ZILMA LI SER XASÎ
Yayınlanma:
Güncelleme:
Mihanî Licokic
Li Hezan hebû Ehmedê Xasî
Li îlm û rastî dikirin nasî
Ketibû belayê Ehmedê Xasî
Ji dest wî şêxî nebû xilasî
Şêx got mirûdan bi çov û dasî
Ji gund rakin wî Ehmedê Xasî
Wan mirûdê şêx bigef û biqîr
Ji gund rakirin Ehmedê feqîr
Ehmedê Xasî ji gund kirin der
Neçar bû Xasî bi kul û keder
Li gundê Firdês Xasî bû sekan
Du sal macirî jê ra bû mekan
Carek jî dewlet ceza lê birî
Girava Rodos ma bi macirî
Serî netewand bo şêx dewlet
Li dij zulmê bû heta çû rehmet
Bu haber toplam 1445 defa okunmuştur
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.