Çiyayê Silbusê

Çiyayê Silbusê
Mahmut Nayir

Andranîk, seyahek bi eslê xwe Ermenî ye. Di aala 1888an de bi du hevalên xwe re ji bo gera li Dêrsimê ji Gêxîyê derdikeve rê. Pêşî Sivgêlig, paşê Dercan, dû re Pilamorî û ji wir jî derbasî çiyayê Silbusê dibin. Di pirtûka xwe ya bi navê Dêrsim: Rêwîtî û Erdnîgarî de ji bo çiyayê Silbusê wiha dibêje:

“Nîvro bû. Rêya me ji gelîyekê kûr re derbas dibû, me berê xwe dabû başûr. Piştî rêwîtîya me ya saetekê, em gihîştin rojavayê berpala çiyayê Silpûzê û ji wir şiverêyeke xaromaro ku ber bi jor diçû dest pê dikir. Ev çiya ji serî heta binî bi daristana six va hatibû xemilandin. Piranîya darên daristanê, darên bi ber bûn. Em tam saetekê hilkişîyan û gihîştin serê çiyê û di ewqas wextî da jî ji çiyê berjêr bûn. Li her derê daristanê gundên wisa hebûn ku têde du-sê mal hebûn, ew malên kurdan bûn.”

Çiyayê Silbusê, bi bilindbûn û îhtîşama xwe di nav çiyayên erdê Dêrsimê de çiyayekî bijare û pîroz e. Ji nav çiyayên Dêrsimê çendên çiyayên wek Koyê Duzgin, Koyê Tûjik, Koyê Muzurî, Koyê Jêle ji aliyê civakî û bawerîyê ve ciyê wan di nav gelê herêmê de pir cûda û pîroz e. Çiyayê Silbus jî di vê payebilindîyê de yek ji van çiyayan e. Xelkê herêmê, kurda (kirmanc-dimbilî, kurmanc) û Ermenîyan li hemberî xwezayê ewqas zêde hurmetkar bûn ku sonda xwe ya herî mezin li ser lûtkeya vî çiyayî dixwendin. Her sal di demsala biharê de, xelkê gundên derdorê yên ji bawerîya Rêya Heqî û yên Xrîstîyan xwe pak dikirin, kincên xwe yên nû li xwe dikirin, bi ken û kêf, çawa ku herin dawetekê, kom bi kom diketin ser rêya çîyayê Silbusê. Zarok, mezin, kal û pîr bi hev re, li cem xwe ji bo qurbanê heywanên biçûk ên wek bizin, mî, gîsk yan jî berxikek dibirin. Ji bo nîyazê jî, nanê işkeva, nanê bi rûn, parxaçê bi rûn dibirin. Nêzikî saetekê derdiketin ser lûtkeya çîyê. Di nîvê rê de jinan solên xwe derdixistin û pêxas derdiketin ser çîyê. Li dora çiye û li ser tîtalika çiyê cûre bi cûre dar hebûn û piranîya wan daran bi mêwe bûn. Li ser tîtalikê çiyê herî zêde darên bîyê hebûn, ji ber ku di bawerîyê de xweza û dar pîroz bûn kesî dest nedida gulîyên daran, zirar nedida wan.

Ew heywanên ku dibirin, ji bo zîyareta çiyayê Silbusê dikirin qurban. Kela xwe li ser kevirên zîyaretê dibirîn, maçî dikirin, ji xwelîya ziyaretê teberik digirtin. Darên hişk bi paçikên rengîn dihat xemilandin û bi duayan mirada xwe dixwestin. Yên ji hev xeyidî li hev dihatin, kinc û kol û xwarin didan feqîran. Li pey van çend saetên xweş, êdî berêvarê hêdî-hêdî ji çiyê dadiketin. Kom bi kom bi kilaman, bi suhbet û kêfxweşî diketin ser rêya gundên xwe.

koye-sulbusi.jpg

___________

Çavkanî: https://mahmutnayir.blogspot.com/

Bu haber toplam 42 defa okunmuştur
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.