zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
30 Hezîrane 2019 Yewşeme 12:53

Vê Sibê Sê Kitêbên Me Çûn Çapxaneyê

Weşanxaneya Roşna di sala 2012 de li Diyarbekir dest bi weşandina kitêban kir, heta niha 54 kirdkî, 4 kurmancî, 2 jî tirkî, tevî hev 60 kitêbên 40 nivîskarên cihê weşandine.

Di vê germa havînê de me ji Weşanxaneya Roşna sê kitêb amade kirin û şandin metbeayê, di demeka nêzîk de dê ji metbeayê derkevin û li edebîyata neteweya me zêde bibin. Serê biharê jî me 5 kitêb weşandibûn, îsal dibin 8 kitêb ku ji Weşanxaneya Roşna derdikevin.

Weşanxaneya Roşna di sala 2012 de li Diyarbekir dest bi weşandina kitêban kir, heta niha 54 kirdkî, 4 kurmancî, 2 jî tirkî, tevî hev 60 kitêbên 40 nivîskarên cihê weşandine. Kitêbên ku ji Weşanxaneya Roşna weşîyane li kitêbxaneyên unîversîteyên mîna University of Princeton, University of Columbia, University of Michigan ku di nav pêştirîn bîst unîversîteyên li cîhanê ne, herwisa, li gelek kitêbxaneyên cîhanê yên navdar yên mîna British Library hene û di katalogên wan de cih digrin, lewre Weşanxaneya Roşna xwedîyê statuya navneteweyî ye.

Ji her sê kitêbên ku niha çûn metbeayê, ya pêşîn bi navê Li Min Binêre kitêba helbestan ya Havîn Acarê ye, têde 43 helbestên bi terzê serbest hene û di heman demê de ev kitêba pêşîn ya nivîskarê ye.

Havîn Acar ji bajarê Şirnexê ye, dibistana sereta, navîn û lîse li Şirnexê xwendine. Ji sala 2013 dest bi nivîsînê kiriye. Bi helbestên xwe yên ku bi hîsên neteweyî û dilînî hurik-hurik neqişandine gaveka qewî û jixwebawer diavêje nav edebîyata modern ya kurdî, bitaybetî dengê estetîze yê jina kurd tevlî avahîya bedew ya neteweya xwe dike. Ji helbesteka Havînê beşek:

vexwe jehra evînê ji tasa zêrîn

bê hemdê xwe li ber pêlekan ketî

keştîyên te wêran

dirbên ramûsanên neqişandî

di paxila te de

bila bibin xencereka rûreş

her şaxeka nû biwelidîne ji zayînê

ji birînên bîranînan

bimîne asê li tixûban

û bêdeng bimîne

bêdeng li min binêre…

 

Kitêba duyem jî ya helbestan e. Bi navê Tenyayîya Xwu de kitêba Îrfan Sîmserkîsijî ye. Çawa ku ji navê wê jî diyar e, ev kitêb bi kirdkî ye û ev dibe kitêba sisêyan ya nivîskarî. Berî vê, bi navê Kal Mûsênî Zeydûnû (2012) û Sîmserkîs (Folklor) (2018) du kitêbên din yên nivîskarî weşîyabûn. Îrfan Sîmserkîsij ji qezaya Xarpêtê Miyaranê ye, xwendina xwe heta lîseyê temam kiriye, li xurbetê di karê avahîyan de dixebite. Lê di eynî demê de karkerekî gelek berhemdar û paqij yê edebîyat, zargotin, ziman û kultura miletê xwe ye. Niha jî nivîskarîya xwe û xizmeta ji bo kultur û edebîyata miletê xwe dewam dike. Ji helbesteka Îrfanî beşek:

Enê ganî

Çende serrî ser nayî

Çende gedeyî weye kerdî, zewncnayî

Xerîbî de destê xwu neqernayî

Cuye ra rojî mernayî

A leşa xwu ya delal çiqirnaye

Û expede peyîn nasîlîyaye

Miyanê merdiman de vindîbiyaye...

