zazaki.net
28 Adare 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
24 Tebaxe 2016 Çarşeme 14:27

ASÎMÎLASYONA SIVÎL

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP), di destpêka dewra perwedeyê ya sala 2010-2011 de, hefteya pêşîn ku dê xwendegeh vebibin, ji bo ku di zimanê dayîkê de, yanî bi kurdî perwerde bibe kampanyaya boykotkirina xwendegehan da destpêkirin. Maweya hefteyekê zarok neşîyan biçin xwendegehê. Li gelek bajar û şêngehên kurdnişîn ev kampanya bi awayekî karîger bi rê ve çû.

Ev kampanyaya Partîya Aştî û Demokrasîyê ji layê hinde nivîskarên tirk, sîyasetmedarên tirk, endamên çapemenîya tirkan û roşinbîrên tirk ve wekî "îxaneta bi zarokên kurdan re", "xirabîyeka mezin bi zarokên kurdan" hate nirxandin. Gotin "Bi îstîqbala zarokên kurdan re tê lîstin". Lê dema ku li ber çavê zarokên ku li ber dîwêr rêz bûne û li bavê wan îşkence dihate kirin, bi porên diya wan ve dihat digirtin û di erdê re dihatin kaşkirin, hîç dengê van kesan dernediket.

Dema ku di Cejna 23 Nîsanê de tîmên taybetî mala kurdan dişewitand, gundê wan xira dikirin, dema ku qolê zarokê kurd ku kevirek avêtiye panzerê dişikandin, zarokên kurdan dihatin kelemçekirin û bo qereqol û zîndanan dibirin, wekî mezinan ceza didan wan, li dadgehên cezaya giran dihatin mehkemekirin, wekî "terorîstan" dihatin mehkemekiirn… hingê deng ji van kesan dernediket. Dema ku terora dewletê bi awayekî sîstematîk li hemberî van zarokan dihate tetbîqkirin, tu reaksîyoneka van kesan çênedibû. Lê dema ku behsa perwerdeya kurdî bû, ev kesên hanê dest pê kirin li zarokên kurdan xwedî derketin, li îstîqbala zarokan fikirin, ji bo vê jî gotin, "Nabe ku behsa perwerdeya bi zimanê dayîkê, behsa perwerdeya bi kurdî bibe."

Rexne li beyanatên nîjadperest yên mîna "kurdî zimanê nivîsandinê nîne, kes ji kesî tênagihê, xwedîyê 30 peyvan jî nîne…" ku zimanê kurdan tehqîr dikirin jî nehate girtin.

Di eslê xwe de yên ku propagandayên wisa dikin, van propagandayan zêde dikin û belav dikin jî, beşeka girîng ya van kesan e. Îro jî, dîsa ev kes, di serî de xêra kurdan dixwazin û li dijî perwerdeya bi zimanê dayîkê yanî li dijî perwerdeya bi kurdî disekinin.

 

Pirsa Bingehîn Çi ye?

Serwezîr Receb Tayîb Erdoğan dema ku di sala 2008 de bi awayekî resmî Almanyayê zîyaret kir, got "Asîmîlasyon tawaneka merivahîyê ye." Dema ku li Almanyayê, ji bo tirkên ku li wir dijîn, daxwaza vekirina lîseyê ji layê hukumeta almanan ve hatibû redkirin, serwezîrî alman wisa protesto kiribûn. Dema ku almanan xwe nedabû ber vekirina lîseyên ji bo tirkan, hingê serwezîrî vê yekê bi nîyeta hukumeta almanan ya asîmîlekirina tirkan ve girêdabû, li hemberî vê nerazîbûna xwe nîşan dabû. Îcar li Tirkîyê, serwezîr li nava çavê kurdan dinihêre û gotina "yek milet, yek ziman, yek ala, yek welat, yek dewlet" dewam dike.

Di naverasta meha îlona 2010 de hukumetê ligel Partîya Aştî û Demokrasîyê hinde hevdîtin kirin. Partîya Aştî û Demokrasîyê di van hevdîtinan de jî behsa perwerdeya bi zimanê dayîkê kir. Berevanîya biryara boykotkirina xwendegehan kir. Serwezîrî di dawîya van hevdîtinan de got "Bila kes derbarê perwerdeya bi zimanê dayîkê de tiştek ji min hêvî neke."

