ÇÊBÛNA KULTURA ŞÎDETÊ
Min ev nivîs tesadufen li kompîtera xwe dît. Wisa xuya ye ku min deh sal berê nivîsîye. Lê nehat bîra min ku li derekê hatiye weşandin yan na. Min hinek sererast kir û ez niha li vir diweşînim.
* * *
“Eger xirabibe, ji însên wehşîtir mexlûq nîne!”
Lev Tolstoy
Di însanên sade de kultura şîdetê çawa çêdibe? Yan jî, çavkanîyên kultura şîdetê çi ne? Ez dixwazim li gorî hêza xwe ya fikrî bala xwe bidim ser vê mijarê.
Em ferz bikin, kesek bi awayek dibe şêx û ji bo ku xizmeta dînê Xwedê bike; ji bo ku însan xwe ji gunehan hemet bikin, hîdayet bibin û îmana wan xurt bibe, dest bi îrşadê dike. Di netîceya xebata îrşadê de li dora şêxî murîd çêdibin. Bi demê re ji murîdan cemaetek tê meydanê. Eger cemaet çêbû, mal û milk jî çêdibe. Mesela, tekye tê danîn, ji bo îhtîyacên tekyeyê pere tê berhevkirin. Hingê ji bo teserufa vî pereyî, ji bo îdarekirina cemaetê hin meriv têne wezîfedarkirin; hîyerarşîyek çêdibe. A bi vî awayî cemaet dibe teşkîlat.
Eger di destpêkê de niyet ev nebe jî, bi demê re şêxîtî dibe meqamekî dinyewî û bi wasitaya cemaetê tedaxulê jiyana beşerî dibe. Bi vî awayî prestîj, selahîyet û îmkan çêdibin. Çimkî însanên ku li dora şêxî dicivin êdî wî diperêsin, jê re bîatê dikin, dibin murîdên wî. Herwisa ji bo emir û fermanên şêxî û berjewendîyên cemaetê dikevin halê amadebaşiyê. Ev rewşa hanê dikare însanekî lawaz û jar jî di nav sîstema cemaetê de bike xwedîhêz. Çimkî eynî mînanî dewletê, di nav sîstema sazûmanîya cemaetê de jî meqam û mewqîyên muxtelif pêk tên. Pê re jî cemaet dibe navendeka cazîbeyê, bitaybetî ji bo kesayetên zeîf ku di nav jîyana normal a civakê de tu giranîyeka wan nîne, cemaet îstîqbaleka madî û mehnewî pêşkêş dike.
Piştî vê merheleyê, êdî şêx dikeve mabeyna murîd û Xwedê. Cemaet jî dikeve şûna dînê Xwedê. Xizmetkirina ji bo kesayetîya şêxî û cemaetê dikeve şûna xizmeta ji bo Xwedê û dînê wî. Bi vî awayî wasita û hedef bere-bere cih diguherin. Di netîceyê de wasita bi xwe dibe hedef.
Eger zahiren nexuye jî dema ku armanca eslî wisa berovajî bibe, hingê cemaet mehsûmîyeta xwe winda dike. Her ku bîat kûr dibe murîd jî melekeyên xwe yên fikirîna azad winda dikin, di wan de teasub çêdibe. Bi vî awayî her murîdek di eynî demê de dibe namzedê şîdetê.
Ji bo ev awa murîdan ‘sofîyên req’ tê gotin. Di nav miletê me de mînakên şîdeta sofîyên req jî hindik nînin. Bo nimûne, salên berê, li van nêzîkan, çend sofîyên req li çolê rastê feqîrekî gerok tên. Silav li hev dikin, ehwalê hev dipirsin, dikevin nav suhbetê. Li wê mintîqeyê jî du şêx hene. Sofî ji feqîrê gerok dipirsin ku ew ji kîjan şêxî bêhtir hez dike. Feqîrê gerok dibêje “Ez ji her duyan jî hez dikim. Her yek ji wan çavekî min e.” Hingê, sofîyên req zorê lê dikin ku kîjan şêx kîjan çavê wî ye. Feqîr jî ji dilê xwe yê saf, dibêje “Hema bila filan şêx ev çavê min, bêvan şêx jî ev çavê min be.” Sofîyên req, çavê ku feqîrê gerok ji bo şêxê din nîşan daye bi pîjekî serê wî tuj diteqînin.
