zazaki.net
29 Adare 2017 Çarşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
02 Temmuze 2015 Panşeme 09:41

NASNAME

Supojmay Zeryab*

Wergerandina ji Farisiya Derî: Roşan Lezgîn

  

Cîhan hatibû hev, bûbû pênc metrekare. Tav û şewqa rojê di qelîştekeke derî re xwe gihandibû hev. Şev û roj li ber ronahiya lambeya fîtîlî bûbûn wek hev. Du qat nivînên pêçandî, sendelîyek, qûşxaneyek, gazocaxîyek û hûr-mûrên ku virde-wêde bûn, vê cîhanê pêk dianîn. Bêhneke genî ya ku mirov nikare tehemula wê bike, ku ew bêhn jî nikarîbû xwe ji nav van çar dîwaran derbixîne û hemû îhtiyaciyên wî yên zarûrî yên di nav van çar dîwarên piçûk û girtî de dihatin dîtin, wê cîhanê dagîr kiribûn.

Dengê nerm ê lingên ku di berfê de diçûn xwarê, hat bihîstin. Kilît di qufila derî de çerixî. Derî vebû. Pê re jî bêhna berfê, serma û seqema ku li ber derî bi saetan di kemînê de bû, bi carekê de êrîşî hundir kir. Dengekî ferxikê lerzok ji wê manqala komirê ku di bin lihêfê de bû derket:

- Dayê tu hatî?

- Erê babocan, ez hatim.

Hewaya cîhanê veguherî: Şa bû. Her wekî di vê peyva “Babocan” de hemû xwestekên beşerî bigihên hev û çi zerreyên ku li goşe û keviyên fezaya vê cîhana tarî û genî belav bûne, eşqê li wan dabe û dest bi reqsê kiribin.

Jinikê cîzmeyên xwe yên şîn ku di berfê de mabûn, ji piyên xwe derxistin û li keviya dîwêr danîn. Çarşeva xwe ya nuqtik-nuqtikî ya gewr ji xwe kir, berfa wê daweşand û bi mîxa dîwêr ve daliqand. Çarşeva wê û porê wê di heman rengî de bûn. Bi carekê de wisa bi lez çû bi aliyê qûşxaneyê ve. Wek ku sûcek kiribe, pirsî:

- Babocan, te tiştek nexwariye?

Wî dengê ferxikê lerzok ji manqala komirê ya ku di bin lihêfê de bû, cewab da:

- Dilê min neçû tiştekî!

Dayikê bi xemgînî got:

- Te yê tiştek bixwara babocan.

Û pê re jî ber bi wê teşta mezin ku li ber diwêr bû ve çû. Bêyî ku lê binihêre, teştê hilda. Bi lez ji odeyê derket derve.

Ev dibû salek û sê meh û heşt roj ku pozê dayikê hînî vê bêhna genî bûbû û ev karê wê yê her wextê bû.

Dema vegeriya odeyê dîsa bi eynî dengê xemgîn got:

- Te yê tiştek bixwara babocan.

Çi wextê ku dayikê dixwest kurê xwe delalî bike, navê wî nedida, jê re digot, “Babocan”. Û dayikê her tim kurê xwe delalî dikir. Dayikê her tim ji kurê xwe re digot “Babocan!”

Dîsa vê peyva “Babocan” heta bi piçûktirîn zerreyê jî veguhestibû hezkirinê û van zerreyan jî li goşe û keviyên vê cîhanê avjeniyê kirin û bi xwe re bêhna axê, bêhna hêşînahiyên gund anîn û gihandin ber pozê babocanî; wî ji wê cîhana pênc metrekare derxist û bir wan rojên ku dibû siwarê kera xwe ya bozik, ku nermahiya zikê wê di çaqên xwe yên tazî de hîs dikir. Babocanî bêyî hemdê xwe çaqên xwe yên zeîf û qerimî mist dan. Pê re jî hat ber çavên wî, ku ew kera wî ya bozik bûye parçe-warçe. Û di xwînê de lewitiye. Û dîsa hat ber çavên wî ku hemû parçe tevdigerin; parçeyên jihevbûyî her yek ji xwe re têdikoşe da ku li jiyanê bimîne û pê re jî dilerizîn! Dilê wî xira bû. Veguherî wî halê ku çi wext wê rojê dianî bîra xwe, ku wisa lê dihat. Eynî wê roja ku erdê gundê wan bi wê teqînê re xwestibû xwe bigihîne asîmanan!

Dîsa ew dengê ferxikê lerzok ji manqala komirê ya ku di bin lihêfê de bû derket:

- Li derve çi heye, çi tun e?

- Hîç! Telaşa nasnameyan, wesîqe, belge, sened, sened…

Peyvên “nasname” û “wesîqe” her tim di nav dilê Babocanî de tirsekê çêdikirin. Got:

- Dayê, ger nasnameya min li gund nemaya…

Ev axiftina her wextê bû ku di navbera dayik û kurikê wê de çêdibû û hesreta her wextê bû: Ger nasnameya min li gund nemaya… Ger nasnameya min li gund nemaya…

Dîsa dayikê bi dilzîziyê û her wekî ku xwedî sûcekî mezin be, bersiv da:

- Ev tiştekî gelek zehmet bû ku min te bi saxî xilas kir. Gelek…

Û mîna ku bi xwe re biaxife, gotinên xwe berdewam kirin:

- Xwezî min bihişta bila te jî bi xwe re bibirana çiyê… Dema ku bavê te çû, ji min re got lê min nehişt. Xwedê ji min stend! Te yê tavê bidîta, te yê ronahî bidîta… Ev dibe salek û sê meh û heşt roj ku te rûyê ronahiyê nedîtiye. Êdî hestiyên te heliyan…

Hevokên xwe mîna her carê nîvco hiştin. Melheba xwe kişand bi serê xwe de û qasekê bi şûn de dîsa berdewam kir:

- Tu yê heta kengî li vir bimînî? Êdî hestiyên te heliyan!

Heman ew deng ji manqala komirê ya ku di bin lihêfê de bû derket:

- Here ji min re wesîqeyekê derxe!

- Çi derxim?

- Nasnameyeke din.

Û ew dengê ferxikê lerzok mîna dengê dîkekî ferxik ku yekemîn car têdikoşe da ku bang bide, wisa bilind bû:

- Nasnameyeke din, nasnameyeke din!...

-Ez dê çawa heta wir herim? Ez dê çawa te heta wir bibim? Dê riya me bibirrin. Dê kî bawer bike ku tu hîn neketiyî panzdehsaliya xwe? Xwezî te ewçend qam neavêta û…

Hevoka xwe nebir serî. Dayikê kêm caran dikarîbû ku hevokên xwe bibe serî. Gelekê axiftinên wê negotî diman. Hemû gotinên wê nehatibûn gotin. Her dem dixwest di vê mijarê de tiştek bibêje lêbelê hemû gotin di nav dilê wê de diliviyan û bi hev re bi aliyê devê wê de dibeziyan. Paşê, mîna ku hemû peyv bibin gilokek û riya gewriya dayikê xitimandin. Mîna ku ev peyvegilok ji zoran bibe jan û dû re dibûn hêstir û ji çavên dayikê dirijiyan, di nav çarşeva wê de tune dibûn.

Babocanî çavên xwe girtin û lihêfa li ser manqala komirê kişand heta bin qirika xwe. Her cara ku çavên xwe digirtin, pê re jî deriyekî din lê vedibû. Ji wê cîhana ku lê hatibû hev, bûbû pênc metrekare derdiket û li cîhaneke din digeriya ku li wir, bêhna tuyên pahtî û dengê sermest ê deryayê tevlihev dibû. Mirov di wan kêliyên kurt û nadir de bicih dikir ku mirov ji xwe re şukir dikir hatiye dinyayê. Babocanî bi eynî wî awayê ku çavên xwe girtibûn, tahma tuyên pahtî di devê xwe de hîs dikir. Û li ser wê textereşa kevin a li dibistanê tiştin dinivîsî. Li ser textesendeliyên kevn û şkestî yên dibistana xwe rûdinişt, an jî di bin wê siya hênik a darên tuyan de li pey bavê xwe digeriya û ew tuyên gihaştî ku bi xwe ji darê rijîyabûn, bi lingên wî yên xwas ve dizeliqîn. Dîsa diçû sinifa xwe. Mamostayê xwe Izetullah Xan didît ku li ser textereşê kevin wisa dinvîsand: “Welatê me Efxanistan e. Em ji Efxanistanê hez dikin. Efxanistan xwedî çiyayên bilind e.” Û pê re jî, mamosta Izetullah Xan di pencereyê re li derve dinihêrî û çiya didîtin ku bi hebûna wan xwe di nav ewlehiyê de hîs dikir. Her tim xuyê wî ev bû. Her wekî ku vê mutmeîniyê razîbûnekê, aramiyekê jê re bexş dikir. Xwendekaran jî çiya didîtin. Ji hemû pencereyên li sinifa wan çiya dihatin xuyakirin.

Dayik jî her wisa ku çavên wê vekirî bûn û pompaya gazocaxiyê lêdida, lêbelê ew jî çûbû cîhaneke din. Halê wê jî her tim ev bû; bi çavên vekirî xewn didît. Çar law û keça xwe didîtin ku beriya bikevin piyan rengê wan dimelisî û dimiriyan. Di dawiyê de axir ev babocanê wê ji mirinê filitîbû, lewma jî li ber dilê wê ewçend ezîztir bûbû. Niha car bi car awir didayê, lê çavên wî girtî bûn û stûyê wî bi ser balîfê de xwar bûbû. Mîna ku di xewê de be. Dayikê dema ku wan xelekên şîn ên li dora çavên babocanê xwe de dît, têderxist ku rengê wî roj ji rojê mîna pelê kaxiz spîloçkî dibe. Lewma jî dayikê bi çavên vekirî xewnên bi xof dîtin. Wisa ji nişka ve daketina nav xewnên bi xof, kir ku ew biryareke dînîtiyê bigire ku heta niha tu car curet nekiribû. Mîna ku ev xewna hanê di nav dilê wê de teqînekê pêk bîne û kêfxweşiyekê bide wê, li ber armanceke pir mezin jî mirov bikarîbe hêzeke zêde di xwe de peyda bike û di vê hêza xwe de heyirî bimîne.

Teqrîben dengek mîna qîrînê bi ser dayikê ket:

- Ez dê herim nasnameya te bînim!

Babocanî, wisa nexweşokî çavên xwe vekirin lê dîsa vegeriya wê cîhana ku lê hatibû hev, bûbû pênc metrekare ku niha bêhna pîvazên sorkirî û bêhna qazaxiya şewitî tê de tevlihev bûbû û mirov nedikarî tehamula wê bike. Bêyî îradeya xwe got:

- Rast?

Dayikê nizanî ku di vê “Rast?” a babocanê wê de çi hebû ku bi carekê re agir berda dilê wê û çi tiştên ku ne mimkun in, jê re bûn mimkun. Dayik îcar ji xwe ewle axifî:

- Ji Kabulê heta wir çiqas rê heye? Ne tu tiştek e! Ez dê herim. Ger wesaît nebin jî ez dê peyatî herim. Cihê wê di bîra min de ye. Li keviya şibakê, di bin Qurana Şerîf de mabû. Ger dinê tevde serûbin bibe jî tiştek bi nasnameya te nabe. Niha îro sêşem e, ez dê roja înê herim. Pêncşema li pêş jî, ez dê vegerim. Tu qet xeman mexwe!…

Axiftina xwe ya mucîzewî kirin. Wisa çirûsk di nav çavên Babocanî de çirusîn ku dayikê bi xwe jî pê nedizanî. Ji salek û sê meh û heşt rojî ve ye ku di nav lêgerîna wê de bûn û di nav çavên Babocanî yên bêhêvî de jiyandina vê yekê hesretek bû.

Dayikê û kurikê wê yî piçûk tarîtî û genîbûna cîhana xwe ji bîr ve kirin.

 

*   *   * 

Roja înê dana sibehê dayik bi hûr-mûrên ku amade kirîbûn re hat; kûçe, rûn, pîvaz, kartol, nanê hişk, qazaxî… Giş danîn ber dîwêr û dawîtirîn temiyên xwe li babocanê xwe kirin: Nebe ku ew xwe birçî bihêle, nebe ku ew piştî salek û sê meh û yanzdeh rojan êdî nikarîbe li hundir bihewe û derbikeve derve, nebe ku serbaz pirsa nasnameyê jê bikin, nebe ku û ne be ku!…

Babocanî mîna ku ji mesafeyeke gelek, gelek dûr, ji wî aliyê dinê zorê dida xwe ku dengê diya xwe bibihîse. Bêyî ku bi rastî guh bide temî û şîretên diya xwe, bi çavên vekirî xewn didît. Didît ku diçe ber pencereya mala xwe. Xwe dide ser pêçiyên lingan û destê xwe dirêjî nasnameya xwe dike. Ji bin Qurana Şerîf nasnameya xwe derdixe. Berga nasnameya wî narincî ye. Nasnameya bavê wî jî li wê derê ye. Nasnameya bavê xwe vedike û wêneyê bavê xwe dibîne, ku egaleke ji serê xwe mezintir li serê xwe pêçaye û mîna ku ji cihekî gelek dûr ber bi wî ve bê, lê şewqa tîrêjên tavê çavên wî bisekihînin. Enîya wî tijî qermîçek in. Lêvên wî yên tenik bi hev ve hişk zeliqîne ku nebe-nebe bibişire. Li keviya wêneyê wî dixwîne:

“Çav: Mêşine

Post: Esmer

Beşn: Dirêj”

Hat bîra wî, dema diçû dibistanê û çawa ku fêrî xwendin û nivîsandinê bûbû, bi meraqeke bizewq nasnameya bavê xwe dixwend û bavê wî yê ku xwendina wî tune bû, ku li ber wî bû, mîna ku Babocan tiştekî tilismîn bi dijwarî bixwîne, bavê wî wisa bi kêfxweşî, bi heyret û heyranî û bi razîbûnekê lê dinihêrî.

Bi carekê de bêhna bavê wî hate pozê wî. Bêhna axê ji bavê wî dihat. Her tim bêhna axê jê dihat. Mîna ku ji axê hatibe çêkirin. Yan jî ji bin erdê hatibe. Dû re, dema ku rojekê bavê wî jê re gotibû ku “Xwedê mirovan ji axê çêkirine”, hingê Babocan li gor xwe têgihabû ku bê hela çima ewçend bêhna axê ji bavê wî tê.

*   *   *

 Dayikê rûyê babocanê xwe ramûsa. Postê dêmên Babocanî di bin lêvên dayikê de pelixî. Dayikê hîs kir ku tiştek di hinavê wê de agir pêket. Xwest dîsa temiyên xwe li Babocanî bike û bibêje, nebe ew ji xanî derbikeve der û nebe serbaz jê nasname bixwazin û nebe serbaz wî li wesaîtê siwar bikin û bibin cihekî ne diyar û nebe xebera wî ji cebheya şerî were û nebe û nebe û nebe!... Lêbelê, dîsa tevayê peyvan bi hev re serî hildan û bi aliyê devê wê ve êrîş kirin. Û mîna ku hemû peyv bibin gilokek û riya qirika dayikê bixitimînin. Û mîna ku hemû peyv hêrs bibin û ji qehran bibin hêstir û ji çavên dayikê berjêr biherikin û di nav çarşeva wê de tune bibin.

Dema ku derî hat girtin û dengê piyên dayikê li ser berfê xirçexirç kirin. Hingê ev deng heta bi ber guhê Babocanî jî hatin. Babocanî li dora xwe nihêrî. Mîna ku ev yekem car be ew têbigihê ku ev dibe salek û sê meh û yanzdeh roj ku cîhan lê hatiye hev, bûye pênc metrekare. Ev dibû salek û sê meh û yanzdeh roj ku ew neçûbû derve. Ji bilî diya xwe çavên wî bi tu merivî neketibûn. Ji bilî dengê diya xwe tu dengî nebihîstibû. Hîs kir ku pê sar e. Li cihê xwe li ber manqala komirê rûnişt û lihêfê kişand heta bi ser milên xwe yên lexer.

 

*   *   *

Babocanî mîna kêzikekî zindanan, wan xwarinên ku diya wî li kuncê odeyê danîbûn kêmtir dikirin. Û her tiştê ku diviya der bikira jî, di nav wê teşta li kuncê din vala dikir!

Hewaya odeyê bi têra xwe genî bûbû. Vê bêhna pîs di xewê de jî nedihişt ku ew ji xwe re here li wan derên ku bêhna tuyên pehtî jê tê, bigere.

*   *   *

Pêncşem bihurîbû. Niha sêşem bû. Lêbelê dayik hîn jî venegeriyabû. Bêhna Babocanî teng bûbû. Ger rûnişta dilê wî êdî nedixwest rabe ser xwe. Ger radibû ser xwe, dilê wî êdî nedixwest rabikeve. Ger radiket dilê wî êdî nedixwest şiyar bibe. Bi bêsebrî li bendî hatina şevê dima, di tarîtiya şevê de hêdî û bêdeng teşta ku tê de îhtîyaciyên xwe yên zarûrî didît, li kuçeyê vala bike. Û di cih de bi ecele vegere wê cîhana xwe ya pênc metrekare. Dilxweşiya wî ev bû ku bi şev di nav tarîtiyê de hêdîka teşta xwe hilde û bi lingên xwe yên ku dilerizîn here kuçeyê û teştê vala bike. Kuçeyê hiş ji serî dibir; efsûnek pê digirt. Li kuçeyê tevgerên wî hêdîtir dibûn, ev dibû bahane da ku piçeke din li kuçeyê bimîne. Kuçe jî tarî û teng û genî bû. Babocanî bi meraqeke bilezet li dîwarên hêwî yên kuçeyê temaşe dikir. Li dikanên goşkaran ên ku derebeyên wan girtîbûn temaşe dikir. Ger dengê lingên rêwiyek dibihîst, bi dilekî kulpekulp û bi lingên velerzok direviya û di cîhana xwe de distrî.

*   *   *

Deh roj bi ser qewlê vegera dayikê ketibûn lê venegeriyabû. Xwarinên Babocanî êdî li qedandinê bûn. Û rojek sibehê Babocanî mînanî canewerekî birçî yê ji hal de ketî û tirsiyayî, bi gavên sistok ji cîhana ku lê hatibû hev û bûbû pênc metrekare, derket derve. Şîretên diya xwe ji bîr ve kirin! Biryar da ku ji yekemîn rêwiyê ku pêrgî wî bibe, pirsa navnîşana Rawesgeha Bakur jê bike û here wir. Jê pê ve jî tiştek nizanîbû. Çavên wî yên ku her tim di nav tarîtiyê de mabûn, tîrêjên tavê bi tundî lê dida û pê re jî dewqa wî diçû. Jê re wisa dihat ku dê piçek paşê erd ji bin lingên wî bişemite û ew nikarîbe xwe rabigire. Çirusîna berfê çavên wî dişewitand. Jê re wisa dihat ku berfa li kêleka rê bi wan lekeyên reş û sor diherike. Melûl bû.

Kir ku ji wî yekemîn rêwiyê pêrgî wî bû, bipirse lê tirsiya. Û bi her du destan rûyê xwe veşart. Rêwî hay lê nebû. Babocan dişibiya heywanekî kovî yê bi tenê ku ji çiyê dakeve jêr û ji nişka ve xwe di nav koma mirovan de bibîne, ji tirsan û teredutê bê hemdê xwe bilerize.

Bi vî awayê ku hêdî-hêdî dimeşiya, li wan temiyên diya wî lê kiribûn fikirî, ku nebe serbaz wî bibînin, nasname jê bixwazin, nebe wî bigirin û bibin. Nebe, nebe, nebe!...

Bi carekê de bi awirên xewirî çav bi serbazan ket ku tifingên wan ên biriqandî û mezin li pêlê wan û potinên reş ên biriqandî jî di piyên wan de bûn. Hingê mîna ku sêr ketibe ser Babocanî, di cihê xwe de mat ma. Xwîna di rehên wî de cemidî. Mîna ku aveke sar, a wek qeşayê lê wer bûbe û bêvil û guhên wî bişewitîne. Hêza xwe da ser hev da ku berê xwe bifetilîne û bireve. Berê xwe fetiland lê nekarî bireve. Mîna ku lingên wî ketibin dafikeke mehkem. Bêyî ku bikarîbe bireve, wisa bi xeşîmî dest û lingên wî li hev geriyan. Serbaz ji rewşa wî têgihaştin!

*   *   *

Porê Babocanî qusandin. Kumeke fireh dan serê Babocanî yê tiraşkirî. Lîbasên fireh ên leşkeran lê kirin. Tifingeke mezin a ku dibiriqî avêtin milê wî û potinên reş ên biriqandî jî kirin piyên wî…

Babocanî di cebheya leşkerî de tiştin dîtin ku bi dîtina wan re sawê lê xist! Çi dît? Xwînê dît! Agir dît! Gewdeyên ku serê wan tunebûn û seriyên ku gewdeyê wan tunebûn dîtin! Tifalên di nav pêçekê de ku nîvê canê wan segên birçî xwaribûn, dîtin!…

Pêşî, Babocanî bi destên xwe rûyê xwe diveşart û rûyê xwe dispart dîwarekê da ku wan tiştan nebîne. Pişt re, dixwest bi çavên girtî jî wan tiştan nebîne. Heta ku dixwest di xewê de jî wan tiştan nebîne. Lewma jî Babocan ji tirsan ranediket. Bi şev rûdinişt û çavên xwe vekirî dihişt. Lê êdî Babocanî hem di xewê de û hem jî di hişyariyê de didît ku mirovên bêserî û mirovên bêgewde û tifalên di nav pêçekê de ku nîvê wan segên birçî xwarine li pey wî direviyan. Babocanî, bi kulman li serê xwe dixist, hawar dikir û direviya…

Serê pêşî serbaz bi wî dikeniyan. Pê tinazên xwe dikirin. Dû re, piştî ku di nav tirsê de ji hal de diket, bazdidan diçûn ber wî, ku awirên Babocanî di nuqtikekê de mat bûne. Û serbaz jê diketin nav fikarekê ku cureta bilêvkirina wê di wan de nîn bû!

*   *   * 

Niha Babocan di nav refên leşkeran de li kuçe û kolanên Kabulê aware-aware digere. Ji her çend gavan carekê çengek axê ji erdê digire û bêhn dike. Hin caran bi saetan li Rawesgeha Bakurê radiweste, ku ji meriv re wisa tê ku ew niha li bendî hatina yekê ye. Zarokên ku wî nas dikin, li dû wî dibezin û vê mamikê dibêjin:

“Allû lawê babocî

Te ji bakur çi anî?

Nasnameyek berg-narincî

Bo Babocanê naz-nazî”

 

Babocanî navê xwe ji bîr ve kiriye. Navê bavê xwe jî ji bîr ve kiriye. Ger yek jê bipirse û bibêje:

- Navê te çi ye?

Dibêje:

- Babocan!

Ger yek jê bipirse û bibêje:

- Navê bavê te çi ye?

Dibêje:

- Çav: Mêşine, Beşn: Dirêj

Ger yek jê bipirse û bibêje:

- Tu li vir li çi digerî?

Dibêje:

- Ez li benda diya xwe me.

Ger yek jê bipirse û bibêje:

- Diya te li ku ye?

Babocan destê xwe bi alî bakur ve dirêj dike.

Ger yek jê bipirse û bibêje:

- Diya te çuye wir çi?

Dibêje:

- Çûye nasnameya min tîne.

Û Babocanî navê xwe ji bîr ve kiriye. Navê bavê xwe jî ji bîr ve kiriye lêbelê ger yek jê bipirse û bibêje:

- Nasnameya te li ku ye?

Wisa ji xwe bawer dibêje:

- Li wir, li mala me, li ser wê refika li bin Qurana Şerîf e!

