zazaki.net
20 Oktobre 2017 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
17 Gulane 2010 Dişeme 10:05

Daxuyanîya Roşinbîrên Kurdan

[Daxuyanî]

Çend roşinbîr û nivîskarên kurdan derbarê kuştina rojnamevan Serdeşt Osmanî de daxuyanîyeka nivîskî belav kirin. Wekî tê zanîn, rojnamevan Serdeşt Osman roja 04.05.2010 li paytexta Kurdîstana Başûr Hewlêrê, ji ber derîyê zazîngeha ku lê dixwend, ji alîyê çend kesên ku nasnameya wan nehatîye tesbîtkirin, hat revandin. Piştî du rojan, roja 06.05.2010, cenazeyê Serdeşt Osmanî ku sere wî hatibû jêkirin li kuçeyeka bajarê Mûsilê bêxwedî hatibû dîtin.

Berîya kuştina Serdeşt Osmanî, li Kurdîstana Başûr rojnamevanên kurd ên ku bitaybetî derbarê gendelîyan de lêkolînê dikin gelek caran rastî êrîşan hatine. Heta niha hemî kiryarên wisa yên li dijî rojnamevanan tarîtîyê de hatine hiştin.

Daxuyanîya roşinbîrên kurdan ya derbarê kuştina rojnameger Serdeşt Osmanî de wisa ye:       

Em kuştina rojnamevan Serdeşt Osmanî ku kiryareke kirêt û hov ya dûrî nirxên mirovahiyê ye, şermezar dikin. Em bala hikûmeta Kurdistana Başûr dikişînin ser narewayîya ev cûre kiryaran ku li beşekî welatê me yê azad rû didin.

Bêguman gelê kurd di riya azadiyê de û ji bo ku xwe bigihîne asta gelên cîhanê yên ku di nav azadiyê de dijîn, bi hezaran şehîd dane û didin. Em zulma dagîrkeran têdigihên lêbelê di bin rêveberîya kurdan bi xwe de bi tu rûyî nabe ku bersiva nivîsekê gulleyekî kor be, bersiva dîtineke cuda zindan be, bersiva hubrê herikandina xwînê be û bersiva ramanê teqîna tivingê be.

Bila baş bihê zanîn ku bi kuştina Serdeşt Osmanî re hemî rojnamevan, nivîskar, edîb û ramanbêjên kurdan hatine kuştin! Bi şikandina qelemeke azad re qelemên me hemûyan hatin şikandin. Bi birrîna zimanekî re tê xwestin ku zimanê me hemûyan were birrîn!

Ev rengê hovane ji têkiliyên bi ramanên cihêreng re bi tu awayî nayê pejirandin. Gunehkarî çiqasî mezin be, dadgeh hene, zagon û yasa hene û divê tenê li wir ceza werin birrîn. Sûc çi dibe bila bibe, nabe ku kuştina ku ji çanda daristanên hov hatîye bibe metoda çareserkirina nakokiyan.

Gelê me ne ji bo ku ji bin siya tirsekê derkeve û têkeve bin siya tirseke din bi sedê salan têkoşîyan. Ne ji bo ku zindanekê bi yeke dî re biguhere xwîna xwe li serê çiyan, li newalan û di kolanan de rijandiye.

Em her ji gelê xwe re rûyê azadiyê yê şêrîn derdixin ber çavan, lê bi vî awayî dilê gel ji azadiyê jî sar dibe. Eger azadiya welatekî ne girêdayî azadiya takekesên wî welatî be, ew rengekî nû ye ji koletiyeke din.

Kesên ku navê me li jêr nivîsandî ye, em bi diltengî daxwaz ji karbidestên hikûmeta Kurdîstana Başûr dikin ku di zûtirîn demê de berpirsîyarên vê kiryara hov derxin pêş dadgeha edaletê.

Kesên ku daxuyanî belav kirine ev in:

Ali Fikri Işik, Cuma Ozusan, Ezîz Xemcivîn, Hesen Çakir, Îbrahîm Seydo Aydogan, Inayet Dîko, Jan Dost, Mîrê Hêkan, Mîrhem Yigit, Muhsin Kizilkaya, Miço Kendeş, Paşa Birodirêj, Roşan Lezgîn,Tosinê Reshîd, Vecdî Erbay, Wehdet Sîwanij, Weysî Ayaz, Yaqob Tilermenî, Zana Farqînî

Na xebere 1926 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.