zazaki.net
24 Gulane 2017 Çarşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
06 Êlule 2015 Yewşeme 09:01

Ronîkirin li Ser Bajarê Til-Ebyedê

Bedirxan Elî

Wergerandina ji erebî: Mihemed Zekî Mihemed

Til-Ebyed herêmek li nav sînorên Sûrîyê ye, ji hêla rêveberiyê ve bi parêzgeha el-Reqa ve girêdayî ye, li ser sînorê Sûrîyê yê bakur yê bi Turkiyê re bi qasî 100 km dikeve bakurê el-Reqayê. Nufûsa wê ya îro, bêtir ji nêvî ereb in, dora %30-40 kurd in, û pir hindik kêmneteweyên mîna turkiman û weke wê ermenî lê hene. Yanî ew der herêmeke erebî-kurdî-ermenî-turkmanî ye; mîna gelek herêmên din yê Sûriyê li Cezîrê û we wê têkilhev e.

Navê "Til-Ebyed" ji girekî arkeolojîk tê, ew binavkirineke nû ye, temenê wê kêmî sedsalî ye, mîna navê bajarê nû bi xwe.

Ez navê erebî bikar tînim, ne ku wergera kurdî "Girê Sipî", çunkî li gorî agahiyên min, xelkên li herêmê yên kurd bi xwe jî bi wêrekî navê "Til-Ebyed" bikar tînin. Lê vê dawiyê mîna hewldanek ji teqezkirina kurdîtiya herêmê ya bi hebûna kurdan li wê deverê propaganda ji navê "Girê Spî" re hate kirin, di nêrîna min de ev şaş e.

Lê birastî, berî ku navkirina "Til-Ebyed" ya fermî cî bigire, hin navên kurdî yên xwerû hebûn, li hin gir û sernavên di herêmê bi xwe de dihatin kirin, mîna navê "Bozanî" ku kalmêran li navçeya "Eyn Îsa" dikirin, ku bi herêma "Til-Ebyed" ve girêdayî ye, dora 30 km dikeve başûrê rojavayê wê.

Tê wateya ku binavkirina erebî ya fermî "Til-Ebyed", weke ku hinek pêşbîn dikin, hebûna kurdan li kêleka ereban di herêmê de tune nake. Lê, ev şaşîtiya ku bi çalakvanên kurd re dibûre, pêwîst e ku li ser pirsgirêkne din mîna rasteqîna hebûna kurdî venede, yanî nebe Til -Ebyed "herêmeke erebî" xwerû ye, kurd lê tune ne.

Girîng û hêjayî gotinê ye ku, roleke ermenan ya sereke di geşepêdana bajarê Til-Ebyeda nû di destpêka sedsala bûrî de hebû. Ev herêma ku nû bi "Til-Ebyed" hatiye binavkirin bi gundewarê Eyn el-Ereb yanî Kobanî ji aliyê rojava ve (dirêjayî di navbera Til-Ebyed û Kobanî de 80 km ne) û Re'is el-Eyin yanî Serê Kaniyê li parêzgeha Hesekê ji hêla rojhilatê ve sînordaş e.

Bi demeke gelekî dirêj, berî ku sînorê Sûrîyê û Turkiyê bêne danîn, ev deştên berfireh bi sedsalan bi hev re têkildar bûn. Bi şêweyekî aram û dûr û dirêj niştecîbûnê li cih negirtiye, lê bi rêwingî her dem eşîrên ereb, kurd û turkman lê hebûne, nemaze piştî wêrankirina piraniya bajar û navendên şarwerî li Cezîra Sûrîyê piştî êrîşên moxolan ên pê bi pê.

Berê nakokî û hevbendî ji sedemên berjwendîyên jiyanê diqewimîn, nakokî li ser dahatiyan û vergirtina kesayetî, serokatî û êlitiyê bûn, ne ku bi têgeha îroyîn nakokiyên neteweyî bûn. Ereb bi kurdan re hevalbend bûn, dijî erebine din ku bi kurdan re hevalbend bûn. Bêtirî carekê vê nimûneyê li Cezîra Sûrîyê rû daye. Herweha erbikirina malbat û xêzanên kurd çêbûye, û malbatin hene bi koka xwe ereb in lê hatine kudkirin, li dirêjahiya sedsalên bûrî di vê herêma ku ji netewe û olan têkilhev e, jimarek ji eşîrên turkman jî hatine kurdkirin û erebkirin.

Ji aliyê kurdî ve herêma "Til-Ebyed" û nemaze hêla nêzîkî Kobanî yanî Eyin el-Ereb û derfeteke zindewar bû, ji girîngtirîn komelên kurd, ên mezin û berz, û di heman demê de li herêmê rikber bûn, yek ji wan hoza "Berazî" ye, ew jî hevbendiyeke êlîtiya kurd e ku li herêmê destlatdar e, hîn jî çarçeweke eşîrtîyê ji piraniya herêma navbûrî re ta roja îro.

