zazaki.net
26 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
22 Gulane 2010 Şeme 09:49

Le Monde diplomatique kurdî derket

[Nûçe]
Zazakî.NET

Hejmara Gulanê ji bo bîranîna Serdeşt Osman e!

Beşikçi tevlî nivîskarên Le Monde diplomatique kurdî

Hejmara meha gulanê ya rojanameya navneteweyî Le Monde diplomatique kurdî bi mijarên cur bi cur ên ji Kurdistan, Tirkiye û cîhanê hat weşandin. Tê hêvîkirin ku rojname di demên pêşiya me de li Tirkiyeyê jî were belavkirin.

Hejmara gulanê ya Le Monde diplomatique kurdî ji bo bîranîna rojnamevan Serdeşt Osman ku ji Hewlerê hat revandin û qetilkirin, li jor logoya rojnameyê bi banda reş hatiye derxistin.

Di hejmara nû de civaknas Îsmaîl Beşîkçî nivîseke taybet bo Le Monde diplomatique kurdî nivîsandiye. Hat ragihandin ku Beşikçi tevlî nivîskarên rojnameyê bûye û di gotara xwe de êrîşa li dij Ehmed Türk dinirxîne û rista karbidestên tirk wekî sedema zêdebûna pêkutiya li dij kurdan bi nav dike. Herwiha, Beşîkçî pêngava kurd a partiya deshilatdar AKP’ê dinirxîne û gengeşiyê dike ka kurd, siyasetmedar û endamên parlementoyê helwesteke çawa bigirin.

Huqûqnas Celîl Kaya jî di gotara xwe ya li ser mafê diyarkirina qedera xwe (self-determînasyon) digel peyman û pergala Yekîtîya Neteweyan de hildigire û şert û mercên ku ji bo vî mafî bi rewşa kurdan re dide ber hev.

Bi rasthatina 24ê nîsanê, Fermana Ermeniyan, Le Monde diplomatique kurdî cih dide du nivîsarên taybet. Nivîskar û endama PENa Norwecê Trine Keleven di nivîsa xwe de çavdêriyên xwe yên sebaret bi darizandina kujerê rojnamegerê ermenî Hrank Dînk ku di êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû dinivisîne. Nivîsa Prof. David Gaunt jî qirkirina asûrî-suryaniyan û di destpêka sedsala 20’an de bi vî gelî re têkiliya kurdan digihîne xwendekaran.

Herwiha nivîsên li ser guherîna hukûmetê li Qirxizistanê, nêviyên winda yên Aleksanderê Mezin ên li Pakistanê û tengezariya navbera Yûnanistan û Makedonyayê, herwiha, peymana mertala li dij çekan û kêmasiyên wê, ew mijar in ku di vê hejmarê de cih digirin.

Di vê herjmarê de dosyeyeke sebaret bi parzemîna reş Afrîkayê û serpêhatiya serxwebûn û pêşketina aborîya welatên afrîkayî heye ku li ser mijarê bi awayekî berfireh hûr dibe.

Wêneyên Le Monde diplomatique kurdî ya vê hejmarê ji berhemên Adem Sönmez, Paşa İmrek û Murat Sönmez hatine hilbijartin.

Hêjayî gotinê ye, Le Monde diplomatique kurdî ku ji aliyê Koma Ragihandinê ya Kurdî ya Serbixwe (IKMG) ve dihê derxistin di meha sermawezê ya sala buhurî de dest bi weşanê kiribû. Rojnameya Le Monde diplomatique kurdî bi du zaravayên kurdî, kurmancî û soranî dihê çapkirin.

Hevdem din av hewldanê de ye ku kovar meha pêşiya me li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî were belavkirin. Rayedarên İKMGê ragehandin ku ew amadekariya belavkirina govarên navnetewî Atlas û Manier de Voir jî dikin.

Mirov dikare ji navnîşana jêrîn xwe bigihîne malpera înternetê ya Le Monde diplomatique kurdî.

www.lemondediplo-kurdi.com

Ji bo têkilî û abonetiyê: info@lemondediplo.kurdi.com

Na xebere 3942 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
her biji deste we sax bi
kecakurdan
her bijî heval hejan bi rastî zaf xweshe
13 Oktobre 2010 Çarşeme 15:28