zazaki.net
19 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
07 Çele 2012 Şeme 14:36

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Hat Demazirandin

Xeber: Zazakî.Net

Nêzikî salekêye ku ji alîyê grûbeka rewşenbîr û karbidest ve xebata damezrandina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî dest pêkirîye. Karê damezrandina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî di tarîxa 29.11.2011î de ji alîyê Muduriyeta Gişti Ya Weqfan (Vakıflar Genel Müdürlüğü) hate pejirandin û di rojnameya fermî (Resmi Gazete) de weşîya.

Navê Îsmaîl Beşîkçî di wijdana mirovetîyê de, di rûpakîya zanyarîyê de serbilindîya rewşenbîrîyê ye. Helwesta wî ya dilêr û di cîh de ku ji bo hemû hêzên demokrasîyê di dilê gelan de bi cîh bûye, me xwest ku em vî navî anku navê Îsmaîl Beşîkçî bi weqfekî bigîhînin nivşên paşerojê.

Di vê dema ku em tê de dijîn mirovayetî, zanyarî, çandinî û etîk gelekî dejenere bûye. Peyva weke huqûq, edalet, demokrasî, mafê mirovan û hwd. ji alîyê ideolojîya fermî ya îdarî ve tê darizandin û zextkirin. Îro di cîhanê de giringîya etîk û bawerîyê ji alîyê dewletan ve gor berjewendîyên xwe tê bikaranin û mirovayetî daxistine buhaya diravî û bê paye kirine. Di heman demê de mirovetîyê ji nava xwe mirovekî weke Îsmaîl Beşîkçi yê zanyar jî derxistîye. Me xwest ku em raman, ked û xebatên Îsmaîl Beşîkçî bigihînin nivşên duwarojê. Ji vê bonê me xwe ji vê vazîfeya pîroz re rûbirû kirîye û ev kar daye ser milê xwe.

Em weke Weqfa Îsmaîl Beşîkçî dixwazin ku navê Îsmaîl Beşîkçî, raman û behremên wî jîndar bikin. Di asta xebata zanyarî, civakî û çandinî de lêkolînan pêk bînin. Bi cîhkirina bîblîyotek, arşîv, dokumantasyon û sazîyên perwerdeyîyê, navenda çandinîyan, vekirina enstîtû û muzeyan armanca me ye. Li gel van xebat û armancan; em weke Weqfa Îsmaîl Beşîkçî dixwazin ku di cuda-cuda beşan de pêşbazîyan bi kar bixînin û xelatên Îsmaîl Beşîkçî bidin.

Dîsa em dixwazin ku di alîyê medya, çapemenî û weşangerîyê de ji xebatê bikin û encaman bistînin.

Di heman dema damezrandina vê weqfa me de, li gel wê me karê bîblîyotek ango Kitabxaneya Lêkolînê ya Îsmaîl Beşîkçî jî damezrandîye. Îsmaîl Beşîkçî, 60 sale ku bi kedekî granbuha û xwedi naverokekî dewlemendîtir ji kîtêb ango pirtûk, kovar, koleksiyona rojnameyan û arşiv çêkiriye, di demeka nêzik de ji bo xizmeta kesên hunermend, lokolîner û xwendekar re dê amade bibe.

Weqfa me ji xwe re kirîye armanc ku di beşa zanyarî, civakî û çandinîyê de lêkolînan pêk bîne. Di vê hewildan û xebatê de navê Îsmaîl Beşîkçî ji bo me û hemû lêkolînêr û zanyaran re navekî giring e û ji her alîyî ve sembol e. Ji vê bonê em dizanin ku navê Îsmaîl Beşîkçî ji bo kesên bawermend û dilxwazên ku ji geşbûna zanyarî û hunerê re ne, heyecaneka mezin radigre.

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ji civakê re di asta zanyarî, civakî û çandinîyê de dê asoyeke nû veke û tecrubeyan dest bixîne.  Em, bangawazîya hemû kesên ku ji zanyarî û hunerê re têkildar in dikin ku bila bibin DILXAZÊ WEQFA ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ û bibin piştgirê vê weqfa me.

                                              RÊVEBIRÎYA WEQFA ÎSMAÎL BEŞÎKCÎ

                                                                                                                 

Heyeta Mütewellî                              Endamên Rêvebirîyê 

Îsmaîl Beşîkçî                               Îsmaîl Beşîkçî -Serok

Îbrahîm Gürbüz                             Îbrahîm Gürbüz-Cihgirê Serok

Îshaq Tepe                                  Îshak Tepe-Hesêbgêr

Talat Înanç                                  Ruşen Arslan-Endam

Abdullah Baran                              Ehmed Önal-Endam

Adres:

İsmail Beşikçi Vakfı

Kuloğlu Mah. Ayhan Işık Sok.

No : 21/1 Beyoğlu-İstanbul                   

 

 

Na xebere 2957 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.