 

Kitêba sêyem roman e, ya Nadîre Güntaş Aldatmazê ye. Ev roman pêşî bi kurdîya zazakî hatibû nivîsîn, di sala 2016 de bi navê Pîltane weşîyabû. Niha Roşan Lezgînî bi navê “Xewn” wergerandiye ser kurdîya kurmancî. Bi zimanekî gelek zelal, fesîh, serîh û paqij ji bo xwendevanên kurmanc tê weşandin. Ev dibin du kitêbên edebî ku ji kirdkî bo kurmancî tên wergerandin, ya pêşî bi navê “Li Bin Dara Biyê (2003)” kitêba çîrokan ya Roşan Lezgînî bû.

Nadîre Güntaş Aldatmaz ji Dêrsimê, ji bajarê Mamekîyê ye. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Mamekîyê xwendine. Ji Unîversîteya Anqarayê mezûn bûye û piştî xizmeta 22 salan ji mamostatîya zimanê almanî malnişîn bûye. Di sala 2010 de li nav grûba pêşîn ya Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ya Unîversîteya Artuklu dest bi lîsansa bilind kir, li ser mijara folklorê teza xwe ya masterê bi kurdîya zazakî amade kir. Teza wê di sala 2013 de li Tirkîye wek teza herî pêşîn ya kurdî ji alîyê Wezareta Perwerdeyê ve qebûl bû. Di wê demê de dest bi nivîsînê kir, gelek nivîs û çîrokên wê li kovara Şewçila û Vate, li rojnameya Newepel û malpera Zazaki.Net weşîyane. Niha li beşa Rojnamegerî ya Fakulteya Komînîkasyonê ya Unîversîteya Anqarayê doktora dike. Heta niha ev kitêbên wê weşîyane: 1.Sanikanê Mamekîye ra (2013), Pîyê Mi Kemane Cinitêne (2013), Folklorê Kirmancan Ser o (2014) û Pîltane (2016)

Di kurdîya zazakî de heta niha derdora deh romanan weşîyane, ji nav wan tenê ev roman ji alîyê jinekê ve hatiye nivîsandin. Roman ji heşt beşan pêk tê. Çîroka romanê pirranî li Dêrsimê derbas dibe. Di nav şer û pevçûnên van sîh salên dawîn de evîna keçeka Dêrsimî û xortekî kurd yê xwenda (doktor) ku beşdarî şerê gerîlatîyê bûne tevlî nakokîyên şerî tê qisetkirin. Di paşxaneya romanê de rêçên bawerîya Rêya Heq (Yarsan, Ehlê Heq) bi xurtî xwe nîşan didin. Ji romanê beşeka piçûk:

Pîltan li ser xewna xwe difikirî, ji nişka ve qeretûnek hat ber çavê wê. Ev eynî ew bû: Kalê rîhsipî ku hatibû xewna wê.

Kalo hat li ber wê sekinî. Pîltanê bi şaşmayin berê xwe bi alîyê wî ve bada, bi bişirîn li rûyê Kalo nihêrî.

Kaloyî got “Keça mina xweşik, çi xirabî dibe bila bibe, dê nikaribe bi te. Tu yê bi vî dilê xwe ji heqê her awa xirabîyê derkevî. Ji bîr meke, heta ku li nav dilê te xirabî tune be, ez ê tim bi te re bim.”

Pîltanê çavên xwe vekirin. Kêlîyekê bi xew ve çûbû, di xewna xwe de Kalê Sipî dîtibû. Gotinên Kaloyî anîn bîra xwe, piçek dilê wê hat ber. Li dora xwe nihêrî, dinya hêdî-hêdî zelal dibû, lê ji bo çûyinê hîn zû bû...

Havîn Acar, Li Min Binêre, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir, 2019, 64 rûpel

Îrfan Sîmserkîsij, Tenyayîya Xwu de, Weşanxaneyê Roşna, Diyarbekir, 2019, 64 rîpelî

 

Nadîre Güntaş Aldatmaz, Xewn, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir, 2019, 200 rûpel

Na xebere 5609 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.