zazaki.net
25 Nîsane 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
18 Tebaxe 2009 Sêşeme 12:43

Ji bo Zazayan ‘Zazakî.Net’ Vedibe

[Nûçe]
AKnews

 

Ji bo Zazayan ‘Zazakî.Net’ Vedibe

 


Diyarbekir – Ji bo ku hemû nûçe, nivîs, berhem  û qewimînên ku kurdên zaza eleqedar dikin bê weşandin û zaza ji pêşveçûnên nû û yên dîrokî bêne hesandin, malperek vedibe.

Ji bo ku haya zazayan ji hemû pêşveçûn û qewimînên rojane, dîrokî, civakî, kulturî û berhemdarî hebe, malpereke nûçe û tomarkirina arşîvan tê vekirin. Malpera bi navê www.zazaki.net ku ji aliyê nivîskar û helbestvan Roşan Lezgîn ve tê amadekirin, dest bi weşana testê kir. Piştî qedandina xebatên teknîkî, malper dê bikeve xizmeta Zazayan. Di malperê de beşên mîna Rojane, Meqaleyî, Roportajî, Ziwan, Cografya, Edebîyat, Bîyografî, Baxçeyê Domanan û Kitabî hene. Her wiha ji bo agahiyên dawî yên nûçeyî jî beşa manşetên rojane hatiye amadekirin. Di malperê de navê roj, meh û demsalan jî nehatiye jibîrkirin û zazakiya wan hatiye nivîsandin. Her wiha ji bo danasînê çend çîrok jî hatine bicihkirin.

Edîtorê malperê nivîskar û helbestvan Roşan Lezgîn derbarê malperê de ji AKnews’ê re axivî. Lezgîn, da zanîn ku ew bi tena serê xwe vê malperê çêdike û dixwaze bi vê malperê zazayan ji qewimîn û bûyerên rojane agahdar bike û geşedanan bi tama zazakî pêşkêş bike. Lezgîn, li ser pirsa “Çima ne sedî sed zazakî?” jî bersiveke wiha da:

“Ji ber ku kurmancî li Bakur tê xeberdan û kurdên me yên Zaza kurmancî jî fêm dikin, me beşeke wiha vekir. Lê zazayên ku bi tenê tirkî û ingilizî jî dizanin hene, em dixwazin ew jî ji geşedanên dawî yên derbarê kurdên zaza de haydar bin.”

Lezgîn, destnîşan kir ku taybetiyeke malperê arşîvî ye û wiha berdewam kir:

“Edîtorê wê, plankerê wê ez im. Ji ber ku ev xebateke serbixwe ye, ji ber ku ez kurd im, min ev malper amade kir. Taybetiyeke vê malperê ew e ku malpereke arşîvî ye. Beşên wê yên rojane jî hene lê em ê giranî bidin arşîvê. Tiştên ku zazayan eleqedar dike, ez ê li wir kom bikim, nivîsên bi qelîte biweşînim. Hêdî hêdî dixwazim di înternetê de bibe dengê kurdên zaza. Niha ji ber hin pirsgirêkên teknîkî sazkirina malperê neqediyaye. Ji ber vê yekê niha di weşana testê de ye. Piştî ku em kêmasiyên wê yên teknîkî biqedînin, em ê vebûna malperê bi awayeke resmî ji raya giştî re aşkera bikin.”

Roşan Lezgîn, da zanîn ku ji xeynî wî hin ciwanên ku dixwazin bi malperê re eleqedar bibin jî hene û ew ê van ciwanan jî bigihîne û ji bo pêşerojê amade bike. 483

 


Çavkanî: AKnews

Na xebere 3222 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.