zazaki.net
08 Gulane 2024 Çarşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
31 Kanûne 2012 Dişeme 01:07

KNKS Wezîr Dînçer Protesto Kir

Divê Wezîr Ömer Dinçer weke camêran vê şaşî û neheqiya xwe bibîne û van gotinên xwe paş de bigre!

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê jî li hemberî daxuyanîya wezîrê perwerdeya neteweyî ya Tirkîyê Ömer Dinçerî daxuyanîyek belav kir û wezîr protesto kir.

Daxuyanîya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê wisa ye:

 

Wezîrê perwerdeya millî ya dewleta Tirkiyeyê Ömer Dinçer, di axaftina xwe ya roja 12.12.10212 ku li Unîversîteya Çewlîgê (Bîngolê) de diyar kir ku “Zazakî zimanekî cihê ye. Unîversîteya Artukoglu ya Mêrdînê em xapandine. Ew ne pispor bûn. Wan bi me dabûn bawerkirin ku zazakî zaravayekî zimanê kurdî ye. Di vî warî de em baweriya xwe bi pisporên Unîversîteya Çewlîgê tînin… Di kitêbên sala bê de, wê zazakî ne wek zaravayekî kurdî, wek zimanekî din bê qebûl kirin…”

Ev daxuyanî û helwesta wezîrê perwerdeyê, nîşana berdewamiya siyaseta kevnare ya dewleta Tirk e ku li ser hîmê înkar, asîmlasyon û jiholêrakirina miletê kurd û zimanê wî hatiye avakirin. Heta ji destê karbidestên vê dewletê hat, hebûna miletê kurd û zimanê wî înkar kirin û xwestin di nav berdên aşê asîmlasyonê de hûrhûr bikin û ji holê rakin. Lê teva hemû hewldan, zilm û zordariya dewletê jî, gava di vê armanca xwe de bi ser neketin; niha jî dixwazin bi awayên cihê miletê kurd ji hevdu perçe bikin û fesadiyeke din gûr bikin. Jixwe ev siyaseta dewletên kolonyalîst ya ku “perçe bike û îdare bike” ji bo milletê kurd ne tiştekî nû ye!

Li gor agahdariyên ku gihaştine me, ev kesên ku wezîrê perwerdeyê referens nîşan dide, nîjadperestên kevn in ku bi navê “ulkuciyan” tên naskirin. Ew niha jî li Universîteya Çewlîgê bi navê “akemîsyentiyê”, dixwazin di warê zaravayên kurdî de, fitne û fesadiyê geş bikin û qaşo bêtifaqiyê û cihêtiyê têxin nav kurdên kurmancîaxêv û dimilîaxêv.
Em weke Komeleya Nivîskarên Kurd careka din diyar dikin ku, kurdên dimilî, beşekî civaka milletê Kurd e. Dimilkî (kirdkî) jî yek ji zaravayên zimanê kurdî ye û tu hêz nikare vê rastiyê berovajî bike.

Di dîroka serhildanên milletê Kurd yên ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî de, kurdên dimilî (zaza) roleke gelekî taybetî lîstine. Ew mejiyên ku xwe ji ruhê kolonyalîstî û nîjadperestîyê rizgar nekirine, bila ji kerema xwe re dîsa li rûpelên dîrokê binêrin û di serhildanên Qoçgirî, Pîran û Dêrsimê de wan qahremanên kurdên dimilî bînin ber çavên xwe!

Em vê helwesta wezîrê perwede yê dewleta Tirkiyeyê bi tundî şermezar dikin û herweha em bi awakî giştî gazî milletê Kurd û bi taybetî jî gazî akademîsyen, nivîskar, mamosta, rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan dikin ku li hemberî vê siyaseta kolonyalîst û kone bi ruhekî neteweperwerî rawestin.

Zimanê kurdî, hebûna miletê Kurd e. Milletê kurd ne xwediyê mejiyekî teng û yekrengî ye. Em civateke pirrengîn in û vê yekê weke dewlemendiyek xwezayî dizanin. Mafê kesekî tune ye ku di vî warî de devdirêjiyê bike û neheqiyê li milletê Kurd û zimanê kurdî bike. Loma jî divê Wezîr Ömer Dinçer weke camêran vê şaşî û neheqiya xwe bibîne û van gotinên xwe paş de bigre!

Bi vê wesîleyê jî em dixwazin dîsa bînin bîra hukumeta îro û wezîrê perwerdeyê ku weke her milletî û zarokên her milletî, mafê milletê kurd û zarokên kurdan jî heye ku bi zimanê dayika xwe û bi zaravên xwe perwerde bibin û vî mafên meşrû û însanî di her warên jiyanê de bi kar bîne û pêş de bibe!

29 kanûn 2012

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

Na xebere 2670 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.