zazaki.net
25 Nîsane 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
17 Adare 2019 Yewşeme 18:15

Radyoya Kurdî ya Erîwanê

Ezîz Tekîn

Di sala 1955an de dema ku Radyoya Êrîwanê bi anonsa “Yêrêvan xeber dide, guhdarên ezîz, em dest bi xeberdana bi zimanê kurdî dikin” dest bi weşanê kir, kesî bawer nedikir ku ji bo mûzîka kurdî wê bibe akademiyek. Ji roja avabûna radyoyê vir de hê jî bi zindîbûna roja xwe ya ewil di bîra kurdan de cih digre.

Piştî ku radyoya Êrîwanê bi anonsa xwe ya ku li Kurdistanê weke pêşgotinekê niştecih bû dest bi wêşanê kir, êdî kar û bar û jiyana rojane li gor seata wê dihatê organîzekirin. Ji ber ku Radyoya Êrîwanê ji bo kurdan bibû wek ku qonaxa hebûna wan ducar dike.

Bayê Êrîwanê xwe ki sînoran dixist, diket her maleke me

Guherînên civakî li gor guherînên siyasî dereng dibin. Pirî caran pergela siyasetê civakê diguherîne û jê re pêşengtîyê dike. Radyoya Êrîwanê piştî biryarek siyasî hatibe vekirin jî civaka kurdan ji serî hetanî binî guherand. Dema radyoya Êrîwanê di 1955na de dest bi weşana xwe ya test kir kesî nizanibû ku wê di mêjiyê kurdan de cihekî ewqas muhîm bigre. Dema radyo dest bi weşanê kir li tevaya Kurdistanê bêdengîyek giran hebû. Li bakur dewleta Tirkiyê bi zext û zordarîyeke giran dihat ser kurdan. Li rojhilat Komara Mahabadê têk çûbû û hemû liv û tevger hatibûn rawestandin. Li Başûr bi çûyîna Mele Mistefa Berzanî ya ber bi Sovyetê ev tevgera kurd di dema sekanê de bû. Radyo di bêdengîyek bi vî rengî de deng veda. Di serî de heftê çar roj û rojê 15 deqe weşan dikir. Tenê di nava xaka Ermanîstanê de dihat bihîstin. Pişt re ji weşana test derket û bi rêk û pêk di mêjiyê kurdan de tehmek hevpar hîşt. Piştî çûyina Mele Mistefa Berzanî a ber bi Sovyetan ve û rasthatina wî bi serokê radyoyê Xelîlê Çaçan ra, bi daxwaz û alîkarîya wî dema weşanê derket her roja heftêyê. Ewî daxwaza serokatîya radyoyê gîhandibû giregirên ji serokatîya Yekîtîya Sovyet. Bi roj seet di 4an de, bi şev di seet 9an de dibû mêvanê malên kurdan. Wê mêvanê bi xwe re “deng û basên” xerîb lê bi zimanek ji malê dianî. Di odê de cihê wê mêvanê herî jor bû. Zû bi zû firekans li ser radyoya Êrîwanê nedihat guherandin.

Dîroka radyoyên kurdî

Radyoya Bexdayê, di 19ê Kanûna sala 1939an de, dest bi weşana kurdî dike. Di serî de tenê 15 deqeyan weşanê dike û tenê kesekî bi navê Kamil Kakemîn di wê radyoyê de dixebite. Radyoya Bexdayê li tevayî Kurdistanê dihate guhdarîkirin. Radyoya Yafa (Heyfa) li Filistînê di destpêka sala 1942an de ji aliyê dewleta Înglîstanê ve, li girava Heyfayê tê damezirandin û çend rewşenbîrên kurd têde dixebitin. Piştî ku şerê cîhanê yê duyem bi dawî dibe weşana wê radyoyê jî tê rawestandin. Radyoya Beyrûdê di 5ê Adara sala 1941an de ji aliyê Dr. Kamuran Bedirxan û bi alîkariya dewleta Fransayê hat damezirandin. Ew radyo beşek ji radyoya fermî ya Lubnanê bû û di nava hefteyê de tenê du rojan û bi qasî 30 deqeyan weşan dikir. Weşana wê radyoyê heya yekê nîsana 1946an dewam kir. Radyoya Dengê Kurdistanê di 30ê Nîsana 1946an de dest bi weşanê kir. Ew radyoyek navçeyî bû û tenê li bajêrê Mihabadê dihat bihîstin. Bi hilweşandina Komara Kurdistanê, weşana wê radyoyê jî hate rawestandin. Di 24ê Hezîrana 1952yan de li Sineyê ji alî Îranê ve radyoyek bi kurdî tê vekirin. Piştî bi pêşketina teknolojîyê bi dehan radyoyên kurdî tên vekirin.

