zazaki.net
18 Nîsane 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
16 Çele 2018 Sêşeme 11:51

LI AZERBAYCANÊ EDEBÎYAT Û ÇAPEMENÎYA KURDÎ

Salih Kevirbirî

Kurdistana Sor di navbera salên 1923-1929 de li ser xaka Kurdistana Qefqasyayê ku dikeve navbera Azerbaycan û Ermenistana îroyîn, bi fermana Sovyeta Sosyalîst jiyana xwe berdewam kiriye. Li vê herêma Kurdistanî, di navbera şeş-heft salên destpêkê de bingeha karên çandî, hunerî û edebî hatiye danîn. Divê bê gotin ku ev xebatên bi vî rengî heta salên 1937-1938 berdewam kirine.

Di wan salan de li bajarê Şûşayê li 'Teknîkûmê' ango li 'Dibistana Bilind a Pîşeyî' 'Fakûlteya Perwerdekirina Mamosteyên Kurdî' hate vekirin. Salek beriya wê jî li Yêrevana Ermenistanê teknîkûmeke ji bo heman armancê hatibû vekirin. Ji bilî teknîkûmê, li bajarê Laçînê bi navê 'Tîyatroya Gel' tîyatroya kurdî hatibû avakirin. Vê tîyatroyê li gellek deveran hunera kurdî pêşkêşî niştecihên herêmê dikir.

Yekem rojnameya Kurdên Azerbaycanê: Kurdistana Sovyetê

Di destpêka salên 1930yî de rojnameya bi navê 'Sovyêt Kurdîstani' ango 'Kurdistana Sovyetê' dest bi weşana xwe kir. Ev rojnameya bi alfabeya latînî ji çar rûpelan pêk dihat ku rûpeleke wê bi kurdî bû. Rojname heta sala 1938 weşana kurdî berdewam kir. Lê heta sala 1961, bêyî zimanê kurdî, bi navê 'Sovyet Kurdistani' weşana xwe domand. Yekemîn berpirsyarê vê rojnameyê Îbrahîmê Allavêrdî bû. Allavêrdî ji Kurdên Kamalliya Laçînê bû. Keda rewşenbîrê bi navê Mûseyîb Axûndov jî di vê rojnameyê de gellek zêde ye. Axûndov ew kes e ku di wan salan de kitêba bi navê 'Fêkiyêd Aprêlê' (1931) ji bo perwerdehiya zarokên kurdan nivîsandiye.

Di 10-15 salên destpêka Sovyetê de li Azerbaycanê li ser kurdan û bi zimanê kurdî 27 kitêb hatine çapkirin. Ji bilî 'Fêkiyêd Aprêlê', kitêba bi navê 'Azerbaycanskiye Kurdi' ango 'Kurdên Azerbaycanê' sala 1932yê bi zimanê rûsî li Bakûyê ronahiyê dibîne. Ev kitêba dîrokî ji hêla Hejarê Şamil ve li zimanê tirkî hatiye wergerandin û li sala 2009 ji hêla 'Weşanxaneya Pêrî' ve li Stembolê hatiye çapkirin.

Li gorî agahdariyên rojnameger û nivîskar Hejarê Şamil, ji sala 1938 heta sala 1990 li Azerbaycanê bi tenê kitêbeke kurdî jî nehatiye belavkirin û çapkirin. Şamilê ku vê gavê li ser 'Ensîklopediya Kurdên Sovyetê' kar dike dibêje piştî sala 1990î bi qasî 'tilîyên du destan' kitêbên kurdî bi zaravayê kurmancî hatine weşandin.

'Bawerî' ya Ehmedê Hepo (1990), 'Bi gazin im dinya' ya Qadirê Motî (1993), 'Ku da herim' a Bariyê Bala (1993), 'Pirtûka Azerbaycanî-Kurdî ya Axaftinê' (1994) û 'Alfabe' (1996) ya Bayremê Fetî û 'Ferhenga Kurdî-Azerbaycanî, Azerbaycanî-Kurdî û Mişarên zimanê Kurdî' ya Şamil Esgerov (1999) çend berhemên giranbiha yên Kurdên Azerbaycanê ne.

