zazaki.net
28 Adare 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
16 Adare 2019 Şeme 18:37

Casimê Celîl behsa jiyana xwe dike

Roportaj: Yekta Uzunoğlu

Apo tu dikarî ji kerema xwe behsa xwe bikî?
Ez Casimê Celîl, ji welatê Qersê me, ji qeza Qersê me. Ji 1918 em ji Qersê tevî êla me êşîrê hatin Ermenistanê, Êrîwanê. Biçûktîya min rind tê bîra min. Gundê me deşt û zozanên me, dora wê, zevîyêd me,bostanê pêşîya gundê me, ber gundê me. Çemek di orta gund da dikişîya. Hûrik-hûrik biçûktîya min tê bîra min. Navê gundê me Qizilqûle bû. Bintara Qizilqûleyê bevrek bû, gundê ermenîya.  Fêza Qizilqûleyê Dîgor bû. Du Dîgor bûn. Dîgorekê ra digotin Dîgora Elîaxa, Dîgora din ra jî digotin Dîgora ermenîyan demek qeza bû reyon bû. Reyona wan gunda bû.

Bawer bike gund bi ser gundan ra hene. Gundê me wê qezê de di ser gelek gundan ra bû. Gundê me ra pêşîyê gotine Qizilqûle yanî “Deşta Zêra”. Bi rastî jî Deşta Zêra bû. Kîjan alî bizîvirîyayî, biçûya kîjan goşeyî, te dît her hêşînayî, her Xwedê çi ku çêkiribû dabû tebîetê.

Welat da kurd, eşîreta êzdîya, ermenî, tirk, eşîreta me kurda diman ti kes kormîşî [têkilî] ti kesî nedibû. Yekî nedigot te nigê xwe xwar danî. Tu çira aha hatî, çira aha çûyî? Cimeat her çar millet çawan malek bû. Lê şerê [19]14an şerê pêşîyê, şêrê mezin gelek millet cimeata tev hev kir. Pev ra da şerkirinê. Piştre hêla me da bû şer û daw, di wî şer û dawî da em hatin Êrîwanê.

Apo ew di kîjan salê da bû?

Sal 1918 bû. Paşê ku em hatin vira, em dîsa zivîrin. Em çûn, dîsa hatin. Lê wê hingê dê û bavê min tune bûn, miribûn.

Apo dê û bav hatin kuştin?

Dîya min ji kerba bavê min mir. Bavê min birin Pilê, tevî gelek mêran biribûn Pilê. Li cihê Pilênîyê miribû li Erzirûmê. Cara duduya ku em tevde hatin tevî meta xwe, meteka min mabû. Navê wê Şarê bû. Wê dema em hatin, ez bûm, meta min Şarê bû, wê hingê sê xwişkên min hebûn. Yek berbistan mir, ya din birçî va mir, min yek jî winda kir. Ez bi xwe jî biçûk bûm. Deh-dazde salî ya hebûm ya nebûm.

Merîyên nas ez biribûm dabûm yêtîmxanê. Yêtîmxaneya Amerîkayê. Wê hingê dewleta Amerîkayê Gumrîyê da yêtîmxane vekiribû. Weke deh-panzde kesan dê û bavê kê tunebûya ew xweyî dikirin. Nan dikirin, av dikirin, hîn dikirin. Hînî xwendinê dikirin. Wê hingê sê-çar sal li yêtîmxanê mayîn şûn da li hev hat ez çûm Celaloglûyê. Celaloglû jê ra dibêjin Staphanavan ji wê yorê ra. Du sal jî li wê derê mam li yêtîmxana Amerîkayê.

Apo li yêtîmxana Lenîngradê li dervayî we kurdên dine jî hebûn?

Yêtîmxanê gelek kurd hebûn. Hebûn dorê sî kurd hebûn. Zarê kurdan, dorê sî zarê kurdan hebûn. Hêla min da, Hecîyê Cindî bû, Emînê Evdal bû, Cerdoyê Gênco bû. Cerdoyê Gênco yanî redaktorê qezeteya me Rîya Teze bû wextekê. Pêşîya Cerdo helbet hevalekî din redaktorê qezeteyê bû, ermenî bû kurdî baş nizanîbû. Paşê Cerdoyê Gênco bû redektorê qezeteyê. Em çar-pênc lawik bi hev ra digeriyan. Bawer bike em ku da biçûna bi hev ra digeriyan ku da biçûna em tevayî bûn. Him jî em merîyên hev tên. Pismamê hev in, kurapê hev in. Ji êlekê ne, ji eşîretekê ne. Me li Celaloglûyê çend sal xwend. Rind me ra dan xwendinê. Xwendina heft salîyê yanî ya orta min kuta kir. Wê hingê min kuta kir. Ji wê şûn da em hatin Yêrîvanê.