Meriv ji vê bûyerê jî dikare fêm bike ku eger di murîdan de teasub kûr bibe, êdî nikarin ji derveyî şêxê xwe hebûna şêxekî din qebûl bikin. Çimkî teasub hîsên însanî pûç dike, tehemul û tolerans û hurmeta ji bo yên din tune dike. Çi kesê ku ne ji cemaetê be, yanî murîdê şêxî nebe, wekî “kafir” tê pênasekirin. Bi vî awayî ji bo kesên ji derveyî wan her tewir zilim û heqaret û zordarî mubah dibe. Hetta, dema ku zilmê li yên din dikin, xwe xwedanxêr dihesêbin.
Ev îzeha hanê ji bo rêxistinên dînî û siyasî ku li dora fikrekî organîze dibin jî her wisa ye. Hetta, di rêxistinên fundamentalîst de gelek xirabtir çêdibe. Çimkî endamên rêxistinên fundamentalîst di eynî demê de zanistên modern dixwînin, rewşa dinyayê bi awayekî fireh dinasin, metodên siyasetê û propagandayê dinasin, dikarin her awa teknolojîya pêşketî bikar bînin…
Rêxistinên dînî helbet zahiren dibêjin em xizmeta dîn dikin, em dixebitin ku hukmê Quranê hakim be. Lê esas, di pratîkê de tenê ji bo ku hukmê rêxistina xwe hakim bikin dixebitin. Dibe ku referansa wan Quran, hedîs û normên dînî bin. Lê ji van çavkanîyan, tenê tiştê ku bi kêrî armanca wan tê dineqînin.
Ji alîyê felsefeya rêxistinan ve, di navbera rêxistinên dînî û rêxistinên îdeolojîk de ferq tune ye. Her wisa, di navbera murîdan û partîzanan de jî ferq tune ye.
* * *
Bêguman dewlet jî rêxistinek e. Lê dewlet bi qanûnan tê rêvebirin. Qanûn jî bi awayekî nivîskî tim di halê îlankirî de ne. Yanî gel ji qanûnan tê xeberdarkirin. Têkilîya hemwelatîyan û dewletê bi ser qanûnan re çêdibe. Yanî hem wezîfedarên dewletê hem jî hemwelatî bi hev re rîayetê qanûnan dikin. Belkî îstîsnaya dewletê ev be; eger qanûn hatibin hilanîn yan jî bêfonksîyon bin, dewlet li gorî teserufa dîktatorek yan zumreyeka olîgarşîk yan jî îdeolojiyekê bête îdarekirin, hingê ew jî dibe wekî rêxistineka dînî yan jî îdeolojîk.
Madem behsa dewletê hat kirin, em bala xwe bidin ser hinek rêxistinên siyasî ku li nav kurdan fealîyet dikin. Ev derdor dibêjin: “Dewlet enstrumana şîdetê ye, divê kurd xwe ji fikrê danîna dewletê dûr bigrin.”
Lê rastî ev nîne! Eger dewlet qanûnî be, hêza xwe ya çekdarî tenê ji bo pêkanîna nîzama civakê û bicihanîna edaletê bikar bîne, dewlet enstrumana şîdetê nîne. Esas, dewlet di eslê xwe de rêxistineka anonîm ya miletê ye, ji bo parastina erd, ziman, kultur, nasname û nîzama jîyana sosyal a miletê ferz e. Bo nimûne, li Hewlêrê merivêk qesten yekî bikuje, eger dewlet wî derdest bike û teslîmî mehkemeyê bike, mehkeme jî ceza lê bibire, ev nabe şîdet, dibe bicihanînan edaleta sosyal.