Li Ermenîstanê weşanên radyoyên kurdî

Di sala 1930î de li paytexta Ermenîstanê radyoyek kurdî di bin banê dezgeyên dewletê de dest bi weşanê kir. Nivîskar Têmûrê Xelîl, ku bi xwe jî 3 salan bûye yek ji berpirsyarên radyoya Êrîwanê, derbarê vê radyoyê de dibêje “Ev radyoyek lokal bû tenê li Êrîwan û çend gundên dor û berê wê dihat bihîstin. Ji ber ku satelit tune bû, firekansên wî xwe nedigihand dûr. Ew radyo di heftêyekê de rojek tenê û bi qasî 10 deqe weşan dikir. Di vê radyoyê de Hecîyê Cindî, xanima wî Zeyneva Îbo dixebitîn”. (Lê wek ku ronakbîrên kurd Emerîkê Serdar û Eskerê Boyîk dibêjin, tu radyoyeke kurdî di wan salan da li Êrîwanê tune bû). Di sala 1924an de li Kurdistana Sor jî radyoyek kurdî hebû. Lê ji ber ku li parçêyên din ên Kurdistanê guhdarên radyoya tune bûn, dengê radyoyê nedighîşt wan deran.

Di radyoyê de rola jinan

Her çiqas ku wê demê di nava civakê de jin li paş bûne jî, meriv li xebatkar û sitranbêjên radyoyê dinêre, bi rehetî dibîne ku rola jinan a di radyoyê de ne hindik e. Têmûrê Xelîl dibêje “Meseleya dengbêjên jin pir zehmet bû. Birayên wan, mêrên wan, mirovên wan nedihîştin ew di radyoyê de bistirên.”

Tevî ku rewş wiha bû jî bi saya rêvebirê radyoyê dengê wan dengxweşan wek bayek qedîm hê jî di guhê me de dike pistepist. Temûrê Xelîl jî bal kişand ser vê û got “Lê Xelîlê Çaçan wisa kir ku dengê hemûyan jî qeyd kir: hinek mirovên wî bûn, wek Zadîna Şekir, hinek bê mêr bûn, wek Sûsîka Simo, hinek pêşketî û xwendî bûn, wek Kubara Xudo û Aslîka Qadir, yên din jî bi dizî dengên wan qeyd dikirin, navên wan diguhastin ku kes nizanibe ew jina kê ye, an xûşka kê ye, an keça kê ye.” Ji roja ku radyo hat avakirin vir de jina Xelîlê Çaçan Eznîva Reşîd dest bi kar kir û 27 sal bêjertî kir. Li gel Eznîva Reşîd Sêvaza Evdo jî paşê kar kir. Dengê hin dengbêj û sitranbêjên wek Aslîka Qadir, Sûsîka Simo, Zadîna Şekir, Meyrem Xan, Asa Evdille, Belga Qado, Ayşe Şan, Fatma Îsa, Dîlbera Wekîl, Xana Zazê, Gulîzera Etar, Werda Şemo, Cemîla Çawîş jî di nav gelî û çiyayên welatê kurda de belav bû.

Di parastina mûzîka kurdî de rola Radyoya Êrîwanê

Bi frekansên radyoyê deng û nameyên mûzîkjenên (sazbendên) kurda li seranserê Kurdistanê belav dibû. Hin stranbêjên kurd yekem car di vê radyoyê de dengê xwe belavkirin. Aslîka Qadir bi stirana xwe ya navdar “Welatê me Kurdistan e” li tevaya Kurdistanê hat naskirin. Ji van mûzîsyenan yek jî solîstê Koma Wetan Kerem Gerdenzerî ye. Gerdenzerî derbarê radyoyê de hestên xwe waha da der: “Radyoya Êrîwanê ji bo miletê me ronahîyek bû, xebatkarên radyoyê xebatên gelek mezin dikirin ji bo miletê me kurda. Ez çawa dizanim emekê Xelîlê Çaçan Mûradov di Radyoya Êrîwanê de gelek pir e. Di her malê de her tim dengê muzîk û stranên kurdî dihat.”

Gerdenzerî di derbarê albuma wan a yekem a bi navê ‘Bayê Payizê’ ku pir dixwestin bişînin radyoyê de jî çend gotin bi me re par ve kir. Gerdenzerî got: “Me gelek dixwest albûma xwe bişanda Radyoya Êrîwanê, lê çênebû. Min albuma ‘Bayê Payizê’ şande radyoya Êrîwanê û sal 1986 bû. Lê albûm negihişt Êrîwanê.”

Li gor daxuyanîyên ku ji alîyê xebatkarê radyoyê ve hatine kirin, zêdetirî 1800 stranên kurdî niha di arşiva radyoyê de qeydkirî ne.