We bi zimanê filehî dixwend?

Me bi zimanê filehî dixwend. Gişt bi zimanê filehî bû. Em hatin Yêrîvanê weke salekê dudan em dîsa di yêtîmxanê da bûn. Êpey em gihiştîn nêzîkî çarde-panzde salî bûm ez derketim xebatê. Demek em mezin dikirin didan xwendinê wekî em kêrî cimaetê kêrî merivatîyê bên û sinet hîn dibûn xwendin hîn dibûn. Min xwe li xwendinê girt.

Ew jî mekteba Amerîkanî bû?

Na li Yêrîwanê mekteba Sovyetê bû. Belê yê Sovyetê bû. Halê Ermenistanê zaf baş bû, qayim bû.  Wê demê Ermenistanê zar, yêtîmxanê dan destê Sovyetê. Sovyetê hemû hildabûn destê xwe. Min xwe li xwendinê girt. Lê du sal xebitîm dîsa. Ser elektîrikê dixebitîm. Mekanîk bû. Min got; na ev e her kes dikare hîn bibe, ez ê dîsa ber bi xwendinê herim. Min xwe li xwendinê girt. Ez çûm mekteba Vayenê min çar sal wê derê xwend Berkûye û Tîflîsê. Sala [19]31 xwendina min êpeyce bû. Rewanê da Teknîkoma kurdan vekirin. Yanî hat gotin Teknîkoma Kurdan a Qefqasê Pedagogê vekirin. Wê hingê ez ûzê partîyayê bûm. Ji kola Vayenayê ez ûzê partîyayê bûm. Her sê respûblîka [komaran] şêwir kirin, tê ra dîtin, ez kişif kirim, ez kirim dîrektorê Teknîkomê Kurdan a Rewanê. Dêmek sala 1931, Rewanê da yanî Yêrîwanê da Teknîkoma kurdan vebûye ya here pêş. Ez nizanim li dinê da berîya teknîkoma me teknîkomek heye yan nîne bi min eyan nîne. Lê teknîkoma me zaf mezin bû. Nêzîkî 200-250 şagirtên min hebûn.

Tev kurd bûn?

Belê tev kurd bûn. Ji sê repûblîkan, ji her eşîretan, çawanî em dibêjin “Millî, Kîkan, Zîlan,” te yê bigota ya Rebî, Xwedê eva na ne ji başqe-başqe eşîretan hatine. Yan ji Azerbaycanê hatine, yan ji Gurcistanê hatine, yan ji Ermenistanê hatine. Te yê bigota ev malek e. Malekê da ewqas xortên kurmancan tevda bûn. Ne zar bûn xwendkarê herî biçûk panzde-şanzde salî bû. Gelek salê wan êpeyce bûn. Forma malekê bû. Zarê malekê bûn. Wexta yek nexweş diket giş lê dicivîyan miqetî lê dikirin. Xwarin jê ra dianin, hertişt dianîn. Îcar li bal me îndetnet bû îndetnet yanî her zehmetî dewletê dikişand. Kince wan, xwarina wan, razana wan her tişt dewletê zehmetî dikişand. Gelek hezar manat ser teknîkoma me xerc dibû. Wê hingê teknîkomê da bal min Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Genco, hevalêd kurmanc cem min dixebitîn.

We dersên çi didan li teknîkomê da?

Li bal me dersdarê hevalê ermenî jî hebûn yên kurdî zanibûn. Yên ji welatê Romê hatibûn. Kurdî rind zanibûn wana jî ders didan. Ser xeberên akademîk Sason Gasparyan, çûye rehmetê. Ew jî çûye rehmetê, ew jî dersdar bû. Yerîtyan hebû ba min, dersdar bû. Vartab Pedoyan destgirtîyê min bû, ermenî bû, xwendina wî epeyce hebû. Ji min mezintir bû. Ez gelekî cehel bûm wê hingê bîst û sê salî bûm.

