zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
08 Nîsane 2017 Şeme 10:48

Qurtek Çay

Mela Evdilhekîmê Badikî

Qurtek çaya ser lêvan

Nadim bi hezar sêvan

 

Qurtek ji çaya delal

Nadim bi sed porteqal

 

Çaya nazik û nazenîn

Nadim bi sed mandelîn

 

Wê çaya rind û keleş

Nadim bi zalên zebeş

 

Ewê çaya mîranî

Nadim bi sed şîranî

 

Wê çaya rind û rengsor

Wê bi min re here gor

 

Nakim terka şêrînê

Heta mewt û xirînê

 

Ew e dosta biwefa

Dide zewq û sefa

 

Zewq û sefa min tîne

Xemên min direvîne

 

Wexta cîkî min diêşê

Aspirîn diavêjim şûşê

 

Aspîrîn tevî çayê

Êşa min dide bayê

 

Wê nedaye min zerar

Methên wê nayên jimar

 

Evdilhekîm bes bibêj

Wesfa wê meke dirêj

 

Çiqas dirêj kî kelam

Wesfê wê nabin temam

__________

Latînîzekirin: Mela Mihyedîn

Çavkanî: Nûbihar, Kovara Hunerî Çandî, Hejmar 138, Zivistan 2017, r. 171

Na xebere 4838 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
Cengiz
Cengiz dersim
Heta niha leqayî helbestek li ser çayê nehatibûm.
Pir xweş bû.
25 Hezîrane 2021 Îne 17:21
Zinar
Zelal
Helbestek gellek cindî ye.
01 Gulane 2017 Dişeme 21:13