 

*   *   *

Dayik venegeriya. Û tu kesî pê nizanî ew hêza ku di jineke çilsalî de berhev bûbû bi çi rengî di carekê de serî hilda û di ser re çû. Eynî ew hêza ku carinan bîskekê di jiyana meriv de ji nav postê adî û bêqîmet wisa li pey hev diherike û merivî ji hêza xwe mezintir dike. Tu kesî pê nizanî ku di amadekirina şîveke sivistanê de, li ber gazocaxî û qûşxaneya ku pîvaz tê de dihate sorkirin, di cîhaneke ku hatibî hev, bûbû pênc metrekare de, ji wucûdê dayikekê bihêztirîn zilamek pêk anîbû. Û tu kesî pê nizanî ku dayikekê çawa di wan geliyên qeşagirtî de meşiyaye; li wan berpalên çiyayan ku ji benîademan xalî, ku bûne wargehên heywanên dirrinde û li wan beyabanan ne av û avahiyek û ne jî dengê bangeke muslumantiyê heye. Dayikekê di nav berxwedanê de xwe gihandiye xaniyê xwe yê wêranbûyî û di wê cihê ku ew pê dizanîbû, nasnameya babocanê xwe ji wir hildaye û vegeriyaye.

Babocanî jî pê nizanîbû ku di eynî wê pêncşemê de, dema ku dayika wî ji Bakur vedigeriya Kabulê, wesaîta ku ew tê de bûye, pê li mayinê kiriye û bi teqînê re diya wî jî bi wan re bûye kerî bi keriyên bêhejmar.

Babocanî nizanîbû dema serbaz çûne wir, boxçikeke piçûk li erdê dîtine û bi xwe re birine. Dema ku bi îhtiyat û bi guman wê boxçikê vekirine, tê de keriyek nanê hişk û nasnameyekê dîtine. Berga nasnameyê vekirine û wisa xwendine: “Şerafeddîn layê Şêr Muhemmed. Sala bûyinê: 1357” Niha zarokekî dehsalî ye.

Babocan bi van tiştan nizane. Her tim, ew li benda diya xwe ye û navê xwe ji bîr ve kiriye!

Ger ji we yekî Babocanî dît, ji kerema xwe re jê re bibêjin ku navê wî, Şerafeddîn layê Şêr Muhemmed e. Şerafeddîn layê Şêr Muhemmed. Şerafeddîn layê Şêr Muhemmed…

10 Îlon1986

 

_____________________  

*Supojmay Zeryab, li paytexta Efxanistanê Kabulê di sala (..?..) de hatiye dinê. Li Zanîngeha Kabulê beşa Ziman û Edebiyata Fransewî xwendiye. Ji ber nebûna ewlehiya jiyanî ya ji ber şerê dûrûdirêj di sala 1991ê de bi tevlî her sê keçikên xwe koçberê Fransayê bûye. Niha li Parîsê rûdine û her sê keçikên xwe li wir dide xwendin. Lêbelê zilamê wê Rahnewerd Zeryab ku ew jî nivîskarekî Efxanî ye, hîn li Efxanistanê dijî.

Supojmay Zeryab, hîn di temenê xwe yê 17-18 salî de dest bi nivisîna çîrokan kiriye û ta niha sê kitibên wê yên çîrokan weşiyane. Hin ji çîrokên wê li zimanê Fransewî û Almanî hatine wergerandin. Ev çîroka wê ya ku li Kurdî (Kurmancî) hatiye wergerandin, li Fransayê bûye lîskeke teatrê jî. Ev çîrok, navê xwe yê orîjînal “Tezkere”  (Nasname-Kimlik) ye û ji kitêba wê ya bi navê xwe “Deştî Kabul” (Deşta Kabulê) hatiye wergirtin.

Xanima Supojmay Zeryab, di payîza paşîn a sala 2004an de bi munasebeta “Rojên Edebiyatê” vexwendiya Şaredariya Diyarbakirê bû û wê ev çîroka xwe li Salona Şaredariya Diyarbekirê pêşkêşî mêvanan kiribû. Di eynî demê de ev wergera bi Kurmancî jî (xulasayek) min wergerandibû û pêşkêş kiribû. (R. L.)

Na xebere 2747 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.