Hûn kîjan salê zimanê rûsî hîn bûn?

Ez [19]27an da rûsî hîn bûm.

Dema hûn ji yêtîmxanê derketin we zimanê kurdî ji bîr nekiribû?

Na na, min bîr nekiribû. Me kesî ji bîr nekiribû. Me hev ra xeber dida. Em rûdiniştin me kilam digot hev ra. Dê û bavê xwe me dianî bîra xwe. Em rûdiniştin em digirîyan. Tevayî digirîyan.

Îcar teknîkomê da temamîya dersa ortê didan. Dinya zanibûn, tebîet, ziman, matematîka, algebra demek ew çik mekteb milleta gişkan ra lazim e. Me ders dida. Kitêbên derse kêm bûn.

Wê hingê pişt re jî li bal min dixebitî, Îshaq Morogulov. Îshaq Morogulov bi xwe asûrî bû. Dêmek repûblîka me da mala wî Erdeşêrdê da dima. Nahîya Erdeşêrdê “Diwîna Jorîn” dibêjin. Lê xwe dixebitî li Enstîtûya Ronkayê da. Dêmek weke wekîlê milletê biçûk ji sala 25ê. Îshaq Morogûlov dersa alfabêt dida. Demek dersa herfan.

Îshak Morogulov ev herf uymişî zimanê Kurdî kir. Wê hingê min li Bakuyê dixwend. Di sikola Vayînê de. Îshak Morogulov tim diçû û dihat. Bi xeber, bi gotinên herfên xwe ve. Herfê latînî bona Kurdî saz dikir. Wê hingê hebû komediya alfabeya zimanê tirkî. Yanî Ezerbeycanî. Weke 40-45 miletan re herf çêkirin. Bi herfê ser hîmê, bi herfê latînî. Wisa Morogulov bi herfan re mijûl dibû. Ew herfên Morogulov teknîkomê de pê ders didan keç û xortên kurdan ew herfana wî bi xwe çêkirine. Xwe uymişî zimanê Kurdî kirine. Îshaq Morogulov wê çaxê devdevê heftê salî hebû. Wexta ku di teknîkomê de dixebitî. Bal min dersdarê zimanê kurdî, dersdarê herfhînkirinê bû. Yekî gelek maqûl bû Morogulov. Nazik bû. Xeberdana wî ewqas nazik bû ku meriv digot ya Rebî, ez qet ji xeberdana wî neqetim. Dûr nekevim. Kurdîyeke temîz dizanibû. Wî miqaleyek gelekî mezin nivîsî derheqê kurdan de. Derheqê zimanê kurdî de. Ew neşir bûye. Di 25’ê salê heta 32’yê salê li Bakuyê derketin. Bi zimanê rûskî sê cild bi qasî ku tê bîra min derketin. Cilda duduyan de nivîsên herfê kurmancan de, kurdan de... Ez ê gaveke din wê kitêbê, miqaleyên wî nîşanî te bidim. Fonetîka ku wî nivîsiye derheqê kurdan de... Hecî zimanê Kurdî ders didan. Emîn jî zimanê kurdî dîsa. Me ciyekî mezin dida zimanê kurdî. Me kurdî rind hîn dikir. Ez naxwazim peyê hevalên ermenî bidim ku guhdarîyeke çawa mezin didan ser me. Dewletê yanî Firqa Komunîstan... Wisa li me dinêrîn ku çawa kurê xwe, ewladê xwe. Navê wan ez dikarim bidim. Wan her ro guh didane me. Navê serkanê firqê wê hingê Heciyan bû. Navê serkarê dewletê Sehe Gabriel bû. Li çîkê dixebitîn. Her ro li zengilê dixistin. Hevalê Casimê Diyalî. Çi lazimetiya te heye? Çi lazimî şagirtan e? Şagirt tazî nîn in? Şagirt pêxwas nîn in? Şagirt birçî nîn in? Çi lazim e ji me re bêje. Her ro tu dikarî werî bal me. Lazimatiya xwe hema xurt ji me re bêje. Ji şagirtên me yên wê çaxê gelek xort dersdarên baş derketin. Gelek. Me nêzikî du salan, sal û nîvekê defter hazir kirin. Me şandine nahiyê kurdan. Dêmek gundên kurdan, devdevê 40-45 gundên kurdan hebûn li Ermenîstanê. Niha jî hene ew gund. Hindek gundên biçûk hebûn. Paşê me gihandin gundên mezin û bi zimanê kurdî ders didan bona lawên kurdan. Ez d sal li teknîkomê mam. Weke serkarê wê, mezinê wê.  Du salan şûn ve dewletê gazî min kir û got Casimê Celîl mekteb vebûne. Ev teknîkom e, ev cimaeta we xort û mezin êdî dixwînin. Me mezin jî hînî xwendinê dikirin. Gotin em dixwazin te bişînin ser neşirxana kurdan, çiqlê kitêban. Tu gerek teşkîl bikî. Ez rastiyê bêjim ênêgiya min baş bû. Ez jîr bûm. Ez guhastim xaynpêdrek, jê re digotin. Kitêb neşir dikirin. Ez guhastim wê derê. Min li wê derê dest pê kir. Kitêbên zimanê kurdî. Neşra wan. Hîmê wan danî. Qewîn kir. Me nêzikî deh cûre kitêbên dersê neşir kirin. Bi herfên latînî. Ji wan kitêban gişk hene bal min. Min ji bo nevîyên te, bona nevîyên Kurdistanê çirt kirine. Ku bibînin Ermenîstana Sovyetê de me çi şixul kiriye. Ez bi xwe li êtîmxana mezin bûm. Bê dê û bê bav... Lê me miletê, cimaeta xwe, kurd û Kurdistan ji bîr nekir. Ji her tiştî bilind xweyî kir. Ez ê ji wan kitêban çend heban nîşanî te bidim. Wê hingê dîsa kadroyên me kêm bûn. Yên xur û kurd gelekî kêm bûn. Hecîyê Cindî bû, Emînê Evdal bû. Cergoyê Gênco bû. Pêşiyê ewana bûn. Weke çar pênc salan. Paşê me zêde kirin. Min wisa kir wekî qadir jî hazir kir. Wezîrê Nadir, Çerkezê Beko.

