XEWNA MIN

XEWNA MIN
Hemîd Hewrewî

Min dît îşev xewnek xweş

Sibê rabûm rûyê m’ geş

 

Min xew dît kurd bûbûn kurd

Kurdî jî kiribûn wird

 

Rojê sed car ez kurd im

Zimanê xwe bernadim

 

Sed carên din li sûkê

Dê bibêje vê bûkê

 

Sed caran dê binvîsim

Û bi kurdî ramîsim

 

Sed caran kurdîhez im

Pey zarê xwe dibezim

 

Li her derê bi kurdî

Qise bikim bi rindî

 

Dê nekim fedî ji zar

Weke sala çû û par

 

Weke xelk dijî bijîm

Serbilind ez jî bijîm

 

Bi jintî û van bûkan

Keç û kur û zarokan

 

Dê biaxêvim kurdî

Wek mi ji bavê xwe dî

 

Wirdên min bûne hezar

Nebe, hûn nekin nezar


Amed, 08.03.2019

Bu haber toplam 2896 defa okunmuştur
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.