Serwezîr roja 8 cotmeh 2010 de dîsa li Almanyayê bû. Di çarçeweya turnuvayên fûtbolê yên Euro 2012 de, dema ku tîma A ya neteweyî bi tîma almanan re dilîst, wî jî ligel serwezîra almanan Merkelê maç temaşe kir. Serwerzîrî fikrê li Almanyayê vekirina lîseyên tirkan û unîversîteyên tirkan di dema van hevdîtinan de jî îfade kir. Di dema van hevdîtinan de jî dîsa gotina "Asîmîlasyon tawaneka merivahîyê ye" îfade kir.

Di merivekî de, di eynî demê de, di eynî bîstikê de, çawa du nirxandinên di zidê hev de dişên hebin? Ev nakokî di eynî demê de, di eynî bîstikê de, çawa dişên hebin? Ev nakokî tenê di serwezîrî de nayê dîtin. Qebûlnekirina kurdan û mafên kurdan ku ji kurdbûna wan hasil dibin, li dijî têkoşîna kurdan bûyin, li dijî berxwedana kurdan a ku dixwazin wekî kurd bimînin bûyin, hemî dezgeyên tirkan wisa kirine xedîyê helwêsteka cote-standard. Dadgeh bi cote-standardî ne; dadgehên bi cote-standardîyê hemîşe bêhuqûqî û bêedaletîyê hildiberînin. Unîversîte bi cote-standardî ne; unîversîteya bi cote-standardîyê di şûna zanistê de îdeolojîya resmî hildiberîne, propagandaya wê dike. Li unîversîteyê şertê bingehîn yê bilindbûna akademîk ev e ku li gorî îdeolojîya resmî bête fikirîn, li gorî îdeolojîya resmî helwêst û reftarî bête nîşandan. Rêvebirîya umûmî bi cote-standardî ye; hemîşe dibêje "teror", hemîşe dibêje "em ê terorê tune bikin", lê hemîşe terora dewletê plan dike û di nav hewldana tetbîqkirina van planan de ye. Medya bi cote-standsardî ye; ne ku rastîyan û tiştên diqewimin bo gelî radigihîne, berevajîya wê, veşartin û vajîkirina hinde rastîyan wekî fealîyeteka sereke dimeşîne. Beşeka mezin ya rêxistinên civaka sivîl bi cote-standardî ne. Îcar helwêst û reftarîyên bi cote-standardî jî rizandina kesan û sazîyan bi xwe re tîne, êdî ew neşên wezîfeya xwe ya eslî bikin. Dadgeh, gelek dozan de bi dayîna biryara mirûrê zeman re, ji qewlê avûkat Eren Keskînê ve, bûne hevparê tawan û tawanbaran. Di hinde dozan de heta dema murûrê zemanî li dozan nanihêrin. Yan jî dosyaya van dozan ji vê dadgehê bo dadgeha din digerînin. Dema ku wextê xwe tijî dike, hingê dibêjin "Ji ber murûrê zemanî dosya hate girtin."

Te divê li unîversîteyan, te divê li medyayê yan te divê di nav rêxistinên civaka sivîl de be, helbet îstîsna hene. Wekî nimûne, mamostayên me yên gelek hêja hene ku di Meclisa Aştîyê ya Tirkîyê (Türkiye Barış Meclisi) de dixebitin. Lê damara bineghîn wisa ye.

Zihnîyeteka wisa ya dewletê heye ku dixwaze hinde pirsgirêkên bingehîn yên komelayetî bi qanûnan çareser bike. Mesela wisa bawer dike, çi dema ku qanûnekî wekî "Çi kesên ku li Tirkîyê dijîn hemî tirk in" çêbike, dê meseleya kurdan çareser bike. Bêguman ev zihnîyeteka gelek xelet e. Zihnîyeteka wisa ye ku hîç girîngîyê nade meşrûîyeta komelayetîyê. Helbet meşrûîyeta komelayetîyê gelek girîng e û di plana yekem de ye.

Dema ku serwezîr dibêje "asîmîlasyon tawaneka merivahîyê ye" xwe dispêre prensîbên gerdûnî. Yên ku xwe dispêrin prensîbên gerdûnî, bi awayekî sirûştî xwe hêzdar hîs dikin. Lê dema ku dibêje "bila kes derbarê perwerdeya bi zimanê dayîkê de tiştek ji min hêvî neke", îcar prensîbên gerdûnî binpê dike. Yên ku bi zanebûn prensîbên gerdûnî binpê dikin, bi awayekî sirûştî gelek zeîf in, lawaz in.