Naveroka Radyoyê

Bi zêdebûna dema weşanê re naveroka radyoyê jî li gor salên pêşî dewlemend bû. Bi belavbûna dengê radyoyê ji guhdarvanan jî name ji navenda radyoyê re dihatin şandin. Ji bo van daxwazên guhdarvanan bernameyek taybet bi navê ‘Fikra Guhdarên Me’ hate çêkirin. Daxwaz û ramanên ku wê demê di wan nameyan de cih digirtin niha jî di arşîva radyoyê de hene. Ji ber ku pirê kurdên Êzîdî, û ermeniyên Kurdistanê li welêt li pişt xwe malbatên xwe yên belawela û wenda hîştibûn û çûbûn Ermenîstanê, ji bo van kesên wenda û malbatên wan bernameyek ‘Xerîbên Xwe Digerin’ hatibû çêkirin. Bi saya vê bernameyê hin kes digêjiyan malbatên xwe yên ku ji ber şer û koçberiyê wenda kiribûn. Bê van bi navê ‘Serhildanên Kurda’, ‘Rojnîşa Çandê’, ‘Zimanê Teyî Dê’, ‘Pênçşema Edebiyatê’, ‘Rasthatin û Bîranîn’ bernamayên dewlemend dihatin çêkirin û helbet muzîk.

“Me muzîk ji Êrîwanê guhdar dikir”

Radyo di hişê guhdarvanên bakurê Kurdistanê de jî piranî bi muzîkê niştecî bûye. Ji guhdarvanên radyoyên wê demê Brusk Solduk ku wê demê li Amedê xwandekar bû, hestên xwe yê derbarê radyoyê wiha rawa dike: “Dema 80yî de min li radyoya Êrîwanê guhdariya muzîka kurdî dikir. Tenê di hişê min de muzîka wan maye.”

Ka kî di radyoyê de tune bû?

Egîdê Cimo bîranînên xwe yên di derbarê radyoyê de waha anîn zimên: “Sala 1955a bû, radyoyek min hebû. Min ji vê radyoyê tim Radyoya Bexdayê guhdar dikir. Rojekê min pêla wî guherand û bi carekê re kurmancî hat guhê min, ya radyoya kurdî ya Rewanê. Weşana wan wê demê tenê 15 deqe bû. Min got gere ez herim radyoyê.”

Piştî wê Cimo di beşa sazbendiyê de dest bi kar dike. Piraniya sitranbêj û sazbendan piştî bihîstina dengê kurdî berê xwe dane radyoyê û dengê xwe qeyd kirine. Bêmale Keko, Batalîkê Şîrin, Seyadê Şemedîn, Karapetê Xaço, Reşîdê Baso, Memê Xudo, Efoyê Esed, Egîtê Têcir, Memoyê Silo, Şibliyê Çaçan, Aramê Tîgran, Mecîdê Silêman, Şamilê Beko, Xelîlê Evdile, Ahmedê Mîrazî, Davîdê Xilo, Taharê Emer, Mehmedê Mûsa, Belga Qado jî di nav de, bi dehan stranbêj û şexsên ku li tevaya Kurdistanê têne naskirin di radyoyê de bi awayekî cih girtine yan jî xebitîne. Lê dengên Şeroyê Biro, Şebabê Egît û Xemoyê Hesen li Gurcistanê hatine qeydkirin. Serokê radyoyê Xelîlê Çaçan bi taybetî bo wan çû Gurcistanê, studyoya radyoya Gurcistanê kirê kir, sazbendên kurd li wir peyda kir, dengên wan qeyd kir û anî Êrîwanê.

Rewşa niha ya radyoyê

Piştî ku Ermenîstan ji Sovyet veqetiya, Radyoya Êrîwanê ket nav tengasîyeke mezin. Fînansekirina dezgeyên kurdan li Ermenîstanê hat kêmkirin. Ji ber nebûna aborîya radyoyê xebatkarên radyoyê û dema weşana radyoyê kêm bû. Têmûrê Xelîl li ser rewşa radyoyê ya vê hêlê jî wiha got: “Niha dewsa 9 xebatkarên berê tenê 2 kes mane. Ermenî dibêjin em nikarin alî we bikin, niha Kurdistana we çêbûye, bira ew alîkarîya we bikin. Ango rewş niha ha ye: Ermenîstan nikare alîkarî bike, Kurdistan jî nake.”

Rewşa radyoya ku ji bo kurdan xwedî wateyeke xeyalî bû di halekî xemdar de ye. Vê gavê di radyoyê de çend xebatkar tenê mane. Ji van Keremê Seyad hema bêje ji roja ku radyo ava bûye vir de bêjertî dike. Kurê Keremê Seyad Tîtalê Kerem, qîza wî Leylaya Kerem, hê jî xebatên xwe di radyoyê de berdewam dikin. Qeydên radyoyê ku bi nirxên zêrê reşadî de ne nuha di arşîva radyoyê de ne. Têmûrê Xelîl derbarê arşîvên radyoyê de jî dibê ku “Arşîv di cîyê xwe da ye, kî bixweze hemû stranan kopî bike, bira pêwendîyan bi radyoyê re dayne ewê ji wan re bibin alîkar. Bi hêvîya, ku hinek kes wê alîkarîya madî bidin radyoyê, ku ser pîyan bimîne”.

 

Serok û berpirsyarê radyoya kurdî ya Êrîwanê Xelîlê Çaçan Mûradov û serokê tevaya radyo û televîzyona Ermenîstanê A. Ayvazyan

 

Na xebere 3695 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.