zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
05 Kanûne 2019 Panşeme 16:47

Ji bo Zazakî Aşîyaneke Nûjen a Zanînê

Doç. Dr. M. Zahir Ertekin

Destpêk

Înternet û teknolojî di gelek qadên jîyanê da cihê xwe yê girîng û gewre zeft kirine. Hema-hema meriv êdî nikare bêyî înternetê tevbigere. Bi taybet ji bo xwendin, lêkolîn û nivîsînê ev amûrên ragihandinê û înternet ketine hukmê ‘nebe nabe’yê. Piştî ku bandora înternetê ewqas zêde bû, bêguman xwendina dijîtal jî hêdî-hêdî rê li ber weşangerî û çapê teng kir/dike. Bi taybet bo lêkoler û akademîsyenan çavkanîyên dijîtal bûne çavkanîyên sereke û taybet. Bi vî awayî dinya nêzîktirî însanan bûye, ango bûye mîna bajarokekî biçûk.

Malperên edebî, çandî û hunerî jî li şûna kovarên çapkirî cihê xwe têkûz dikin. Lewra hem ji alîyê aborîyê va rihetîyekê didin xwedîyên wan hem jî ji layê belavbûnê va li ber xwedîyên wan cîhaneke firawantir we’d dikin. Bi saya înternetê nîvîs û nûçeyên malperan li hemû cîhanê bi hêsanî têne şopandin.

Yek jî di bikaranîna malperan de suhûletek heye bo guherîn û lêzedikirina nivîsan e. Ango melperên netê demildest dikarin xwe rojane bikin. Yanî edîtorên wan mecbûr nînin ku mehekê yan demeke eşkera kirî rawestin bo agahî yan nivîseke nû. Zû bi zû dikarin xwe nû bikin, nivîsên nû û balkêş di heman katê de li ser sîstemê bar bikin. Bo peywendîdaran jî tenê tikandin û xwendin dimîne…

Di vê nivîsê da ez ê berhemeke çapkirî nedim nasandin. Ez ê malpereke Kirdkî bidim nasîn. Nizanim heta niha nivîsên bi vî rengî hene yan na. Bêyî ku bizanibim heta niha xebateke bi vî rengî heye, dê dest bi vî karî bikim. Biha û nirxa vê malpera ku ez ê behsa wê bikim ji berhemên çapkirî kêmtir nîne. Herwiha di vê malperê da bi sedan gotar, xeber, danasîna berhem, rojname û kovaran, belgeyên arşîvê, jînname û hwd hene.

Zazakî.Net ( www.zazaki.net )

www.zazaki.net malpereke dagirtî ye ji çand, edebîyat, huner û dîrokê. Bi serperiştîya nivîskar-lêkolîner Roşan Lezgîn ve diweşe û dimeşe. Bi taybet derbarê Zazakî û Zazayan da malpereke sereke ye. Çi kesên ku bi Zazakî dixwînin, dinivîsîn; çi kesên ku dixwazin Zazakî fêr bibin, binivîsin, çi kesên ku bixwazin çand, ziman û kultura Zazayan fam bikin, divê teqez berê xwe bidin vê malperê jî. Zazakî di nava zimanên famîlyaya Kurdî da, ya herî derengmayî û hindik lê xwedî derketî ye. Esas, Soranî ne tê da zimanên Kurdî yên din jî -bi raya min- xwe ji mirinê rizgar nekirine. Lê Zazakî bi taybet alîkirin û lêxwedîderketineke pozîtîf dixwaze. Lê ji kê dixwaze?

a) Ji Zazayan bi xwe dixwaze. Divê berî her kesî Zaza li Zazakî xwedî derkevin, ev pîvan ji bo zimanên din jî bi heman qaîdeyî ye. Wê çawa vî karî bikin?

Yek, nivîskarên Zaza û Zazakîzan dikarin bêtir bi Zazakî binivîsin.

Du, akademisyen û xwendekarên master û doktorayê divê tezên xwe bi Zazakî binivîsin. Em dizanin ku li hin zanîngehan Zaza tezên xwe bi Tirkî dinivîsin, tevî ku mecbûrîyetek tune jî. Di vir da ev dixuye; ev lêkolerên me naxwazin xwe bite’bînin, xwe naxin nava zehmetan. Tirkî hêsantir tê û ew jî rîya rehet dibijêrin. Lê bê zehmet rehmet nabe!

Sê, di ferhengên onlayn da Dimilkî dikare aktîftir were bikaranîn. Bo numûne, di https://ku.wiktionary.org/wiki/Destp%C3%AAk a kurdî de em dibînin ku hevalên Kird pir aktîf nînin. Di ferhengeke wisa de divê hemû zimanên kurdî pir aktîf bin.

b) Divê Kurmanc li Zazakî xwedî derkevin. Çawa?

Yek; xwe fêr bikin.