 

Polîtîkayên Dewletê

Eger polîtîkayên dewletê yên derbarê kurdan û zimanê kurdan de bi teferuat bêne vekolandin dê baş be. Kurd di nav têkoşîna hebûnê de ne. Têdikoşin da ku wekî kurd bijîn, wekî kurd li ser piyan bimînin. Îcar dewlet, ji bo ku pêşî li jîyana kurdan ya wekî kurd bigre di nav hewldanên mezin de ye. Ev, bingehê polîtîkaya dewletê ya derbarê kurdan û zimanê kurdî de ye, esasê vê polîtîkayê pêk tîne. Divê zimanê kurdî di vê çarçeweyê de bête nirxandin.

Rast nîne ku têkoşîna kurdan wekî feaodal, neteweperest, hevkarîya bi emperyalîstan re û hwd. bête nirxandin. Digel ewçend têkoşînê kurd hîn jî hewl didin da ku li ser pîyan bimînin. Ev jî rewşeka wisa ye ku gelek di berîya feodal bûyin, neteweperest bûyîn û hevkarê emperyalsîtan bûyinê de tê. Ev rewş ji bo Kurdistana Başûr ku di radeyeka bilind de kêşeya xwe ya nasnameyê çareser kiriye jî her wisa ye. Li wir jî kurdên feylî, kurdên êzidî tim beyanat didin çapemenîyê dibêjin "ez kurd im, em kurd in" û bi vî awayî medyayê agahdar dikin. Hukumeta Herêma Kurdistanê bi rewşa kurdên feylî û kurdên êzidî re ji nêzîk ve eleqedar dibe. Herwisa di nav hewldanê de ye ku ew cihên kurdên feylî û kurdên êzidî têde dijîn jî daxilê rêvebirîya Hukumeta Herêma Kurdistanê bike.

Ziman rewşeka derbarê hebûna merivî de ye. Ziman halê hebûna merivî ye. Halê hebûnê, gelek di berîya têgeha "heq"î ya di huqûq û edaletê de tê. Prof. Dr. Kadir Cangızbay vê yekê bi awayê "ziman wekî qurequra zikî ye, hûn dikarin pêşî li qurequra zikî bigirin?" îfade dike. Hrant Dink di axaftina ku li Anqarayê di rojên 28-29 hezîran 2003 de li Sempozyuma Perwerdeya Bi Zimanê dayîkê ya Navneteweyî ku ji layê Eğitim-Senê ve hatibû organîzekirin de balê kişand ser vê helsengandinê.

Heq, mehareteka wisa ye ku însanîyetê di prosesesa medenîbûnê de, gelekê caran jî, di netîceya têkoşînê de bi dest ve anîye. Îcar, ziman yan jî zimanê dayîkê bi hatinê dinyayê ya merivî re heye, halekî hebûna merivî ye ku ji merivî nayête cihêkirin. Halekî wisa ye ku meriv têde hatiye dinyayê. Birandin û qedexekirina zimanî tê manaya tunekirin û qedandina însanî, tê manaya tunekirin û qedandina komelge û hawirdora siruştî ku ew însan têde dijî. Dema ku hûn însanekî bixesînin hingê we komelge jî xesandiye. Ev rewşeka tê zanîn, zarokên kurdan heta bi heftsalîya xwe bi kurdî diaxifin lê dema ku dest bi xwendingehê dikin, bê çendî rastê travmayên mezin tên. Qedexekirina kurdî, hewldanên bi çewsandin û zulmê zimanekî din fêrî wan kirin, tehqîrkirina kurdan û zimanê kurdî, vê travmayê kûrtir û belavtir dike.

