zazaki.net
19 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
10 Adare 2014 Dişeme 15:49

MIRIN Û BÛK

Bedrîye Topaç

Ev strana jîyanê ye, ji bayî re hatiye gotin.

Ev axa reş e, bi mirinê hatiye avdan.

 Di pişt çiyayan de, ji çavan dûr şev diqedin, roj bar dikin. Mirin li dora dinyaya betilandî digere. Destê xwe bi çi dike ruh têde nahêle. Dike hişk û diqedîne. Baran disekine, behr dixeyîde, berfa reş dibare. Li hemberî mirinê keder li evînan diqelibe. Ew ji bo birçîbûna ruhê xwe ruhan berhev dike. Ruhê camêrên jêhatî distîne, ruhê jinên bedew distîne, ruhê zarokên bêguneh distîne, ji sînga merivatîyê ruhê merivahîyê distîne. Mirin di karê xwe de hosta ye. Can diêşîne, malan wêran dike. Piştî mirinê agir dikeve malan, dû ji kulekan dixeyîde. Û meyît dimînin. Li dora meyîtan qîrîn û geremole dimînin.

Bûk weke asîmanî şîn e. Rûyê bûkê li ber şewla stêrkan bûye warê hîvê. Ronahî di rûyê bûkê de bican bûye. Bûk dengê sibehê ye, bûk çûkeke bêbask e, bûk kulîlkeke bêxwelî ye, lê niha di tengasîyê de ye, li ber mirinê ye. Mirin tu car ji bîr nake, zû tê vexwendinê. Kene sibehê jê distîne û girîyê şevê dixe hembêza ronahîya wê. Di tûrikê mirinê de ef tune ye, jan tune ye… Dibêjin “Xwedayî ji sînga mirinê dile wî derxistiye û kevirekî xistiye şînga wî’’

Mirin e ev, tenê digere li şevan.

Jîyan e ev, tenê dimîne li hemberî mirinê.

Û mirin hêdî-hêdî di rûyê bûkê de digere. Destê mirinê sar in. Bêhna mirinê ji bêhna sibatê diyarî ye. Bûk di nav agirê dojehê de, di sermayê de tune ye. Çavên xwe weke stêrkên bêasîman vedike û mirinê li hemberî xwe dibîne. Bi fedîyokî, bi dengê xwe yê zirav strana jiyanê dibêje. Dengê jiyanê bilind dike. Merivahî guhdarîya strana wê dike. Di strana bûkê agir vêdikeve, axa şewitî zêmaran dibêje. Di strana bûkê de zarok di xewnan de lorîkan guhdarî dikin. Di dengê wê de zivistanên bihar digirîn.

Ev strana jiyanê ye, dengê xwe bide min.

Ev govenda warên me ye, destê xwe bide min.

Û mirin guh dide vê dengê asî. Heta vê demê tu kesî li hemberî wê serî hilnedaye. Ne ku gotina stranan.. Mirin neçar dimîne. Birînên bêderman distîne. Agirê evînê li sînga wê ya vala dikeve. Strana bûkê weke avê di laşê wê ya vala de digere. Strana bûkê weke avê di laşê mirinê de digere. Mîna ku di biharan de ava berfê biherikê, wisa di laşe wê de diherike.

Bûk weke çiraya sibehê hêdî-hêdî vedimire. Ji jiyanê diqete. Jiyan jî ji bedewbûna wê… Merivahî di deman de weke bêhnekê dibuhure û diçe, lê strana bûkê dimîne. Strana bûkê di devê zarokên şevê de dimîne.

Di çavên mirinê de namîne û dirije sînga erdê. Şîn dibe…

_______

Wergerandin ji kirmanckî: Şukrî Kilinç

Çavî: Newepel, Rojnameyo kulturî yo 15 roje, Hûmare 30, Dîyarbekir, 01-15 Hezîrane 2012, r. 6

Na xebere 5322 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.