zazaki.net
19 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
23 Çele 2013 Çarşeme 01:44

Mehmûdkî û Etmankî

Helîm Yûsiv

Destpêkê dixwazim çîroka van herdu navan ji bo kesên ku ew nebihîstine bibêjim. Dibêjin li herêma Omeriyan, li Bakurê Kurdistanê, li aliyê Mêrdîn û Nisêbînê, ku bi dehan gundên Omeriyan li derûdora çiyayê wan belav dibin, du pismamên hev hebûn. Navê yekî jê Mehmûd û navê yê din Etman yan jî Osman bû. Rojekê ji rojan, ji ber sedemekê ji sedeman, ku kesekî nizanîbû çi ye, Mehmûd û Etman rabûn hev û dijminahiyeke bê serûber û bê sînor di nav wan de peyda bû. Herdu pismam jî Omerî bûn û her yek ji wan jî xwedî komek zarok û nevî bûn. Dîsa kesek nizane çawa, ku yekî ji wan yek kuşt û xwîn kete nav wan û mîna zencîra ku xelekên wê neqedin, kuştinekê kuştinek bi xwe re anî. Bi demê re hemû herêma Omeriyan tevlî vî şerê xwînî bû û nîvê wan bûn Mehmûdkî û nîvê din jî bûn Etmankî.

Ev çîrok ne min çêkiriye. Bavê min yek ji wan bû ku li gundekî ji gundên Omeriyan hatibû dinyayê. Di xortaniya xwe de dakete Binxetê-Sûriyê û li wir ma. Li ser van çîrokên pevçûn, qayîş û berberî, kuştin, revandin û talankirina Mehmûdkî û Etmankiyan mezin bûm. Hetanî mezin bûm jî nedihat bîra min ku ji bavê xwe bipirsim bê gelo ew ji kîjan aliyî bû. Gelo Mehmûdkî yan Etmankî bû? Rojekê min jê pirs kir. Hinekî şaş ma ku çawa kurê wî heta niha nizane ku ew Etmankî ye. Gava min jê pirsî ew çima nebû Mehmûdkî, awirin tûj ji min vedan û got; Ez ji te re dibêjim dijminên me bûn, tu jî hatiyî û ji min re, wekî ehmeqekî, dipirse bê çima ez nedibûm ji wan. Bavê min Etmankî bû û bi bawerî heta dawiya jiyana xwe ma Etmankî. Kîjan mêvanê me ji Serxetê–Bakur jî dihat, dîsa behsa vê meselê dibû. Eger Mehmûdkî ba, ew rehet bernedida û eger Etmankî ba, bi hev re behsa kîna xwe ya li hember dijminên xwe yên Mehmûdkî dikirin. Wiha heta mirinê li hember hev bûn. Qirşikekî biçûk dikarîbû agirekî mezin di nav wan de derxîne û dîsa dest bi kuştina hevdu bikin.

Ev çîroka zarotiya min bû. Sal bi sal mezin bûm. Bûm bav û di nav salan de çûm. Nifşê bavê min cih da nifşê me. Her tişt hat guhertin. Kevir li ser kevir nema. Pêlên guherandinê îdolojî, dewlet, raman û zihniyet û mentelîteya mirovan li her deverê dinyayê, wekî qirşikên kevin, dan ber xwe û çûn. Tenê di nav Kurdên me de ne Mehmûdkî çû, ne jî Etmankî. Kirasên xwe guhertin, navên xwe guhertin. Dibe ku bûbin partî, dibe ku bûbin îdolojî û rêxistin, lê Mehmûdkî man Mehmûdkî û Etmankî jî man Etmankiyên berê. Zihniyet ew e, mentelîte ew e. Herdu alî li hember hev in. Pismamên hev in, lê dijminên hev in jî. Her kesî di ser xwe re qebûl dikin, lê hevdu qebûl nakin. Li hember dizên welat û xaka xwe bêdeng û bi hurmet in, li hember hev bêhurmet û zirz in. Tên cem hev, ne ji bo ku bi hev re bilind bibin, lê ji bo rêya herî baş ya şemitandina pismamê xwe nas bike û wî qels bihêle. Roja ku li hev dikin, bi xwe dihisin ku hatine biçûkxistin û sivikayetî bi wan hatiye kirin. Roja ku tên hember hev, mîna şêran li hember hev radiwestin û lehengî û qehremaniya hezar mêrî bi her yekî ji wan re çêdibe.

Yê ku van gotinên min bawer nake û dibêje Mehmûdkî û Etmankî nemane, dikare çend xulekan li rewşa siyasî ya Kurdên Rojava, yên Sûriyê, binêre.

Pirsa xemgînî ku her sal xwe di dil û mejiyê min de dubare dike, dîsa serî radike: ”Gelo wê kengî Kurd ji qonaxa Mehmûdkî û Etmankiyê derbasî qonaxeke din bibin?” Nîvê bersivê di destê Mehmûdkiyan de ye , nîvê din jî di destê Etmankiyan de ye. Di navbera wan de jî temenê nifşekî din, temenê min jî pê re, pûç û vala diqede.

__________

Çavîhttp://www.rudaw.net/kurmanci/opinion/17263.html  22/01/2013 06:51:00

Na xebere 3325 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.