê kir, di dewra Komarê de bi awayekî sîstematîktir hate dewamkirin. Li gundên qizilbaşan (elewîyan) çêkirina mizgeftan, meseleyeka gelek girîng ya kontrolê bû. Îro dibe ku qizilbaşên (elewîyên) ku asîmîleyê muslumantîyê bûne, yên ku di vê prosesê de ne, hebin. Lê ev nîşan nade ku ew musluman in. Çimkî di vir de çewsandin û zordarî heye. Bêguman gelek girîng e ku bête pirsîyarkirin bê hela çawa asîmîle bûne, çawa bûne musluman. Ev yek tevliheviyeka hişî ya mîna "Ez musluman im lê elewî me" yan "Ez elewî me lê musluman im" bi xwe re anîye.

Di salên 1960î de li Bidlîsê gotineka mîna "Tirkê herî qenc em in, em tirkên xas in..." hebû. Digel ku tu şerteka muslumantîyê bi cih naynin lê dibe ku îro di nav qizilbaşan de jî yên ku bibêjin "Muslumanên herî qenc em in" hebin. Ev halê hanê ne ku muslumanbûyîna wan belkî asîmîlebûyîna wan nîşan dide. Helbet divê bi delîlên dewlemend bête vekolandin ku bê hela çawa asîmîle bûne, çima aîmîle bûne, çawa di vê prosesê re derbas bûne. Ev jî eşekera ye ku ev mesele ji munaqeşeyê re vekirî ye. Lêbelê di meseleyeka wisa ya ji munaqeşeyê re vekirî de, bêyî ku delîlên îdeolojîya resmî bêne pirsîyarkirin, mîna ku rast bin, di lêkolîneka zanistî de eynen bikaranîna wan, helwêsteka dijî metoda zansitîyê ye.

Piştî ku di raportê de elewîtî mîna mezhebekê qebûl dibe û di nav îslamê de tê nîşandan, herwisa piştî ku behsa "Li gorî ferqa mezheban ya cihêbûna cîhetên cîyakarî, aîdîyet û xwestina bi hev re jîyînê" dibe, hingê ji bo her sê rewşan reqem û rêjeya derheqê hanefîtî, şafiîtî û elewîtîyê de tên dayîn. (r. 55)

Dibêjin "Li gorî ferqa cihêbûna cîheta nihêrîna li PKK/Öcalanî" û dîsa ev hal di nav henefî, şafiî û elewîyan de çawa çêdibe, derheqê vê de reqem û rêje tên dayîn. (r. 68-74)

Li jêr pirsa "Li gorî ferqa mezheban û cihêbûna pirs û cîhetên pîvanên Elewîtîyê" de dîsa derheqê hanefîtî, şafiîtî û elewîtîyê de reqem û rêje tên dayîn. (r. 77-78)

Lêkolîn li ser 4.797 kesan çêbûye. Nimûnekirin 4.707 kes in. Anket di destpêka sala 2009an de çêbûne. Eger nimûnekirin 5.000 meriv bin jî, li ser zêdetir merivan jî bihête tetbîqkirin jî, ji ber pejirandina xeletîyan, ji ber ku zanyarî û delîlên îdeolojîya resmî hîç nehatine vekolandin û eynen hatine qebûlkirin lewre tu nirxeka cidî ya vê raportê nîye. Jixwe di şûna ku bibêje Meseleya Kurdan dibêje Meseleya Başûrê Rojhelatî (Güneydoğu Sorunu), bi vî awayî gotin jî rewşeka wisa ye ku di rêveçûna vê zihnîyetê de çêbûye.

Anket li Batman, Çewlîg, Bidlîs, Diyarbekir, Mûş, Sêrt, Dêrsim, Wan û Agirî (ji van neh bajaran re gotine bajarên ku têde teror heye), Semsûr, Xarpêt, Erzirom, Entab, Meraş, Meletî û Riha (ji vana bajaran re gotine bajarên ku têde teror kêm çêdibe), li Îstanbul û Mêrsînê (ji van bajaran re jî gotine taxên ku di netîceya koçberîyê de çêbûne) tetbîq bûne. Ji ber hinde sedeman anketên wan li Culemêrg û Şirnexê, herwisa li qezayên Agirî Bazîd û Dîyadînê tetbîq nebûne.

Di hilbijartina bajaran de Îdîr, Qers, Ardehan û Erzingan tune ne.

Di raportê de tekîd dibe ku % 98.5ê gel musluman e. Yên mayî jî li jêr kategorîyên mîna mesîhî, suryanî, êzidîtî û yên ku bawerîya xwe bi dînan naynin de kom kirine. Êzidî bo xwe dibêjin "êzidî". Ji êzidîyan re gotina "yezîdî" ji bo raporteka zanistî helwêsteka rast nîye. Zazayan wekî grûbeka ji kurdan cihê, wekî grûbeka etnîkî ya ji kurdan cihê nîşandan jî xelet e. Yek ji mijarên ku îdeolojîya resmî dibêje rastîya mutleq jî ev e. Lêbelê zaza ew kurd in ku bi zazakî qise dikin. Pisporên mijarê wisa tekîd dkin.

 

Kurdî: Zimanek ku Deyn Hatiye Girtin

Di vê navberê de divê meriv li şîroveyên serokê Sazîya Perwerdeya Bilind (YÖK) Profesor Yusuf Ziya Özcanî jî binihêre. Profesorê serokê sazîya perwerdeyê dibêje "Kurdî ziwanekî wisa ye ku deyn hatiye girtin. Ji sedî 60-70 peyvên wî ji farisî, ji sedî 20-25 ji erebî hatine girtin. Beşek jî tirkî ne. Ji bo ku Enstîtuya Ziman û Edebîyata Kurdî yan jî Beşê wê vebe, divê Beşên xurt yên tirkî, farisî û erebî vebin."