Apo Erebê Şemo li ku bû wê çaxê?

Me wisa kir, kitêbên dersê pê re gihandin. Ez dikarim lib lib nîşanî te bidim. Wê hingê min atlasek neşir kir. Bi zimanê kurdî. Xwerû kurdî. Bona teknîkomê mektebê kurdan, Orte... Reng rengî... Li Tiflîsê me neşir kir. Feqet tenê libek maye. Ez digerim, du sêyan nikarim dest bixim. Lê wê libê tu dikarî bibînî. Heger dilê te bixwaze tu dikarî şiklê wê jî bikşînî. Ereb Şemîlo kutabûna [19]30’yê salê wextek hîmê teknîkomê danîn du-sê mehan xebitî teknîkomê da. Dêmek sipartibûn wê ku miqayetiyê bike. Wexta ku ez hatim. Teknîkom min qebûl kir [19]31’ê salê, Ereb Şemîlo çû Lenîngradê. Çû hînbûnê. Devdevê 25 salan em rastî hev nehatin. Du-sê sal li wir xwend. Ji wê şûn de dereng hate ba min. Lê beriya çûyîna xwe Ereb Şamîlov du-sê kitêbên delal neşir kirin. Ji yekî re digotin Şivanê Kurmanca, Ya dinê fetalîzm nav kurdan de... Du-sê broşûr bûn. Neşir kirin. Komekdariya [alîkarîya] wî zefh bû. Komekdariya Ereb Şamîlov bona lîteratûra me, kultura me... Her pênc lawikan nayê qetandin. Dêmek hîndar vê kultura me sovyetê himliyê bûn Ereb Şamilov, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Wezîrê Nadirî, ji êla Şamlîkan bû. Û çend lawikên din. Wê hingê me kitêbên siyasetê jî neşir dikirin. Ew tişt bona kurdan hêsantir dihat hêlandinê. Di sala 1936an de me Manîfestoya Komunîst neşir kir. Libên wê hene bal min. Ez her kitêbekê sê-çar heta pêncan xweyî dikim. Tu dibînî şikir ez epeyce mezin im. Heftê û yek salî me. Bona lawên kurdan xweyî dikim. Rokê azadîya kurdan jî wê bibe. Dewleta kurdan jî wê çêbe. Ev kitêbana giş em ê bidin lawên kurdan. Bibînin, bixwînin. Pê şa bibin. Teknîkoma kurdan hetanî pênc-şaş sal kişand. Yê ku li wir xwendin xilas kirin. Nava gundan de hê hene. Lawik dixebitin. Nêzikê 40-50 lawik hene nava nehyan de. Gelek jî çûn eskeriyê. Nezivirîn. Hatin kuştinê. Wenda bûn. Di şerê dudan de. Di 1956’an de... Di teknîkomê de min dersê dinêzanbûnê didan. Yanî dinya çawa çêbûye. Ew kitêbana hene bal min. Min dersa vayînî dida. Yanî eskeriyê. Wisa jî min dersa siyasetê dida. Min sê tişt hîn dikir. Dersa siyasetê, ya dinêzanbûnê, ya eskeriyê...

