zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
30 Nîsane 2019 Sêşeme 22:34

Çîroka Radyoya Monte Carlo Şaxê Kurdî

Yekta Uzunoğlu

Piştî ku min Enstîtûya Kurdî li Almanyaya Federal di sala 1984 de ava kir, min xwest bi awayekî perçeyek piçûk ji çanda kurdî jî be, bighînim gelê xwe yê bindest. Wê dema dîroka me de ev tenê bi riya radyoyê mimkin bû. Dihat bîra min, çawa em wek zarûk bi dê û bavên xwe, bi xal û xaltiyên xwe, bi cîranên xwe her roj bêrîya êvarê, li hêvîya dengê radyoya Êrîwanê disekinîyan.

Li wan salan pirtûk, rojname, kovar, muzîka kurdî, zimanê kurdî, cil û bergên kurdî jî li Tirkîye qedexe bûn. Yanî her tiştê ku bi nasnameya kurdî ve girêdayî bû, qedexe bû! Li Sûrîye, li Îranê jî rewş kêm-zêde wek Tirkîye bû. Pirtûk, kovar û kasetên muzîkê ku li Ewropa dest bi weşandinê kiribûn nedigihîştin Kurdistanê.

Çend car min wek berpirsîyarê Enstîtûya Kurdî bi çend parlamenterên almanî serlêdana televîzyona almanan ku bi zimanên biyanîyan li Almanyayê diweşandin kir ku kurdî jî biweşînin, lê serlêdanên me bêbersiv man. Piştî lêkolînên dirêj min fam kir ku li tu welatek Ewropayê weşana kurdî li radyo, li televîzyonê mimkin nîne.

Lê Monaco? Dewlet nîn e, girêdana wê ya aborî bi welatên wek Tirkîye tune û min xwest Monaco biceribînim. Piştî çend mehên çûyin û hatinê, ceribandinê, weşandina kurdî li Radyoya Monte Carlo hat qabûlkirin, me peyman îmza kir, xwestekê wan tenê heqê telîfê yê radyoyê bû.

Min wê jî çareser kir. Lê tu kesê pispor di warê xebata radyoyê de li nav kurdên Almanyaya Federal tine bû, yan jî min nasdekir, ku bêpere bixebite. Mecbûr mam, ez bi xwe programan çêbikim û pêşkeş bikim. Wê demê Mehmûd Baksîyê rehmetî re min bursekî bo salek li Almanya ji Weqfa Heînrîch Böll derxistibû, ku li Almanya bikaribe bijî. Ez Mehmûd Baksî, hevjina min ku alman bû lê kurdî baş dizanibû û kurê xalê min ku ji Parîsê hatibû me dest bi weşandinê kir.

Bêgûman tev de bê pere!

Ez berpirsîyarê Enstîtûya Kurdî ya Bonnê bûm, nikaribûm herim Monaco û yên din jî wusa.

Min stûdyoyek li radyoyekî Almanyayê peyda kir, me li wir diweşand, deng diçû radyoya Monaco û ji radyoya Monaco belav dibû dinyayê. Ji ber ku me li ser pêlên kurt diweşand û antenên Radyoya Monacoyê çar alîyê dinyayê de hebûn, lê bo min antêna ku li Qibrisê bû muhîm bû. Bi saya antena Qibrisê deng li tevekê Kurdîstanê bi awayekî gelek zelal dihat bihîstin.

Min xwest di despêka weşanê de çend roj nûçe neweşînim. Me li ser pirsên saxî, li ser çanda me, li ser dîroka me û carna jî ji Încîl û Tewratê tişt diweşandin.

Sedemê wê jî ev bû; wê deme hikûmeta tirkan li dinyayê kurd wek terorîst nîşan dida. Min xwest ji alema mesîhî û cihû re nîşan bidim ku mesela dewleta tirk bi nasnama kurdî re ye. Sîyaseta wan li hember gelê kurd sîyaseteke nîjadperestî ye. Û ez zanibûm ku em Încîl jî bixweynin wê dewleta tirkan midaxele bike, gavên dîplomatîk bavê bo sekinandina weşana kurdî li Radyoya Monte Carlo, yanî li Ewropaya azad û demokrat! Naverok bo dewleta tirk muhîm nebû, tiştê muhîm ew bû ku kurdî ye! Min dixwest Ewropa, Amerîka bi kurtî alema mesîhîyan rewşa gelê me û zilma nîjadperestîya dewletên serdest nasbikin!

Li gorî ku min texmîn dikir, rastî jî dewleta tirkan vê weşana kurdî, ba dewleta firansî proteso kir, dewleta firansî jî ji Radyoya Monaco pirs kir ka gelo tiştên “xelet” tên weşandin yan na û kî diweşîne. Radyoya Monacoyê bersiv da ku di weşanê de Încîl û Tewrat jî tên weşandin û kesê ku diweşîne Enstîtûya Kurdî ye. Wusa dîyar e ji vê bersivê hikûmeta Firansayê wisa fam kirîye ku Enstîtûya Kurdî ya Parîsê ye… Gelo wezareta Fransayê berpirsîyarên Enstîtûya Kurdî ya Parîsê gazî kirin û îfadeyê wan girtin yan na, ez nizanim.

Lê di eynî wextê de hinek sazîyên kurdan û “almanên nezelal“ dest bi erîşên dijî Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê kirin û dîsa wisa “Waqfa Îslamî ya Cîhanî” li ser min broşurek weşand û gazî cîhadê kir; hember min û radyoyê.

Ev êrîş li Parlamentoyê alman û li çapemenîya Almanyayê 2-3 hefte bû rojev! Dewleta tirk, Weqfa Îslamî ya Cîhanî û hinek sazîyên alman û kurd nehiştin ku bi kurdî ne tenê çanda giştîya kurdî, lê Încîl yan Tewrat jî were weşandin.

Bi carekê de bi deh mîlyonan mesîhî bihîstin ku xwendina çend rûpelên Încîlê û Tewretê bi kurdî bi xwe jî bo dewleta tirk sûc e. Radyo, rojname, kovar, televîzyonên mesîhî nav çend rojan de vê bûyerê ji Brazîlya ta Fîlîpînê belav kirin, bi saya vê bûyerê kesên ku hê navê kurd nebihîstibûn, kurdan û rewşa wan a trajik naskirin, ku heqê wan nîne heta Încîl û Tewratê jî bi zimanê xwe guhdarî bikin. Bi gaveke piçûk çavê mîlyonan mesîhî ji Amêrîka ta Awustralya vebû, fam kirin ku mesela tirkan bi kurdan re ne sîyasî ye, lê nîjadî ye!

Di eynî wextê da hinek sazîyên kurdan bi zorê Enstîtûya Kurdî ya Almanyayê kirin destê xwe, talan kirin û di dawîyê de jî girtin!

Çekeka wan a dawîn mabû; ew jî hinek “rewşenbîr” û “sazîyan kurdan” bûn. Ew sazî û “rewşenbîrên kurdan” bi ser ketin! Hem Enstîtûya Kurdî ya Bonnê hem jî weşanên Radyoya Monte Carlo bi zimanê kurdî ji holê rakirin. Xwedê nehêle!

_________

Çavkanî: https://yektauzunoglu.com

Na xebere 3906 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.