zazaki.net
20 Nîsane 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
31 Kanûne 2011 Şeme 21:46

Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr

Xebere: Zazakî.Net

“Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr” ku Xelîl Duhokî amade kiriye, ji nav weşanên Avesta derket.

Piştî sala 1970ê, êdî dergehên xwendin û nivîsînê vebûn, lê wek min berê xuya kirî, ew jî bi kurmanciya jêrî bûn. Kovar, rojname, dezgehên belavkirin û çapkirinê li devera Badînan nebûn, lê dîsan jî, di wan salan de, xortên kurmanc xwe berdane qada nivîsînê û bi wê rewşê çendîn nivîskarên kurd peyda bûn. Her çende li parçên din yên Kurdistanê, çendîn romanên serketî belav bûne, lê mixabin heta niha yek roman jî li devera Badînan ronahî nedîtiye. Mirov dibîne ku, astengên bizava edebiyata kurmanciya jorî gelek in û eve jî dibine sedem ku hêdî pêş bikeve.

Yekem pirtûka kurteçîrokan li Kurdistana Başûr, bi kurmanciya jorî, di sala 1972ê de, ji aliyê nivîskar Elî Neqşebendî ve hate çapkirin û di sala 1979ê de, Îbrahîm Selmanî pirtûka xwe gihande çapê, piştî hîngê her sal çendînên din jî karwan pêş de dibir.

Dema yek kurteçîrokên destpêkê dixwîne û hindekên niha jî, dibîne ku bi zimanekê sist nivîsîne û kêmasiyên rêzimanê di nav rêzên wan de di mişe ne, gelek caran rengê rapora didin yan jî nesîhet û şîretan dikin. Ji aliyê form û naverokê ve, lawaz û qels in, lê roj bi roj ber bi pêş de çûne û niha bi dehan çîrokên serketî hene. Babetên çîrokên pirraniya nivîskaran li dij sitem û zulma dijminan e, li dij derebeg û axa û piştevaniya cotkar û hejaran e û mirovê kurd hişyar dikin û berê wî didin xebat û xweragirtinê. Her wesa giriftarî û problemên rojane yên, jin û mêran, perwedekirina zarokan, jinrevandin û tolvekirinê ne û daxwaza edaleta civakî û wekheviya mirovî dikin.

Ev pirtûke, bi tenê berhemên devera Badînan himbêz dike û pirraniya wan bi tîpên erebî ne. Di antolojiyê de devoka nivîskaran hatiye parastin.

Nivîskar û çîroka wan a di antolojiyê de cî digre ev in:

ENWER MEHEMED TAHIR, Evro jivanê me ye

XELÎL DUHOKÎ, Nihênî

SERFERAZ ELÎ NEQŞEBENDÎ, Heft îşyên tirî...

SEGVAN XELÎL HÎDAYET, Ewê dawiya wî xuya

ÎBRAHÎM SELMAN, Wexerek

NIZAR MEHEMED SEÎD, Kurê kolana

HESEN SILÊVANÎ, Balolka Şekirê

SIDQÎ HIRORÎ, Evîna vekuştî

KOVAN, Beref hevalan

Jaro Duhokî, Veciniqîn

SALIMÊ CASIM, Simbêl

HIŞYAR RÊKANÎ, Helawîstin

MEHEMED SELÎM SIWARÎ, Hinara Tirş

FAZIL UMER, Mêvanê ne wext

ÎSMAÎL HACANÎ, Mestiya Serkeftinê

TÎLÎ SALIH MÛSA, Stêra berxwedanê

BAYIZ UMER, Kî?

EGÎD ŞEFÎQ, Zîndan

CELAL MUSTEFA, Revîn

KERÎM CEMÎL BIYANÎ, Hirmîka Xirş

SEBÎH MEHEMED HESEN, Hizrêt Têkelkirî

HAZIMÊ CASIM, Hilkeftinek di Çûn û Hatinê de

ÎSMAÎL MUSTEFA, Vegeryan

ÎSMET MEHEMED BEDEL, Helwêst

XALID SALIH, Rondik û Stiran

TEHSÎN NAVIŞKÎ, Vegirtin

HESEN ÎBRAHÎM EBDULLA, Dergehê Hîviya

HEKÎM EBDULLA, Çend Xulkek ji Demeke Dirêj

BABÊ ROJÊ, Demjimêr Dazde

ZEKÎ SILÊVANÎ, Tol

QEYRAN FEREC EBDAL, Dilîk

ARIF HÎTO, Hevdîtins

NEFÎSE ÎSMAÎL HACÎ, Şêwekar

MIHSIN EBDULREHMAN , Modêrne fişar

SALIH XAZÎ, Dewlet di bazinê gomanê da

Na xebere 3087 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.