zazaki.net
26 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
03 Gulane 2019 Îne 10:28

Rojnameya Roja Nû

Konê Reş

Îro 3 gulan 2019 e, 76 sal di ser weşandin û belavkirina rojnameya Roja Nû re derbas bûn, îro bi min xweş e ku ez vê rojnameyê bi xwendevanan bidim naskirin.

Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bû. Xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan bû. Cih û warê çapa wê, wek ku li ser hatiye nivîsandin, Libnan - Beyrût bû. Ev rojname berî 76 salan, di roja 3 gulan 1943 de li Beyrûtê hatiye weşandin, 73 hejmar jê hatine çapkirin, hejmara dawî (hejmara 73.) di 27 gulan 1946 de hatiye çapkirin û belavkirin.

Mîrê kurd Celadet Alî Bedirxan di hejmara pêşî de wiha nivîsandiye:  “Di jiyana miletan de, merheleyin hene, û milletê ko bixwaze bigihe tekûzî û medenîyetê û wan li xwe bike, jê ra divêt, bide riya wan merheleyan û bi wan re derbas bibe. Belê daxwaz ev e, lê tiştê hazir û mewcûd bi awakî dine û silav li sifra hazir e. Berî 300 salî Ehmedê Xanî nav di milletê xwe de dida û digot:

Enwaî milet xudan kitêb in

Kurmanc bi tenê di bêhesêb in

Herçî Evdilqadirê Koyî di pey Xanî re û berî 50-60 salî, gava temaşa dinyayê dikir û didît ko her tiştên dinyayê guherîne, û ji xwendinê re awayîne nû çêbûne û bi tenê bi xwendina medresan, berê kurdan naçe serî, dinalî û digot:

Le dewrî ême roman û cerîde

Eger çî meqsede zimanî bawe

Belê Xanî digot “Bixwînin!”, Koyî li gora wextê xwe, bi ser ve zêde dikir û digot “Bi awayê nû bixwînin.” Lê me nexwend, gelo çi re? Ji ber ko mezin û bîrewerên kurdan, menfîetên xwe ên şexsî di ser menfîeta millet re girtine, ev miletê belengaz wek kerîkî pez, dane ber xwe, ew dotine…”

Gotinên Mîr Celadet Bedirxan rast in. Wî bi mebesta derçûna rojnameya Roja Nû, gotarê bi navê Merhele nivîsandiye. Wek ku diyar e, roja îro jî em merheleyeke dîrokî û nû re derbas dibin û va berê serok Masûd Barzanî li Amerîka ye, Xwedê wî biwefiqîne û bi serketin li me vegerîne. Ez jî bi hêvî me ku em di vê merheleya nû de yek dest bin, yek gotin bin û yek dil bin û li gor vê merheleya nû Kurdistana xwe ava bikin.

Rojnameya Roja Nû bi zimanê kurdî û fransî dihat weşandin, ji 4 rûpelan pêk dihat 3 rûpel bi kurdî bûn û yek bi fransî bû, ji hejmara 49an û pê ve hejmarek bi kurdî û yek bi fransî hatiye weşandin.

Tevî ku Roja Nû rojnameyeke siyasî bû, belê gelekî guh daye filoklor û çanda kurdî, mirov dikare navê hin nîvîskarên wê yên beşê kurdî diyar bike ji bilî navê xwedîyê wê Dr. Kamîran Alî Bedirxan, ew jî ev bûn: Mîr Celadet Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hişyar, Qedrî Can, Ehmed Namî, Mistefa Ehmed Botî

Qamişlo, 03.05.2019

Kamîran Alî Bedirxan (1895-1978)

Na xebere 4368 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.