zazaki.net
30 Êlule 2022 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
09 Tebaxe 2022 Sêşeme 08:47

Zanist

Dilawerê Zengî

Zanist bingeha pêşketin, raman û pêşveçûnê ye. Hemû şaristanî li ser koka wê tên avakirin û bi wê re hemû gel û civak pêş dikevin. Zanist ne tenê raman û bîrdoziyê tê hînkirin, reng e ku ew rêyek jîyanê ye, û rêyek e ji bo nezanîn, paşverûtî û tundrêtiyê, û bi wê re jî mirov ji paşvemayîna rewşenbîrî rizgar dike. Zanist rêya ber bi ronahiyê ve diçe. Zanist ronahî ye, nezanî tarîtî ye. Zanîn wek kanîyeke xêr û berhemdariyê ye, tenê dikare qenciyê bîne û bi wê jîyan watedar dibe.

Mifayên zanistê bi yek warî nayên sînordarkirin, reng e ku xûypakîya wê di hemû warên jîyanê de xuya dike. Mirov bi zanistê karîbû nexweşî û êşan têk bibe û bi saya wî derman û amûrên bijîşkî hatin vedozînkirin û bi saya zanistê jî pîşesazî, çandinî û bazirganî pêş ketin, reng e ku dûrahîyan nêzî hev kir û cîhan kir wek gundekî piçûk û pê re jî amûrên çûnûhatinê, ragihandinê, peywendî û têkiliyên rêyan jî pêş ketin, û gelek alîkarî li aramî û xweşiya bûyîna mirov kir. Zanist rûyê dinyayê guhert û hêwirîtir û xweşiktir kir.

Divê her mirovek li dinyayê bi qasî ku ji destê wî tê ji zanînê hez bike û her dem bibe yek ji wan kesên ku li zanînê digerin. Belê, zanîn nûvebar e, nûwîn e, herdemî ye û tu carî nayê bisînorkirin. Her kêlî vedîtinek nû çêdibe û her roj tiştek di zanistê de, li benda vekolîn û lêkolînê ye. Lewra lêgerîna zanînê wekî ku mirovan berê diyar kiriye: “Ji landikê heta gorê”. Û kî ji bo zanînê rêyekê bigere, divê Xwedê vê rêyê jê re hêsan bike, zanîna wî zêde bike, pileya wî li dinya û axretê bilind bike, reng e ku zanîn têgihiştinê û baweriya bendeyê bi Xwedayê xwe zêde dike, wî ji dinyayê baştir serwext dike û li ser afirandêriya Xwedê dirame û ronî dike.

Zanist bingeha guhorîn û pêşkeftina gelan e û ji bo bidestxistina rûmetan û xweşkirina rengê jîyanê jî delîva mezin e. Bi saya wê, cîhan bi vedozînên ku di encamê de jîyana mirovan hêsan dike. Bi zanînê daxwaz û hêvî dijîn. Zanist jî delîv, derfet û navgîna mirovî ye, ji bo bidestxistina debara jîyanê, dûrxistina wî ji pirsgirêkan û hişyariyê di nav mirovan de belav dike.

Zanist wekî hewildana mirovî ya ji bo têgihiştina dîroka cîhanê û çawanîya pergalên cihêreng tê de tê pênasekirin. Zanist, li ser piştrastên laşî ava dibe, ku bi çavdêrîkirina diyardeyên xwezayî an pêkanîna ezmûnkirin, lêkolînên zanistî û zanînê rast tê dupatekirin. Zanist pergalek zanînê ye, ku hem cîhana maddî/cîtîk û hem jî diyardeyên taybet ên tê de lêkolînê dike, bikaranîna ezmûnkirinên birêkûpêk û encamên ku ji her ramanek kesane re bêlayen e. Carinan têgeha zanistê ji mijarên ku li dora mirovan dizivire berfirehtir e, wek dîrok, wêje, ziman, muzîk û huner, ku têgeha wê riç û encamên mijarên cihêreng bi cih bûn e.