Hrant Dink di axatina xwe ya ku li wê sempozyuma ku min li jor behsa wê kir de amaje pê dike ku ziman di medenîbûna însanîyetê de, di têkoşîna medenîbûnê de organê cinsî yê merivî ye. Ev organek wisa ye ku xwe hildiberîne, xwe nuh dike; xwe zêde dike, dol dide ayendeyê. Girîngtrîn organa prosesa medenîbûna însanî, avakirina îstîqbala însanî ye.[1]

Qedexekirina zimanê kurdî, polîtîkaya dewletê ya herî bingehîn e ku dewleta tirkan ji danîna komarê bi vir de dimeşîne. Ev polîtîkayeka wisa ye ku bi biryardarî, bi îstîqrar û bi awayekî sîstematîk tê tetbîqkirin. Di komarê de ev polîtîka bi awayekî hîn sîstematîktir hatiye tesbîtkirin û cîbicîkirin. Tirkîye dema ku zimanê kurdan qedexe dike, dizane çi dike. Lê ez ne di wê qenaetê de me ku beşeka girîng ya kurdan ji vê polîtîkaya girîng û tetbîqkirina wê agahdar be. Em salên 1990î bînin bîra xwe. Wekî nimûne, PKK, xebat û xwestinên derbarê zimên de wekî "neteweperestîya pirîmîtîv (ilkel milliyetçilik)" piçûk dixist.

Serwezîr Receb Tayîb Erdoğan dema ku li Almanyayê dibêje "Asîmîlasyon tawaneka merivahîyê ye" hingê dixwaze kultura tirkan, medenîyeta tirkan li Almanyayê mezin bibe, zêde bibe. Ji ber ku dizane ev dê bi rêya zimanê tirkî çêbibe lewma dixebite ku lîseyên tirkan, unîversîyên tirkan li wir bêne avakirin. Hukumeta almanan ku dixwaze pêşî li vê bigre, bi kirina tawana însanîyetê tawanbar dike. Armanca xwendegehên tirkan ku Fethullah Gülenî li Kurdistana Başûr, li welatên Afrîkayê, li hinde welatên dinyayê ava kirine jî ev e. Di tetbîqkirina vê polîtîkayê de Fethullah Gülen alîkarê dewletê yê herî li pêş e. Herî baş Bülent Ecevitî vê xebata Fethullah Gülenî ferq kiriye.

Serwezîr dema ku dibêje li Tirkîyê "yek milet, yew ziman, yek ala, yek welat, yek dewlet", dema ku dibêje "bila kes ji min mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê hêvî neke" bêyî qedandina kurdîtîyê tu tiştekî nafikire. Ev xasîyeteka gelek girîng ya sîstema tirk e ku du rewşên ku bi hev re bi nakokî ne lê di eynî bîstikê de, di eynî wextê de, di eynî merivî de dixuyin. Ev ji nêzîk ve tê zanîn ku ev reftarîya hanê tenê mexsûsê serwezîrî nîne.

 

Xadim

Dema ku me behsa van meseleyan kir, ez pêwîstî pê dibînim ku behsa berhema "Xadim" ya Selahattin Bulutî bikim.[2]

Ev kitêba Selahattin Bulutî bi tirkî jî hate weşandin.[3] Selahattin Bulut di vê çîroka dirêj de behsa trajedîya Jêhatî dike. Jêhat, di dema rejîma cuntaya 12ê îlonê de li zîndana Diyarbekirê maye, îşkenceyên gelek giran dîtine, di van îşkenceyan de mêranîya wî hatiye xesandin, axir kurdekî wisa ye ku ji mêranîyê ketiye. Deh sal li zîndanê dimîne. Malbata wî bi serbestberdana wî gelek kêfxweş dibe. Daxwaza malbata wî, bi taybetî daxwaza gelek mezin ya diya wî Berfê ew e ku wî bizewicîne. Te divê bav yan dê be, gelek bi baldarî xwarin û vexwarinê didin kurê xwe, dixwazin bi ser xwe ve were. Dayîka wî Berfê di kuçeyê de keçikek ji bo kurê xwe ecibandiye. Lê tu nîyetek yan fikreka wekî zewacê ya Jêhatî tune ye. Jêhat Mêrdînê û malbata xwe terk dike, rêça xwe winda dike diçe Îstanbulê…

Dayîka wî Berfê hîs û fikarên xwe wisa ji mêrê xwe Xelîl begî rê dibêje: "Ez çi zanim Xelîl, hezar tişt tên bîra min. Li van salên dawîn tu xortek ku ji zîndanê derketiye nezewicî. Yên ku zewicîne jî zarok ji wan çênebûne. Ez ditirsim Xelîl, ez ditirsim."[4]

Selahattin Bulut di vê çîroka xwe ya dirêj de bi wasitaya Jêhatî trajedîya gelek xortên kurdan îfade dike. Di navbera bi îşkenceyan xesandina kesî û bi qedexeyan xesandina kulturekî de peywendîyeka pêt heye. Ev têkilî, ev peywendî di berhemê de jî tê danîn.