Li gor lêkolîner Jordi Tejel Gorgasê ku derheqê kurdên Sûriyê de pispor e, dibêje "Kurdan di destpêka çerxa hivdehan de keviya çepê û hin ji xakên keviya rastê yê Çemê Feratê dagîr kirin, piştî ku sultan ew koçber kirin, li gor vî şêweyî Komela Berazî ya Kurd hate damezrandin, a ku girûpên cur bi cur di nav xwe dihewandin, ku hin ji wan dibêjin kok û reha me ereb e. Berazî berî hatina fransizan û dîyarkirina sînorê Turkiya û Sûriyê, di navebera deşta Sirûcê û Cerabilisê de koçer bûn, ew jî herêmeke hinekî çiyayî ye." Ji pirtûka wî. "Tevgera kurdî ya Turkiya yê li surgûniyê (اﻟﺣرﻛﺔ اﻟﻛردﯾﺔ اﻟﺗرﻛﯾﺔ ﻓﻲ اﻟﻣﻧﻔﻰ). Û bajarê Sirûcê ku navenda deşta Sirûcê yê, li dirêjahiya her du aliyên sînorê Sûriyê û Turkiyê ye ku navenda "Hevbenda Berazî" bû, dikeve ber sînorê Turkiyê de, 8 km ji bakurê Kobanî dûr e.

Komela duduyan "Yekîtiya Eşîrên Milî" ye, ku bi roleke dîrokî û siyasî pir girîng û balkêş di dîroka bakurê Sûriyê û Bîlad el-Şam û Kurdistanê de, ji destpêka sedsala 16an ji temenê desthelata Osmanî, û herêma di navbera navçeyên Diyarbekir, Mardîn, Amûda, Ra's el'Eyin, Urfa, el-Reqa û ta bi Helebê ji destpêka sedsala 18an, ango herêma Til-Ebyeda niha jî di bin sîbera desthilata wê de bû.

"Yekîtiya Eşîrên Milî" ya ku ji hevbendeke netewane cur bi cur eşîrên kurd, ereb û turkman ji hêla dînî û edetan ve musluman, file yanî xiristiyan û êzdî pêk hatiye, bi serkêşiya malbateka ji hoza "Milan" a kurd ku kok û bingeh û serkêşa hevbendê bû hatibû danîn. Û nimûneyeke berçav û vebijartî û cuda bû ji yekîtiyên eşîran re.

Merkeza "Yekîtiya Eşîrên Milî" bajarê Wêranşarê yê dîrokî bû, ew navenda hoza "Milan" a kurd bû, ku dikeve nêv sînorê Turkiyaya îroyîn, tenê 50 km ji bajarê Ra's el-Eyin yanî Serê Kaniyê, û dora 140 km ji dergehê Til-Ebyed li ser sînorê Sûriyê û Turkiyê dûr e.

Hevbendiyeke xurt û hûnayî di navbera vê yekîtiyê û dewleta Osmanî de li ser bingeha sûdewariya hevbeş hebû. Osmaniyan pir sûde ji hêz û belavbûna vê hevbendiyê wergirtin, nemaze rawestana wê ji başûr ve di rûyê êrîşên koçerên mîna I'niza, Tey, Şemmer. Paşê, Alayên "Siwarîyên Hemîdî" ji bo piştigîrya desthilata Osmanî di şerên wê de hatin damezrandin.

Serkirdeyên hevbendê "Malbata paşa ya Milî ya kurd" dibin sîbera siyaseta cihgirtina Osmanî ji bo çespandina destheladriya xwe û bixwegirtina xakeke fireh ji deştên di dirêjahiya herêma navbûrî de, û ev herêma ku niştecîbûn lê kêm bû, sûde wergiritin.

Û li bakurê Sûriyê, bi taybetî di navbera Ra's el-Eyn yanî Serê Kaniyê ta Til-Ebiyed, Cerablis û Reqayê jî, ku Teymûr Begê Milî bibû waliyê bajarê Reqayê, di sala 1800ê mîladî de bi wîlayeta Urfa ve girêdayî bû. Xakên dirêj û berfireh di navbera Ra's el-Eyin û Til-Ebyed û gundewarê wê de, ku arziya wê li malbata Îbrahîm Paşayê Milî vedigeriya, di sala 1958an de, di serdema yekîtiya Sûriya û Misirê de, ji hêla dewletê ve hate desteserkirin, li walatîne din ku piraniya wan ereb bûn, hate belavkirin, herweha li Til-Ebyed tenê wek nimûne, rûberne mezin ji xakên Malabata Kurdo ji dest wan çûn, weke têgihiştin ku ev piroses li ser asta kurdî, ne bi pirosesa çaksaziya çandinîyê, lê bi erebkirineke siyasî û dîmogirafî tê nirxandin.

_________

Çavkanî: Kovara Pênûsa Nû, Hejmar 40, r. 8-9

Na xebere 977 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.