 

Girîngiya zanistê

Zanist nikare tenê wekî pêvajoyek ji bîrkirina bîrdoz, dîtane, şêwe û peyvan were dîtin, reng e ku ew rêbazek e di dermafê mijarên jîyanê yên cûrbecûr de zanyarîyan çêdike û gelek pirsgirêkên li pêşîya mirovan çareser dike. Pêvajoya zanistî, ew bikaranîna rêbazên zanistî yên cûrbecûr têne ezmûnkirin û ji carekê zêdetir, û ev encam dibe ku rastbûna vê ramana destpêkê ya nû bi cih bike, an jî guhertinan li wê bike, an têgeh û agahdarîya nû li wê zêde bike, an jî bi hev re bi ramanên din re ku berfirehtir bike, û girîngiya zanistê dikare bi kurtî wiha be:

Çêkirina şarezayan: Di dema xwendina dîtane, bîrdoz, şêwe û peyvên zanistî de, gelek peyvên nû yên ku ji yên berê tevlihevtir in, têne bidestxistin, ku ji xwendekar re dibin alîkar ku şarezayên cihêreng bi dest bixe.

Hevkarî ji bo dîtina rastiyan: Gelek zanyar ji rêzkarîyên cihêreng û xwendekar digerin ku bi hev re hevkarîyê bikin da ku rastîyên zanistî yên pêbawer bibînin.

Handan ji bo hînbûna zêdetir: Dema ku xwendekar digihîje agahîyeka berçavkirî, ew hewl dide ku li agahdarîya pêşkeftî û rastir bigere, an jî hewl bide ku çareyan ji pirsên din re bibîne, dihêle ku ew bi pêşkeftinên zanistî yên cihêreng re bimeşe, û zanyarî beşdarî pêşkeftinê bibe. Ramana rexneyî li ser alavên ku bikaranîna zanistîya nûjen hatine pêşvexistin, û birame ka dê çêkariyên pêşerojê çêtir bibin.

Di mirovan de dilşewatiyê çêbike: Zanist mirovan arezûdar dike ku tiştên nû dahênan bikin, serwext bikin ka tişt çawa dixebitin û nêrînek pêşerojê li ser ka ew çawa dixebitin.

Alîkariya berhemanîna zanînê: Bi bikaranîna zanyariyên ku ji zanistê çêdibin, gelek nexweşî têne dermankirin, çêkariyên nûjen ên cûrbecûr bi pêş dikevin û pirsgirêkên din ên jîyanê têne çareserkirin, reng e ku zanîna zanistî li ser bingehek saxlem, bihêz û pêbawer ava dibe.

Têkiliya di navbera rastiyên bîrdoz, dîtane û xwezayî de: Zanist rastiyên zanistî yên xwe dispêre ezmûn û raçaviyê û bi cih bûne, û wan bi diyardeyên xwezayî yên li cîhanê ve girêdide.

Herdemîya zanistê: Zanistî zanînê li cîhanê baştir û berfirehtir dike, ji ber ku zanyarî li çareyan ji pirsên ku derdikevin holê digere.

Hewldanek mirovî ya gerdûnî: Her kes û li her derê hewl didin ku di zanistê de pişkdarî bikin.

Werzişa hiş: Mirov ji bo perwerdekirin û pêşvebirina awayên ramana xwe pêdivî bi zanistê heye û eger xwendekar demekê ji zanistê qut bibe, bi heman leza ku berê hîn dibû, ji nû ve hînbûnê dijwar dibe.

Başkirina jîyanê: Zanist rê li ber bidestxistina mafên mirovan û başkirina çawanîya jîyanê vedike, reng e ku welatên xwedî bernameyên zanistî yên bihêz, di warê aborî de, ji welatên din baştir in, û hejmareke zêde ya dahênerên wan hene.