Mamosta Kadir Cangizbay dipirse dibêje "Hûn dişên qurequra zikî bidin sekinandin?" Lê eger hûn di nava zikî de emelîyeteka tund bikin, hûn dişên pêşî li qurequra zikî bigrin. Ev e, bi qedexekirina zimanê kurdî di nav komelgeyê kurdan de nexweşîyeka wisa derxistiye. Dewlet dizane ku bi qedexeyan çi dike. Qedexekirina zimanê kurdî rêya herî karîger ya qedandina zimanê kurdî ye. Riyeka hîn karîgertir jî, herwekî ku di sala 1915 de armenî qir kiribûn, bi awayekî fîzîkî qedandina komelgeyekê ye. Di kurdan de jenosîdek ku li demê belav bûye heye. Divê ev mesele di nivîsareka din de bête qisetkirin.

 

Ji Hev Dûrketina Ruhî

Kitêbek bi navê "Türkan, Tek ve Tek Başına" ku ji layê Ayşe Kulinê ve hatiye nivîsandin heye.[5] Di televîzyonê de fîlmekî serîyal dilîze, navê wê "Türkan" e. Têde jîyana Prof. Dr. Türkan Saylana rehmetî tê qisekirin. Di vê kitêbê de û di vî fîlmê ku ji ber vê kitêbê hatiye çêkirin de Türkan Saylan wekî keseka ji bo însanîyetê xebat kiriye, wekî xelaskara însanîyetê tê qisetkirin. Ev ji bo tirkan wisa ye, lê ji bo kurdan Türkan Saylan tawanbareka tawana însanîyetê ye. Asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê xelekeka gelek girîng ya vê tawanbarîyê ye. A di vê nuqtayê de, di navbera kurdan û tirkan de ji layê ruhî ve ji hev dûrketineka gelek mezin heye. Ev veqetîn çawa tê meydanê?

Gund têne şewitandin û wêrankirin, çavkanîyên sereke yên debarê têne texrîbkirin. Malbat, kes têne mexdûrkirin, mecbûr dimînin ku cih û warê xwe terk bikin. Jin û zarok ji vê terora dewletê gelek zerar dibînin. Di eynî demê de li hemberî van însanan cînayetên ku bi navê "faîlê wan mehûl" çêdibin ku êdî ev gelek bi eşkerayî tê zanîn bê hela faîlên wan kî ne. Tu îtîrazeka biçûk ya Türkan Saylanê û rêxistina wê Komela Piştgirîya Jîyana Hemdem (ÇYD) li dijî vê wêrankarîya ku li hemberî kurdan çêdibe, bo tunebûna ku di komelgeyê kurdan de gihiştîye dereceya sefaletê re tune ye. Li hemberî terora dewletê tu rexneyeka wê ya piçûk jî nebûye. Li dijî van wêrankarîyên ku li hemberî komelgeyê kurdan bi awayekî sîstematîk çêdibin de tu îtîrazek yan rexneyeka profesorên din ku bi Türkan Saylanê re dixebitin jî nîne. Dezgeyên burokratîk, burokrasîya leşkerî ku Prof. Dr. Türkan Saylan bi wan re dixebite, jixwe plansaz û faîlên van wêrankarîyan in. Kurdên ku di bin darê zorê de mecbûr mane cih û warê xwe terk kirine, çûne li kevîya bajaran mekanên di nav sefalet û jarîtîyê de bi cih bûne… Ev e, Prof. Dr. Türkan Saylan, Komela Piştgirîya Jîyana Hemdem (ÇYD) û profesorên din di halekî wisa de têkilî bi kurdan re datînin. Zarokên keç yên kurdan digrin di pansîyonan de bi cih dikin. Burs didin wan. Perwerdeya bi ziman û kultura tirkî, asîmîlasyon wisa dest pêdike. Helbet asîmîlasyon tawaneka însanîyetê ye. Prof. Dr. Türkan Saylan û Komela Piştgirîya Jîyana Hemdem (ÇYD) û profesorên din yên li nik Türkan Saylanê tawana însanîyetê dikin.