Her lawikekî me du-sê tişt didan. Di 1954’an de min magnetafonek kirî. Jê re dibêjin dinêpir 3. Vaye li malê ye. Niha ez ê nîşanî te bidim. Gelek kurd dihatin mala min, mêvanên min zehf bûn. Me kilam dinivîsîn, gotin dinivîsîn. Me pirs pêş da kişan wekî Ermenîstanê de em devdevê 50-60 hezar in. Gotiye di radyoyê de bi zimanê kurdî em xeberdanê bikin. Xeber bidin. Min li ser qeytanê dinivîsî, strandin, meqam... Îcar min bi telefonê ji hevalê cavdar re girêdida. Yanî ji dewletê re, ji hevalên mezin re. Min digot hele binêrin. Kurdî çawa distrên, meqama çawa dibêjin. Hele guhdar bin. Min girêdida digotin çiqas xweş e. Çi kilamine baş in. Meqamên baş in. Em heyirî dimînin. Em nikarin bibînin van strandinan. Lê digotin tu van ji kur dibînî.  Min digot dibên radyoya mala Casimê Celîl. Min laqirdî dikir ji wan re. Îcar deqekê ji xwe bîr dikirin. Îcar digotin em ê werin bibin mêvanê te. Em ê werin strandina te. Ji me ra tenê qatix hazir ke. Ê kurdan, ji çiyan ê kurdan. Hatin bihîstin min got cimaeta me nazik baş e. Tawaqe dikin weke radyo vekin bona kurdan. Gotin em ê vekin. Meha yekê ya sala [19]55an me radyo vekir. Gazî min kirin. Gotin Casimê Celîl, tuyî pak î. Em dibînin qeweta te heye. Were qeweta xwe li ser radyoyê jî biceribîne. Gerek tu hîm deynî. Çêkî radyoya bi zimanê kurdî. Min got ser çavên min. Min jî hilda ser xwe. Xebitîm. Pêşiyê 15 deqe bûn. Rojê carekê. Heftê du-sê car bû. Teze bû. Komekdarên [alîkarên] min tune bûn. Kes tune bû. Ez tenê bûm. Gotin em ê kulfetekê jî bidin te. Min got erê. Yanî em bûn du xebatkar. Yek ez, yek jî Nûrê Poleto. Xwîşka Ferîkê Polatbegov. Ku komîser bû li sibirya dûr da. Wexta şerî.. Lê Nûrê xwendina wê Rûskî bû. Xeberdana wê hinekî vegeriya bû ser Rûskî. Mesela herfa T, F, Ç... çend herf çetinayî dikşandin. Lê min ew dida xeberdanê hindik-hindik. Komekdarê min ê ewil, mezin, cahil Ordîxanê Celîl bû. Maşîna me tune bû. Destnivîsara Ordîxan gelekî bedew bû. Tu dikarî wan jî bibînî. Filekî, Rûskî, Kurdî. Tu bibînî tu hez bikî. Tu yê bêjî kurd jî ewqas bedew dinivîsin. Min û Ordîxan kar dikir. Yanî jî meqale werdigerand ser zimanê Kurdî. Me didanî ben mîkrofon. Lê nîvê pir Ordîxan dixwend. Sê salî zêdetir hey Nûrê dixwend, hey Ordîxan. Lê herî pir Ordîxan dixwend. Ordîxan neçûye mekteba kurdî. Ne jî li gundê kurdan maye. Geriyaye. Çi hîn bûye li malê hîn bûye. Tev birayê xwe Celîl, Cemîle. Ordîxan gelek deyndarê diya xwe ye. Xanima Rizgo ye. Xanima Rizgo îro jî kurdîyeke gelek temiz zane. Wexta me her siyan dinivisî; min, Ordîxan, Celîl û Cemîlê şer pêş da dihat. Yekê me bi yê din qayîl nedibû. Wê çaxê me digot gazî xanima Rizgo bikin. Xanima Celîl kin. Yanî meta te. Me digote ev haye yan na. Tu çi dibêjî. Gerek tu... Îcar Xanima Rizgo yanî diya Ordîxanê Celîl. Çawa digot me digot erê. Xilasî êdî, xeberdan tune bû. Xanim Rizgo bi xwe jî gundiya me ye. Ji welatê Qersê ye. Ji Qizilqûleyê. Li welêt jî em cînarê hev bûne. Lê bextê me wisa li hev hat. Me bi hev re mal çêkir. Ocax çêkir. Ew bi xwe jî li êtîmxaneyê mezin bûye. Teknîkoma me xelas kir. Xwendina orte hildaye. Maqûl, mêvanhez e. Kurdhez e. Wê gavê Ordîxanê li universtita Ermeniyan hîn dibû. Digotin universta Êrivanê. Xeberdana du roj carê yanzde deqe me kir her roj panzde deqe.

