Rojnameya NEWEPELî Derket

Rojnameya NEWEPELî Derket
Kesên ku dixwazin alîkarîyê bikin yan jî rasterast beşdarê xebata belavkirina rojnameyê bibin yan bi rojnameyê re têkilîyê daynîn, dikarin ji adresa [email protected] re binivîsin.

Rojnameya NEWEPELî ku xwerû bi zaravayê kurdî kirmanckî (zazakî) diweşe, derket.

Rojnameya ku xwerû bi zaravayê kurdî kirmanckî (zazakî) ye û wek weşana komela Ziwan-Komê derdikeve, bi manşeta “Ziwan-Kom Ronîya” (Ziwan-Kom Hat Danîn) derket.

Rojnameya ku di destpêkê de dê ji 15 rojan carekê derkeve ji 8 rûpelan pêk tê, bi ebada tabldot derdikve. Rûpela yekemîn û ya dawîn rengîn, yên din jî reş û sipî ne. Di rûpela duyemîn de dersên ziman tên dayîn û alfabeya kurdî tê naskirin. Du rûpela sêyemîn de nûçeyên berdewama manşetê hatine dayîn. Rûpela çaremîn û pêncemîn wek rûpela hevpeyvînê hatiye diyarkirin û di vê hejmarê de hevpeyvîna ku Hulya Yetîşen bi hevsera Nuredîn Zaza Gilberte Favre Zaza re çêkiriye hatiye belavkirin. Di rûpela şeşemîn de ferhengok heye ku tê de pevyên ku di vê hejmarê de hatine bikaranîn cih digrin. Li kêleka ferhengokê jî pêkenokek û helbestek hatine dayîn. Di rûpela heftemîn de dîsa nûçeyên cur be cur hatine dayîn û di rûpela dawî de jî kulîlka hîro (hêro) hatiye dayîn û navê vê kulîlkê bi kirmanckî, kurmancî, goranî, soranî, tirkî û latînî hatiye dayîn. Di vê rûpelê de her hefte dê wêneyên çend sewalan bên dayîn û di bin de jî navê wan bi kirmanckî bê nivîsandin. Herwisa, di vê hejmarê de tevli nivîsa edîtor, sê nivîsên nivîskarên nuh ku berê li derekê nenivîsîne cih digrin.

Edîtorîya rojnameyê nivîskar Roşan Lezgîn û Bîlal Zîlan dikin, redaktorîya wê jî Roşan Lezgîn bi xwe dike. Desteya weşanê ji Seîd Aydogmuş, Ehmed Kasimoglu û Neymetullah Gunduz pêk tê.

Berpirsîyarên komela Ziwan-Komê dixwazin rojnameyê bi şêweya temsîlkar, belavkar û abonetîyê belav bikin. Kesên ku di vî warî de dixwazin alîkarîyê bikin yan jî rasterast beşdarê xebata belavkirina rojnameyê bibin yan bi rojnameyê re têkilîyê daynîn, dikarin ji adresa [email protected] re binivîsin. Herwisa, agahîyên rojane yên derbarê rojnameyê de jî dişên ji lînka https://www.zazaki.net/html_page.php?page=newepel bişopînin.

Bu haber toplam 4926 defa okunmuştur
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum