zazaki.net
28 Adare 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
02 Êlule 2016 Îne 08:46

PRESS

Îsmaîl Beşîkçî

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn

Li van 25-30 salên dawîn di civaka kurdan de guherîn û destkewtinên gelek mezin, gelek erênî çêbûn. Di hinde nivîsaran de me hewl da behsa van guherîn û destkewtinan bikin. Helbet di vir de mijara "ji kîderê heta bi kîderê" mijareka girîng e. Lê di vê nivîsarê de ez ê behsa wan nekim, ez ê behs bikim ku çawa gihan vê merheleyê.

"PRESS" navê fîlmekî ye ku li van rojan (hefteya dawîn ya adarê) li Anqarayê hat nîşandan. Fîlm behsa vê dike ku di destpêka salên 1990î de li Dîyarbekirê rojnameya Özgür Gündemê çawa dihate amadekirin, çawa dihate weşandin. Li buroya Özgür Gündemê, yek ji wan jin heft kes dixebitin. Di fîlmî de peyweydîyan van heft kesan bi hev re û bi dewletê re hatiye vekolandin.

"PRESS" fîlmê Sedat Yılmazî ye.

Ew dem demeka wisa ye ku li pey hev cînayetên ku wekî "faîlên wan meçhûl" têne kirin. Demeka wisa ye ku însan têne revandin, çend roj paşê cesedên wan li kevîya rêyekê yan di bin pirekê yan şikeftekê de, li vir yan li wir têne dîtin. Demeka wisa ye ku gund têne şewitandin û wêrankirin, daristan têne şewitandin, serçaweyên bingehîn yên jîyanê têne texrîbkirin, hîn ku nehatine çinîn tiştên çandî wisa di zevîyan de dimînin, bi sed hezaran însan bi darê zorê ji cih û warê xwe tê rakirin.

Însan û malbat di nav bêçaretîyeka mezin de serî li avûkatan, li sazîyên mafên merivan, li rojnameyan, li rojnamegeran didin. Bêeleqeyîya rojnameyên rojane, rojnameyên xwedî tîrajên mezin însan û malbatan bêhtir bêçare dihêlin. Rojnameya Özgür Gündemê di demeka wisa de roja 30 gulan 1992 de dest bi weşanê kir. Berîya Özgür Gündemê rojnameya hefteyî Yeni Ülke hebû. Bêguman li ser Yeni Ülkeyê jî çewsandineka zêde hebû. Lê kurd bi awayekî cidî bi vî karî ve rasilikîn, derbasî rojnameya rojane bûn, hingê ev jî bidîqet dihate teqîbkirin. Vê yekê, tavilî îdeolojîya dewletê ku dibêje "Ne ku tenê li Tirkîyê, li kîdera dinyayê kurd sazîyekê damezrînin, em ê wê jî tune bikin…" xiste nav tevgerê.

Ji ber sedemên ku me li jor hejmartin, gelê ku mexdûrê terora dewletê ye, bi hêsanî Özgür Gündemê hembêz kir. Nûçeyên derbarê şewitandin û wêrankirina gundan de, nûçeyên derbarê cînayetên "faîlên wan meçhûl" de, nûçeyên derbarê însanên ku hatine revandin de, dest pê kir di rojnameya Özgür Gündemê de cih girtin. Dewletê hîç nedixwest nûçeyên wisa di medyayê de belav bibin. Digot gund ji layê PKKê ve têne şewitandin û wêrankirin, însan ji layê PKKê ve têne revandin. Rojnameyên ku tîrajên wan mezin e, li gorî vê daxwaza dewletê nûçe radigihandin, PKK tawanbar dikirin. Lê Özgür Gündemê, hewl dida ku tiştên fiîlen diqewimin bike nûçe û rabigihîne. Ji bo ku nûçeyên wisa di rojnameyê de cih negirin hêzên dewletê hertim xebatkarên rojnameyê tehdît dikirin. Em bibêjin, wezîfedarekî asayîşa dewletê bo rojnameyê telefon dikir digot "Eger hûn filan nûçeyê biweşînin, filan fotografî biweşînin em ê rojnameyê bipeqînin, xwe tune hesab bikin…" Wisa tehdît û gefên gelek giran li ser xebatkarên rojnameyê hebûn.

Yekî ku li rojnameyeka din dixebite, rojekê bo Özgür Gündemê fotografek tîne. Wî ev fotograf berê bo rojnameya xwe şandiye lê rojnameya wî neweşandiye. Di fotografê de cesedê sivîlek li pey panzerek tê kişandin. Li wan rojan di navbera Almanya û Tirkîyê de derbarê panzerên almanan de kêşe hene. Kurdan rexne li Almanyayê girtiye ku "Gundên me ji layê panzerên almanî ve têne şewitandin…" Almanyayê tawanbar kirine. A di rewşeka wisa de, ew fotograf bo rojnameya Özgür Gündemê tê. Ji bo ku fotografî neşr nekin xebatkarên rojnameyê têne tehdîtkirin. Lê digel vê tehdîdê ew fotograf tê weşandin. Di manşetê de îbareya "Însanîyet di erdê re tê kaşkirin" heye. Roja din diavêjin ser rojnameyê, rojname tarûmar dikin, dest datînin ser alav û hacet û dosyayan.

Ji reysê çeteyekê ku bi artêşê re di peywendîyê de ye bo Faysalê ku di rojnameyê de dixebitî xeberek tê. Faysal ji layê peyayên reysî ve bo meqama reysî tê birin. Reysê çeteyê hinek tiştî beyan dike. Ev beyanat nîyeta dewletê ya derheqê kurdan û PKK de jî nîşan dide. Wê şevê rojname dîsa tê tehdîdkirin. Dibêjin "Eger hûn vê nûçeyê yanî beyanatên reysî biweşînin dê dawîya we xirab be…." Ew nûçe tê weşandin. Piştî weşandina nûçeyê hem ew reysê çeteyê hem faysal têne kuştin. Dema ku ji xebatkarên rojnameyê Alîşan fotografê cesedê Faysalî digre, ew dem yek ji bîstikên trajîk yên fîlmî ye. Kuştina Alîşanî dîsa ji ber nûçeyên derheqê çeteyan de ye. Bi destê yek ji elemanên çeteyê kuştina Alîşanî dîsa yek ji bîstikên trajîk yên fîlmî ye. Elemanê çeteyê piştî ku derheqê bûyeran de agahî dide Alîşanî, hingê demançeya xwe derdixîne û dibêje "Wekî kovboyên Amerîkayê fotografekî min jî bigre." Berê demançeya xwe dide Alîşanî. Fotografê cesedê Alîşanî jî Firatî digre.

Li buroya Özgür Gündemê ya Diyarbekirê heft kes dixebitîn. Xebatkar yek bi yek têne kuştin. Karûbar di stuyê Firatê 17 salî de dimînin. Firat gelek bi xîretkêşî û bi fedakarî ji bin karûbarî derdikeve. Fêrî bi daktîloyê nivîsînê dibe, fêrî nivîsandina nûçeyan dibe. Fêr dibe ku çawa nûçe bo navenda rojnameyê ya li Îstanbulê tê ragihandin. Fêrî kişandina fotografan, şûştin û tabkirina fîlman dibe. Girîng e ku derbarê qewimînan de agahîyên rast bo raya giştî ya kurd rabigihîne, rastîyan wekî xwe pêşkêş bike. Têkoşînê dewam dike…

Firatê 17 salî ji bin her awayê zehmetîyan derdikeve û tiştên diqewimîn wisa rast bo gelî radigihîne, ev têkoşîna wî peyama gelek pozîtîf ya fîlmê Sedat Yilmazî ye. Paşeroj ronî ye, şewq dide. Çimkî têkoşîn dewam dike. Digel ku terora dewletê zêdetir dibe, bombakirin û kuştin dewam dikin, lê ciwan xwedîtî li têkoşînê dikin û kar dewam dibe.

Çawa hatin van rojan, destketîyên fiîlî çawa çêbûn, vekolandina vê mijarê girîng e. PRESS, derheqê vê prosesa ku di salên 1990î de li Diyarbekirê çawa hatiye jiyandin de qisetkirineka tendurist pêşkêş dike.

Ez dixwazim rojnamegerên ku di van salan de hatine kuştin bi bîr bînin:

Mehmet Sait Erten, kovara Azadi-Deng, Diyarbekir, 3 Mijdar 1991

Halit Güngen, kovara İkibine Doğru, Diyarbekir, 18 Sibat 1992

Cengiz Altun, rojnameya Yeni Ülke, Batman, 25 Sibat 1992

Bülent Ülkü, Körfeze Bakış, Bursa, 31 Adar 1992,

Mecit Akgün, Yeni Ülke, Nisêbîn, 2 Hezîran 1992

Hafız Akdemir, Özgür Gündem, Diyarbekir, 8 Hezîran 1992

Çetin Abayay, kovara Özgür Halk, Batman, 29 Temuz 1992

Yahya Orhan, Özgür Gündem, Serê Kanîyê, Kercews, 9 Tebax 1992

Hüseyin Deniz, Özgür Gündem, Serê Kanîyê, 9 Tebax 1992

Musa Anter, Özgür Gündem, Diyarbekir, 20 Îlon 1992

Hatip Kapçak, Hürriyet, Şemrex, 18 Mijdar 1992

Namık Tarancı, kovara Gerçek, Diyarbekir, 20 Mijdar 1992

Orhan Karaağar, Özgür Gündem, Wan, 19 Ocak 1993

Kemal Kılıç, Yeni Ülke, Ruha, 18 Sibbat 1993

Mehmet İhsan Karakuş, rojnameya Silvan, 13 Adar 1993

Ferhat Tepe, Özgür Gündem, Bidlîs, 28 Temuz 1993

Nazım Babaoğlu, Gündem, Sêwreg-Ruha, 12 Adar 1994

İsmail Ağay, Özgür Ülke, Batman, 29 Gulan 1994

Ersin Yıldız, Özgür Ülke, Îstanbul, 3 Berfanbar 1994,

Seyfettin Tepe, Yeni Politika, Bidlîs, 28 Tebax 1995

 

Nûçegihanê rojnameya Özgür Gündemê Burhan Karadeniz di tebaxa 1992 de li Dîyarbekirê, nava rojê rastê êrîşê hat. Seqet bû, felc bû. Di sendelyeya bi tekerlek de digerîya. Dema ku rastê êrîşê hat 19 salî bû. Di sala 2003 de li Almanyayê wefat kir.

Ferhat Tepe, Çetin Abayay, Nazım Babaoğlu, Yahya Orhan, Kemal Kılıç… xortên gelek ciwan bûn. Mîna Firatê di fîlmê PRESSê de hîn di 17-18 salîya xwe de dest bi rojnamegerîyê kirin.

Fîlm bi van gotinan diqede: "Ev mîlîtanên di dilqê rojnamegeran de ne, hevûdin dikujin. Dewlet kesî nakuje." (Serwezîrê wê demê Süleyman Demirel, 1994) Di dawîya fîlmî de ev agahî têne dayîn:

- Rojnameya Özgür Gündemê di roja 30 gulan 1992 de dest bi weşanê kir.

- Ji 580 hejmarên wî ku weşandin derheqê 486 hejmaran de doz hatin vekirin.

- Derheqê rojnameyê de 3 caran 30 roj, 15 caran 15 roj, 2 caran 10 roj cezaya girtinê lê hate birîn.

- Ji sala 1993 vir de li herêma OHAL (Rêvebirîya Rewşa Awarte) firotina wê hate qedexekirin.

- Di roja 14 nîsan 1994 de bi biryara dadgehê temamen hate girtin.

- Derheqê rêvebirên berpirsîyar yên karûbarê nivîsaran de tevîhev 147 sal cezaya zîndanê, 20 mîlyar û 45 mîlyon lîra cezaya pare hate dayîn.

- Di sala 1992 de, di kuştina rojnamegeran de Tirkîye bû ya yekemîn.

- Di sala 1992 de 14 rojnameger, 2 heb jî belvakarên rojnameyê hatin kuştin.

- Di sala 1993 de 9 rojnameger, 13 heb jî belvakar yan bayîyên rojnameyê hatin kuştin.

- Di sala 1994 de 7 rojnameger, 2 heb jî belvakarên rojnameyê hatin kuştin.

 

Mafên Merivan û Peymana Ewropayê

Li gorî xala 14. ya Peymana Parastina Mafên Merivan û Azadîyên Bingehîn ya bi tarîxa 1950, maf û azadîyên bingehîn ji ber krîterên mîna nîjad, ziman û dîn ji ber ku ji regezeka din in, divê neyên mehdûdkirin. Rojnamegerên ku li jor navê wan hate dayin, ji ber ku hemî kurd in, ji ber ku ji bo kurdan daxwaza maf û azadîyê kirine hatin kuştin. Ji bo kurdan daxwaza maf û azadîyê kirine, bêguman ev dikeve warê azadîya derbirînê. Lê kurd li bin çewsandina polîtîka û kirinên cîyakar û nîjadperest de nikarin van mafan bikar bînin. Yên ku ev kes kuştine êdî bi awayekî vekirî tê zanîn ku hêzên dewletê ne. Ne ku tenê vê yekê Abdulkadir Aygün û Ayhan Çarkinê ku wextkê li rêxistina JİTEM û rêxistina Ergenekonê xebitîne dibêjin. Kesên mîna Org. Atilla Kiyat ku niha malnişîn e û wextkê di burokrasîya asayîşê de wezîfeyên girîng de maye jî vê yekê tekîd dike. Şewitandin û wêrankirina gundan, texrîbkirina serçaweyên sereke yên jîyanê, şewitandina daristanan hertim bûne polîtîkayeka cîyakar û nîjadperest ku li ser kurdan hatine tetbîqkirin. Ew 20-21 rojnamegerên ku me li jor navê wan da ku di maweyê 3-4 salan de hatine kuştin hemî kurd in û ji ber ku ji bo kurdan daxwaza mafan û azadîyê kirine hatine kuştin.

Hrant Dink jî ji ber ku armenî bû, ji bo armenîyan daxwaza mafan û azadîyê dikir, ji ber ku li ser rabirdûya tarîxî ya armenîyan dixebitî, lêkolîn dikir hate kuştin.

Rêvebirîya tirkan dibêje "Em dema ku dibêjin tirk, hingê kurd, armenî, ereb, laz, çerkez… em her kesî digirin nava vê têgehê." Lê ev şîroveyeka keyfî ye, ji layê komelayetîyê ve tu meşrûîyeteka wê nîne. Peyweyndîyên ku ji layê komelayetîyê ve meşrû nebin, mumkin nîne ku meriv bi rêya qanûnan wan meşrû bike. Meseleya kurdan pêşî meseleyeka komelayetî û etnîkî ye, dû re meseleyeka sîyasî ye. Lê meseleya kurdan meseleyeka huqûqî nîne. Çareserîya wê jî ne ku bi riya hewalekirina bo dadgehan, çi dema ku wekî meseleyeka komelayetî û etnîkî û sîyasî bête dîtin hingê wê demê dibe.

Dadgeha Mafên Merivan a Ewropayê tu car li hemberî Tirkîyê xala 14. bikar nayne. Bi vî awayî piştgirîyeka bêsînor dide Tirkîyê û terora dewletê. Jixwe eger piştgirîya dewletên Ewropayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Yekîtîya Ewropayê, Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Merivan a Ewropayê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî nebûna li Tirkîyê terora dewletê ewçend zêde nedibû, dewlet nedikarî li hemberî gelê xwe ewçend cînayetên "faîlê wan meçhûl" bike. Dewletên Ewropayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, sazîyên navneteweyî tim dibêjin "em li dijî terorê ne, em li dijî terora kurd in, em li dijî terora PKKê ne…" û piştgirîyeka bêsînor didin terora dewletê, divê ev mesele bi pêkhateyên dewlemend bête şîkirin, divê meriv xwe bispêre dîyardeyan û vê mijarê vekole.

30.03.2011

 

Na xebere 3506 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.