Dudu; di malper, kovar, rojname, Tv. û pirtûkên xwe da bêtir cih bidin zazakî. Gelek malperên kurdî-latînî hene ku nivîsek, welew helbestek Zazakî tê de peyda nabe.

c) Divê Hukumeta Herêma Kurdistanê jî di hin weşanên çapî û dîtbarî da cih bide Zazakî û ramaneke tevane derxînîn me’derê. Hetta dikare hin televîzyonên Başûr bernameyên hefteyî bo Zazakî dabinên.

d) Dîroka edebîyata Kurdî ya modern heta niha bi rêk û pêk nehatîya tomarkirin û nivîsandin. Di dahatûyê da, dema ku ev dîrok hate nivîsîn divê Kirdkî ciyê xwe baş werbigire.

Vêca Zazakî.Net van karên ku me li ser çar xalan destnîşan kir, hemûya di xwe da dicivîne. Roşan Lezgîn kedeke pir mezin daye/dide. Lê helbet ji wî ra jî alîkarî divê. Ev malper piralayane Zazakî radestî raya giştî ya cîhanê dike.

Malper di sala 2009an de dest bi weşana xwe kirîye. Rêvebirê malperê Roşan Lezgîn e. Sê edîtorên malperê hene: Roşan Lezgîn, Bîlal Nêribij û Hebûn Okçû. Şêwirmendê malperê yê hiqûqî Av. Sidqî Zîlan e. 

Dema ku meriv malperê vedike. Navê wê û dirûşma wê meriv pêşwazî deke. Dirûşma wê ev e: “Merdim bi reng û vengê xo ridek o”. Li rex nav û dirûşmê “Xebera Peyênê” heye ku rûdanên dawî bi lez diherikin li gorê sa’etê. Di vir da bi hêsanî nivîs, nûçe û agahdarîyên nû dikarin bên tikandin û xwendin. Li hember vê risteyê bo gerîna li nav arşîva malperê ciyek hatiye veqetandin ku ev jî karê lêkolînê hêsan dike. 

Malper bi Zazakî, Kurmancî, Tirkî û Îngîlîzî weşanê dike.

Beşên sereke yên melperê ev in: Rojane, Meqaleyî, Roportaj, Ziwan, Cografya, Edebîyat, Bîyografî, Bexçeyî Domanan, Kitabî.

Li jêrê malperê ev beşên sereke yek bi yek hatine vekirin û bi wêne û sernavên nivîsan rengê malperê geş kirine. Bi vî awayî malper ji qelebalixîyê rizgar bûye û halekî sadeyi û tertîbeke xweşik wergirtîye. Li binê van sernavên giştî ekrana manşetan heye. Ev manşet hem nivîskî hem jî wêneyî ne. Li rex wê jî beşên herî zêde hatine tikandin û xwendin cih werdigirin. Li bin ekrana Manşetê Rojaneyî  statîstîkên rojane yên navgînên aborîyê (diwîz, zernn û IMKB…) hatine danîn.

Bi gelemperî nivîs û xebatên Roşan Lezgîn di malperê de serdest xuya dibin.

Reklamên kovara Şewçila, Weşanxaneyê Roşna û rojnameya NewePelê di malperê de ciyekî mezin û taybet werdigirin. Ev her sê weşanên Kirdkî gelek xizmetên mezin kirine. Helbet ev her sê xebatên hêja bi serê xwe ciyê lêkolînê ne û hêjayî danasînên berfireh in.

Beşa Nuştoxî ku li binê reklama Weşanxenayê Roşna hatiye bicihkirin, gelek nîvîskar bi nivîsên xwe beşdar bûne. Nivîskarên vê beşê bi Tirkî û Kirdkî xebatên xwe yên lêkolînî pêşkêş kirine. Di vê beşê da, li gorî rêzê ev nîvîskar hene: Muzur Çem, Îsmaîl Beşîkçî, Roşan Lezgîn, Wedet Sîwanij, J. Îhsan Espar, Xurşîd Mîrzengî, M. Malmisanij, Murad Canşad û Bedrîye Canşad.

Li bin beşa Nuştoxî, Galerîyê Fotografan û Galerîyê Vîdeoyan heye.

Li gorî şiklê destpêkê yê malperê li binî (jêra jêr), Prensîbên Weşanê, Kunye, Arşîv, Reklam û Têkilî hatine bicihkirin. Li binê van beşên dawî hişyarîyek hatiye dayîn ku dibêje: “Mafê weşana hemû wêne, nûçe û nivîsan ên malpera me ne, bê çavkanî qedexe ye ku were bikaranîn. Tesewira dîtbarî ya malperê jî ji layê Capitol Medyayê û mizanpaja wê jî ji alîyê CM Bilişimê hatîye kirin.