Li gorî qenaeta min, ev daxuyanîya profesorê serokê sazîya perwerdeyê daxuyanîyeka derheqê zimanî de nîye. Ev daxuyanîyeka wisa ye ku piçûkxistina kurdan û kurdî bo xwe dike armanc. Dema ku dibêjin "Vebûna Kurdan" yan dema ku dibêjin "Vebûna Demokratîk" jî, piçûkxistina kurdan û kurdî di plana pêşî de digirin ku ev rewşeka wisa ye, zalbûna îdeolojîya resmî ya li ser jîyana ramyarî, zanistî û hunerî ve eleqedar e. Li gorî qenaeta min, profesorê serokê sazîya perwerdeyê dixwaze vê bibêje. Divê  tirk, ereb û fars wisa metodekê bibînin û cî bi cî bikin ku kurd û kurdî neşên têde delîveya jîyanê jî bibînin. Çi dema ku li meydanê kurd û kurdî neman... a wê demê, em dê Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî vekin. Bi vî awayî dê gotina ewropîyan jî bête cîbicîkirin. Jixwe hîç mewzûya behsê nîye ku em kurdan wekî muxatab qebûl bikin.

Di dema cuntaya 12ê Adarê [1971] de dozgerên leşkerî îdîanameyên mîna "Zimanek bi navê kurdî nîye, ji sedî çil tirkî ye, ji sedî sih û pênc farisî yê, ji sedî bîst erebî ye, ji sedî yek û nîv suryanî yi, ji sedî yek û nîv gurcî ye, ji sedî yek îbranî ye..." dinivîsandin. Li hemberî vê îdîayê merivê zanyar Mûsa Anterî di rûniştinekê de wisa gotibû: "Ji bo ku dozger kurdan û kurdî piçûk bixîne, zêde manaya xwe nîn e ku ewçend zehmetê bide xwe, bi qasê 30 cûre qud-quda mirîşkan jî heye."

Heke em Ferhenga Kurdî-Tirkî ya Zana Farqînî ku Enstîtuya Kurdî ya Îstanbulê weşandiye, romanên kurdî, kitêbên lêgerînê û hwd. bibin ber profesorê serokê sazîya perwerdeyê de daynin jî, dîsa fikrê wî naguhere. Îdeolojîya resmî kategorîyeka ramanê ya wisa ye. Warekî wisa ye ku têde  ne ku zanîn lê bawerî zal e. Di vê ferhengê de 131 hezar û 266 peyv hene. Ev ferheng 2 hezar 132 rûpel e.

Perwedekar û pedagog Faiz Cebiroğlu bi sernavê "Wehmên Profesorekî" (Bir Profesörün Evhamları) nivîsarekê nivîsîye. (Hata! Köprü başvurusu geçerli değil., 16 cotmeh 2009) Faiz Cebiroğlu dibêje ji sedî nodê peyvên tirkî bîyanî ne. Dibêje peyvên ku bi herfên mîna C, F, H, I, J, L, M, N, P, R, S, U û Z dest pê dikin, ji vana tu hebek jî tirkî nîye. Dibêje li Tirkîyê navê tu derekê, navê tu şêngehekê jî bi tirkî nîye... Ew îhtîmal nîye ku profesorê serokê sazîya perwerdeyê bersivekê bide vana jî. Profesorê ku di axaftina xwe de dibêje " ji sedî heftê farisî, ji sedî bîst erebî..." profesorekî xwendwar nîye. Xwedîyê wê agahîyê nîye ku kurdan li van salên dawîn derheqê kurdan, kurdî û Kurdistanê de, derheqê geşepêdana komelkî û dîrokî yê miletê kurd de xebatên çawa kirine, xebatên di warên mîna ziman, kultur, tîyatro û hwd. de çawa pêş ve çûne. Ji rûdanên ku li Tirkîyê, li Kurdistanê û li cîhanê dibin jî bêagah e. Eger hal ev hal be, wê demê entrîkayeka 90 salî ya Frichî mîna agahî tekrar dibe. Lê Frich ji mêj ve ye deşîfre bûye... Lêbelê profesorê serekê sazîya perwerdeyê ji viya jî bêagah e.

18.10.2009

_____________

Çavkanî: www.zazaki.net, sernavê tirkî yê orîjînal: Aleviler, Kürtler, Raporlar

(*) Rêvebirê Projeyê: M. Sadi Bilgiç,

Analîstê Delîlan: Salih Akyürek dixuye.

Yên ke rapor amade kirine: M. Sadi Bilgiç û Salih Akyürek in.

Tîma Projeyê: Doç. Dr. Mazhar Baglı, Mustecep Dilber, İlhan Kocamaz û Onur Okyar in.

Serokê BİLGESAMê Dr. Atilla Sandıklı hinde fikrên ku guman têde heye di pêşgotina ku bo raportê nivîsandiye de hene. Wisa dibêje: "Di prosesa şerê ku ji 25 salî zêdetir ajot de derheqê herêmê de hinek raport amade bûn. Lê di van xebatan de metoda zanistîyane nehate bikaranîn. Ew xebat yan ji fikrê cudaxwazîyê yan ji fikrê dewletparêzîyê hereket dikin." Dr. Atilla Sandıklı tekîd dike ku wan di amadekirina raportê de yarmetîya madî û manewî ji Komeleya Navneteweyî ya Xêrxwazîyê bo Komelgeha Sivîlî (CİSİDER) û Weqfa Xizmetê ya Diyarbekirê (Diyarbakir Hizmet Vakfı) dîtiye. Nivîsandina raportê di temuza 2009 de tamam bûye.  

Na xebere 2450 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.