Kîjan salê?

[19]55an... Kutabûna 55’an me kir her roj 15 deqe. Min got nabe. Kurd şikata dikin ji dewleta me. Komekdariya rihê kurdan jî bilind bibe. Dengê xwe bibên. Kilamên xwe bibên. Gotin çi dibêjî, çi dixwazî hevalê Celîl. Kin bêje. Min got ez kin bêjim divê giliyê min negihije cî. Gotin na. Tu çi dibêjî em te serwext dibin. Min got ez dixwazim radyo bibe nîv saet rojê. Kurd hez dikin bibe nîv saet. Gotin me nîv saet jî da te. Paşê me dît zirna me, fîqa me, bilûra me, strandinên me. Kirinên me yên radyoyê temamiya Êrmenîstanê digirin. Seeta me radyoyê giş digirin. Wê hingê ev televîzyon tune bû. Radyo bû tenê. Me go heyran wekî ewqas hez dikin. Strandinên kurmancan dinê hez dike. Got ev strandinê, xeberdanê Romê ne. Ya me bila cimaeta kurdan çiqas dixwazin bigirin. Em teqewat dikin nika jî bikin yek saet. Yek saeta me jî derbas bû. Me xweş çêkir. Çend cahil bi me re gihiştin. Hecî meqale dinivîsîn, Emîn dinivîsin, Cerdo dinivîsin. Cerdo tune bû... gihiştin.... ji gundan dihatin. Dengbêj, strancî, zirnecî, sazbend, bê pere. Heta roja îroyî jî bê heq diçin tên. Xercê wan, xerecên wan... Ew çikbûna bona kurdî ye, bona navê Kurdan e. Ti kes nabêje, çira? Yanî min zehmet kişand. Ev yek gelek şerm e. Ez dixwazim bona sozdayîna kurdan. Bona giliyê kurdan wekî kurd giliyê xwe ye, sozê xwe ye. Nimûnekê ji te re bêjim. Carekê me kifş kiribû wekî Elîyê Hemed ku 5-6 kilaman dibêje, radyoyê de. Dengbêjekî zehf heyran e. Kilama Filîtê Quto dibêje.

