zazaki.net
20 Nîsane 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
14 Çele 2013 Dişeme 06:57

Di Kurmancî de Ferhengeka Hêja

Xeber: Zazakî.Net

Bi navê “Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî” kitêbeka hêja derket. Kitêb ji alîyê Weşanxaneya Rûpelê, ku wekî kitêba herî pêşîyê ya vê weşanxaneya ku li Îstanbulê nuh vebûye, weşîyaye. Ev kitêb 307 rûpel e û têde nêzîkê neh hezar bêjeyên bingehîn (esasî) hene. Ferheng ji alîyê komîsyonekê ve bi xebateka dûr û dirêj amade bûye.

Di lehçeya kurmancî de ev kitêbeka wisa ye, ji bo ku nivîsîna bêjeyên (kelîmeyên) sereke tespît bibe, pêşî bi deh hezaran formên cihê-cihê yên bêjeyên ku di zimanê qisekirinê yê kurmancî de hene tespît bûne, dû re, ji varyantên her bêjeyê varyantek ji bo zimanê nivîskî hatîye hilbijartin. Yanî di vê ferhengê de tenê bêjeyên ku di lehçeya kurmancî de hene û bi çend varyasyonan têne şuxulandin cih girtine. Em bibêjin, bêjeyên mîna “av”, “dest” ûhd. ku tenê formeka xwe hene, di vê ferhengê de cih negirtine; têde ew bêjeyên ku ji yekî zêdetir formên xwe hene, cih girtine.

Amadekarê ferhengî M. Malmîsanij e. Lê Mistefa Aydogan, Zana Farqînî, Newzat Hirorî, Huseyîn Kartal, Remzî Kerîm, Mehmûd Lewendî, M. Emîn Narozî û Reşo Zîlan jî di tespîtkirina formên sereke yên van bêjeyan de xebitîne. Ji bîblîyografyaya kitêbê tê fêmkirin ku di tespîtkirin û hilbijartina van bêjeyan de M. Malmîsanijî ji 71 heb ferheng û çavîyên nivîskî îsîtîfade kirîye.

Wekî tê zanîn, eynî mîna lehçeya kirdkî di kurmancî de jî bi hezaran bêjeyên ku bi gelek forman têne gotin û nivîsîn hene. Wekî nimûne, li hemberî bêjeya standard ya ku em di kirdkî dibêjin “merdim”, di kurmancî de formên ku têne gotin û nivîsîn, di vê ferhengê de wisa cih girtine:

meriv/ mera, mere, meri, merif, merî, merov,merû, mihov,mirhov, mirof, mirov, mo, moraf, morof, muro, murov: 1. insan 2. akraba, hısım

Formên ku wekî standard tercîh bûye û pêşnîyaz dibe ku di zimanê nivîskî yê lehçeya kurmancî de bihê şuxulandin di serî de cih girtîye. Dû re, formên (varyantên) ku amadekarên kitêbê şîyane tespît bikin, cih girtine. Ev varyant bi rengê sor hatine nivîsîn ku xwendevan bi hêsanî varyantan û forma bingehîn ji yekûdin cihê bike. Wisa tam neh hezar bêje û bi deh hezaran varyantên wan di vê ferhengê de hene.

Taybetîyeka muhîm ya vê ferhengê jî ev e ku, eynî mîna ferhenga “Grûba Xebate ya Vateyî” nêrkî û mêkîya bêjeyan jî di nav parantezan de hatîye nivîsîn. Wekî tê zanîn, di meselaya nêrkî û mêkîyîyê de, ji bo ku bêjeyên kurmancî di halê xweser de zêde xususîyeta xwe nîşan nadin û hinek bêje li herêmekê nêr li herêmekê jî mê ne, wisa nîşandana cînsîyeta bêjeyan di warê nivîsînê de bi xwe re standardekê çêdike.

Tiştê muhîm ev e ku, kesên ku bi lehçeya kurmancî dinivîsîn, ji îro û pê de, di tercîhkirina formên bêjeyan de vê ferhengê esas bigrin. Wisa bibe, bi awayekî giştî di standardîzebûna kurdî de, bitaybetî di standardîzebûna kurmancî de gaveka bingehîn û gelek muhîm tê avêtin. Û ew teşqele û sergêjîyên ku di nivîsandina kurmancî de heta niha hebûn, zafên xwe êdî dê li pey bimînin.

Belavkirina kitêbê ji alîyê “CAĞALOĞLU DAĞITIM, Alay Köşkü Cad. Küçük Sok. Gürdere İşhanı No: 2 Cağaloğlu – İstanbul, Tlf: 0212 512 77 38” tê kirin.

Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)- Tirkî, Amadekar: M. Malmîsanij, Weşanxaneya Rûpelê, Çapa yekem, 2012, Îstanbul, 307 rîpelî.

Na xebere 3809 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.