Helbet bi nexweşîna cuzamê re eleqedarbûna Türkan Saylanê helwêsteka şayanî teqdîrê ye. Lê qedexekirina zimanê kurdî di nav komelgeyê kurdan de nexweşîyeka gelek mezintir ji cuzamê ye. Îcar li hemberî vê nexweşîyê tu eleqeyeka piçûk a Türkan Saylanê jî çênebûye.

Bi fîlmên serîyal yên televîzyonan, bi kitêban îdealîzekirina Prof. Dr. Türkan Saylanê, mesafeya ruhî ya mezin ku navbera komelgeyê kurdan û komelgeyê tirkan de ye, bi me nîşan dide. Kes û dezgeyên ku di asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê de girîng in, têne îdealîzekirin, têne pîrozkirin. Ev wekî xebatên ji bo însanîyetê, ji bo xelaskirina însanîyetê têne nirxandin. Lê di van xebatan de tu armanceka însanî nîne. Di van xebatan de parastina nirxên gerdûnî mewzûyê behsê nîne. Armanca bingehîn, pîrozkirina tirkîtîyê û tunekirina kurdîtîyê ye.

Em bala xwe bidin dewra tek partîtîyê, salên 1950, 1960, 1970yan. Di van deman de asîmîlasyon ji layê xendegehên dewletê ve dihat meşandin. Helbet wezîfeya leşkerîyê, burokrasîya dewletê jî di prosesa asîmîlasyonê de mekanîzmayên girîng bûn lê xwendegeh gelek li pêş bûn. Îcar di roja me de, dezgeyên civaka sivîl yên mîna Komela Piştgirîya Jîyana Hemdem (ÇYD) di warê asîmîlasyonê de roleka gelek girîng dilîzin. Bi kampanyayên mîna "Bavo min bişîne dibistanê", "Haydê keçno, werin dibistanê" re êdî medya jî di mekanîzmayên asîmîlasyonê de xwedîyê cihekî gelek girîng e. Bi awayekî siruştî, ev dezge bi sazîyên parastina mafên merivan re naxebitin, bi burokrasîya dewletê re, bi burokrasîya leşkerî ra dixebitin.

Ez pêwîstî pê dibînim ku derheqê cote-standardîya profesor û nivîskarên ku bi Prof. Dr. Türkan Saylanê re dixebitin çend tiştan bibêjim. Dema ku di salên 1985-1988 de li Bulgarîstanê navên tirkan dihat guhertin de em ji nêzîk ve dizanin ku van profesoran, van nivîskaran, van medyakaran derheqê vê meseleyê de çawa reaksîyon nîşan didan. Ji ber polîtîkayên ku hukumeta Bulgarîstanê ku dixwest tirkan asîmîle bike, di bîra me de ye ku van kesan bi têgehên "emperyalîst", "kolonyalîst", "li derveyî hemdemîyê" û "faşîst"îyê hukumeta Bulgarîstanê tawanbar dikirin, rexne lê digirtin. Me amaje pê kiribû ku înkarkirina kurdan û kurdî fikr û helwêstên cote-standardîyê pêk anîne. Em vê rewşê di profesoran de bi awayekî vekirî dibînin. Ev profesor di dozên derbarê "tawana fikrî" de li ser daxwaza ji dadgehan hatiye çawa raportên bi awayê "di vê kitêbê yan nivîsarê de em rastê unsûrên tawanê hatine yan nehatine" dinivîsînin. Ev jî helwêsteka wisa ye ku berevajîyê metoda zanistê ye. Çimkî zanist metodeka fikirînê ya wisa ye ku ancax dişê di nav azadîyeka bêsînor ya fikirînê de çêbibe. Lê çi dema ku di nav kitêbê yan nivîsarê de li tawanê bigerin, hingê ev tê vê manayê ku fikirînê wekî tawan fêm dikin. Helwêsta ku berevajîyê metoda zansitê ye jî ev e.

