Ji Zilma Partîzanan Nimûneyeka Piçûk
Partîzan çawa zilmê li hinek nivîskar, roşinbîr û hunermendên kurd dikin, tenê ji serborîyên min bi sedan hene, lê ez ê bi kurtî behsa yeka piçûk bikim, gelek piçûk. Ez nizanim çima, lê heta niha min hemî daqurtandin, tu car behsa tiştên wisa nekir. Çimkî em gotineka gelek mehsûm dibêjin, te hew dît dijûn, kufir, heqaret li me barîn…
Min di sala 1991ê de dest bi nivîsandinê kir lê ji sala 1996 vir de ez bênavber dinivîsîm. Ez li ber destê tu kesî, yan jî di tu sazîyekê de fêrî nivîsandina Kurdî nebûme, ez temamen xwudriste me. Ji sala 1997 heta sala 2015 min gelek kursên fêrbûna xwendin û nivîsandina Kurdî dan. Bi sedan kes fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî (Zazakî û Kurmancî) bûn. Min bi xwe ev wezîfe daye xwe, ez esla minet nakim.
Di sala 2011 de min li Diyarbekirê rojnameya Newepelê derxist. Di tarîxê de ev rojnameya yekem e ku bi Kurdîya Zazakî derdikeve. Helbet hinek hevalan jî alîkarîya min kirin. Di mideta şeş-heft salan de me 100 hejmar derxistin. Bi sedan kes bi vê rojnameyê fêrî xwendin û nivîsandina Zazakî bûn. Gelek nivîskar derketin meydanê. Ez esla serhevde nakim, ez kurd im, xizmeta neteweya xwe dikim.
Di sala 2011 de min kovara edebî hunerî Şewçila derxist. Bi dehan kes di vê kovarê de fêrî nivîsandina berhemên edebî bûn. Min hevok bi hevok, paragraf bi paragraf ew fêrî edebîyatê kirin. Dîsa, ez esla nakim minet; ez kurd im, xizmeta edebîyata miletê xwe dikim.
Di sala 2012 de min Weşanxaneya Roşna danî û dest bi weşandina kitêban jî kir. Di nav 15 salan de qasî 80 heb kitêb weşandin. Ji vana 16 jê kitêbên hepsîyan e. Hepsî kî ne? Bala xwe bidin kitêbên ku ji Roşnayê derketine, hûn ê bizanin. Pirranîya van kitêban, min ji risqê zarokên xwe, ji qirika xwe birîye û çap kirine. (Ez karker im. Hatina min tenê renca destê min e, keda enîya min e. Mala min heye, zarokên min hene…) Ezîyeta destnivîsên hepsîyan ezîyeta li ser ezîyetê bû; ne alfabe, ne îmla, ne hevoksazî. Yên ku ji derve dinivîsîn jî wisa bûn. Min hemî nivîs, hemî dosya ji nuh ve nivîsîne. Tenê ez dizanim û Xweda dizane ku min çi ezîyet kişandiye. Heta îro, ji van karan, ji tu kitêbek min qurişek pere nexwariye.
Ji gelek derên dinyayê Newepel û Şewçila ji me dixwestin. Min dişand. Min bi xwe paket dikir, ez diçûm postaxaneyê, bi saetan disekinîm ku dor were min. Mesrefê postayê gelek zêde bû. Me ji kîsê xwe dida. Min hem Newepel, hem Şewçila hem jî kitêbên Roşnayê ji hepsîyan re jî dişandin.
Dema ku me Newepel derxist camêrek ji Swîsreyê bi me re ketibû têkilîyê. Me heta dawîyê Newepel û Şewçila jê re şandin. Ez navê wî nebêjim lê yekî ku tê zanîn e. Carekê ji min re got “Hinek kitêban bişîne. Ez ê di Newrozê de bifiroşim.” Min pêncî-şêşt kitêb paket kirin, dan kargoyê. Mesrefa kargoyê ji buhayê kitêban gelek zêdetir e.