Lêbelê ji ber ku rêxistin bi qanûnên diyarkirî ku gel pê dizane îdare nabin û tenê ji bo hegemonyaya xwe dixebitin, lewma şîdeta rêxistinan meşrû nîne. Ji alîyê din, eger mesele “enstrumanîya şîdetê” be, di eslê xwe de rêxistinên îdeolojîk û fundamentalîst yên çekdar enstrumanên şîdetê ne.
* * *
Eger civakek demeka dirêj di atmosfereka sert ya rêxistinên hişk yan jî di bin hukmê rejîmeka bêqanûn a dewletekê de bijî, dibe durû û ji heqîqetê dûr dikeve. Ji bo ku mesele baştir îzeh bibe, ez ê mîsalekê bidim. Di dema cûntaya leşkerî ya rejîma 12 Êlûl 1980 de avûkatek ji Anqarayê tê Diyarbekirê ku bikeve danişîna mehkemekirina hinek girtîyên kurd yên siyasî. Ji firokeyê tê xwarê, siwarê taksîyekê dibe, dibêje “Min bibe edliyeyê.” Di rê de ji şoferê taksîyê rewşa Diyarbekirê dipirse. Şofer gelek bi semîmîyet dibêje “Em ji dewleta xwe pir razî ne. Dewletê qira anarşîstan anî, sikûnet çêbû, hizûr hat. Xwedê zewal nede dewleta me.” Avûkat şaş dimîne, îcar bi Kurmancî dibêje: “Ez heyret mam ku tu wisa dibêjî! Ez kurd im, avûkat im, ez bi xwe xelkê Diyarbekirê me. Ez niha diçim dikevim mehkemekirina girtîyên kurd. Dewlet li zindanê her roj îşkence li wan dike. Li derve jî kes newêre xwe ji eyarê xwe tev bide…” Hingê şofer dibêje “Keko, ez uzrê xwe dixwazim, min got qey tu hakim yan dadger î. Ez niha rastîyê bibêjim. Bi Xwedê zilim û îşkenceya ku dewlet li Diyarbekirê dike li tu dera dinyayê nebûye.”
Bala xwe bidinê, eynî kes di nav çend deqeyan de du rewşên zidê hev gelek bi semîmiyet beyan dike ku meriv nikare tê derxîne bê hela kîjan heqîqet e.
Xulase, dema ku dîn di destê cemaet, terîqet yan jî rêxistinên fundamentalîst de be, dibe wasiteyeka siyasî û dikeve qalibekî îdeolojîk. Her wisa, di nav hereket, rêxistin û partîyên îdeolojîk de, ji ber ku armanca wan a eslî tehekum e, tu bixwazî nexwazî wasita dikeve şûna hedefê. Hingê mensûb û terefdar jî dibin kesayetên îdeolojîk. Û jixwe îdeolojî merivan dikin haleteka wisa ku êdî nikarin di tefekur û kirinên xwe de objektîf bin, li gorî teasuba xwe ya qalibgirtî tevdigerin, heqîqetê nas nakin, tenê di çarçoveya tesewur û îdeyên xwe de dinyayê têdigihên.
Yek ji taybetîyên muhîm yê kesên îdeolojîk ev e ku kesên li derveyî xwe dişmin dibînin. Çimkî karakterê wan ê bingehîn tehekum e, hegemonya ye. Yanî hedefa wan a eslî ev e ku her tiştî bigirin bin hukmê xwe. Ji yên li derveyî xwe re du alternatîfan dihêlin: Yan divê bêşik û şubhe hukmê wan qebûl bikin yan jî tune bibin.
Diyarbekir, Gulan 2016





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.