Şiîra Salih Begê Hêneyî
Yayınlanma:
Güncelleme:
[Şiîre]
Salih Begê Hêneyî
Salih Begê Hêneyî
Eger çêkî ji bo cehşê kerî ra
Ji zêr afir di nav eywanê Kesra
*
Tu wî avdî ji yenbua heyatê
Di şûna ceh bidî wî gowz û xurma
*
Murebbîtî bike bo wî Filatun
Bi zêr cumhur bibe derbendî jê ra
*
Bibe Ne’man û Mensûr seyîsê wî
Biçêrîne di nav baxê Îrem da
*
Bike teqrîr Arîsto dersê hîkmet
Mualimê wî bibe hem Îbnî Sîna
*
Hemî tesdîq bikin dîplomeya wî
Di her fennî ji sinifê alî e’la
*
Meke hêvî ku ew sahib huner be
Ew ê dîsa wekî bavê xwe ker be
*
Ji eywanê dema tu wî derînî
Ji wî nayê huner xeyrê zirrînî
___________
Çime: Destnuşteyê Salih Begê Hêneyî
Bu haber toplam 3440 defa okunmuştur
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.