Soz dabû wekî filan rojê wê bê bal min. Min saet hildabû wekî em dengê wî binivîsin. Elîyê Hemed wexta hat mala me. Min dît reng avêtiye. Rengê wî guhestiye. Melûl e. Min got kêfa te ne li cî ye, çima çi qewimîye? Got apê Casim, bi xwe jî mezin bû. Got apê Casim ma ez çi bêjim. Her car kêfa merivan her car wek xwe nabe. Min got ne wisa ne. Min got min tim tu dîtiye şad, bi hezkirin. Rû û rengê te guhestiye. Benzê te xweşî min nayê. Got apê Casim çi ji te veşêrim, çi ji te û Xwedê. Go giliyek li min qewimîye. Got loma. Min got de bêje çi bûye. Nedixwest bêje. Min got lê çira tu hatî, got çawa nehatama. Min soz dabû te gerek ez bihatama. Wexta min soz daye, mêrê kurd re eyb e. Min got de bêje çi bûye. Got apê Casim got kurikê min çûye rehmetê. Min got kengî, got nexweş bû wê roja ku ez hatim. Got duhî çûye rehmetê. Min got kurikê te çend salî ye, got sê salî. Lê min got çawa tu hatî, çira tu hatî? Got ez çawa nehatama. Got kurikê min niha li male û ez hatim. Min got tu ser çavan hatî. Min got rabe em tevayî em ê herin gund. Em rabûn. Me maşîne girt em çûne gund. Dora kurikê wî yê sê salî. Kurikekî tuncî bela. Miribû. Weke 100-150 kulfet û mêr berhev bibûn. Wexta kulfet û mêr em dîtin min û Elî. Elî got kurê min sax bûye, got kurê min nemiriye. Got sax e cimaet, kurê min sax e. Ez du-sê roj li gund mam. Me kurikê wî hilda. Paşê ez hatim. Min got Elî tu yê dereng bêyî. Te xwes tu yê bêyî na na. Yanî çi dixwazim bêjim. Bona radyoya kurdî miletê kurd, cimaeta kurd, eşîretên kurdan ku gelek in, hezar eşîret devdevî nava kurdan de hene. Hezar êl. Lê gişk kurê bavekî ne. Gişk ji dê û bavekî ne. Min dît ku Elî hatiye dîsa. Min got Elî tu çira hatî bavocan. Got ez hatime giliyê xwe biqedînim. Paşê me mêvantî xwey kir, anî gerand. Dîsa min hilneda dengê wî bona xatirê edetên kurdî. Dîsa çû gund, bîna wî gelekî vebû paşê hat pênc-şeş kilam gotin. Lê Elliyê Hemed wê timî sax bimîne. Wê timî qenc be. Me kilamên wî dereng hildan. Salek kete ortê gotin Elîyê Hemed miriye. Gotin xwîna wî gihiştiye ser mêjiyê wî û miriye. Em çûn hewarîya wî. Em gelekî bi ber xwe ketin. Radyoya kurdî me saz kir. Gelekî çetin bû. Ti tişt tune bû. Wextê qet tiştek tune be tu çêkî tenê du-sê lib genim hebûn. Yanî dan hebû. Me avêt. Ji du-sê liban firîg çêbû. Çawa di zevîyan de genim û ceh diavêjn çêbû me zêde kir. Paşê wextek derbas bû. Min got saetek hindik e. Min got di welatê me de gelek kurd hene hez dikin zimanê kurdî bigihê. Ez teqawet dikim nîv saet lê zêde bikin. Yekî ez hemêz kirim. Gelekî mezin bû. Hevalekî maqûl, di dewletê de dişixulî. Got Casimê Celîl te gîhande saetekê got êdî çi dixwazî. Got tu yê bikî forma Pûşkîn, masiya zêrîn. Got tu yê werî ew saet jî kêr e. Min got çawa. Min got dewlet bona pala û gundîyan e. Dewleta me ye. Got ha binêre. Hevalê Casimê Celîl çi xweş dibêje. Got em êdî kêm nakin. Min got hop, ez hatime zêde bikin. Çi kêm bikin. Nîv saet jî dan bona êvarê. Bû saet û nîv. Tevî şevê. Radyoyê de ez ji [19]55’ê heta [19]63 xebitîm. Salên min jî mezin bûn. Min devdevî 1200 strandin û meqam di radyoyê de hazir kir.  Wisa jî roportajên mezin, yanî xeberdanên mezin. Me gelek tiştên baş kirine radyoyê.

_______  

Not: Yekta Uzunoğlu vê roportajê di sala 1971ê de bi Casimê Celîl (1918-1997) re kiriye. Cara pêşî li malpera krd.riataza.com 14.03.2019 weşiyaye. Kek Tîmûrê Xelîl metna vê roportajê bo malpera www.zazaki.net ji me re şand.

Na xebere 3860 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.