Dema ku min Prensîbên Umûmî yên weşana malperê xwend, pir kêfa min hat. Bi rastî jî gelek prensîbên edebî, exlaqî, însanî û netewî hatine bijartin. Eger nivîs pir dirêj nekira min ê hemû prensîb li vir biweşandana. Ji bedêla vê, ez ê lînka wê bidim: http://www.zazaki.net/yayin-ilkeleri.htm Heçiyê bixwaze, dikare bi hêsanî bikeve navê û van prensîban bixwîne.

Ji Alîyê Naverokê va www.zazaki.net

Di beşên sereke yên melperê da (Rojane, Meqaleyî, Roportaj, Ziwan, Cografya, Edebîyat, Bîyografî, Bexçeyî Domanan, Kitabî) her beş di binê xwe da gelek xebatên girîng dihewîne.

Di beşa Rojane da bi taybet bo ziman, çand û hunera Kirdkî gelek nivîs hatine weşandin. Herwiha danasîna hêjmarên kovara Şewçila û rojnameya Newepelê hatine weşandin.

Di beşa Meqaleyî da bi sedan gotar hene. Gotarên vê beşê piranî Zazakî ne û derbarê çand, kultur, ziman û edebîyatê hatine nivîsîn. Di vê beşê da zêdetir em rastî nivîsên Roşan Lezgîn tên.

Di beşa Roportaj da bi dehan kesên pispor ra hevpevyîn hatine kirin. Ji muzîkê heta ziman, edebîyat û çand û dîroka kurdan, di gelek mijaran de bi gelek kesan ra roportaj hatine kirin.

Di beşa Ziwan da gelek nivîsên li ser Zazakî hene. Bi taybetî rêzenivîsa Roşan Lezgîn ya bi navê “Derheqê xebatanê ziwanî de” 12 nivîs hatine weşandin ku lêkolîneke têr û dagirtî ye. Lezgîn, beşa dawî di 09 Gulana 2018’an da weşandîye û piştî vê nivîsê rêzenivîs qedîyaye. Ji bo Zazakîzan û kesên ku xwe hînî Zazakî dikin, ev rêzenivîs hêjayê xwendinê ye.

Di beşa Cografyayê da gelek navçeyên ku têde Zazakî tê axaftin navê kurdî yê gund û mezrayan û navê ku paşê bi tirkî lê hatiye kirin hene. Ji bo ger û geştê jî di vê beşê da gelek mekanên balkêş hene.

Di beşa Edebîyatê da gelek ceribîn, çîrok, helbest û serpêhatî hene ku weke kovareke edebî bendî xwînerên xwe ne.

Beşa Bîyografî beşek e pir muhîm e, lewra ji kevn heta roja me, jînnameyên kesayetên edebî, tarîxî, hunerî yên Kird di vê beşê da bi cih bûne. Him zimanê bîyografîyan hêsan e, him jî têragahî ye ev beş.

Beşa Bexçeyî Domanan, beşeke taybet e bo zarokan. Ev beş li gorî beşên din lawaz maye. Lewra têkilîya vê beşê bi folklorê ra heye û folklor jî xebatên sehayî dixwaze.

Beşa Kitabî bêtir wek danasîna pirtûkan hatîye amade kirin. piranî berhemên ku di weşanxaneya Roşna da diweşin, ewil di vir da danasîna wan tête kirin.

Dawî

Helbet www.zazaki.net ne ev tenê ye. Ji ber ku ev nivîs tenê danasîn bû, me kurt birrî. Lê hê gelek tişt dikarin bêtin gotin derbarê vê malperê da. Min tenê xwest bala peywendîdaran bikêşim ser vê malperê. Lewra carinan înternet meriv zêde di malperên bêwate û nehewce de diwestîne. Û gelek caran malperên bikêr ji ber çav wenda dibin an bala meriv nakşînin. Min xwest ku vê unsîyetê piçekî ji holê rakim.

Piştî ku we nivîsek xwend û we xwest derbarê wê nivîsê da rexne û nihêrînên xwe vebêjin, ev derfet jî heye. Tişta ji vê girîngtir edîtorîya malperê bi hessasî tevgerîyaye û li hemû pirs û rexneyên xwendekaran vegerîyaye.

Herwiha her nivîs çend caran hatiye xwendin, bi reqem eşkere ye. Ev jî rêjeya xwendina Zazakî destnîşan dike. Bi raya min ev rêje ne xirab e lê têrê nake. Divê raya giştî ya Kurdan bêtir ‘eleqeyê nîşanî Zazakî bidin. Lewra malperên înternetê gelek karên me hêsan kirine. Pera ji me naxwazin, mekan ji holê rakirine. Ragihandin û têkilî hêsan kirine. Tenê divê tu tiştekî bikî. www.zazaki.net ê bike destpêk û di kompîtura xwe da û bixwîne.

Destxweş www.zazaki.net

Destxweş Roşan Lezgîn…

Xebatên we her berdewam bin,

hûn her serkeftî bin. 

___________

Çavkanî: blog.kovarazarema.com 02.12.2019

Na xebere 2709 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.