Rola 'Beşê Kurdolojiyê yê Akademiya Azerbaycanê'

Di navbera salên 1960-1970yî de di 'Beşê Kurdolojîyê yê Enstîtuya Zanistên Rojhilat a Akademiya Azerbaycanê de xebatên mezin hatin kirin. Di wan salan de zanyar, zimanzan û wêjevanên bi navê Elî Galawêj, Rehîmê Qazî, Huseyin Kurdoglu, Şamil Esgerov, Zumrud Şefiyeva, Muhammed Şemsî xebatên kurdolojî û wêjeyê meşandine û di demeke kurt de berhemên xwe afirandine. Di bin banê Beşê Kurdolojiyê de; M. Î. Şemsî li ser 'Şerefname'ya Şerefxanê Bedlîsî, Huseyîn Kurdoglu li ser berhemên Abdulla Goran, Şamil Esgerov li ser helbestvaniya Cegerxwîn, Zumrud Şefiyeva jî li ser mijara 'di helbesta kurdî de destan' kitêb û meqale nivîsandine û ev berhemên wan îro ji bo lêkolînerên kurd bûne çavkaniyên bêhempa.

Şayanê gotinê ye ku rewşenbîr û nivîskarên mîna Ezedîn Mistefa Resûl, Kemal Mezher, Nesrîn Fexrî, Rehîmê Qazî û Kerem Amoyev tezên xwe li heman akademiyê amade û pêşkêş kirine.

Li sala 1959, bi xebatên hêja yên rewşenbîrên Azerbaycanê, bi navê 'Kurd Edebiyati Almanagi' ango 'Berhevoka Edebiyata Kurdî' hate çapkirin. Di vê kitêbê de berhemên neh şaîr û nivîskarên kurd hebûn ku li zimanê azerkî hatibûn wergerandin. Li hêla din 'Mem û Zîn'a Ehmedê Xanî, du berhemên Evdirehman Hejar û Eliyê Evdirehman û kitêbeke ku ji helbestên şaîrên Gurcistanê pêk dihat, li zimanê azerkî hatin wergerandin û çapkirin.

Rojnameyên 'Dengê Kurd' û 'Dîplomat' û Komela Ronahî

Piştî belavbûna Sovyetê, li sala 1992, li Azerbaycanê komeleya bi navê 'Ronahî' tê avakirin. Di heman salê de rojnameya bi navê 'Dengê Kurd' wekî weşana komeleyê derdikeve. Rojname bi kurdî, azerî û rûsî weşana xwe dike. Ehmedê Hepo yekemîn berpirsyarê sereke yê rojnameyê bûye. Adil Cemal, Hejarê Şamil û Silêmanê Refo redaktorîya beşen kurdî, azerî û rûsî dikin. Piştî sala 1994, Şamil Esgerov dibe berpirsyarê sereke yê rojnameyê û heta dawiya jiyana xwe (2005) vê xebatê berdewam dike. Rojname vê gavê jî bi awayekî demdemî weşana xwe didomîne. Rojnameya 'Dîplomat' jî yek ji wan berheman e ku li sala 2003 dest bi weşanê kiriye û vê gavê li Bakuyê hewla rojnamegeriya kurdî dide. Rojname bi zimanê kurdî, tirkî, azerkî û rûsî digihije ber destê xwendevanên xwe. Berpirsyarê sereke yê rojnameyê Tahirê Silêman e.

Li sala 1993 destûr tê dayîn ku di Radyoya Dewleta Azerbaycanê de hefteyê du caran û her carê 15 deqîqe weşana zimanê kurdî bê kirin. Ji roja destpêkê heta niha Ehmedê Hepo berpirsyariya beşê kurdî yê radyoyê dike. Kesên wekî Kamîz Şeddadî, Tamara Refo, Kubara Refo û Fexredîn Paşayêv jî di radyoyê de bi salan ked dane.

_______

Çavkanî: http://www.rudaw.net/kurmanci/culture/20072014

Na xebere 2982 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.