 

Xwendegehên Cemaetê

Xwendegehên Cemaetê jî ji bo asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê wekî unsûreka girîng hatine damezrandin. Tê dîtin ku li Tirkîyê xwendegehên cemaetê hîn zêdetir li herêmên kurdnişîn fealîyetê dikin. Ev xwendegeh jî xelekeka girîng ya polîtîkaya dewletê ya asîmîlasyonê ne. Ev ne rast e ku di navbera Fehulah Gülenî û dewletê de nakokî hebe. Li Tirkîyê di pey geşedanên dînî de, di pey cereyanên dînî de tim dewlet heye, teşwîqkirina dewletê heye. Ji bo kontrolkirina kurdan, ji bo di nav kurdan de pêşî li bizavên neteweyî bête girtin, ji bo ku kurdan bixapînin tim xwestine fonksîyoneka girîng ya dînî hebe.

Mudirê asayîşê yê Eskîşehirî Hanefî Avcı ku gazinc ji cemaetê dike zêde bawerkirî nayê.[6] Dewletê ji naverasta salên 1980yî, yanî dema ku têkoşîna gerîlatîyê pêş ve çû, ji wê demê ve dest pê kir, rê da cereyanên dînî û vebûna weqfên dînî, weşanên dînî teşwîq kirin.

Li xwendegehên cemaetê îdeolojîya resmî bi termînolojîya dînî tê fêrkirin. Yekbûna miletî, zimanî û alayê, herwisa taybetîyên miletê tirk, ziman û kultura tirkan bi awayekî sîstematîk enjekteyê zarokên kurdan tê kirin.

Di xwendegehên cemaetê û pansîyonên ku zarok têde têne bicihkirin de kek û et (abi ve abla) hene. Terbîyeya dewletê bi riya van kek û etan bo zarokên kurdan tê dayîn. Kek û et kategorîyeka wisa ne ku zarokên kurdan di xwendegeh û pansîyonan de digrin bin kontrolê. Ji kek û etan ra îtaet şeklê sereke yê jîyanê ye. Îtaet, sedaqet, însîcama bo fermanan taybetîyên sereke yên awayê jîyanê ne. Di cemaetê de avanîyeka wisa heye. Ev gelek girîng e kek çi dike, et çi dike, zarok jî her wisa bikin, nexwe dê bikevin pozîsyoneka eleyhê cemaetê û ji nav cemaetê bêne qewirandin.

Zarokên ku li bajarên kurdan di xwendegehên cemaetê de tehsîl dibînin hema bibêjin ku temamê wan kurd in, lê kek û etên wan ji bajarên mîna Çorum, Çankırı, Yozgat, Kastamonu û Balıkesîrê ne. Dibe ku hinde kek û etên ku bi eslê xwe kurd in, yên ji bajarên kurdan jî hebin, lê hejmara vana gelek kêm e. Li gorî qenaetê min, evên hanê jî yên ku dibêjin "Ez kurd im lê tirk im" ew in, yên ku wisa terbîye giritine.

Tiştê ku kek û et dikin ew jî divê wisa bikin, ev ji bo zarokên kurdan ku li xwendegeh û pansîyonan dimînin gelek girîng e. Eger kek û et bi tirkî diaxifin hingê divê ew jî xeyret bikin bi tirkî qise bikin. Ev tê zanîn ku di peywendîyan de îtaeta mutleq û sedaqeta bo cemaetê hakim e.

Di meseleya asîmîlekirina kurdan de, di navbera Komela Piştgirîya Jîyana Hemdem û kampanyayên "Bavo min bişîne dibistanê", "Haydê keçno, werin dibistanê" û xwendegehên cemaetê de ferqeka cidî tune ye. Ev hemî projeyên dewletê ne ku ji bo qedandina kurdîtîyê hatine pêkanîn. Hîzbullah [rêxistineka kurdên Bakur] jî yek ji van projeyan e. Îro, êdî ji layê kesên ku vê rêxistinê damezrandine û îdare dikin ve tê îtîrafkirin ku Hîzbullah jî ji layê dewletê ve hatiye damezrandin, endamên wê di garnîzonên leşkerî de hatine perwerdekirin. Dibêjin xwendegehên dewletê bi cemaetên Nûr ve têkildar in. Di xwendegehên cemaetê de alîyê Saîdê Kurdî yê Saîdê Nursî temamen tune tê hesibandin, tê texrîfkirin. Şîrovekirina welatperwerên kurdan a derheqê Saîdê Kurdî de û şîrovekirina cemaeta Fethulah Gülenî ya derheqê Saîdê Nursî de ji hev gelek cihê ye. Cemaeta Fethulah Gülenî Saîdê Kurdî di xizmeta neteweperestîya tirkî de wekî Saîdê Nursî dihelsengîne.