 

Taybetmendiyên zanistî

Pêvajoya danasîna zanistê dikare bi taybetmendîyên wê, nirx, gumanên ku li ser bingeha lêkolînên zanistî hatine damezrandin, û awayên pêşdebirin û têgihiştina zanînê were kirin. Zanist bi komek taybetmendîyan tê destnîşankirin, ew jî ev in:

 Encamên zanistî yên destpêkê pêbawer in: Encamên zanistî yên destpêkê ew raman in ku bi demê re têne verastkirin, lê bingehên wan ên zanistî yên pêbawer hene, reng e ku agahdarîya rast û durist bi cih bûn e.

Zanist ne gelperwer e: Hemî ramanên zanistî bikaranîna bingehên rastîn ji hêla zanyaran ve têne lêkolînkirin, û ev ramanên zanistî tenê bikaranîna piştrast, palpişt û girovên berçavkirî têne pejirandin an nepejirandin.

Zanist ne rijd e: ne pêwîst e ku şagird bi zanistê bawer bike, ne jî divê encamên zanistî wekî şîroveyên rast bipejirîne, reng e ku hemî ev şîrove û têgeh bi herdemî têne lêkolîn kirin, ev tê vê wateyê ku ew dikarin bi demê re biguherin.

Zanist biryarên qeşengî û bedewiyê nade: Zanyar dikarin taybetmendîyên riwek û rewzên kulîlkî bi şirove ya lêkolîna DNAya wan, an jî bi tîreyên wan vebigirin, lê ew nikarin bi zanistî piştrast bikin ku kulîlkek ji ya din xweşiktir e, reng e ku ev biryar ne beşek ji zanistê ye.

 

Zanist hêlnuma ya nezanan e

Zanist ji bo hemî mirovan girîngiyek mezin e, ji ber ku ew hêlnuma ye ku nezanan ber bi ronahiyê ve bibe... ronahîya rastîyê û ronahîya zanînê, û di cîhanê de tiştek wekî lêgerîna zanînê û şerê nezanîyê bi nirx nîne. Heke em hemû tîp û peyvan ji bo diyarkirina nirxê zanînê û girîngîya wê kom bikin, em mafê wê bi cih nayinin.

Ne şerm e ku meriv ji nezanê tiştê ku nizane bipirse, lê guneh ew e ku meriv ji her tiştê dora xwe nezan bimîne. Ew ji pirsê ditirse û ji bo ku jê re “nezan” neyê gotin, jê dûr dikeve. Çiqas kesên nezan bi zanînê mezin bûne û di nav gel de cihekî bilind girtine û di vekolîna rastiyan û zanîna her tiştê nû de bûne bawermend.

Zanist çêkerê şaristanî û dahênanan e. Tê zanîn ku zanist şaristaniyan diafirîne. Şaristanî bêyî zanistê serî hilnadin û geş nabin. Şaristanî ji bilî vedozînên ji zanyarên ku di warên cihêreng de jêhatî derketine tu carî nehatine damezirandin. Bêyî van zanayan nûçeyên wan bi demê re ji me re nedihatin ragihandin û gelek gel bi şaristanîyên xwe serbilind nedibûn. Bêyî zanist û zana nirxê wan bilind nedibû û dengê wan di cîhana zanist û zanînê de bilind nedibû û çendîn bajar bi navê zanayên xwe hatin naskirin. Tê gotin ku ev zanyar ji filan welatan e, yan jî filan welatan ev  ramanwer, zana û hiqûqnasên navdar dane û li gelek welatan di warê bijîşkî, fîzîk, endezyarî û bîrkariyê de zanyar derketine û çi xweş e ku mirov li berhemê wan bigere û bixwîne û nûçeyên wan bibihîze, da ku di jîyana me de, ji me re bibin mînak û ronahîyek ku riya me ronî bikin.

