zazaki.net
19 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
03 Adare 2015 Sêşeme 17:46

Şîîreka Mela Selîmê Gonîgî

.

Hûn guh bidin ey hazirîn

İslam û cumle mû’minîn

Ewil ji bo dînê mûbîn

Vêk ra bikêşin xeyretê

 

Xeyret bikêşin roj û şeb

Kurd û hem rom û ereb

E’wnê bixwazin hûn ji Reb

Elah bidet her nûsretê

 

Nûsret ji heq daxwaz bikin

Yar û biran hîşyar bikin

Silah bi kar û bar bikin

Ban kin bi şahê qudretê

 

Ban kin bi wî şahê letîf

Bi hurmeta şera’ şerîf

Îslam tu car nabit zeî’f

Ger ew bikin edaletê

 

Ey begler û axa û mîr

Ehlê şeca’et hem ‘eşîr

Vêk ra hemû dest din bi şûr

Ji bêdînan ken nefretê

 

Nefret bikin hûn xas û am

Te’n den keşîş û hem aram

Înçixan û serkîsêd heram

Ehlê ‘ezab û sirketê

 

Ehlê azab daîm mudam

Her dem ji wan tê ev kelam

Rabin herin Bexda û Şam

Bar kin ji vî memleketê

 

Bar kin herin erdê Hîcaz

Fikran dikin her ew beraz

Be’zek ji wan tirkên qewaz

Şukran û ehlê ‘uşretê

 

Be’zek ji wan kurdên me jî

Ehmeq sefihên bêmejî

Ji ber qelsî tem’a xwe jî

Vêk ra dikin qurbiyetê.

_________

Çavkanî: Nevzat Bingöl (Ji malpera Bitlisname)

Na xebere 4736 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.