Meseleyeka din jî heye. Ez wisa bawer dikim ku di navbera rêvebirên teşkîlatên AKP yên li bajarên kurdan û rêvebirên xwendegehên cemaetê de nakokîyek heye. Dibe ku rêxistinên AKP yên bajaran derbarê meseleya kurdan de, derbarê daxwazên mafên demokratîk yên kurdan de hesas bin. Jixwe evên hanê kurd in. Dibe ku hewl bidin derbarê van daxwazan de fişarê li parlementeran û hukumetê bikin. Lê ez di wê qenaetê de me ku meyleka wisa ya rêvebirên xwendegehên cemaetê tune ye. Dibe ku ew bi eslê xwe tirk bin, di çarçeweya îdeolojîya resmî de organîze bûne û wezîfeya wan a eslî jî ew e ku pêşî li geşedana bizavên neteweyî yên kurdan bigirin, rê nedin ev bizav belavtir bibin.


Li Ser AKP…

Ev tê dîtin ku li hemberî meseleya kurdan hukumeta AKPê nîsbet bi hukumetên berîya xwe li ser xêzeka gelek cihê ya pozîtîf de ye. Te divê di netîceya dînamîkên navxweyî de be yan te divê di netîceya dînamîkên derveyî yên wekî derxistina qanûnên bo entegrebûna bi Yekîtîya Ewropayê re be, hinde gav hatine avêtin. TRT Şeş geşedaneka girîng e. Divê êdî ev hewldaneka girîng ya kurdan be ku baştir ji TRT Şeşê çêbikin. Li Mêrdînê li Unîversîteya Artukluyê destpêkirina dersên kurdî, li Unîversîteya Hekarya li ser ziman û edebîyata kurdan organîzekirina sempozyumê, li medyayê bi awayekî gurr munaqeşekina kurdan û meseleya kurdan, geşedanên erênî ne. bêguman ev qîm nakin.

Te divê di komelgeyê tirkan de be yan te divê di komelgeyê kurdan de be, hinde geşedanên girîng yên sosyalî jî rû didin. Di van gorankarîyan de roleka girîng ya hukumetê, ya AKPê heye. Lê dema ku serwezîr li Almanyayê dibêje "Asîmîlasyon tawaneka merivahîyê ye" û li Tirkîyê jî li hemberî kurdan vê tawanê dike, hîç bi prosesa guherînê û ev hewaya ku guherînê pêkanîye nagunce.

Divê hukumet di meseleya kurdan de gavên pozîtîf biavêje. Hinde gavên ku hukumet dikare bi însîyatîfa xwe û bi awayekî yeklayenî biavêje hene. Lê ji layekî ve jî PKK wekî unsûreka girîng li meydanê ye. Fikrê tesfîyekirina PKKê gelek xelet e. Ev hem rast nîne hem jî mumkin nîne. Ev gelek girîng e ku ligel Partîya Aştî û Demokrasîyê bi xwe, ligel PKKê prosesa muzakereyê bide destpêkirin. Ne ku li Ewropayê, li DYAyê, li Îraqê, li Hukumeta Herêma Kurdistanê, li Îranê yan li Sûrîyê, na, divê li vir li çaresîyê bigere.

Pêwîstî pê heye ku di nivîsareka din de em têkilîyên dewlet, hukumet, dîn-cemaet, PKK û kurdan bihelsengînin.

12.10.2010


[1] Anadilde Eğitim Sempozyumu, 28-29 Haziran 2003, Eğitim-Sen Yayınları, Mayıs, 2010, r.109-112

[2] Selahattin Bulut, Xadim, Weşanên Avesta, Îstanbul 2008

[3] Hadım, Kürtçeden çeviri: Muhsin Kızılkaya, İthaki, Îstanbul 2010

[4] Hadım, Kürtçeden çeviri: Muhsin Kızılkaya, İthaki, Îstanbul 2010, r. 22

[5] Ayşe Kulin, Türkan, Tek ve Tek Başına, Everest Yayınları, Îstanbul 2009

[6] Hanevi Avcı, Haliç’te Yaşayan Simonlar, Dün Devlet Bugün Cemaat, Angora, Îstanbul 2010

Na xebere 3570 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.