zazaki.net
24 Teşrîne 2017 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
22 Temmuze 2016 Îne 21:28

Di Ragehandina Kurdî de Pirsgirêkên Jinan

Evîn Şikakî

Ragehandin, yek ji wan alavên sereke yên xwedî bandor di belavkirina hizr, bûyerên rojane, çareserkirina pirsgirêkan e, herwiha derbirîna êş, hez û ramanên cemawer in, di nav kesên rewşenbîr û aliyên pêwendîdar de hem ji bo geşepêdan û pêşxistina civakê û hem jî bi armanca çareserkirina pirsgirêkên wê civakê.

Gelo çima pirsgirêkên jnan di rêya ragehandinê de mîna gelek pirsan nayên çareserkirin?

Gelo pirsgirêkên jinan weke zewaca keçên temenpiçûk ango zarok, mafê xwendinê, sinetkirin, tundûtujî, berdan, di ragehandina kurdî bi awayeke pêwîst hatiye gotûbejkirin?

Çima jinên serperştiya dezgehên rageandinê dikin kêm in?

Tevî ku, hejmareke mezin ji jinan tevlî dezgehên ragehandinê bûne û tê de kar dikin, lê karê wan heta niha li gor pîvanên zilaman e, piraniya nûçe, programên girêdayî bi babetên jinan piştguhxistî ne, mîna rêklameke ragehandinê ne, wate ew program bi berpirsyaretî li ser pirsgirêkên jinan ranawestin û çareser nakin. Ji aliyekî din ve gelek programên televîzyonî tenê behsa çawaniya pêkanîna kelûpelên xwerinê, cureyên xwarin û vexwarinê, her wiha guhdana bi pergalên li nava malê û baqijkirina wê ne.

Ne tenê televîzyon lê belê eger em ragehandina Kurdî ya çapkirî jî mîna rojname û kovaran jî bişopînin, em dibînin ku, babetên girêdayî bi zarok, malbat û pirsa jinan di çarçoveyeke teng û lawaz de behs dike bi awayekî giştî dinerxîne mîna tenduristiya malbatê, perwerdeya zarokan û şîret û rêzgirtin ji dê û bavan re, herwiha çîrokên gelêrî yên behsa qehremaniya hin nimûneyên jinan di cengan de dikin û behsa ezmûnên hin jinên serkeftî di hukmdariya êl û eşîran de, herwiha beşdariya wê di şoreşan de.

Ragehand di pirsa jinê de di nerîna min de du alî ye, carînan piştevaniya hebûn û beşdariya wê di geşepêdana civakê û hemû cureyên jiyanê de, herwiha wekheviya wê li gel zilam di yasayan de û  carînan jî dixwaze jinê weke bermaliya malê be tenê li ser perwerdeya zarokan raweste mîna dayîkekê, ji ber ku, zihniyeta hizr û ramanên civakê bandora xwe li ser mediyakaran jî kiriye, nemaze ku, piraniya wan ne derçûyên ragehandinê ne û ne jî paşmayeke wan a rewşenbîrî heye ku, bikarin nivîsandinê di ragehandinê bikin, ji aliyekî din nebûna rahênan û perwerdeya akademî ya ragehandinê.

Bi her hal nabe em behsa piştguhxistina pirsa jinê di ragehandinê de bikin bêyî ku, em behsa rewşa di civakê de bi giştî binirxînin, ji ber ku, hejmara jinên serkirdeya dezgehên ragehandinê dikin pir kêm in, ji ber vê yekê jî çareserkirina pirsgirêkên wê careke din rastî kelem û astangan dibe û rê li ber pêşketina dezgehên ragehandinê jî bi hemû coreyên xwe tê girtin çi regehandina elektironî be, yan ragehandina çapkirî, bihîstî be, herwiha televîzyon jî.

Eger em bixwazin civakekê li ser piransîbên baş û serkeftî ava bikin pêwîst e em pirsgirêkên jinan di rêya alavên ragehandinê re çareser bikin, ew çareserkirin jî dibe ku, bi rêya programên rewşenbîrî û hizrî, herwiha cîbecîkirina yasayên pêwendîdar bi maf û erkên jinê ku, ew yasa bibin bingeha çareserkirina her pirsgirêkekê.

Mixabin tevî vê hejmara mezin a dezgehên Kurdî yên ragehandinê lê heta niha pirsgirêkên jinan bi awayeke çaverêkirî û berpirsyaretî ne hatiye gotûbêjkirin û çareserkirin.

Na xebere 996 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.