Qurtek Çay
Yayınlanma:
Güncelleme:
Mela Evdilhekîmê Badikî
Qurtek çaya ser lêvan
Nadim bi hezar sêvan
Qurtek ji çaya delal
Nadim bi sed porteqal
Çaya nazik û nazenîn
Nadim bi sed mandelîn
Wê çaya rind û keleş
Nadim bi zalên zebeş
Ewê çaya mîranî
Nadim bi sed şîranî
Wê çaya rind û rengsor
Wê bi min re here gor
Nakim terka şêrînê
Heta mewt û xirînê
Ew e dosta biwefa
Dide zewq û sefa
Zewq û sefa min tîne
Xemên min direvîne
Wexta cîkî min diêşê
Aspirîn diavêjim şûşê
Aspîrîn tevî çayê
Êşa min dide bayê
Wê nedaye min zerar
Methên wê nayên jimar
Evdilhekîm bes bibêj
Wesfa wê meke dirêj
Çiqas dirêj kî kelam
Wesfê wê nabin temam
__________
Latînîzekirin: Mela Mihyedîn
Çavkanî: Nûbihar, Kovara Hunerî Çandî, Hejmar 138, Zivistan 2017, r. 171
Bu haber toplam 5003 defa okunmuştur
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.