Me gelek caran li ser vedîtin û vedozînê ku bi lihevhatî çêbûne û zû derketine holê û bi demê re bûne yek ji vedîtinên herî girîng bihîstiye. Lê ev yek ne pejirî nake ku dahêner mirovên xwedî zanîn, û ezmûna dirêj in, ku li ser bingeha lêkolîn û ezmûnan in, bi salan xebata bêwestan dirêj dike. Piraniya daxwaza wan li ser gihandina dahênanek e ku mirov aram bike, beşdarî pêşkeftina wan bike, nexweşiyên wan ên bêderman derman bike, û ew dahêner girîngiyê nadin pereyên xwe yên pir û hewildanên xwe yên dijwar ji bo gihiştina armancên ku ew dixwazin. Zanist di jîyana me de xwedî girîngiyeke mezin e, di nav de berfirehkirina têgihiştina kes û zêdekirina şiyana wî ya bişaftîkirin, hûrnêrîkirin û nirxandina mijarên curbecur ji çend aliyan ve, mirov ber bi riya qencî, rastî û dirustiyê ve diçe. Ji ber vê yekê, debara jîyanê bi bidestxistina karekî bi herdemî û aramî di yek ji hêlên kar ê giştî û taybet de, hêsankirina jîyanê ji kesên xwende re, ku ew xwedî şiyanek mezin in ku rûbirûyê hemî dijwarîyan bibin, ku her tişt di xwezayê û jîyanê de, bi dilxwazî ​​dibe çêkarî di destên wî de û bi kar tîne.

Di asta civakê de, zanist di avakirina civakên bi hêz û hevgirtî de, ku bi şiyaneke mezin li gorî hemû pêdiviyên jîyanê tevdigerin, pêşveçûyîn di warê şaristanî, pîşesazî û aborî de civakê pêk tîne. Zanist dikare bibe alîkar ji bo pêşketina civakê, reng e ku beşek ji şaristaniya civakê ye, û zanist yek ji rêgezên girîng e ji bo derbaskirina pirsgirêkên ku hemû civakan di hemû astên civakî, jîngehê û xwezayî de.

Di civakên ku nezanî lê pir e, gelek pirsgirêk derdikevin holê, di nav wan de:

Kêmbûna rêjeyên sûc, parsekî, karkirina zarokan û jinanîna piçûkan; ji aliyekî din ve ez dibînim ku zêdekirina hejmara kesên xwende di civakê de van nebaşiyên civakî bisînor an kêm dike û zanist jî di parastina civakê de, ji gotegot, çirçir û derewên ku ji bilî xapandina kesên civakê tu armanceke din nîne. Ew ji kesên ku tenê bi pûçkirina civakan re pêwendîdar in. Mirovên nezan beşdarî belavkirin û çandina wê di nav mirovan de dibin. Lê yên xwenda belavbûna wê sînordar dikin. Zanist hêzek aborî ya berbiçav digihijîne, û çavkaniyên darayî yên dewletê pir dike û kêmkirina bêkarî û hejariyê pêk tîne.

Di van demên dawî de, rê û rêbazên nû yên belavkirina zanînê di nav mirovan de belav bûne, ji wan çapemenîya civakî jî, ku gelek û pir in, nemaze di belavkirina zanîn û zanyariyên kêrhatî de, ji bo mirov hêsan bûye ku her dem û bi her awayî peyamên perwerdehîyê belav bike.

Di encamê de, zanist erkek mirovî ye, divê tu kes dev jê bernede, çawa ku zanyar û lêgerên zanînê ji ber zanîn û hewlên xwe yên ji bo lêgerîna wê têne xelatkirin. Divê her xwendekarek zanîna xwe veneşêre, reng e ku di nav xelkê de belav bike. Divê ew kesên xwende û rewşenbîr alîkariya kesên din bikin, çi ciwan, pîr, û çi bi dilxwazî ​​ku rasterast wan fêr bikin, hem jî semînerên perwerdehîyê bêberamber lidar bixin, yan jî bi pereyekî hindik, yan jî bi çapkirin û weşandina pirtûkan, û hînkirina piçûk, mezin û perwerdekirina koran re.

Na xebere 160 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.