Kitêb çûn ketin destê camêrî. Ew jî diçe ji komîteya Newrozê re dibêje “Ez dixwazim li Newrozê masayek daynim. Hinek kitêbên Zazakî hene, bifiroşim.” Dibêjin kitêbên kî ne. Dibêje yên Roşnayê ne. Piştî ku ji hinek deran re telefon dikin, ji camêrî re dibêjin “Roşna Yayınevi Roşan Lezgîn’inmiş. Soruşturduk. Partiye bağlı değilmiş. Satamazsın!” Camêr lava dike dibêje “Partiye bağlı olan olmayan her kes Newroza geliyor.” Dibêjin“Olmaz!”
Camêrî hal û mesele ji min re qal kir, got “Ez ji te re heqê wan bişînim.” Min got “Na. Wek dîyarî belav bike.” Camêr hê li wir e. Eger ew destûr bide, ez dikarim navê wî bibêjim, ew bi xwe meseleyê qal bike.
Ez gelek êşîyam. Heta hûn bibêjin, dilê min şikîya. Ca hela ji kerema xwe, zehmet nebe, xwe bikin şûna min û piçek empatî bikin. Ma dilê min jî tune ye?
Li vir mesele esla firotin yan pere nîne. Kitêbên me ku qismek jê yên hepsîyan bûn, dê bigihîştana ber destê hinek xwendevanên li Swîsreyê. Car heye kitêbek yan çîrokek dikare merivî bi tevayî bide ser rêya ziman û edebîyatê. A partîzanan, di eslê xwe de pêşî li ziman û edebîyata Kurdî girtin ne ku li min!
Ez behsa tiştekî piçûktir jî bikim.
Wan deman yek ji wan hepsîyên ku min kitêbên wan weşandibûn, ji hepsê derketibû çûbû Swîsreyê. Min kitêba wî di sala 2013 de hezar nusxe çap kiribû. Kitêba çîrokan e. Min ji risqê zarokên xwe, ji qirika xwe birî, kitêba wî çap kir. Lê ev 13 sal in, ez sond dixwînim, heta niha 13 heb jî nehatine firotin. Tev li embarê ne. Eger ez kirêya embarê bihesibînim, bi pereyê îro du sed-sê sed hezar lîrayên tirkan pere dike. Wan çendê berê min hinek wek bexş dan, lê yên din tev li embarê ne. Ez ê bidim wan feqîrên ku li Diyarbekirê ji ser çopê kaxid û kartonan berhev dikin.
Îcar vî hepsîyî ji Swîsreyê mailek ji min re şand. Adres dabû û gotibû acîlen çend nusxe ji kitêba min, çend nusxeyên Newepel û Şewçilayê bişîne. Min jî derhal paket kirin şandin. Mesrefa kargoyê jî min kir. Lê tu xeber jê derneket. Çend meh paşê min jê re mail nivîsî ku gelo ketin destê wî yan na. Min dî camêrî tenezul kir, bersiveka kurt da: “Heval, bir hafta içinde elime geçtiler. Kanıt olarak mahkemeye sundum. Siyasi iltica başvurum kabul edildi.” Tenê ev. Ne sipasî, ne malavayî. Ez kî me ku ji min re sipasî bike? Bizden olmayan biri!
Gotineka me ya pêşîyan bi Zazakî heye. Lê ez ê wergerînim Kurmancî. Dibêjin “Keroşk dibêje ‘Li zora min naçe ku nêçîrvan min nêçîr dikin, serjêdikin, post dikin û goştê min dixwin. Lê zora min diçe ku bi pencên min postê min xwê dikin!’” A wisa! Bi Xwedê, hem zilim û tehda li me dikin, hem jî bi destê me postê me xwê dikin. Û em nikarin ji ber êşa xwe bibêjin “ay” jî.





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.